zazaki.net
23 Tebaxe 2017 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
29 Çele 2010 Îne 09:57

Hevpeyîvîn bi Serhad Bapîr re - IV

[Hevpeyîvîn]
Roşan Lezgîn

Beş  - IV 

Roşan Lezêgîn: Niha fikrê pirranîya kurdên me yên li welat jî ev e. Xelqê me jî wisa bawer dike. Lewma bi tirkîyeka şikestî bi zarokên xwe re diaxifin. Xwedêgiravî dê bi vî awayî zarokên wan di xwendinê de serketî bin.

Serhad Bapîr: Tu rast dibêjî, lê malesef ku pirranîya kurdên me di vê meseleyê da şaş difikirin. Tu dizanî? Niha yunanîya her sê zarokên min jî ji yunanîya zarokên gelek yunanan çêtir e. Mamosteyên Sîpan diheyirin ka çewa dibe ku Sîpan di dersa ziman û edebîyata yunanî da kompozîsyonên hinde rind û zengîn dinivîsîne. Ez ji ji wan ra dibêjim ku kurê min pişta xwe dide du ziman û du kulturan, lewra wusa jêhatî ye. Zanîna ku meriv ji zimanekî bi dest dixe alîkarîya zimanê dî jî dike. Di kreşa Sosinê da, di pîyes û tîyatroyên cejnan da, rola sereke ew dileyze, Sîpan jî her wusa bû.

 

Serhad Bapîr, Sîyabend, Sosin, Sîpan û Kalliopî

Piştî ku Sîpan bû 2-3 salî, ew û xelk ecêbmayî man: Di civatan da ku em runiştî bûn û me sohbetê dikir, te dît ku Sîpan diçû bi yunanan ra bi zimanê yunanî xeber dida û di eynî demî da, dema min ê bi wî ra biaxafta, an jî wî yê tiştekî ji min ra bigota, wê tafil bi zimanê kurdî bigota. Ji ber ku diya wî memur bû û dixebitî, Sîpan dema ku hê 7 mehî bû dest bi “hêlîn”a zarokan, an jî “kreş”ê kir. Dema ku êdî bûbû 4-5 salî, wî çend gotinên kurmancî fêrî hevalên xwe yên “hêlîn”ê kiribûn. Dê û bavê van zarokan bi meraq ji me dipirsîn ka maneyên “bizin meee” û hin gotinên din çi ne.

Roşan Lezgîn: Ev zimanê zarokan e ji xwendina xeberoşakan ji te fêr bûye…

Serhad Bapîr: Belê. Di her zimanî da “zimanê zarokan” jî heye, ango di piçûkatîya zarokan da mezin bi vî “zimanî” bi wan ra dipeyvin, ev ziman wek nimûne ji gotinên wekî “meme (av), bivv (tiştekî tehlûke wekî agir), kixx (tiştekî qirêj û pîs), kixe (destava mezin), lûlû (destava piçûk)” pêk tê, heta ku ji min hat û anagorê zanîna xwe, min dixwest zarokên min jî ji vê pêvajoya xwezayî ya zimanê kurdî ra derbas bibin.

Taybetîyekî zarokan heye ku ew li rehetîya xwe dinêrin, gelek caran dema ku wê zarok bi min ra biaxifin, wê gotinên yunanî jî di nav kurdîya xwe da bikar bînin, hingê, ku ew bi kurdîya van gotinên hanê zanibin, ez ê cewabê nedim wan û herwekî ku min tiştê ku wan gotîye fêhm nekirîye, xwiya bikim. Hingê ew ji mecbûrîyê wê wan gotinan jî bi kurdî ji min ra bêjin. Lê dema ku ev gotinên yunanî ku wê têxin nav kurdîya xwe da, ku ew gotinên ku zarok bi kurdîya wan nizanin bin, hingê ez ê ji kurdîya wan “fêhm bikim” û cewabê bidime wan û kurdîya van gotinan jî ji wan ra bêjim. Ji alîyê dî va zarok jî têra xwe serwext in û dikarin xwe bi meriv bidine fêhmkirinê. Wek nimûne Sosinê sê sal berîya niha dikaribû “bi guhê xwe bidîta!”. Ji min ra wusa gotibû:

- Babo, dîya min hat.

Mi got:

-Keçê tu ji ku dizanî?

Sosinê got:                                             

- Gohê min dengê wê  dibîne.

Sosinê ji bîr kiribû an jî nizanibû bigota “dibihîsim”, ji ber vê yekê wusa digot.

Awayê ku min Sîpan fêrî axaftina zimanê kurdî kir, herwusa min di rewşa Sîyabend û Sosinê da jî tetbîq kir. Ji bo kesên ku di rewşa min da ne, dema ku zarokê meriv tenê yek be, hingê “kontrol”a meriv ya li ser zimanê wî jî mezin e, lê dema ku zarok dibin dido an jî sisê, hingê rewş zehmettir dibe. Çewa ku min gotibû, divê di hizra zarokan da li himberê her kesî zimanekî hebe, lê êdî zarok bi xwe jî “kes” in û ji ber ku ew xwedîyê du zimanan in, di vir da pirsgirêkekî mezin dertê: Gelo wê zarok di navbera xwe da bi kîjan zimanî bipeyvin? Ji ber ku wextê axaftinê di navbera zarokan da zêde ye, rola zimanê ku wê bi hev ra biaxifin, mezintir dibe.

Sîyabend û Serhad Bapîr, Newroza 2006an

Sîpan wek zarokê mezin, bi Sosinê ra tenê bi kurmancî dipeyve, di pratîkê da, ji bo kurmancîya Sosinê bûye cîgirê min. Sîpan û Sîyabend û herwusa jî Sîyabend û Sosinê, piranîya caran bi hev ra bi zimanê yunanî dipeyvin. Min ji zarokan xwestîye ku, qet nebî dema ku ez li malê me, divê ku ew hemû bi hev ra bi kurdî bipeyvin, lê wek zarok ew piranîya caran li rihetîya xwe diniêrin û dest bi zimanê yunanî dikin. Rojê qet nebî ez ê çend caran bi gotina “Kurmancîîî!” wan şîyar û îqaz bikim. Herçî dîya wan e, wek yunanekê, piranîya caran bi wan ra bi zimanê xwe dipeyve, lê carna te dît hemû bi hev ra dest bi zimanê kurdî kirine, carna li derva, dema li ber xelqê xerîb in, em bibêjin tiştekî ku ew bixwazin ku tu kes ji wan fêhm neke hebe, hingê wê di nav xwe da bi kurmancî bipeyvin.

Roşan Lezgîn: Em piçekî behsa têkilîya di navbera zimanan de bikin. Gelo rewşa zimanê yunanî li hemberî zimanê kurdî çi ye? Yanî, qet nebe di nav malbata te de.

Serhad Bapîr: Zimanê yunanî zimanekî kevnar û zimanekî ku gelek hatîye bikaranîn e. Bi vî zimanî eve sê hezar sal in ku berhemên ku li seranserê cîhanê têne naskirinê hatine nivîsandin. Heta sedsala 20a, li seranserê cîhanê zimanê ku herî zêde peyvên zanînê (tib, astronomî, felsefe, matematîk û gelek ilmên din) daye zimanên din dîsa zimanê yunanî ye. Muqayesekirina zimanê yunanî û zimanê kurdî, bivê-nevê rojane di nav malê da derdikeve pêşîya me.

Ez gihîştîme wê bawerîyê, herçiqas ku di navbera zimanên serbest da “hevkarî” û danûsitandin hebe jî û ev têkilî bi awayekî demokratîk û li ser hîmê wekhevîyê da xwiya dikin jî, di rastîya xwe da ziman dişibin nebat an jî daran, yên ji ber hin sedeman (xusûsîyeta axê, tav, av û hewa) bi avantaj in, wê li xwe bixin û wê geş bibin û wê cih li nebat an jî darên mayîn teng bikin. Heywan jî wusa ne. Ziman jî di pêvajoyekî dûr û dirêj da cih li hev teng dikin. Pêşveçûn û sewîyeya medenîyeta miletan tesîrekî xwurt li ser zimanê van miletan jî dike. Ziman jî geş, fireh û xwurt dibin. Lê belê, dibe ku gotinên hin zimanan û hevoksazîya wan li himber gotin û hevoksayîya hin zimanên din bi avantajtir bin. Mesele ew e ku meriv bi awayê xebitandina vê mekanîzmayê bihise û tesbît bike. Zimanê kurdî jî li himber zimanên din û her wusa jî li himber zimanê yunanî xwedîyê hin avantajan e. Avantaja herî mezin yê zimanê kurdî, çewa ku zimannasên rojavayî jî di dawîya sedsala 19a da tesbît kirine ew e ku, gotin di zimanê kurdî da kurt in û zimanê kurdî zimanekî sade ye.

Di pratîkê da, dema di nav mala me da jina min bi zarokan ra yunanî dipeyve, her wusa dema ku zarok bi wê ra an jî di nav xwe da bi yunanî dipeyvin, wek nimûne di mijara xwarinan da, dema ku di nav axaftinên wan da gotinên wekî “savar, tirşik, birinc, dew, mast, hêkerûn” û hin gotinên din derbas dibin, herçiqas ku ew bi yunanîya van gotinan dizanin jî, ew rasterast van gotinan bi kurdî dibêjin.

Çewa ku em pê dizanin, di sala 1995a da Med Tv dest bi weşana xwe kir. Çend caran, li malên hin kurdan min weşanên vê televîzyonê temaşe kir, piranîya bernameyên vê televîzyonê bi zimanê tirkî bûn, xusûsî bernameyên sîyasî yên bi sietan berdewam dikir bi zimanê tirkî bûn. Ji ber ku ev Tv televîzyona PKKê bû û propagandaya PKK ê ji xwe ra kiribi bingeh, ev televîzyon di despêka weşana xwe da bala min nekişand da ku ez ji xwe ra sêlekî satelîtê bikirim û wê bişopînim. Lêbelê di sala 1997a da ji bo serîlêdanekî ez çûbûm Swedê, hingê li Swedê sê xwişk û birayên min dijîyan, li wir, min bernameyekî Med Tvê dît û fikra min ya li ser vê kanalê hate guhertin. Min di Med Tv da bernameyekî ji bo zarokan dît, di nav bernameyê da fîlîmên karton hebûn û ev fîlmên karton bûn sebeb da ku dema ku ez vegerîyam Yunanîstanê tafil herim ji xwe  ra cîhazên satelîtê bikirim û Med Tvyê bişopînim. Fîlmê karton ku min dîtibû yê “Gromît” bû. Bi xêra “Gromît” êdî wek malbat em bûn temaşevanên Med Tvyê. Lê li ba min tirsek hebû, gelo nebe ku bi rêya Med Tvyê jin û zarokên min zimanê tirkî fêr bibin! Lê ji ber ku kêm caran û piranî jî di derengîya şevê da min bernameyên bi zimanê tirkî yên Med Tvyê temaşe dikir û herwusa jî, dema ku maneyên hin gotinên bi zimanê tirkî yên ku ji Med Tvyê di bîra wan da dima, ji min dipirsîyan û min jî her carê cewabekî din yê eletewşo yê beredayî dida wan. Wek nimûne: ji bo “Çok güzel”ê, min ji wan ra digot ku tê maneya “heta çoka ketîye nav zer”, ev tirsa zimanê tirkî rast derneket.

Sîyabend, Sosin û Sîpan, 2006

Zarok zehf ji fîlîmên karton hiz dikin, bi kîjan zimanî dibe bila bibe. Çi dema ku min ê ji nû va cîhaza satelîtê bicih bikira û kanal lê bar bikirana, dema ku wê çavên zarokan bi fîlîmên karton biketa, em bêjin ku bi zimanê çînî, erebî an jî zimanekî din, wê bibûya qêrîna wan û bigotina “babo bisekine”, her çiqas ji zimanên van kanalan fêhm nedikirin jî, dikaribûn bi sietan li van fîlîmên karton temaşe bikirana.

Lê di Med Tv da demekî kin ji bo bernameyên zarokan hatibû veqetandin, di van bernameyan da jî wextê fîlmên karton carna 15 an jî 20 deqîqe bû. Min jî dest pêkir, heta ku ji min dihat, her roj min van fîlîmên karton qeydê vîdeoyê kir. Her roj ez jî bi tevî zarokan di sieta bernameya zarokan da li ber Med Tv bûm, zarokan lê dinhêrt û min jî ji ber digirt vîdeoyê. Piştî demekî din dema ku kanalên Kurdistan TV û Kurd Satê jî dest bi weşanê kirin, min ji van kanalan jî qeyd dikir. Lê kalîteya dublajên Kurdistan Tv û Kurd Satê nedigihîştîn ya Med Tvê. Jixwe Kurd Sat bi zaravayê soranî bernameyên zarokan çêdikir û Kurdistan Tv jî bi zaravayên soranî û kurmancî, lê kurmancîya Kurdistan Tv kurmancîyeka herêmî, ya devera Dihokê bû. Kurmancîya dublaja Med Tv kurmancîyekî gelek baş bû. Kêfa zarokan dihat ku mezinekî wekî bavê wan li kêlaka wan rûdinişt û li bernameya kurdî dinihêrt, ev yek li himber kanalên televîzyonên yunanan, statuya Med TV li ba wan bi hêztir dikir. Bi vî awayê, di navbera salên 1997-2007an da, min arşîvekî mezin ji fîlîmên karton yên kanalên Med Tv, Medya Tv, C Tv, Kurdistan Tv, Kurd Sat û Roj Tvyê pêk anî, ez dibêm qey ev arşîv derdorê 50-60 sietan da ye. Piştî ku teknolojîya DVD ket şûna ya vîdeoyê, min beşekî ji vê arşîvê guhert ser sîstema DVDyê. Heta niha min çend caran bi dehan kasetên DVDyê ya vê arşîvê, ji merivên xwe yên li Kurdistanê û ji nasên xwe yên ku li Awrupayê dijîn ra şandîye.

Êdî zarokên min ne tenê 15-20 deqîqe, lê ku bixwestana dikaribûn bi sietan ji xwe ra fîlîmên karton yên bi zimanê kurdî binêrtana. Min jî rêza kasetên van DVDya diguhert da ku her gav eynî tiştî nebînîn.

Roşan Lezgîn: Helbet tu li welatekî xerîb bûyî. Divê te ji her tiştî sûd wergirta. Te gelek bi zanebûn û bi kedeka mezin bala xwe daye ser zimanê bav û kalên xwe. Yanî, meselaya ziman bi şuûra meriv ve girêdayî ye. Hingê çendî şuûra meriv xurt be, zimanê meriv jî ewçend bi xurtî derbasî zarokên meriv dibe. Lê li welat, ji ber ku şuûr tune ye, li gundê xwe, li hêlîna zimanê kurdî terka zimanê xwe dikin.

Serhad Bapîr: Haya min ji vê yekê heye û malesef ku wusa ye. Di salên 2006 û 2008a da, nêzîkê du mehan ez li Dîyarbekir û li Tetwanê mam, li wir di nav xelkê da, ez mam hesreta dengê zimanê kurdî û ev yek êşekî mezin dide meriv, ev wekî birînekî xedar û bê derman e. Fêrbûna zimanekî an jî hêza zimanekî di nav malekî da, bi wextên ku ev ziman di nav vê mala hanê da tê axaftin an jî tê sehkirin va girêdayî ye. Min kitêbên zarokan, van kaset û DVD yên bi fîlîmên karton, kaset û CDyên muzîka kurdî ji xwe ra kir alîgir, da ku di nav mala me da sietên zimanê kurdî zêde bibin û bi vî awayê, di şertên tenêtî û xerîbîyê da balansekî lihevhatî di navbera zimanên yunanî û kurdî da pêk were. Lewra bi salan zarokên min, xeynî ji min, ji tu kesekî din zimanê kurdî seh nedikirin. Wan li vir tu zarokên ku bi vî zimanê dipeyve nedîtibûn. Tê bîra min, di havîna sala 2004a da, nivîskar Firat Cewerî bi erebeya xwe û li ser rêya ku ji gelek dewletên Balkanan ra da derbas dibe, hatibû bajarê Salonîkî yê Yunanîstanê, da ku ji vir jî bi keştîyê here Tirkîyê. Telefonê min kir û ji bo çend sietan bi tevî kurê xwe Mîran hatin mala me. Hingê Sîyabendê min jî li malê bû û ew hindik jî Mîran piçûktir bû, ew 6 salî bû. Sîyabend bi kurmancî dizanibû û ji çêbûna wî heta wê çaxê min pê ra tenê bi kurmancî xeber dida. Lê min bala xwe dayê ku va ye Sîyabend dixwaze bi zimanê yunanî bi Mîran ra bipeyve, lewra heta hingê wî li Yunanîstanê tu zarokên ku bi kurmancî dipeyive nedîtibûn. Lê piştî demekî, sist be jî Sîyabend dest pêkir bi Mîran ra bi kurdî axaft.

Di warê zimanê kurdî da zehmetîya min ya herî mezin, tunebûna derdorekî bû ku wê ji nas û dostan pêk bihata û wê di nav xwe da bi zimanê kurdî bipeyvîyan bû. Ez nikaribûm biçûma Kurdistanê, tenê dîya zarokan bi tevî zarokan di salên 1996, 1999 û 2004a da sê caran ji bo 15-20 rojan çûn zîyareta malbata me kirin, du caran li Mêrsîna Tirkîyê û carekî jî Dîyarbekir û Tetwana Kurdistanê. Cara pêşî ez di sala 2006a da tenê çûme Kurdistanê û di sala 2008 da jî bi tevî Sîpan û Sosinê em ji bo 20 rojan çûne welatê xwe.

Di şertên tenêtî û xerîbîyê da be jî, min zarokên xwe fêrî zimanê kurdî kir, ev ji bo min deynek bû ji bo milet û zimanê me yê bindest û îddîayek bû, gelek zehmetîyên vê îddîaya hanê hene, lê di vê mijarê da ez xwe bextîyar hîs dikim û ez naxwazim wek kabûs be jî, tu car bikebe xewna min an jî di hizra min ra derbas bibe ku va ye zarokên min bi zimanê bav û bapîrên xwe nizanin. Min bi ked û xebatekî metodîk, nehişt ku ev kabûs xwe nêzîkê min û zarokên min bike.

Her kesê ku di rewşa min da ye, dikare wekî min û ji min baştir jî zarokên xwe, jin an jî mêrê xwe fêrî zimanê kurdî bike. Tenê divê ku meriv xweyî vê sozê û îddîayê be û di pratîkê da li soz û îddîaya xwe xweyî derkeve.

Roşan Lezgîn: Kek Serhad, ez ji bo vê suhbeta hêja gelek sipas dikim. Ez hêvîdar im ku tu û malbata xwe ya şêrîn û delal hûn hertim di nav xweşî û silametîyê de bin. Ez hêvîdar im ku her sê zarokên te yên xweşik siberojê bi qasî ku ji xwe re, ji hemî însanîyetê re, ji miletê yunan re bifayde bin, ewçend jî ji miletê kurd re bifayde bin. Hûn her hebin her bijîn. 

Serhad Bapîr: Ez jî ji bo vê hevpeyvînê û ji bo van gotininên te yên sipehî sipasîya te dikim, mala te ava. Hesasîyetekî me yê hevbeş heye di derheqê zimanê kurdî da, tu wek kurdekî zaza û ez ji wek kurdekî kurmanc em ji bo hîmê hebûna miletê xwe, ji bo zimanê kurdî eynî xeman dixwin. Xweska xemxwarên zimanê kurdî zêde bibûna, bibûna hêzekî mezin, bibûna lehîyekî mezin, çewa ku ronakbîrê me yê qedirbilind Celadet Bedirxan jî gotîye, “wek milet felata me di rabûna vê lehiyê da ye”.

28.12.2009

 

Ji bo dîtina resm û grafîkên Serhad Bapîrî bitikîne>>>

Ji bo beşa yekê bitikîne>>>

Ji bo beşa duduyan bitikîne>>>

Ji bo beşa sisêyan bitikîne>>>

Na xebere 1821 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Spas ji te re Serhad Bapîr
Fahriye Adsay
Silav birêz Serhad Bapîr,

Min hemû hevpeyvîna te bi kêfxweşî û heyranî xwend. Xwezî tenê ji sedî dehê me tenê qasî te ji ziman û çanda xwe re rêz bigirta û xwedî îradeyek wisa baya. Ev tecubeya te divê di dibistanan de wek ders bê xwendkirin û îbret jê bê girtin. Gelekî kêfxweş im ku mirovekî wek te jidil û zîrek naskir. Hêvî dikim di nav malbata te de tu berdewamiya vê keda xwe bibînî û bi te qût nebe. Seat xweş û gelek spas. Silavên germ ji Diyarbekirê:)

Elbet ji bo hevpeyvîna hêja spas ji birêz Roşan Lezgîn û zazakî netê re.
01 Oktobre 2012 Dişeme 05:59