zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
18 Tebaxe 2016 Panşeme 11:48

Du Pisrgirêkên Sereke Derheqê Jenosîda Armenîyan de

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Dema ku jenosîda armenîyan tê rojevê, dîroknasên tirk dibêjin "Bi salan e ku em li arşîvan dixebirin. Tu belgeyek ku jenosîdê nîşan bide tune ye. Em ketin nav arşîvên serwezîrîyê, arşîvên serokkomarîyê, arşîvên meclisê (TBMM)… Em ketin hemî arşîvan… Me hemî arşîv vekolandin lê me tu belgeyek ku jenosîdê tesdîq bike nedît. Yên ku li dijî tirkan e, ji bo ku dewleta Tirkîyê bixînin rewşeka xirab derewên wisa li hev tînin…"

Ev, bi awayekî giştî fikrê dewlet û hukumetê ye. Dîroknas û pisporên tirk, medyaya tirk ji bo ku piştgirîya vî fikrî bikin di nav hewldanên mezin de ne. Beşeka girîng ya rêxistinên civaka sivîl jî di îstîqameta vî fikrî de dixebitin.

Pêwîstî pê heye ku em vê fehma înkarê piçekî vekolin. Ji bo vê jî divê em derheqê du bûyeran de fikrê xwe beyan bikin.

Qetlîamên ku li zîndanan çêdibin divê em çawa vekolin?

Di roja 24 îlon 1996 de li Dîyarbekirê, li zîndanê bûyerek rû da. Hêzên asayîşê êrîşî PKKyîyan kirin. Hêzên asayîşê ku bi qundaxên tifingan, bi daran û zincîran êrîş kirin, bi lêdanê 10 kurdên welatparêz kuştin. Navên kurdên welatparêz ku hatine kuştin dîyar in. Ewçend jî birîndar bûn. Yên ku birîndar yan seqet bûn, bi wî halî bo zîndana tîpa taybet ya Entabê hatin surgunkirin. Navên yên ku hatin birîndarkirin û surgunkirin jî dîyar in.

Kesûkarên welatparêzên kurd ku tûşî vê bûyerê bûne, li dadgehê doz vekirin. Lê îfadeya hêzên asayîşê ku beşdarî bo vê bûyerê kirine jî nehat girtin. Ev kesên hanê tu car nehatin danişîna dadgehê. Dadgeha Cezayên Giran ya Diyarbekirê ev kes bo danişînên dadgehê nedan anîn. Ez dibêjim qey avûkatên kesûkarên mexdûran vê dozê birine bo Dadgeha Mafên Merivan ya Ewropayê.

Wê demê serwezîr Prof. Necmedîn Erbakan bû. Wezîrê Edaletê Şewket Kazan bû. Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Ağar bû. Sererkan Orgeneral Îsmaîl Heqî Karadayı bû.

Bi qasî ku di çapemenîyê de hatiye behskirin ez ewqas bi vê bûyerê dizanim.

Hukumetê hertim xwe jê dûr da ku derheqê vê bûyerê de beyanetekê bide. Çi dema ku mecbûr ma tiştekî bibêje, hingê got "Terorîstan êrîşî hev kirine. Êrîşeka hêzên asayîşê tune ye."

Bûyereka wekî vê, di roja 26 îlon 1999 de li Anqarayê li Zîndana Ulucanlarê çêbû. Hêzên asayîşê li hemamê êrîşî şorişgêrên ku li qawûşa 5. diman kirin. Di wê êrîşa ku bi daran, şîşên hesinî û zincîran hate kirin de deh şorişgêr hatin kuştin, bi qasî wan jî birîndar û seqet bûn. Navên şorişgêrên ku hatin kuştin, birîndarkirin û seqetkirin jî dîyar in.

Kesûkarên şorişgêrên ku hatin kuştin derheqê vê bûyerê de doz vekirin. Di vê bûyerê de jî dema ku hukumet mecbûr ma tiştekî bibêje hingê got "ev pevçûneka di navbera terorîstan de ye."

Di vê demê de serwezîr Bülent Ecevit bû. Wezîrê Edaletê Prof. Hîkmet Samî Türk, Wezîrê Navxweyî Saadettîn Tantan bû, sererkan Orgeneral Huseyîn Kıvrıkoğlu bû.

Wê demê ez li Zîndana Tîpa Taybet ya Bursayê bûm.

* * *

Em wisa ferz bikin ku ev bûyer heştê sal paşê, mesela, di sala 2080 de dê bête vekolandin. Ev vekolandin û tehqîqkirin dê çawa çêbe? Li hemberî van lêkolîneran helwêsta dewlet û hukumetê dê çi be?

Em wisa bifikirin ku di vê navberê de taybetîyên bingehîn yên sîstema sîyasî ya tirkan, mesela, îdeolojîya resmî her wekî xwe hatiye parastin.

Di şertên wisa de tavilî meriv dê bibîne ku helwêsta medyayê, ya unîversîteyê, ya nivîsakaran û helwêsta lêkolînerên azad zidê hev de ne.

Muhtemelen helwêsta dewletê, sazîyên ku bi dewletê ve girêdayî yên mîna unîversîte û medyayê, helwêsta nivîskar û lêkolînerên ku bi dewletê û îdeolojîya resmî ve girêdayî ne dê wisa be.

Dê li arşîvên Serwezîrîyê, Wezareta Edaletê û Wezareta Navxweyî binihêrin. Dê lê bigerin ku bê hela ji van deran fermanek bo Zîndana Dîyarbekirê hatiye şandin yan na. Dê li talîmateka mîna "Filan merivan, terorîstên ji filan grûbê tune bikin" bigerin… Çi dema ku talîmatek yan nivîsareka mîna vê neyête dîtin hingê dê bibêjin "Êrîşeka wisa ya hêzên asayîşê nebûye. Me bi baldarî hemî arşîv vekolan lê derheqê vê de tu belgeyeka piçûk jî peyda nebû."

Xebatên di arşîvê de paşê dê li Diyarbekirê bêne kirin. Dê li arşîvên Walîtî, Edlîye, Mudirîyeta Zîndanê û Mudirîyeta Asayîşê bêne vekolandin. Dê li talîmatek yan nivîsareka mîna "Bi lêdanê ji filan grûba terorîstan tune bikin" bigerin. Çi dema ku neyête dîtin, di bibêjin "Êrîşeka wisa ya hêzên asayîşê nebûye, derheqê vê de tu belgeyeka piçûk jî tune ye." Dê bibêjin ev awa tawanbarkirin ji layê dişmenên navxweyî û derveyî ku dixwazin dewletê di rewşeka muşkil de bihêlin dibin.

Bûyerên derbarê armenî, asûrî û suryanîyan de yên ji vir bi 95-100 salê berê bi vî awayî di arşîvan de têne vekolandin. Li talîmatekê yan nivîsarekê digerin. Lêbelê dibe ku di proseya jenosîdê de, di proseya biryargirtin û cîbicîkirina biryarê de di navbera berpirsîyarên cûrbecur yên navendî û yên herêmî de gelek kombûn, kombûnên veşartî çêbûne. Jixwe di van kombûnan de rêvebirên navendî rêvebirên herêmî fêr kirine ku divê di kîjan rewşê de çawa tevbigerin. Simon des Fr. Precheurs di rûpela 21. û dewama wê ya kitêba xwe ya bi navê "1915 Bir Papazın Günlüğü, Kartal Yuvası Mardin’de Beklenmedik Felaket Ermeni-Asuri Süryani Soykırımı" de ku Mehmet Baytimurî wergerandiye ser tirkî û Weşanxaneya Pêrîyê di mijdara 2008 de wergerandiye, dibêje, walî li Walîtîya Diyarbekirê gelek caran bi dadyar, mudirê asayîşê, qaymeqaman û wezîfedarên curbicur yên dewletê re kombûn kirine. Tekîd dike ku ev kombûn veşartî bûn. Dibe ku di peywendîyan de nivîsar jî bi şîfre nivîsîne. Lewre ev ne karekî aqilane ye ku meriv di arşîvan de li belge, talîmat, nivîsar û hwd. bigere. Talîmateka vekirî ya Adolf Hitlerî ya derbarê cihûyan de jî tune ye.[1]

Ji layê din ve, hinde pispor dibêjin, pêşewayên Firqeya Îttîhad we Teraqîyê Enwer Paşa, Talat Paşa û Cemal Paşayî dema ku terka Îstanbulê û Împaratorîya Usmanî kirine hinek belge şewitandine. Tê gotin ku "Li hemamên Cağaloğluyê ev belge bi rojan hatine şewitandin". Prof. Dr. Selîm Deringil di hevpeyvîna ku Neşe Düzelê pê re kiriye de behsa kirin û polîtîkayên derbarê elewîyan, armenîyan û kurdan de ku li demên dawîn yên Usmanîyan û salên destpêkê yên Komarê dike. Di beşa sisêyan ya vê hevpeyvîna ku di rojên 29-31 adar 2010 de li rojnameyê Tarafê weşîyaye, behsa wê meseleya ku me li jor amaje pê kir jî dike.

Ew belgeyên ku serokên Îtîhadîyan şewitandine, xwestine bişewitînin, kîjan belge ne? Ger meriv li ser bifikire dê sûdewar be.

Ez dixwazim vê bibêjim, dema ku jenosîda armenîyan tê rojevê, rast nîne  ku meriv here di arşîvan de li belgeyan bigere. Meriv dişê ji bo ew her du bûyerên ku min di serî de behsa wan kir jî eynî tiştî bibêje. Metoda ku rast e, wisa ye; eger meriv medyaya dema ku bûyerê rû daye vekole, bala xwe bide ser şahidîya kesûkarên mexdûran dibe ku metodeka gelek baştir be.

Çi dema ku jenosîda armenîyan, herwisa behsa jenosîda asûrî û suryanîyan mewzûyê behsê be, divê meriv li ser Înqilaba Alfabeyê ya li sala 1928an jî bisekine. Şorişa Alfabeyê peywendîya neslên nû bi tevayî ji Usmanîyan biriye. Bêguman ev kêmasîyeka gelek mezin e ku meriv nikare medyaya wê demê vekole. Neslên nû bi qasî ku dewlet yan jî nivîskarên nêzîkî dewletê derxistine meydanê ancax dişên ewqasî bizanin.

Gotina "Me gelek armenî xilas kirin" tê çi manayê?

Heta bi van salên dawîyê çi dema ku behsa armenîyan dibû, tenê digotin ew armenîyên di cebheya şerî de, yanî armenîyên Erziromê, yên Sêwasê, yên Bidlîsê, yên Wanê, yên Diyarbekirê û hwd. hatine tehcîrkirin. Digotin kesî dest nedaye armenîyên ku li Rojavayê Tirkîyê û Anadoluya Navîn dijîyan. Lê êdî tê zanîn ku armenîyên ku li Eskîşehîrê, li Bursayê, li Tokatê, li Kastamonuyê, li Yozgatê dijîyan jî hatine tehcîrkirin. Di salên berê de tekîd dikirin ku tenê armenî hatine jenosîdkirin. Lê êdî tê zanîn û li ser tê qisekirin ku asûrî-suryanî, keldanî, rûm-pontus û êzidî jî hatine jenosîdkirin.

A dê vê meseleyê de, te divê di nav tirkan de yan te divê di nav kurdan de be, behsa tiştekî wisa tê kirin, dibêjin "Dibe ku zulim li armenîyan bûye lê me gelek armenî jî veşartin, me ew rizgar kirin." Divê ev îfade piçekî bête vokolandin.

Dema ku em bala xwe didin ser yên ku hatine rizgarkirin, bêhtir keç û zarokên piçûk dixuyin. Te divê di nav kurdan de yan di nav tirkan de be, malbatan ew kirine musluman û kirine xizmetkarê xwe. Di nav malbatê de wekî xizmetkar yan destirme hatine bikaranîn. Hinde keç kirine musluman û bi wan re zewicîne. Di rûpela 210. ya kitêba bi navê "Tanıkların Dilinden Ermeni Soykırımı" ku ji layê Donald E. Miller û Lorna Touryan Miller ve amade bûye de, ku Ajda Pelda wergerandiye ser tirkî û Weşanxaneya Pêrîyê di gulana 2006 de weşandiye, ew kesên hatine rizgarkirin çawa hatine muslumankirin jî bi teferuat tê qisetkirin.[2]

Te divê di nav kurdan de yan te divê di nav tirkan de be, tu armenîyek ku wekî armenî hatibe parastin, rêz li nirxên wan yên dînî, zimanî û kulturî hatibe girtin, wisa hatibe qebûlkirin tune ye. Herwisa malbeteka armenîyan ya wisa jî tune ye… Ji vê çendê rast nîne ku meriv ji vê proseyê re bibêje rizgarkirin. Ev pênaseyeka rast nîne. Wekî nimûne, em keçeka ciwan bînin ber çavê xwe. Diya wê, bavê wê, bapîrê wê, xwişk û birayên wê li ber çavê wê hatine kuştin. Ji ber ku xweşik e, ev keçik nehatiye kuştin. Ji bo ku tecawuzê wê bikin hatiye hildan. Wê kirine musluman û wekî xizmetkar bikar anîne, li demên pêş jî dibe ku pê re zewicîne. Ev xelet e ku meriv vê prosesê wekî "rizgarkirin" bi nav bike. Çimkî hebûna derûnî/ruhî û fizîkî ya merivî ligel hev yek e. Eger tu rabî alîyê kesekî yê derûnî/ruhî bipelêxî û alîyê wî yê fizîkî biparêzî, hingê meriv neşê vê wekî "rizgarkirin" binirxîne. Jê tê xwestin ku dînê xwe înkar bike û bibe musluman, zimanê xwe yê dayîkê ji bîr ve bike û bibe tirk. Wekî şivan, xizmetkar û destirma tê bikaranîn. Tu dê wê/wî bikî kole. Ev ne rast ku ev yek wekî "rizgarkirin" bête pênasekirin. Meriv ancax dişê ji vê yekê re bibêje, jîyana bi zorê, bi darê zorê jîyandin. Ez ne bawer im ku ev têgeh jî bişên jîyana rastîn tam îzeh bikin. Lê armenîyên li herêma Dêrsimê, eger di maweyeka dîyarkirî de jî be, dibe ku demekê bi nasnameya xwe ya dînî û zimanî jîyabin. Dibe ku di nav elewîyan/qizilbaşan de jîyaneka wisa çêbûye. Lê ez ne bawer im ku musluman ji bo jîyaneka wisa destûrê bidin. Musluman li ser xwe wezîfe dibînin ku armenîyan bikin musluman. Dema ku em behsa peywendîya di navbera tirkan, kurdan û armenîyan de dikin, divê ev fealîyetên rizgarkirin û parastinê ji ber bala merivî dûr nebin.

_________

Ev gotar, wekî teblîx di "Sempozyuma Navneteweyî ya Armenîyan" de ku di rojên 24-25 nîsan 2019 de li Anqarayê çêbû de hatiye pêşkêşkirin.

 


[1] Binihêrin li: Recep Maraşlı, Ermeni Ulusal Demokratik Hareketi ve 1915 Soykırımı, Weşanên Pêrî, Îstanbul,  Ekim 2008, rûpel, 175 û dewama wê…

[2] Binihêrin li: Recep Maraşlı, Ermeni Ulusal Demokratik Hareketi ve 1915 Soykırımı, Weşanên Pêrî, Îstanbul,  Ekim 2008, rûpel 385 û dewama wê…

Na xebere 3177 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.