zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
27 Gulane 2012 Yewşeme 13:17

Hevpeyvîn bi Nadir Nadirovî re

Hevpeyvîn: Salihê Kevirbirî

Nadirê Kerem ango profesor Nadir Nadirov. Ew li seranserê dinyayê yek ji navdartirîn zanyarê petro-kîmyayê ye. Nadirov serekê rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û endamê Asambleya Gelên Qazaxîstanê ye. Ji sala 1993’yan ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Qazaxîstanê ye. Nadirov xwediyê van xelatan e: Pêşengê perwerdehiya gel a Komara Federatîf a Sovyeta Sosyalîst a Rûsyayê (1967), Li ser navê Zanyarî û Teknîkê Xelata Dewletê ya Qazaxîstanê ya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1980), Di warê Zanyarî û Teknîkê de Xelata Kedkarê Emekdar a Qazaxîstana Komarên Sovyeta Sosyalîst (1982), Xelata Kaşifê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1985), Petrolkarê Fexrî yê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1991), Endezyarê Muhteşem yê Sedsala 20an (2000) û Endezyarê Fexrî yê Qazaxîstanê’(2001)

Nadir Nadirovî herwiha di sala 1981 de layiqî Madalyaya Kedê ya Alaya Sor a Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst, di sala 1999 de layiqî madalyaya Kurmeta Qazaxîstanê, di sala 2006an de jî layiqî madalyaya Dostikê hatiye dîtin. Di sala 2003 de li Fransayê, ji hêla Yekitiya Piştgirîkirina Sanayiya Navneteweyî ve ji bo keda wî ya pêşdebirina sanayiyê, bi Madalyaya Zêrîn a SPIyê hatiye xelatkirin. Heman dezgeh di sala 2004 de tevî Madalyaya Napoleon, nasnavê Mereşalê Zanyariyê jî dayê. Ji bilî van xelatan Nadirov xwediyê bi dehan xelatên dewletî û navdewletî ye.

Nadir Nadirovî heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine. Xwediyê 250 patentên zanyarîyê ye. 35 kitêbên wî hatine weşandin. Du kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Qazaxîstanê ne: Em kurdên Qazaxîstanê, li Alma Atayê di sala 2003 de weşîyaye ku 530 rûpel in û bi rûsî ye, Ferqiya Wext, ki Alma Atayê di sala 2008 de weşîyaye û 700 rûpel in û bi rûsî ye. Nadirov, ji sala 1996 ve serredaktoriya kovara Petrol û Gazê dike ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Destpêka sala 2012, li Alma Ataya Qazaxîstanê min beşdarî du merasîmên 80 saliya Nadir Nadirov kir. Çend roj paşê jî li avahiya karê wî, tevî rojnameger û helbestvan Hesenê Hecî Silêman û Tamara Eliyê Mamed em lê qesidîn. Min li ser jiyana wî, surgunên 1944 û 1937an, birin û neanîna 44 Mêran, li Moskovayê hevnasiya wî ya bi Mela Mistefa Barzanî re, petrol û gaz, zanyariya wî, kulfeta wî Helîma Emo, zarok-nevî-bûkên wî, rewşa kurdan, hêvî û daxwazên wî jê pirsîn, ilimdarê mezin Nadir Nadirov bi dilekî xweş û rûyekî geş bersivand...

***

- Nadirê Kerem kî ye? Êl, eşîr, malbat… Bav kî ye, bapîr kî ye?

- Ez Nadirê Kerem, bi gotineke din Nadir Nadirov di sala 1932 de li gundê Qîqaça Nexçîvanê hatime dinyayê.

Kalikê min Nadirê Ehmed e. Jê re Hacî Nadir digotin. Navê wî li min kirine. Bav û kalên me kurdên Wanê ne. Tevahiya kalikên min li Wanê hatine dinyayê û li Wanê jî çûne rehma Xwedê. Ji sala 1920 heta 1925 dewleta tirkan kurd gelek êşandin. Ew kirine hepis û zîndanan. Yek ji wan kalikê min bi xwe bûye. Sal 1918 yan 1920 e, baş nizanim, bi peyatî çûye hecê û hatiye. Çûna hecê wê demê wisa ne hêsan bû. Yan divê tu dewletî bûyayî, dewleta te hebûya yan divê baweriyeke te ya xurt hebûya yan jî divê tu mêrxas bûyayî. Bi qasî ku ji me re hatiye gotin, kalikê min keriyek pez daye pêşiya xwe, çûye li hecê serjêkiriye, bûye hecî û hatiye. (Di ber xwe re dibişire û berdewam dike.) Di dema wan de şeş mehan dimeşiyan heta ku diçûn hecê. Lê niha li balafirê siwar dibin, sê saet paşê peya dibin, çend roj paşê vedigerin û dibêjin, va ye em bûne hecî! (Berê xwe dide Hesenê Hecî Silêman ku wê gavê li civata me rûniştî ye.) Tevî kalikê min, kalikê vî camêrî jî şeş mehên xwe di rê û dirbên hecê de derbas kirine. Piştî ku kalikê min ji hecê vedigere Wanê, qedrê wî di nav civatê de bilindtir dibe.

Herçî bavê min e, Keremê Hacî Nadir e. Jê re “Axê Beşka” û “Kerem Axa” digotin. Em bi xwe Birûkî ne. Beşka, beşek ji Eşîra Birûkan e. Bavê min Beşkî ye, diya min Şawlikî ye. Hê gava bavê min ciwan e, ji ber zilma roma reş bar dikin têne ber Çemê Arasî. Xwe li Çemê Arasî dixin, derbasî hêla Nexçîvanê dibin ku vê gavê di nav sînorên dewleta Azerbaycanê de ye. Helbet gava derbas bûne, hukimdariya Sovyetan bûye. Li wê derê gundekî Beşka ji xwe re ava dikin. Navê wê Qîqaç datînin. Qerkî ji xwe re gundekî çêdikin. Herçî ji ber zilma Tirkiyê direvin tên wir, ji xwe re gundan ava dikin. Ev salên ku ez behs dikim, 1925-1926 in.

- Piştî şikestina Şerê Şêx Seîdî ne wisa?

- Erê, sihetxweş! Piştî şikestina Şerê Şêx Seîdî. Jixwe sedemek jî Şerê Şêx Seîd e ku êl û eşîrên giran wisa fermanlû û terkeserê dinyayê dibin.

Ez di serma û seqema meha yekê ya sala 1932 de hatime dinyayê. Sala 1936ê, bavê min diçe rehma Xwedê. Gora wî li gundê Qîqaçê ye. Gava bavê min dimire, ez pêncsalî bûme. Em tevî diya min neh kes, li sala 1937 têne surgunkirin. Ji gundê Qîqaçê, em surgunê Qazaxîstanê kirine.

- Surguna 1937’an tê bîra te? We surgun û rêwîtiyeke çawa dît. Dikarî hinek behsa wan rojên dijwar bikî?

- Li vê derê sê cure kurd hene. Qismek ji wan di sala 1937 de hatine surgunkirin. Ji Ermenîstanê û Nexçîwanê hatine surgunkirin. Ew em in. Em surgunên yekemîn in. Qismek ji wan di sala 1944 de hatine surgunkirin. Ew jî kurdên Gurcistanê ne. Li vê derê Ezîzê Ziyo Bedirxan heye, ez bawer im tu nas dikî. Ew surgunê sala 1944an e. Qismek jî piştî salên 1990î ango piştî şerê Qerebaxê hatin ku wekî şerê azeriyan û ermeniyan tê zanîn. Kinyazê Îbrahîm jî yek ji wan kesan e ku piştî şerê Ermeniyan û Azeriyan hatiye vir.

Rojên surgunê rojên pir xerab, dijwar û çetin bûn. Gotinek di nav kurdan de heye. Dibêjin “Dê weledê xwe davêje!” Nêzîkî du mehan em di riyan de man. Gelek kes di wan vagonên trênan de ji ber birçîbûn û sermayê mirin. Zehf giran e, gotin têrê nakin…

- Ezbenî sedema surguna we çi bûye. Ji we re sedema surgunê hatibû gotin an na?

- Nexêr! Ji me re sebeba surgunê nedigotin. Tenê gotine, kelûpelên xwe berhev bikin, heywanên xwe bifiroşin, di nava 24 saetan de hazir bin, em tên we bar dikin û dibin ciheke din!

- Hûn nizanin bi ku ve jî dibin…

- Em nizanin bi ku ve dibin û sebeb çi ye! Tê bîra min. Ji Sovyeta berê hatin, em avêtin otomobîl û makîneyên kevin ên ku heywanan lê bar dikirin û anîn stasyona trênê. Ev mesela ku ez dibêjim, payîza sala 1937, meha cotmehê ye. Em li trênan siwar kirin. Çar mal dixistin vagonekê. Di her quncikekî vagonê de malek! Du meh paşê, em anîn vê derê. Bajarekî bi navê Taras heye ku wê gavê jê re Mîrzoyan digotin, em li wir peya kirin. Li wir jî em li erebeyên heywanan siwar kirin. Meha yanzdehan bû. Çokek berf li erdê hebû. Serma bû seqem bû ku dê weledê xwe diavêt! Em 150 kîlometre ji Tarasê dûr anîn, li çolekê peya kirin û gotin, êdî hûn ê li vir bijîn! Malbatan bi xwe re kon anîbûn. Konên kurdan. Kon vegirtin. Heta biharê em li wê erdê jiyan. Biharê erd dane me û gotin, em ê ji we re xaniyan çêbikin. Em hê di konan de ne, bihar e. Lê dest pêkirine, xaniyên ji kerpîç û heriyê çêdikin.

Baş tê bîra min. Sala 1938 bû. Polîs û KGB hatin ketin hundirê konan. Gotin, Xwedî û xwedanê malê kî ye? Birayê min ê mezin Evdile, teze zewicîbû. Jê mezintir xwişkeka me hebû, bi navê Benîçar. Wê jî mêr kiriye. Cînarê me ne, konê wan rex konê me ye. Du kurê wê hene. Evdilayê bira rabû got, xudanê malê ez im. Jê re gotin, bide pêşiya me, em herin! Wisa jî çûn mala xwişka min, mêrê wê hildan û çûn. Wê şevê kî xudanê mala xwe bû, hemûyan girtin, birin û çûn. Zilamên sê-çar malan wê şevê çûbûn aşê, an jî ji bo avdanê li nava zeviyan bûn, wê şevê xilas bûn û man. Kesên ku bi xwe re birin, anîn Çîmkentê. Du roj paşê em pê hesiyan ku anîne Çîmkentê lê tenê ev bû. Êdî haya me ji wan çênebû. Heta ez mezin bûm, bûm profesor jî min pirs û pirsiyara birayê xwe dikir. Min her dem digot, birayê min li ku ye? Kurê xwişka min jî ji bo bavê xwe dinivîsî û pirsa wî dikir. Di şevekê de 40 mêrî bi xwe re dibin. Yek bira ye, yek zave ye, yên din jî kurap, qewm û pismam in.

Birayekî min heye, bi navê Enwerê Keremê Nadir. Mamostayekî şareza û naskirî ye. Helbestan dinivîse. Helbestekî wî heye bi navê “40 Mêr.” Ev neh-deh sal in ku rehma Xwedê kiriye.

Heta sala 1993, piştî ku Qazaxîstan ji Sovyetê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir, Serkomarê Qazaxîstanê Nûr Sultan Nazarbayev biryar derxist ku kurdên sala 1937 û 1944 û 1950 bêne efûkirin. Li gorî vê fermanê min dîsa nivîsî û got, çi hatiye serê birayê min? Gazî KGBê kirin. Belge û dokumentên wan kesan, li avahiya KGBya Tarasê bûne û heta wê demê nehiştine kes bibîne. Lê piştî 1993 derfet dan ku em wan belgeyan bibînin û hay ji aqûbeta wan kesan bibin.

Li gorî wan belgeyan, du pirs ji birayê min kirine. Yek; gotine tu ajanê Tirkiyê yî. Dudu; gotine tu li dijî çêkirina kolxoz û solxozan î. (Çêkirina kolxoz û solxozan, çêkirina gund û bajaran e. Ev sîstem di nav sîstema komunîst de, xwedîyê roleke girîng e.) Ew jî li dijî van gotinan derdikeve û van tawanbariyan napejirîne. Xwendin û nivîsandina wî tunebû. Ev jî dide kifşê ku îfadeyan li gorî xwe çêkirine û nivîsandine. Birayê min wê gavê 25-26 salî hebûye. Du roj paşê di belgeyekê de xwedêgiravî sucdariya xwe qebûl kiriye û gotiye, belê, ez ajanê Tirkiyê me. Herwiha gelek kesî nedixwest bibe kolxoz û solxoz, min jî nedixwest. Min ew belge jî dît. Helbet ev ne rast in. Wan bi xwe ev belge çêkiribûn ku wan ji holê rakin û tune bikin. Paşê li gorî wan îfadeyên wan, 40 mêran birine gulebaran kirine û kuştine. Di sala 1938 de, piştî girtina van 40 mêran, di nava sê rojan de, bi îfadeyên derew tawanbar dikin, li gorî xwe mehkeme dikin û dikujin. Niha cihê ku lê hatine veşartin, nêzîkî Çîmkentê ye. Li wê derê gelek miletên din jî hatine veşartin ku hatine nefîkirin û paşê hatine kuştin. Ew der niha kirine ziyaret.

- Ezbenî di bin wê belgeya nîşanî te dan de, navê kê hebû?

- Navê hikûmetê hebû, wê navê kê hebe?

- Na na, mexseda min nav e. Wekî navê kesekî dipirsim. Ew kîjan nav bû ku li bin belgeyê hebû ku ew belge bûye sedema biryara sûcdarkirin û kuştina birayê te û 39 kesên din?

- Nav ne li bîra min e. Lê tiştê dizanim navê fermandarekî bû. Jixwe kopiya belgê jî nedane me. Tenê nîşanî me dan û em hatin…

- Dewletê li ser vê meseleyê ji we lêborîn xwest?

- Erê li me doza bexişandin û lêborînê kir… Lê tiştek heye. Min wisa hesab dikir ku dewletê ez ji zû da bexişandime. Lê ez pê hesiyam ku heta 1993 jî ez nehatime efûkirin. Piştî wê salê ez hatime efûkirin.

- Em çawa pê dizanin ku li ser cenabê te jî qedexebûn, zilm û zorek hebûye? Wisa diyar e ku di xwendin û jiyana te ya zanyariyê de gelek astengî derxistine pêşiya te. Ez şaş im gelo?

- Na tu rast î Salihcan! Ka guhê xwe bide mamê xwe ez ji te re bibêjim! Heta 1956, heqê min tunebû ku ez ji gundê xwe derkevim û herime gundekî din. Rast e, em ne di hepsê de bûn, lê hema bêje ev jî hepis bû! Pêşî ji gundê me re digotin Budyondê, niha jê re dibêjin Arstandê. Paşê jî navê gundê me Qaşqabûlax bû. Heqê me tunebû em ji Qaşqabûlaxê herin gundekî din. Sala 1948, min dibistana bi zimanê qazaxî xelas kir. Dixwazim herim înstîtutê, dibêjin, heqê te tune ye tu ji vî gundî derkevî. Di gundê xwe de rûniştim. Wê gavê Stalîn hê sax bû. Min ji Stalîn re name nivîsand û got: Gunehê min çi ye? We em surgun kirine, lê heta niha em nizanin ji bo çi em hatine surgunkirin. We surgun kir, baş e lê sedema ku hûn nahêlin ez bixwînim çi ye?

- Cewaba te dan?

- Erê dan. Gotin “Heqê te heye tu bixwînî, lê ji xeynî paytextan! Maf dane min paytextên Yekitiya Sovyetê ne tê de, dikarim li her bajarî bixwînim. Lê îcar wî zemanî li bajarên din enstîtu û zanîngeh tunebûn. Niha li bajarên biçûk jî enstîtu û zanîngeh hene. Wê gavê ji bilî paytextan, li bajarê Qizilorduyê înstîtuya mamostatiyê hebû. Tu rê li ber min neman. Rabûm min belgeyên xwe şandin Qizilorduyê. Qizilordu wê gavê paytexta Qazaxîstanê bû. Gava Yekîtiya Sovyetê ava dibe, Erênburg dikin paytexta Qazaxîstanê. Bajarekî rûsan e. Ji çanda qazaxan dûr e. Paşê gotin Erênburg gelekî dûr e. Ji xaka qazaxan jî dûr e. Em paytext bînin Qizilorduyê. Qizilordu dikin paytext û heta sala 1929 Qizilordu wekî paytexta Qazaxîstanê dimîne. Qizilordu li bakurê Qazaxîstanê, nêzîkî Sibîryayê ye. Piştî sala 1929 paytext tînin Alma Atayê. Vêca gava ku Qizilordu bibû paytext, înstîtu li wir çêkiribûn.

- Tu li Qizilorduyê ji bo xwendinê hatî qebûlkirin…

- Hatim qebûlkirin, lê qebûlkirineke çawa? Wisa bi hêsanî destûrê nedan. Wê salê ez bê xwendin mam. Sala dinê, sala 1949, xeber hat ku ez ji bo dibistanê hatime qebûlkirin. Divê herim bikevim îmtîhanê, lê îzna min tune ye. Divê îznê bistînim. Belgeya ku hatibû, min hilda bir da serkarê gund. Divê destûrê bide ku ez ji gund derkevim û herim Qizilorduyê bixwînim. Wî şand nehiyê, nehiye şand Alma Atayê, Alma Atayê şand Moskovayê. Moskovayê izin da. Heta ku xeber ji Moskovayê hat, bû meha tebaxa 1949an. Îzna min du roj bi derengî ji min re hat. 20ê tebaxê îmtîhan pêk tên. Lê 22yê tebaxê îzna min kete destê min. De ka ez çi bikim? Birayê min Enwer, birayê min Sado, birayê min Qadirî ji min re gotin, here! Qet nebe tu yê ji xwe re bajaran bibînî. Rabûm, cemedanekî min hebû, min da pişta xwe û çûm. Heta min xwe gihand înstituyê bû 26-27ê meha heştan.

Ez hatim cem sekreterê înstîtutê ku kaxezan hildide. Min got, hatime bikevim îmtîhanê. Serê xwe rakir, bi min keniya û got, kuro hişê te heye? Wextê îmtîhanê ye, tu hatî çî? Lê ez şerm dikim bêjim ku ez çima dereng ketime. Ez çûme cem dekan. Dekan jî bi min dikene. Rabûm ku herim cem rektor. Çûm lê rektor çûye bêhnvedanê. Yekî Koreyî li cihê wî dinêre. Min hal û mesela xwe jê re got. Got, ez rewşa te fêhm dikim. Em jî wekî te ne. Em jî di sala 1937an ji Koreyê hatine surgunkirin. Ezê îznê bidime te. Camêr mêrxasiyeke wisa mezin kir. Di dewra Stalîn de karekî wisa ne hêsan bû. Camêr kir.

- Tu navê wî ji bîr nakî bawer im…

- Helbet ji bîr nakim. Paşnavê wî Lee bû. Ez tu caran wî ji bîr nakim. Destûrê da min lê got, ez ê navnîşana malên mamostayan bidim te, tu yê herî yek bi yek li wan bigerî, gazî wan bikî, bêjî rektor gazî we dike. Gava hatin, ez ê hal û mesele ji wan re bêjim. Otomobîl tune ne, otobos tune ne. Rabûm tax bi tax, gund bi gund li mamostayan geriyam ku werin dibistanê. Mamosta hatin yek bi yek ji dersan ketim îmtîhanan û min qezenc kir. Min çar salan li Qizilorduyê xwend lê îzna min tune bû ku ji bajêr derkevim. Piştî min dibistan qedand, ez şandim bajarê Çolaktauyê. Çolaktau bajarekî biçûk bû. Niha jê re dibêjin Karatau. Nêzîkî Qaşqabûlaxê ye. Sal 1953 ye. Ez li wir bûm mamostayê kîmyayê. Dîsa mafê min tune ye ji wî bajarî derkevim. Sê salan li wir xebitîm û ji bin deynê dewletê derketim.

Sala 1956an sekreterê dewleta Sovyetê Kruşçev bû. Biryar da ku mamosta hemû azad bin. Wî Stalîn rexne kir. Got, mamosta zarokên me didin xwendinê, hîn dikin, lê em nahêlin ku ew ji gundekî herin gundekî din. Ev rewşa xerab a mamostayan ji holê rabû. Di pasaportê de hatibû morkirin ku mafê filankes tune ye ji gundê xwe derkeve. Piştî ku ev biryar derket, ez çûm min pasaporta nû stand. Pasaporta bê mor! Êdî min berê xwe da Moskovayê.

Ez ji wir hatim Alma Atayê ku bikevim karê bilind. Ji min re gotin, kesek tenê lazim e, lê em ê ji miletê qazaxan hildin. Dixwazî belgeyên xwe bide, lê tu yê derbas nebî. Rabûm çûme Bîşkekê. Li wir jî ji min re wiha gotin. Min got, de baş e heyran, ez ne qazax im, ne qirxiz im lê ez dixwazim li pey ilm herim, ka ez bi ku ve herim? Gotin, wa Moskova ya te ye! Min dîsa berê xwe da Moskovayê.

Sala 1956an, li Moskovayê ji bo teza xwe ya xwendina bilind ketim zanîngehê. Wek kesekî mêrxas, bextewar, kurd, Moskova û teza doktoraya bilind!

- Dibe ku kurdê yekem tu yî ku li Moskovayê xwendineke wisa bilind bike…

- Bihêle, ji biraziyê xwe re bibêjim. Erê, kurdê yekem ez im! Ez zehf bextewar im. Min dest pêkir geriyam, ka li Moskovayê kurd hene yan tune ne. Kitêbxaneyeke bi navê Lenîn heye. Ez çûm wir. Gelek mezin e. li Sovyetê kesê ku bixwaze tiştekî hîn bibe, her cure kitêban bixwîne, tê wê derê. Ez çûm min li wir beşê kitêbên kurdî dît. Zêde tune bûn. Deh-panzde kitêbên kurdî/li ser kurdan hebûn.

- Kîjan kitêb bûn, têne bîra te?

- Kitêbên kurdên Sovyetê bûn. Kitêba Heciyê Cindî hebû, kitêba Qanatê Kurdo hebû, kitêba Casimê Celîl hebû. Serê te zêde neêşînim. Min dêhna xwe dayê jineke rûs li wir rûniştî ye. Min jê pirsî, kurd hene ku têne vê derê? Got, car-caran hinek kurd hene, ji Ermenistan û Gurcistanê tên vê derê. Min dîsa jê pirsî, kesên ku li Moskovayê dijîn hene? Got, li Moskovayê bi tenê kurdek heye, carînan tê. Min got kî ye? Got, navê wî Kolosê Şero ye. Lê jinik jî nizane kurdê kîderê ye. Tenê dizane li Moskovayê dimîne, carcaran tê kitêbxanê rûdine kitêban dixwîne. Min got, tu adrês û telefona wî dizanî? Got, na, nizanim! Min got, gava hat tu dikarî telefona wî ji bo min jê bistînî? Got, baş e, serçavan. Deh-panzdeh roj paşê were, ê were vir!

Min bi ya jinikê kir. Deh-panzdeh roj paşê hatim kitêbxanê. Hatibû û jinikê telefona wî li ba xwe nivîsandibû. Telefona malê bû. Min ji Kolosê Şero re telefon vekir. Min bi rûsî silav dayê, kêf halê wî pirsî. Ji min re got, tu kurd î? Min got, belê, ez kurd im û ji Qazaxîstanê hatime, li Moskovayê dixwînim. Got, tu bi kurdî dizanî yan nizanî? Min got, ez dizanim! Got, madem wisa ye, bi kurdî biaxive, bila dengê kurdî vizevizê ji telefonên Moskovayê bîne! Hevaltiya me berdewam kir. Kolos kurdê Gurcistanê bû, parêzerîyê dikir, ez ne şaş bim demekê jî di Wezareta Karên Derve de kar kiriye. Bi emir jî ji min mezintir bû. Rojekê ji min re got kurdekî din jî li vir heye, lê ew ne kurdê Sovyetê ye, kurdê Îraqê ye. Navê wî jî Mistefa Barzanî ye! Sal 1957 e.

Min ji Kolosî re got, ez dixwazim wî bibînim û pê re xeber bidim. Kolosî got, baş e. Wê gavê min nav û dengê Mistefa Barzanî nebihîstiye. Rojekê em li cihekî rûniştin, me du-sê şûşe jî araq vexwar. Telefonek hat. Kesê li ser telefonê Mistefa Barzanî bû. Pê hesiyam ku ew mirovekî mezin e. Ji ber ku Kolosî di telefonê de bi hurmeteke mezin pê re xeber dida. Paşê telefon da min hal û wextê min pirsî, min got baş im mala te ava. Piştî me telefon danî, Kolosî got rabe em ê herin cem wî. Min got, Kolos te hinek vexwariye, şerm e. Em îro neçin. Min telefona wî ji Kolosî stand. Çend roj paşê, min bi xwe jê re telefon kir û got dixwazim werim cem te. Got, kerem bike were. Di apartmanekê de dima. Çûm cem wî. Pirs û pirsiyara min kir. Min yek bi yek rewşa xwe jê re got. Ji ku hatime, kurdê kîderê me, niha çi dikim. Min bi kurtasî behsa jiyana xwe jê re kir. Wî jî behsa xwe ji min re kir. Got, em ji bo rizgariya kurdan kar dikin. Kurdê Îraqê ne. Di sala 1946 de em hatine. Pêşî em hatine Taşkenta Ozbekistanê. Niha qismekî ji me li Moskovayê dijîn û li vir dixwînin. Me bi têra xwe bi hev re sohbet kir. Paşê min destûra xwe jê xwest, rabûm çûm.

Sala 1958, meha îlonê Kolos vegeriyaye Tiblîsê. Ez jî ketime dema bêhnvedanê. Li Ermenîstanê Nado Mehmûdov heye, ew xalê min e. Kurê xaltiya diya min e. Wezîfe û peywirên mezin di destê wî de hebûn. Diya min got, heke tu têyî, di ser Erîwanê re were, hela binêre halê Nado çi ye? De min jî got, ez pêşî herim Tiblîsê Kolos jî bibînim. Tiblîs jî di navbera Moskova û Erîwanê de ye. Ez çûm Tiblîsê, Kolos hate pêşiya min. Ez çend rojan li mala Kolosî mam. Paşê min got, ez diçime Erîwanê. Kolosî got, ez jî bi te re têm. Em bi taksiyê çûn. Li ber derî Kolosî got, Nado Mehmûdov mirovekî mezin e. Ew me qebûl dike, qebûl nake ez nizanim. Kurxaltiyê diya te jî be, dibe ku me nehewîne. Jina wî jî ermenî ye, heye ku ne bi dilê wan be. Ez ê di taksiyê de rûnim, tu here û were. Gava te nehewînin, were em ê herin otelekê. Min jî got, baş e.

Min li derî xist, jina wî derî ji min re vekir. Gava dîtin zehf şa bûn. Gazî hundir kirin. Gotin, ka kel û melên te li ku ne? Min got, di taksiyê de ne. Gotin, de here bîne. Min got, ez ne tenê me. Kolosê Şero jî bi min re ye. Navê wî bihîstibûn. Got, ka li ku ye? Min got, li jêr, di taksiyê de ye. Di qata duduyan de dima. Derket ber pencerê gazî kir got, Kolos, kel û melên xwe hilde û were jorê.

Em çend rojan li wir man. Xeberdanên me hemû li ser Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyênwî bû. Nado Mehmûdov got, hema beriya we bi çend rojan, Mela Mistefa Barzanî hatiye Erîwanê, li dora Çiyayê Elegezê di nav kurdan de geriyaye, rewşenbîrên kurdan yên wekî Mîroyê Esed, Eliyê Evdirehman û gelekên din hemû dîtine û ser Kurdistana Îranê re derbasî Kurdistana Îraqê bûye. Hemû bi metelî û heyranî behsa Barzanî dikirin. Emmaya jina Nado Mehmûdov ermenî ye. Wê digot, Nadircan, min gelek kurd dîtine, lê min kurdên wisa nedîtiye. Ji her alî ve, ew welatparêz bû, mêrxas bû, bi marîfet bû, zana bû. Mixabin ku min careke din Mela Mistefa Barzanî nedît. Tenê ew car bû ku min li Moskovayê dîtibû… Min li ser Barzaniyê Nemir nivîsandiye. Panzde-bîst rûpel in.

Ew meseleya min behs kir, payîzê pêk hat. Paşê zivistan hat, me bihîst ku kurdan li Îraqê li dijî dewletê şer dane destpêkirin. Wê demê min di dilê xwe de wiha got, divê li Moskovayê, ez çend carên din biçûma serdana Barzanî. Ez gelek li ber xwe diketim ku min careke din ew nedîtibû.

- Paşê te doktoraya xwe ya xwendinê qedand ne wisa?

- Erê! Min li sala 1959an xwendina xwe ya li Moskovayê qedand. Dewletê ez şandim Xabarovskê. Bajarekî Rûsyayê ye. Li ser sînorê Japonyayê ye. Nêzîkî Vladivostokê ye. Li wir xebata min li ser kîmyayê bû. Ji Moskovayê, bi trênê di heft şev û heft rojan de gihîştim wî bajarî. Tu mecbûr î ku sê salan li wir bixebitî.

Ez li wî bajarî bûm profesor doktor. Wî zemanî ilmê doktoriyê li Sovyetê têrê nedikir. Ji her derî gazî min dikirin ku ez herim û kar bikim. Ji bo ilmê kîmyayê jî zêde kes tunebûn. Digotin, were ji me re kadroyan hazir bike. Ez endamê partiya komunîst bûm. Li hesabê partiyê nedihat ku min teslîmî wan bikin. Ev jî wekî hepsê bû ha! (Dikene.) Hepsa partiyê. Tu herî, fermo here! Lê gava tu herî te ji partiyê derdixin. Gava te ji partiyê derxistin, malik li te mîrat dibe. Tu nikarî li tu deverî karekî din ji xwe re bibînî. Paşê serkarên partiya komunîst, ji bo min destûr standin ku ez werim Çîmkentê. Ji qewmê min herî zêde mirov li Çîmkentê dijîn.

Heft sal paşê Kunayevê ku serkarê tevahiya dewleta li Qazaxîstanê bû gazî min kir. Li Atrauyê enstîtuyeke ilmî hebû. Birayê Kunayev berpirsê akademiya zanyariyê bû. Gotin divê tu herî wir bibî berpirs. Sala pêşî ez neçûm. Min hincetek ji xwe re dît ku neçim. Biryara partiyê bû. Tu rê nema rabûm çûm. Çûna min baş bû. Ez ketim çavê dewletê. Xebata wir xerab meşiyabû. Yan divê bigirtana yan divê berpirsekî nû jê re bişandana. Ew kes ez bûm. Min din ava du salan de karê enstîtuyê gihand dereceya herî bilind. Li ser navê enstîtuyê dîplome dane min, flama dane min. Min navekî baş jê re çêkir. Paşê Kunayev ez anîm vê derê û ez di sala 1977 de bûm sekreterê yekem yê Akademiya Zanyariyê. Ez hem berpirsiyarê enstîtuya li Atrauyê bûm, hem jî li Alma Atayê bibûm serkarê akademiya zanyariyê. Paşê Kunayev akademî da ber destê min. Wî zemanî bûm akademîk. Çi dereceyê dewletê hebûn, min hemûyan standin.

Sala 1986, ciwanên Qazaxîstanê serî hildan, meşên mezin li dar xistin û Kunayev ji kar dûr xistin. Ew kesên ku Kunayev qedrê wan digirt, ji kar dihatin derxistin, ji partiyê dihatin derxistin. Yek ji wan jî ez bûm. Nazarbayev hat ser kar. Cihê ku ez li wir bûm, çavdêr û komîteyan dişandin wir. Ji bo ku karekî pîs li ser min bibînin û min ji kar bavêjin. Zilamên xwe şandin hemû bajarên ku ez li wan deran berpirsiyar bûm. Ji bo ku ez ji kar nebim, çiqas cihekî dûr hene didin pêşiya min. Ez jî lê dixim diçim. Rojek yekî rûs hat cem min. Got, meçe, çavê wan li ser karê te ye. Gava tu herî, wê dest deynin ser cihê karê te û mala te. Dotira rojê ez çûm min ji wan re got, ez naçim xanima min razî nabe. Ew kesê ku çavdêriya karên min dikirin tiştek nedidîtin. Dihatin digotin, li ser malbata Kunayev bibêje. Wan pîs bike ku em karê te bilindtir bikin. Min digot, tenê ez dikarim bibêjim ku mirovekî gelek baş e, merd e, camêr e. Paşê çaxê ku Nazarbayev dît ku her karê min rast û durist e, êdî pişta min girt. Di gelek civînan de gotiye, me neheqî li gelek merivan kiriye, yek jê jî Nadirov e. Paşê min di panzdeh salên dawî de ji destê Nazarbayev sê nîşanên rûmetê standin. Yek jê ya hurmetê ye, yek jê ya dostaniyê ye, ya din jî ya zanîn û ferasetê ye. Çar madalyon û sê nîşanên min yên rûmetê hene. Di dema Sovyetê de û niha jî ji pênc salan carekê nîşana rûmetê didin. Xelatên rûmetê (Orden) yên Qazaxîstanê ev panzdeh-şanzdeh sal in ku derketine. Ordenên yekem di sala 1996 de hatine belavkirin.

- Min bihîstiye ku Nûr Sultan Nazarbayev ji te re gotiye, tu bavê min î…

- Tu bavê min î, gotiye, tu birayê min ê mezin î, gotiye… Çendek berê jî 80 saliya min bû. Mesaja pîrozbahiyê ji min re şandibû. Di gelek kitêb û berheman de hem Kunayev, hem Nazarbayev li ser min nivîsandine. Navê kurdan bilind kirine. Kunayev dostê me yê malbatî bû. Dikaribû duwazdehê şevê bihata mala me. Kesekî wekî Kunayev ku xwediyê sê nîşanên herî mezin ên Sovyetê ye. Jixwe li seranserê Sovyetê çend kes hene ku sê stêrkên wan yên nîşanê hene, yek ji wan Kunayev e, yek ji wan Brejnev e. Di dîroka Sovyetê de kesekî ku çar stêrkên wan hebin tune ne.

- Ez dixwazim tu hinek behsa karê xwe yê niha bikî…

- Ez li ser ilmê petrol û gazê me. Qazax ji min re dibêjin, bavê ilmê petrolê. Herwiha dibêjin, Nadir Nadirov lomonosovê me qazaxan e. Zanyarekî mezin ê rûsan e. Li seranserê dinyayê tê naskirin. Li ser navê wî zanîngeh heye. Îlimdarekî mezin ê kîmyayê ye. Yek ji hîmdarên îlmê ye. Lomonosov ne tenê îlimdarê kîmyayê ye. Ew herwiha îlimdarê fizîk, edebiyat û ziman e jî.

- Welatê kurdan jî welatê gaz û petrolê ye. Li ser enerjiya Kurdistanê fikir û ramanên te çi ne? Gelo tu nafikirî li wan deran van karan bikî?

- Çawa naxwazim. Niha hinek rewş zelaltir bibe. Dixwazim li wir, li ser petrolê, li ser enerjiya rojê, li ser enerjiya bayê kar û xizmetê bikim. Li gorî gelek pisporan 40-50 sal paşê petrol xelas dibe. Lê ev ne rast e. Wê gelekî bikişîne. Herî kêm petrol 150 salên din jî heye.

- Heke petrol xelas bibe…

- Petrol xelas nabe. Niha li tevahiya dinyayê, ji petrola ku hatiye dîtin, heta niha hê nîvî derxistine. Nîvî hê maye. Zanîn heye, zanîn li ku ye. Lê nikarin derxin. Îlmê niha têrê nake ku petrola di bin erdê de derxin. Lê pênc sal paşê em ê hîn bibin, ew ê zanebûna me zêde be û em ê wê petrolê derxin. Wekî din hê em baş li petrolê negeriyane. Axa Qazaxîstanê gelek mezin e. Ji sedî 65ê axa Qazaxîstanê de petrol heye. Li gelek cihan lê negeriyane.

Te behsa Kurdistanê kir. Kurdistan dîsa wisa ye. Bitaybetî Başûrê Kurdistanê. Kîderê dikolin petrol derdikeve. Kêmasiyeke petrolê heye. Gava petrolê derdixin, hewa gelek qirêjî dibe. Niha germahiya dinyayê her diçe bilind dibe. Dinya biryareke wiha standiye ku heta ji wan bê petrol û gazê kêm bi kar bînin.

Lewma jî ev deh sal in ku ez li ser enerjiya av, ba û rojê kar dikim. Li ser van karan min gelek semîner dane, beşdarî konferansên navneteweyî bûme û xwediyê gelek patenta me. Mesela sala buhurî ango sala 2011an min du patent standine. Herêma Kurdistanê dikare ji wan sûd wergire. Yek ji wan bi riya rojê, berhemanîna fêkî û sebzeyên di bin naylonan de ye ku bi tirkî jê re ‘seracılık’ dibêjin. Berê bi dîzel, benzîn û azotê ev kar dihatin kirin, lê ev sîstem pir buha ye. Gava ev fêkî bi gazê têne hilberandin, nirx û qelîteya wan jî gelek dadikeve. Min li ser vê xebatê du patent standine ku bi riya vê sîstema ba û rojê mirov dikarin fêkî û sebzeyan hilberînin û bixwin. Me hê dananiye. Me patenta xwe nû standiye. Demek paşê em ê pêşkêşî Nazarbayev bikin ku em yekem car vê sîstemê li Qazaxîstanê deynin. Li dinyayê hê ev sîstem nehatiye bikaranîn. Patenta wê di destê min de ye.

Herwiha gelek patentên min hene ku em ê çawa bikaribin petrolê bi qeweta rojê ji bin erdê derxin. Yan jî em ê çawa petrolê ji hev derxin û safî bikin.

Ez li sala 2006an çûm Herêma Kurdistana Federal. Min serdana Wezareta Petrolê kir. Wê gavê wezîr hazir nebû. Cîgirê wî li wir bû. Me li hev kir, peyman girê da. Gotin, ser çavan, tu birayê me yê mezin î. Te çi gotiye, em ê wisa bikin. Li zanîngehên Selahedîn û Dihokê jî em li hev civiyan. Lê heta niha jî tiştek jê derneketiye. Ew jî mafdar in. Şer e, doz e, siyaset e.

Li sala 2008an dîsa ez çûm. Wê gavê çûm Festîvala Cegerxwînî. Min serekê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî dît. Em bi hev re axivîn. Herwiha kurdek hebû li wir. Navê wî Evdilselam e. Karê petrolê dike. Çendek berê telefon kir. Got, mamosta, min karxaneyeke petrolê li Silêmaniyê daniye, tu yê alîkariyê bidî min? Min got, serçavan, deyne. Wê rojê dîsa telefon kir. Dibêje, ez dixwazim li nav kurdên Sûriyê jî karxana petrolê deynim. Min got, deyne malava, tu li benda çi yî? Bi riya vê sohbeta me, ez bang dikim. Li her çar perçeyên welatê me, çi alîkarî ji min bê xwestin, ez amade me bêm û kar û xizmetê bikim.

- 24 saetên Nadirê Kerem çawa derbas dibin?

- Ez gelek dixebitim. Bi salan e ku jiyana min wisa ye. Min teza xwe ya profesoriyê di 35 saliya xwe de stand. Wan deman her kes li ser vê yekê şaş û metel diman. Di 50-60 saliya xwe de dibûn profesor. Lê çend salên min jî li ser xwendinê xwarin! Naxwe ez di 27-28 saliya xwe de dibûm profesor! Li ser vê yekê ez ê ji te re meseleyekê bibêjim. Şixulê pêkenînê ne. Gava tê bîra min dikenim. Bûrayekî min heye, birayê kulfeta min. Ji min re digot, ji te re dibêjin profesor! Ez qet bawer nakim. Ez profesoran di televizyonan de dibînim, porê wan spî ye, zikê wan mezin e, ev tu çawa profesor î? Niha jî gava tê bîra me em dikenin. Sedema vê yekê xebat e, xebata zêde ye. Helbet dem hat, min tenduristiya xwe winda kir. Ez hatim ser wê fikrê ku tenduristî jî bi qasî xebatê lazim e. Siheta te ne pak be, tu nikarî xebatê jî bikî.

Ez saet di 7an de şiyar dibim. Heta 8an, nîvê 9an avê li xwe dikim, rûyê xwe kur dikim. Paşê tême xebatê. Heta êvarê li vî cihê ku tu dibînî kar dikim. Dixwînim, hevdîtinan dikim, dinivîsim. Êvarê jî derdikevim digerim, piyase dikim, da ku qeweta min li cih bimîne. Saet li 12ê şevê jî radizêm.

Pirsekê jî ez bikim û cewaba xwe bidim! Di navbera mirovê ilimdar (zanyar) û mirovê ne ilimdar de çi ferq heye? Mirovê ilimdar ew e ku gava radizê jî hişê wî dixebite, di rê de jî diçe hişê wî dixebite. Gava em li Xaberoskê (Khabarosk) dijiyan, carcaran em diçûn sînemayê. Wan çaxan televizyon kêm bûn. Di fîlm de tiştekî kenandinê dibû, hemû bi hev re dikeniyan. Kulfeta min Helîma Emo ku li kêleka min bû, hêrs dibû digot, camêr her kes dikene, tu çima nakenî? Ne ku ez nedikeniyam. Lê wê demê fikra min li ser kar û xebata kîmyayê bû. Lewma jî şev û roj fikra te li ser kar û barên zanyariyê ye. Ev tiştekî xerab nîne. Em ji dîrokê dizanin, ew kesên ku serê wan zêde dixebitin, zêde jî dijîn.

- Apê Nadir bi îzna te em bên ser hevnasiya te û meta min Helîma Emo. We çawa hev nas kir. We ji hev hez kir hev stand an hema zewaca we li ser daxwaza malbatan bû? Herwiha hinek behsa zarok û neviyan bike…

- Diya min, qewmê min her dem digotin ka tê kengê bizewicî, divê tu qîzeke kurd bistînî. Min jî digot, kurd be, ne divê hinek xwendina wê jî hebe. Keçên kurd ên ku xwendina wan hebû, wê demê zehf kêm bûn. Gava ez li Xeberoskê du salan xebitîm û bûm mamosta, hatim Bîşkeka Qirgizîstanê. Xalekî min heye Mela Hemze jê re dibêjin, gelek xebitiye di dema xwe de. Merivekî medresê bû. Ew jî merivê Nado ye. Wê demê diya min hê sax bû. Ji min re got, seriyek li xalê xwe bixe û were malê. Min jî got, baş e. Ez hatim cem xalê xwe. Ji min re got, tu heta niha çima nezewicî? Ez jî 29 salî me. Min jî got diya min dibêje qîzeke kurdan bistîne, qîzên xwende jî di nav kurdan de tune ne, de ka çi gunehê min heye xalo? Xalê min got, pîî, qîzeka me ya kurdan heye, li Celalabadê di koleja doktoriyê de dixwîne. Em rabûn çûne mala wan. Nîşanî min dan, me hev dît. Paşê jî em zewicîn... Piştî ku ez çûm wir salek paşê, ango di sala 1961ê de bi Helîma Emoyê Sano re zewicîm. Diya wê Brûkî ye, bavê wê Celalî ye. Ew ji Ermenistanê ber bi Qirgizîstanê hatine surgunkirin.

Sala par 50 saliya zewaca me bû. Sê kur sê bûk û heft neviyên me hene. Hemûyan xwendina xwe ya bilind kirine. Kurê min ê mezin Barî doktorê mejî ye. Jina wî Narîna di bankê de dixebite û cîgira serokê bankê ye. Qîza kurdan a yekemîn e ku îlmê bilind ê bankê dizane. Sê zarokên wan hene. Kurê wan Zanîngeha Lomonosov xelas kiriye. Ev sê meh in ku dewleta Qazaxîstanê ew şandiye Londonê. Heta çar salan wê li wir kar bike û bizivire. Qîza wan ango neviya min par zanîngeha Amerîkayê li Dubaiyê qedand, me îsal da mêr. Zavê me jî kurdê Ermenistanê ye. Niha li bajarê Nîkolayeva Ukraynayê dijî. Neviyekî min ê biçûk jî heye, heftsalî ye. Ew jî kurê Barî ye. Kurê min ê nîvî Arif e. Kurek û du qîzên wî hene. Zarokên wî jî dixwînin. Kurê sêyemîn, li cem me dijî. Navê wî Dîmîtrî ye, em jê re Dîma dibêjin. Kurekî Dîma heye bi navê Evdêl. Ez jê re dibêjim Evdêl Xan. Ez her roj bi Evdêl re dilîzim. Zehf jê hez dikim. Ew wekî hevalekî ye ji min re. Ji kurê min ê nîvî du neviyên min ên din jî hene: Dîlan û Jiyanna. Malbata me hemû bi hev re girêdahî ye. Bi ser hev ve diçin û tên. Xwedê ji wan razî be…

Piştî min Helîma Emo stand wê jî kolejê qedand. Paşê kete xwendina bilind û doktoraya zanyariyê kir. Helbestên xweş dinivîse. Mamostatiya zimanê kurdî kiriye. Gava kurd zelûl dibin, tiştên giran têne serê wan, helbestên wisa bi şewat dinivîse ku, car çêbûne ku ez giriyame, hêsir ji çavên min hatine. Li ser welatperweriya kurdan dinivîse. Li ser mêrxasiya kurdan dinivîse. Niha li mal e, hay ji neviyên xwe heye. Lê gava derfet dibîne dinivîse. Jineke îlimdar e. Min baş kiriye ku pê re zewicîme. Gelek kurd ên li vê derê hene carcaran dibêjin, te Helîma Emo ji ku dît, te çawa dît? Ez dibêjim, de min dît, Xwedê da! Xwedê bi destê min girt û Helîma Emo da min! (Ez, ew û Hesenê Hecî Silêman, dibe pirqîniya me em dikenin.) Helbet Xwedê daye wê jî, Helîme jî bisiûd e, wekî kesekî wekî min kiriye! Şikir, bûkên min jî qîzên kurdan in. Qîz û bûkên baş in.

- Ez ne şaş bim bûkeka te keça Kinyazê Hemîd e. li Ermenîstanê min serdana wî kiribû…

- Wey! Tu Kinyaz nas dikî? Rast e, Narîna keça Kinyazê Hemîd e. Sibê (17.01.2012) rojbûna wî ye. Min jê re li têlê xist.

- Ezbenî hejmara kurdên Qazaxîstanê berê çiqas bû, niha çiqas e?

- Li sala 2009ê li gorî hejmartina hukumetê, nufûsa kurdên Qazaxîstanê -ku navê wan di pasaport û nasnameyan de wek “kurd” hatibû nivîsandin 37 hezar derket. Lê li gorî me kurdan, hejmara me ji 80 hezarî zêdetir e.

- Çima ev ferq hewqas zêde ye?

- Zêdebûna wê ji ber wê sedemê ye ku gelek kurd –tevî ku kurd in- azerî, tirk û gurcî hatine qeydkirin. Ev sedemek e. Sedema duyemîn jî ew e, gelek kurdên ku di deh-panzdeh salên dawîn de ji Ermenistan û Azerbeycanê hatine, hê nasname û pasaportên Qazaxîstanê nestandine. Hê nebûne hemwelatiyên Qazaxîstanê. Yek ji wan jî Helbestvan Bariyê Bala ye. Îro-sibê dibêjin, lê karên wisa zehmet in, dem distîne.

- Di siyaseta Qazaxîstanê de rola kurdan çi ye? Mesela kurd qet bûne parlamenter?

- Li herêm ango mintiqa de parlamenter ji kurdan hebûn. Lê di parlamentoya bilind de nebûne parlamenter.

- Pirsgirêk û zehmetiyên kurdên Qazaxîstanê çi ne?

- Halê wan xirab nîne. Di her derê de kurd hene. Di îlmê de hene, di xwendina bilind de hene, di nav karê dewletê de hene. Di nav teşkîlata polîsan de hene. Kurd di warê tîcaretê de jî xurt in.

- Kurdên Qazaxîstanê bi çavekî çawa li kurdên perçeyên din dinêrin? Haya wan çiqas ji axa bab û bapîrên wan heye?

- Kurdên li vê derê hemû ji bo welatê xwe diçerçirin. Hemû welatperwer in. Zimanê xwe parastine. Di mala xwe de bi kurdî xeber didin. Gava dibe “Kurd û Kurdistan” dikin axînî, bendê pişta wan diqete! Helbet yên ne welatperwer jî hene, lê kêm in. Hinek çavnebarî û karê xerab jî heye, lê ez bala xwe didimê di nav hemû miletan de heye. Di nav qazaxan de jî kesên xerab hene, di nav rûsan de jî hene. Ev normal e. Lê bi giştî kurdên me baş in. Ji wan razî me. Destpêka salên 2000î kurd li vir gelek caran radibûn ser piyan. Şeş-heft hezar însan diketin kuçe û kolanên Alma Atayê, rûs û qazax şaş û metel diman. Digotin ev çi hêz e, çi dibe sedem ku hûn wisa dibin yek? Helbet ev tifaq e û divê tifaqa kurdan berdewam bike.

- Milên li Asya Navîn, nexasim miletên li Qazaxîstanê dijîn çawa pê hesiyan ku kurd hene û têkoşîna rizgariyê didin?

Cara pêşîn bi şerê Mela Mistefa Barzanî ya li Kurdistana Îraqê haya wan ji kurdan çêbû. Di dema Yekîtiya Sovyetan de carcaran rojnameya Pravdayê dinivîsî. Wê demê ez gelek kurdan nas dikim ku navê zarokên xwe Barzanî danîne. Dîsa kurd hene ku navê Talabanî li zarokên xwe danîne. Piştî salên 1990î kurd hene navê Ocalan li zarokên xwe kirine.

- Gava bavê te rehma Xwedê dike tu çarsalî bûyî. Qet hatiye bîra te ku tu rojek herî ser gora bavê xwe û çend gotinan jê re bibêjî?

- Helbet hatiye bîra min. Ne tenê dîtina gora bavê min, dîtina Kurdistanê, dîtina Wanê cihê ku kal-bavên min li wir veşartî ne, hesreta dilê min e. Armancên wisa gelek in. Heke bibe qismet ew ê jî bibe. Lê armanca min a herî mezin Kurdistaneke azad û serbixwe ye. Min nivîsandiye, sal 1992 yan 1993 ye. Nadoyê Xudo li ber mirinê bû. Min jê pirsî, xalo derheqê Kurdistanê de çi difikirî? Wê demê rewşa kurdan li her derî zortir bû. Bersiva wî wiha bû, heyf û mixabin min Kurdistaneke azad nedît. Lê wê rojek were, ev nifş nebe nifşeke din wê bibîne.

- Fikir û ramanên te ji bo nifşê nû yê kurdan çi ne? Divê çi bikin, divê çi nekin?

- Bi dilekî fireh, bi şeref û namûseke mezin, bi welatperweriyeke mezin, bi hezkirineke mezin bila navê kurd û Kurdistanê bilind bikin. Ji bo tevahiya dinyayê bizanin kurd çi milet in. Divê her ciwanekî kurd bi bextewarî bibêje, ez kurd im! Ez hê sax im, çi lazim be ez amade me ji bo nifşê nû bikim. Ji ber ku ciwan û nifşên nû pêşeroja miletan e.

- Mamosta Nadirê Kerem, bi gotineke din Nadir Nadirov gelek şanaz, serbilind û bi siûd im ku îro li Alma Atayê li civata te qesidîme. Mala te hezar caran ava be. Bi hêviya ku emê 90 salî û 100 saliya te jî bi şabûneke mezin pîroz bikin…

- Zehf razî me, kêfa min jî hat bi vê rasthatinê. Di karên te yên hêja de, bextewariyê ji te re dixwazim…*

_____________

* Ev gotûbêj li destpêka sala 2012an li Alma Ataya Qazaxîstanê hatiye kirin. Tevahiya hevpeyvînê di kovara Tîrojê de di hejmarên 55 û 56. de, wekî du beş hatiye weşandin. Kovara Tîrojê li Stenbolê, bi periyodên du mehî, bi zimanên tirkî û kurdî nêzîkî deh salan e ku weşana xwe dike. (S.K)

- Me ev hevpeyvîn ji malpera Netkurdê neql kir. Lê me hin şaşîyên rastnivîsê redakte kir. (Zazakî.Net)

 

Na xebere 4084 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.