zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
18 Sibate 2010 Panşeme 12:04

Elbûma Bavê Felekê Derket

[Xeber]
Bedirxan Mukriyanî

 

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Kurdistana Başûr kar û barên xwe digerîne, di çarçoveya Zincîreya Yadgariyan de elbûma hunermend Mihemed Şêxo derxist ku ji 10 Cdyan û 140 stranan pêk tê. Stranên vê elbûmê ku bi serperiştiya Zeyneb Yaş û Hozan Emîn hatiye amadekirin, bi teknîkên nû hatine paqijkirin û tevî jiyannameya Mihemed Şêxoyî pêşkêşî dilxwaz û hogirên muzîka kurdî hatine kirin.

Li aliyê din, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî herweha karê pirtûkekê dike ku li ser jiyan û hunera Mihemed Şêxoyî ye û stranên wî tevî notayên wan bi xwe ve digire.

Mihemed Şêxo ku wekî "Bavê Felekê" jî tê naskirin, li hemî beşên Kurdistanê geriyaye û nav û deng daye û ji tevahiya çîn û birên civakê bengî û hogirên wî hene. Ew di sala 1947an de li Gundê Girbawê hatiye dinyayê ku bi ser bajarê Qamişloyê ve ye. Apê wî Husên, ku hostayê tembûran bûye,tesîreke mezin li Mihemed Şêxoyî dike. Cara ewil apê wî tembûreke rastîn jê re çêdike, lê ji tirsa bavê xwe ku her jê re dibêje; “Tembûr lêdan li gorî dînê Îslamê heram e”, newêre bi eşkere li tembûra xwe bide. Digel ku malbata wî pêşî li wî digire, ew hêşta li dibistana navîn têkiliyê bi Partîya Komonîst a Sûriyê re datîne û karê muzîkê dike, lê ji ber ku stranan navêje ser serokê partiyê têkiliya wî bi partiyê re diqede.

Ew di sala 1970î de cara yekê eşkere distrê. Di sala 1970yî de bi qaçaxî diçe Serxetê (bakurê Kurdistanê) û vedigere, paşê jî her wê salê ji bo perwerdehiya muzîkê diçe Beyrûdê. Li Beyrûdê li Navenda Hîndekariya Yekîtiya Muzîkê dest bi xwendina muzîkê dike û du xulan dixwîne. Ew pêşî di Koma Newrozê de dibe sazbend, paşê jî digel hunermendên wekî Mehmûd Ezîz Şakir, Rifetê Darî, Seîd Yusîv, Remezan Necim Omerî dibe endamê Koma Serkeftinê.

Piştî ku di sala 1972an de şer li Lubnanê dest pê dike vedigere Sûriyayê. Li Rimêlan- Dêrika Hemko, komeke muzîkê dadimezrîne, lê desthiladariya Sûriyê rê nadê. Di sala 1972an de cara pêşî ji bo ahengeke hunerî berê xwe dide Bexdayê û ji wir jî bi rêya biraderên xwe diçe Êzgeyê Kurdî û çend stranên xwe tomar dike û vedigere Sûriyeyê. Piştî ku ev stranên wî li radyoyê têne belavkirin, nav û dengê wî yekcar belav dibe, lewra dewleta Sûriyeyê wî dixe bin çavdêriyê; di vê navê de ew çend caran tê girtin.

Ew di sala 1973yan de dîsa diçe Bexdayê û li Radyoya Kurdî çend stranan tomar dike. Piştî ji Kurdistana Başûr vedigere Suriyeyê, di sala 1974an de li Şamê, kasêta xwe ya yekemîn ya bi navê, 'Gewrê', tomar dike. Lê desthilatariya Sûriyê zextan li wî dike ji ber ku piraniya stranên di kasêtê de siyasî û neteweyî ne, ji ber hindê dîsa tê Kurdistana Başûr û digihê nav refên pêşmergeyan. Piştî Peymana Cezayîrê û Niskoya Şoreşa Eylûlê digel pêşmergeyan bi nasnameyeke Îraqî diçe Îranê. Li wir li Qempa bajarokê Rebetê dibe penaber û paşê diçe li Mihabadê bi cî û war dibe. Li wir mamostetiya dersên dînî dike û di ber ra jî dest bi xwendina zimanê farisî dike û bawernameya xwe distîne. Ji ber xebatên wî yên muzîkê ku li ser netewe û xaka Kurdistanê ne desthilatdariya Îranê wî surgûn dike bo bajarê Gunbeda Kawis. Ew li wir li medreseyekê dersên dînî dide. Di sala 1977an de bi xwendekara xwe ya bi navê Nesrîn Husên Melek re dizewice ku xelka bajarê Sinê ye.

Ew di sala 1983yan de vedigere Sûriyeyê û li Qamîşlo bi cî û war dibe, komeke muzîkê dadimezrîne û dersên muzîkê dide gencan. Her weha di sala 1987an de li Qamişloyê tomargehekê bi navê 'Felek' vedike, lê dewleta Sûriyê dîsa rê nade û dest datîne ser tomargehê. Bavê Felekê, 09.03.1989an de koça dawî dike û bi beşdariya hezaran kesî li Qamişloyê li Goristana Hilêliyê tê veşartin.

Cihê bîrxistinê ye, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku şaxên wê li Silêmanî, Duhok û Kerkûkê hene, di sala 2003an de li Silêmaniyê hate danîn. Wê beriya niha jî elbûmên Hesen Zîrek, Elî Merdan, Kawîs Axa, Mihemed Arif Cizîrî, Mezher Xaliqî, Hesen Cizîrî, Mihemedî Mamlê, Eyşe Şan û Tehsîn Taha derxistibûn. Herweha, heta niha bi zimanê kurdî/kurmanciya jêrîn û jorîn, kirdkî (zazakî), kelhûrî, maçoyî  100 pirtûk li ser folklor û kelepûrê kurdî belav kirine. Jê pê ve dê li ser qereçiyên Kurdistanê, benîştê kurdî yê li devera Pişder, koçerên Qendîlê û masîgiriya li devera Qeladizê, devera Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî Bala, Qale Mere belgefîlm durist kirine.

Bo têkilîdanînê:

Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com

Malper:www.khi03.com

Na xebere 4382 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.