zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
20 Oktobre 2012 Şeme 03:46

Hevpeyvîn Ligel Îsmaîl Beşîkçî

Hevpeyvîn: Mesud Zîlan

Mamosta Îsmaîl Beşîkçî piştî 38 salan dema ku roja 11 îlon 2012 de serdana Dîyarbekirê kir, gelek dezgehên çapemenîyê eleqeyeka zêde nîşan dan, pê re hevpeyvîn kirin. Ji vana, hevpeyvîna ku birêz Mesud Zîlanî ji bo kanala televîzyona KNN pê re kiribû, Hebûn tirkîya wê ji kasetê kişand ser komputerê, min jî ji tirkî bo kurdîya kurmancî wergerand. Em vê hevpeyvînê ji bo xwendevanên malpera www.zazaki.net  diweşînin. 

Roşan Lezgîn

 

* * *

Mesud Zîlan: Mamosta, tu bi xêr hatî.

Îsmaîl Beşîkçî: Sipas. Gelek memnun.

Mesud Zîlan: Ez dixwazim viya bipirsim. Kurd êdî bi awayakî hukumran derdikevin ser sehneya dîrokê, tu ji layê sîyasî û dîplomasîyê ve performanseka wan ya wisa mewcud e. Yani bi kurtî kurd niha li kîderê ne? Wekî miletekî hukumran derdiketina wan ya li ser sehneya dîrokê û vê performansa wan tu çawa dinirxînî, çawa dibînî?

Îsmaîl Beşîkçî:  Ez dişêm wisa bibêjim. Nuke çi dema ku em dibêjin Kurdîstan, divê em Kurdîstana li Rohhelata Naverast têbigihên. Kurd li dawîya şerê cîhanê yê yekem, li dewra Cemîyeta Miletan hatin jihevxistin, parçekirin û parvekirin. Ev felaketeka gelek mezin e ku bi serê kurdan de anîne. Ev, her wekî îskeleta merivekî hatibe parçekirin. Her wekî ku mejiyê merivek hatibe pelçiqandin. Vê yekê li ser civaka kurd karîgerîyeka wisa wêrankar, tunekar pêk ênaye. Berîya her tiştî divê meriv vê yekê têbigihê. Dema ku em dibêjin Kurdîstan, em behsa Kurdîstana li Rojhelata Naverast dikin, divê em vê yekê têbigihên.

Meriv dişê hinde pirsîyaran bike ku, li dawîya şerê cîhanê yê yekem, di sala 1919an de li Kongreya Parîsê Cemîyeta Miletan tê damezrandin. Wekî biryareka girîng ya Kongreya Parîsê ev cemîyet tê damezrandin. Mafê tayînkirina çarenusa miletan di dewra Cemîyeta Miletan de ew mijar e ku herî zêde li ser tê qisekirin. Mijara ku herî zêde Cemîyeta Miletan, Yekîtîya Sovyetan û heta bi serokê Amerîkayê Wîlson li ser qise dikin, dîsa her ev mijar e. Lê em di fiîlîyatê de viya dibînin ku di dewreka wisa de Kurdîstan hate jihevxistin, parçekirin û parvekirin.

Di şerê cîhanê yê yekem de dewleta Usmanîyan, Almanya û Bulxarîstan ku ligel hev di îtîfaqê de bûn, têk çûn. Serketîyên şerê cîhanê yê yekem, ango Brîtanyaya Mezin, Fransa û Îtalya kolonîyên welatên têkçûyî parve kirin. Kolonîyên Usmanîyan wisa parve bûn: Dewletên manda yên wekî Îraq, Filîstîn û Urdun bi Îngilîstanê ve girêdayî hatin damezrandin. Em dişên van dewletan wekî dewletên manda têbigihên. Lubnan û Sûrîye jî bi Fransayê ve girêdayî hatin damezrandin. Tam di vir de divê em pirseka girîng bikin: Bo çi mandaya Kurdîstanê jî nehat damezrandin? Bo çi kolonîya Kurdîstanê nehat damezrandin? Tew wê demê, di navbera salên 1919-1922 de li Kurdîstana Başûr têkoşîna Şêx Mehmûdê Berzencî hebû. Şêx Mehmûdê Berzencî digot “Ez qralê Kurdîstanê me.” Ji Îngilistanê dixwest ku bihê naskirin. Hêzên emperyal yên wê demê Îngilistan û Fransayê, ne ku Kurdîstaneka serbixwe Kurdîstaneka kolonî jî nefikirîn. Ev yek, pirseka girîng e ku divê em bipirsin. Di demeka wisa de ku herî zêde mafê tayînkirina çarenusîya miletan dihate qisekirin de Kurdîstan çawa hate jihevxistin, parçekirin û parvekirin? Çawa felaketeka ewçend gewre bi serê kurdan de anîn? Ev kirasê lanetî çawa li bejna kurdan hate fesilandin?

Herwisa, divê em viya jî bifikirin: Ji bo ku aştîyeka navneteweyî pêk were, ji bo ku îxtîlafên di nav dewletan de bi rêyên aştîyane çareser bibin Cemîyeta Miletan hate damezrandin. Lê Cemîyeta Miletan vê amancê cî bi cî nekir. Neşîya pêşî li derketina şerê duwem yê cîhanê bigre. Şerê duwem yê cîhanê nîsbet bi şerê yekem yê cîhanê gelek wêrankar bû. Piştî şerê duwem yê cîhanê ji bo ku îxtîlafên di nav neteweyan de, îxtîlafên di nav dewletan de bêne çareserkirin, ji bo ku ev îxtîlaf ne bi rêya şer lê bi rêyên aştîyane çareser bibin dîsa pêwîstî bi rêxistineka din ya navneteweyî çêbû. Û di sala 1945an de Yekîtîya Neteweyan ava bû. Yekîtîya Neteweyan ava bû lê di statuya kurdan de hîç gorankarîyek çênebû. Statukoya ku di sala 1920î de hatibû danîn, statukoyeka wisa ye ku tu statuyeka sîyasî nade kurdan. Ev statuko di dewra Yekîtîya Neteweyan de jî hemin wisa hate avakirin. Ev bûyereka gelek serincrakêş e.

Em dibînin ku kurd di salên 1920an de li pîya ne. Daxwazên kurdan yê sîyasî hebûn. Di sala 1945 de li Mehabadê reheka neteweyî zîl da. Li sala 1945 Komara Kurdî ya Mehabadê hate damezrandin. Ango kurd di dewra şerê cîhanê yê duwem de jî li pîya bûn. Lê neşîyan daxwazên xwe, hêvîyên xwe bigihênîn damezrînerên Yekîtîya Neteweyan. Yan jî, yên ku Yekîtîya Neteweyan damezrandin guh nedan kurdan, nexwestin guh bidin.

Felaketeka wisa bi serê kurdan de anîn û vê felaketê birînên gelek mezin vekirine. Nayê xwestin ku ev rewş baştir bibe. Dixwazin ev bêstatuyî her dewam bike. Berîya her tiştî divê meriv viya têbigihê. Di kurdan de jihevbûyîn û parçebûyîn çi ye? Tunekirina dînamîkên navxoyî ye. Bêtesîrkirina dînamîkên navxoyî ye. Netîceyeka wisa ya jihevkirin, parçekirin û parvekirinê heye.

Emro li cîhanê 208 dewlet hene. Ji çilî zêdetir dewlet hene ku nufûsa wan ji yek mîlyonî kêmtir e. Bo nimûne, ji bîst endamên Yekîtîya Ewropayê Lukzemburg, Qibrîs û Malta her yek xwedîyê nîv mîlyon nufûsî ne. Belam ev dewlet endamên Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê û Yekîtîya Neteweyan in. Lê kurd, digel ewçend nufûseka gewre neşîyan bibin xwedîyê statuyekê.

Di nav 47 dewletên endamên Konseya Ewropayê de nufûsa Andorayê 30-35 hezar e, herwisa San Marîno û Monako jî wisa ne. Lê kurd, li Rojhelata Naverast ji 40 mîlyonan zêdetir nufûsa wan heye, neşîyane bibin xwedîyê statuyekê. Berîya her tiştî divê em viya têbigihên.

Di meseleya kurdan û Kurdîstanê de dînamîkên dereke hîn bêhtir dîyarker in. Ferazen nuke em tiştekî wisa bihizirin: Wekî nimûne, ger li sala 1995 yan 1996an, cenabê te wekî rojnamegerek, dema ku bo min bigota, derbarê Îraqê de çend heb senaryoyan binivîse, min ê di tu hebekî van senaryoyan de hîç nefikirîya ku di nav 10-15 salan de serokê Partîya Yekîtî Niştimanî Kurdîstan Celal Talebanî dê bibe serekkomarê dewleta Îraqê. Tiştek wisa dê hîç nehata bîra min. Dema ku me bala xwe bidana dîyardeyan, dema ku me polîtîkaya navneteweyî bihelsenganda, esla mumkin nebû ku Celal Talebanî di nav 15 salan de dê ji Îraqê re bibûya serokomar. Ev mumkin nebû. Wê demê rewş wisa bû.     

Mesud Zîlan: Baş e, çima Mamosta?

Îsmaîl Beşîkçî: Te bigota kak Îsmaîl hinde senaryoyên din jî binivîse, li gorî fikrê min cardin ev mumkin nebû. Lê çi bû? Di sala 2003ê de Amerîkayê bi hawayekî çekdarî mudaxeleyê Îraqê kir. Netîceya vê mudaxeleyê de Partî Baas ruxîya. Rejîma Sedam Huseynî rijîya. El-Muxaberat hate jihevxistin. Çekên kîmyewî hatin tunekirin. Ev dezgehên herî girîng bûn ku kurd tehdît dikirin. Ev e, piştî ji holê rakirina van tehdîtan bi navê Hukumeta Herêma Kurdîstanê dezgeyeka sîyasî hate pêkênan. Kurdan bi awayekî hêzdar beşdarî bo jîyana sîyasî ya Îraqê kir. Û di vê proseyê de Celal Talebanî ji Îraqê re bû serokkomar. Ev bi me nîşan dide ku di meseleya Kurdîstanê de dînamîkên dereke hîn bêhtir dîyarker in.

Em wa ferz bikin ku mudaxeleya Amerîkayê nebûye, tu çendî cesur, şerkar û cengawer dibî bibe, mumkin nebû ku te li hemberî rejîma Sedamî bişîya tiştek bikira û rejîma wî sernixûn bikira. Lê ev e di netîceya mudaxeleya Amerîkayê de rewşeka wisa pêk hat. Tabî hinceteka Amerîkayê ya wekî kurdan ewçend eza û cefa dîtiye, ez herim wan rizgar bikim tune bû. Hizra wê ya derbarê petrolê de bêhtir dîyar bû. Ango ji bo ku petrol bênavber ber bi Rojavayê biherike, pêkênana vê yekê hîn dîyarker bû. Tabî di vê proseyê de hilweşandina Partî Baas, Artêş û El-Muxaberatê, ruxandina rejîma Sedam Huseynî kir ku pêşî li kurdan vebe û kurdan dezgeyeka wisa pêk ênan. Ji vê çendê ez hewl didim ku bibêjim di meseleya Kurdîstanê de dînamîkên dereke bêhtir dîyarker in.

Ji bo Sûrîyê jî rewş wisa ye. Dema ku li Rojhelata Naverast, li Îran, Îraq, Turkîye û Sûrîyê behsa kurdan bihê kirin, di mijara rizgarkirina kurdan de dê herî dawîyê behsa Sûrîyê bihata kirin. Herî dawîyê dor dihat ser kurdên Rojavayê.

Ev sal û nîvekê ye ku li hemberî rejîma Beşar Esedî têkoşînek heye. Hinde efser û generalên ku ji artêşa Sûrîyê cîyawaz bûne û Konseya Neteweyî ya Sûrîyê damezrandine jî Baasî ne. Herwisa Ixwanî Muslîmîn jî hene. Wan jî li hemberî rejîma Esed bereyekê vekirin. Di nav hewldanan de ne ku rêvebirîya Esedî biruxînin. Ez wa texmîn dikim ku kurdan di vê proseyê de polîtîkayeka tendurist bi rê ve birin. Ne rasretarst bi rêveberîya Esed ve, ne jî ligel Kongreya Neteweyî û Opozîsyona Neteweyî ve girêdayî man. Yanî di navê de man û bûyerên ku diqewimin, hîn bi çavekî tendurist teqîb dikin.

Di demeka têkoşînê de Esedî leşkerên xwe ji bajarên kurdan paşde vekişandin. Ji navçeyên kurdan yên wekî Kobanî, Dêrik, Qamişlo, Efrîn û Amudê leşkerên xwe paşde vekişandin. Û kurdan dest pêkir wan deran bi rê ve bir.

Wekî kesekî ez wisa dihizirim: Te divê bila rêveberîya Beşar Esedî dewam bike, te divê Konseya Neteweyî ya Sûrîyê Esadî biruxîne, dê ev avahîya xodmuxtar hîn bêhtir hêzdar bibe, bi goşt û gewde bibe. Û ew avahîya xodmuxtar dê xwe biparêze. A ev jî bûyereka wisa ye ku bi dînamîkên dereke ve girêdayî ye. Sûrîye di prosesa têkilîyên xwe yên ligel Turkîyê de ku artêşa xwe ji navçeyên ser sînor paşde vekişandin, vê rewşa hanê ligel xwe anî.

Divê em kurdan li Rojhelata Naverast wekî parçeyekî hevgirtî bifikirin. Û divê em viya bi awayekî tendurist têbigihên. Divê em di hişmendîyeka wisa de bin.

Divê kurd vê yekê têbigihên. Digel nufûseka ewçend gewre çima kurd neşîyane statuyeka sîyasî bi dest xwe ve bînin? Qasî deh roj berê min nîvîsek xwendibû. Nivîskarî wisa digot: “Ev deh sal in em dibêjin kurd xwedîyê 40 mîlyon nufûsî ne. Belam di vê proseyê de kurd zêde bûn, 50 mîlyonî derbas kirin.” Li gorî qenaeta min jî ev rast e. Li Turkîyê jî, li Îraqê jî, li Sûrîyê jî nufûseka zêde ya kurdan heye. Wekî nimûne, tenê li Almanyayê ji nîv mîlyonî zêdetir, mîlyonek kurd hene. Lê çawa ku kurd li Tirkîyê nayêne naskirin herwisa li Almanyayê jî nayêne naskirin.

Min gavek berê navê çend dewletên ku endamên Yekîtîya Ewropayê, yên Konseya Ewropayê ne hejmartibûn ku xwedîyê nufûseka gelek kêm in. Ger em nufûsa van dewletan bînin ber hev, hejmarek qasî 140 hezarî çêdibe. Ev hejmar jî qasê ji pêncan yekê nufûsa kurdên li Almanyayê dike. Lê Almanya, hîn jî nasnameya kurdan nas nake. Emro kurd neşên navên ku têde pîtên Q W X hene li zarokên xwe bikin. Li Tirkîyê hîn jî muşkileyeka wisa heye. Ev tê vê wateyê ku nasnameya kurdan nayê naskirin. Hîn jî nasnekirineka wisa heye. Ev rewşa hanê li Almaya, li Fransa, li Îngilistanê jî wisa ye.

Tu xwedîyê ewçend nufûseka gewre yî belam hîn jî tu ne xwedîyê statuyeka piçûkî jî. Ger em atlasa Ewropayê vekin, em ê dîtina wan dewletan de zehmetî bikişînin. Çunke xaka van welatan qasî gundekî Cizîra Botanê, qasê beldeyeka wê ye. Divê kurd vê rewşê têbigihên. Divê têbigihên ku jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan çawa çêbûye, ev kirasê lanetî çawa li bejna kurdan hatîye fesilandin, fêm bikin.

Ewropaya ku di mijara mafên merivan de, di meseleya azadîyan de ewçend hesas e, çawa hîn jî çavê xwe ji bêstatubûyîna kurdan re digre? Ji bo çi hemî telebên kurdan ku xwedîyê nufûseka ewçend gewre ne di çarçoveya terorê de têne dîtin? A divê em viya têbigihên. Dema ku em bibin xwedîyê zanîneka wisa, wê demê dê helwêsta kurdan ya li hemberî hev jî biguhere rengekî din. Dê kurd hewl bidin ku yekûdin têbigihên, û dê hîn kêmtir zerarê bidin yekûdin. Lêkolîn û lêgerînên ku ji vî layî ve li ser kurdan û Kurdîstanê bêne kirin gelek girîng in. Dema ku lêkolîn û lêgerînên wisa berfirehtir bibin, di heman demê de dê zanîna dîrokî û zanîna civakî jî ligel xwe bîne. Dê di nav kurdan de toleransê pêk bîne, yekîtîyê pêk bîne. Ger ev zanîn pêş de here, ji bo Kongreya Neteweyî ya muhtemel jî dê zemîneka hîn kêrhatî amade bibe.                       

Mesud Zîlan: Mamosta, te di nav qisekirina xwe de got ku di demeka dîrokê de ewropîyan û hinde hêzên cîhanê yên din Kurdistanê nexwestine, di dewra kum afê tayînkirina çarenusîya miletan dihate qisekirin de behsa mafê kurdan nehatiye kirin û kurdan jî vê yekê bi têra xwe qise nekirine. Lê niha, ji salên 1991 yan 1992 û vir de, proseyek ku dest pêkiriye heye. Ji sala 2003 vir de ev rewşa bihêztir bû. Qet nebe êdî kurd li sê wîlayetên xwe bi awayekî hukumran in. Tu vê performansa kurdan çawa dibînî? Fer em Îraqê, herêmê û hîn firehtir em cîhanê bigrin ber çav, tu rewşa kurdan çawa dibînî? Kurdan şîya rewşa cîhanê baş bixwînînin û şîrove bikin?

Îsmaîl Beşîkçî: Ger em salên 1920an bifikirin, dewletên mezin ku Kurdîstanê naxwazin, piştre jî dewletên mezin ku li dijî Kurdîstanê helwêst digirin, ango ne girîng e ku Turkiya, Îran, Sûrîye hetta Îraq Kurdîstanê nexwazin. Di vê mijarê de divê meriv kurdan rexne bike. Ji ber ku kurdan derbarê Kurdîstanê de zanîneka tarîxî û civakî dernexsitine meydanê, ji vê çendê ev rewş wisa bûye. Ger tu tiştekî bixwazî tu dê ji bo destxistina wî tiştî plan û programan amade bikî. Çunke xwestin peywira te ye. Tu dê tiştekî bixwazî. Lê kurdan viya nexwest. Ger kurdan bi hawayekî tendurist Kurdîstanê bixwesta û di vê rêyê de hişmendîyek, şuûrêk çêbikira, dê ev yek çêbibûya. Ne girîng e ku dewletên mezin Kurdîstanê naxwazin, dewletên ku bi hawayekî muşterek Rojhelata Naverast Kurdîstanê naxwazin jî ne girîng e. Di vê nuqtayê de divê kurd bi xwe Kurdîstanê bixwazin. Çi dema ku bixwazin dê bi dest bixin. Yan jî dişên di vê rêyê de têbikoşin. Dê vê têkoşînê de bi demê re dê bi dest bixin.

Mesud Zîlan: Di Kurdîstana ku li ser çar beşan parçebûye de qasî ku em dizanin li tu bername yan hedefa partîyek yan rêxistinekê em tu gaveka ber bi Kurdîstanê, ber bi dewleta kurdan nabînin. Her kes din ava xwe de viya teleb dike. Yanî tu plan û programek ku ji bo viya hatibe kirin, yan zemînek ku hatibe amadekirin yan jî xebateka dîplomasîyê nîye. Di vî halî de em bibêjin endamên pêrtî yan rêxistinekê, serekên wê, te divê bila xwedîyê statuyekê bin yan nebin, cenabê te daxwaza damezrandina Kurdîstanê û rewşa kurdan ya heyî çawa dibîne?

Îsmaîl Beşîkçî: Girîng e ku salên 1920an û salên 1945an baş bêne zanîn. Yanî li salên 1920an dema ku Cemîyeta Miletan hate damezrandin kurdan çima nêşîya dahatuya xwe tayîn bikin? Dewletên mezin çima pêşî li viya girtin? 1945an de ev bêstatubûnî çawa hate dewamkirin, di vê mijarê de divê lêkolîn û lêgerînên gelek berfireh çêbibin. Divê ev bûyer baş bêne zanîn.

Girîng e ku emro cîhan bihê têgihiştin. Li cîhanê 208 dewlet hene. 40 dewletên ku nufûsa wan ji mîlyonekê kêmtir e hene. Lê kurd digel ku xwedîyê ewçend nufûseka gewre ne, çima xwedanê statuyeka sîyasî ya piçûk jî nînin?

Em Afrîkayê bifikirin. Berîya şerê cîhanê yê duwem li Afrîkayê tenê du dewletên serbixwe hebûn. Hebeşîstan û Lîberya. Afrîkaya din hemî kolonîyê Îngilistan, Fransa, Îtalya, Îspanya, Portekîz, Hollanda û Belçîkayê bû. Afrîka di sala 1885an de ji layê dewletên emperyal ve hatibû parvekirin. Lê piştî şerê cîhanê yê duwem Afrîkayê xwest bi lezgînî ji kolonîbûyînê xwe rizgar bike. Tenê Cezayîr, Angola, Gîne Bîsao û Mozambîk di proseya şerê çekdarî de serxwebûna xwe bi dest ve ênan. Kolonîyên din hemî bi rêya hevdîtinê, bi rêya dîyalogên qanûnî serxwebûna xwe bi dest ve ênan.

Emro li Afrîkayê 57 dewlet hene. Piştî şerê cîhanê digel ku li seraserê cîhanê guherîn çêbû, ez dixwazim balê bikşînim ser ku li Kurdîstanê hîç guherînek çênebû. Kurdîstan digel ewçend nufûseka gewre jî di salên 1920an de hîç statuyekê bi dest ve neêna. Piştî salên 1945an ku li cîhanê ewçend guherîn çêdibin belam di mijara kurd û Kurdîstanê de dîsa hîç gorankarîyek nîye. Kurdîstan kolonî ma.

Esas Kurdîstan dewleteka kolonî jî nîye. Ger dewleteka kolonî bûya qet nebe dê sînorên wê dîyarkirî bûna. Hate parçekirin, jihevkirin û parvekirin. Îraq bû kolonîya Înigilstanê. Sûrîye bû kolonîya Fransayê. Bi awayekî fîîlî ev heye: Wekî dewama her du dewletên qedîm yên Rojhelata Naverast, wekî dewama Împaratorîya Usmanîyan Komara Turkîyê û Şahîtîya Îranê jî wekî dewamê Împaratorîya Îranê hatin damezrandin. Û her du dewletên emperyal, ango Brîtanyaya Mezin û Fransa, van her çar dewletan ligel hev bi ser kurdan ve girtin. Polîtîkaya wan ev bû ku kurd nebin xwedîyê tu tiştekî. Divêt deng û nefesê kurdan bihê birîn. Proseyeka wisa hate jîyandin. Divê em vê jihevdexistin, parçekirin û parvekirinê têbigihên, bizanin. Divê em bi dîyarde û delîlên dewlemend van têkilîyan têbigihên, bizanin. Ger di vê mijarê de zanîna dîrokî û civakî geş bibe, dê di navbeyna kurdan de reftarîyeka baştir pêşde here, dê kurd hîn kêmtir zerarê bidin yekûdin.

Ger dîroka neteweyekê ji demekê bi şûn de hatibe jihevdexistin, parçekirin û parvekirin, ango neteweyek dema ku bibe amanca operasyoneka wisa, êdî ew netewe careka din neşê pişta xwe rast bike. Ev e, rewşa kurdan wisa ye. Kurdîstana ku li sedsala 17. de di navbeyna Împaratorîya Îran û Usmanîyan de hatîye parvekirin, nîveka pêşîn ya sedsala 19. de, beşekî bakurê xaka ku jê re dibêjin Kurdîstana Îranê kete bin kontrola Împaratorîya Rusyayê. Li salên 1920an Kurdîstana Usmanîyan wisa hatîye jihevdexsitin ku, ev jihevdeketin û parçebûn xwe hildiberîne, xwe zêde dike. Em dibînin ku binemal, êl û eşîr parçe dibin. Li têkoşîna van 20-30 salên dawîn de kurekî binemalê dibe gerîla yê din dibe cerdevan (korucu). Ev rewşa hanê di nav kurdan de gelek heye. Ev tiştekî wisa ye ku di netîceya jihevdexistin, parçekirin û parvekirinê de çêbûye. Ji bo ku meriv viya têbigihê, ev yek ancax dişê netîceya lêkolînên dîrokî û civakî de pêk bê. Dema ku ev zanîn çêbibe, dê kurd hewl bidin ku hîn baştir yekûdin têbigihên û hîn kêmtir zerarê bidin yekûdin.

Rewşeka wekî viya, muşkileyeka wekî viya ya ermenan jî hebû: Armenîstana Rusyayê, Armenîstana Usmanîyan û Armenîstana Îranê hebû. Armenîstanek ku hêza wê hatiye ruxandin, hatîye parçekirin neşîya yekîtîya xwe pêk bîne, di sala 1915 de tuşî felaketeka gewre bû. Jihevketin, parçebûyîn û parvebûyîn di neteweyan de encameka wisa wêrankar, serkutkar ligel xwe tîne, karîgerîyeka wisa xirabkar dike. Divê em viya bizanin.    

Mesud Zîlan: Mamosta, ez dixwazim çend hevokên din jî hûn bibêjin. Ger meriv li vê rêveçûna kurdan binihêre, tu dahatuya kurdan çawa dibînî?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez bi xwe gelekî pozîtîf dibînim. Wekî nimûne, rewşa kurdan a emro nîsbet bi 20-30 salên berê gelek baştir e. Piştî salên 2012an, em bibêjin gelo di sala 2032 de kurd dê li rewşeka sîyasî ya çawa de û di nav kîjan peywendîyên civakî de bin? Ez emîn im ku dê li rewşeka ji emro çêtir de bin. Ez gelekî xweşbîn dibînim. Sedsala 21. dê sedsala kurdan be.         

Mesud Zîlan: Mamosta em ê kengî cenabê te li Kurdîstana Başûr bibînin?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez dihizirim ku li meha pêşîya me. Em ê nîveka pêşîn ya cotmehê de li Kurdîstana Başûr bin.

Mesud Zîlan: Mamosta mala te ava. Gelek sipas dikim.

Na xebere 2972 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.