zazaki.net
08 Tebaxe 2020 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Nîsane 2020 Şeme 19:58

DI SALA 1971 DE LI HACÎUMRANÊ

Şakir Epözdemir

Li mehên tîrmeh, tebax û êlûn yên sala 1971ê ez li Hacîumranê mam. Li wir min bi navê Cemîl Miho kurdek naskir, ez ê niha behsa wî bikim.

Cemîl Miho kurdekê enteresan ji Beyrûdê bû. Li Beyrûdê partîyêka malbatî bi navê “Partîya Demokrata Kurdên Lubnanê” ava kirîbû. Kesêk xerîb negirtîbû partîya xwe. Ew û kurên xwe û kom û kulfeta xwe di jora partîyê da cih girtîbûn, jêra partîyê hîç tune bû, hemû şixul û xizmet li jor, li serokayetîyê dihatin helkirin, hewceyê bingehê nebû, ji ber vê, jora partî bêbingeh û taban û dezge bû.

Li gora îfadeya serok Cemîl Miho, KDP li hemî perçeyên Kurdistanê hebûn. Wek Îraq, Sûrîye, Îran û Tirkîye. Lê taybetîyeka KDPya Lubnanê ev bû ku partîya wî partîya hemî kurdên Kurdistanê û kurdên dinyayê bû. Cemîl Miho ji xwe ra wisa bawer kirîbû. KDPya wî pencereya Kurd û Kurdistanê û ya hemî alemê bû. Xwedê jî di wê pencereyê ra bala xwe dida me.

Neşrîyateka partîya Cemîl Miho hebû, rojnameyêk wek bultena dû-bergî û çar rûpelî bi navê “Dengê Kurdên Beyrûdê” bi kaxizê kalîteyî û rengîn derdiketa. Cemîl ji vê rojnameyê çend nusxe da min jî. Di her çar rûpelan da rismê Cemîl Miho yên rengîn hebûn û di her rûpelêk da çend beyanatên wî cî digirtin. Sernavê van daxuyanî û beyanatan wiha bû: “Gotina Cemîl Miho”, “Şîreta Cemîl Miho”, “Xwestina Cemîl Miho”, “Pirsa Cemîl Miho”, “Cemîl Miho”, “Cemîl Miho” û “Cemîl Miho...”

Cemîl Miho digo “Xweda mezin bî, ez jî Omerî ma!” Yekî bilindê stûr û qelewê duta û sermezin bû. Cil û bergên kurdan li xwe dikira û egalekê sorê Berzanî li qoqê xwe dipêça, pêçana wî bê badan bû, ji ber vê ser û gewdeyê wî bi heybet dihate ber çavên min. Lê tiştêk heye, gava Cemîl Miho bi vî qilafetî xeber dida, te digo ka zarokek ku hê balix nebûye, bi sewtekî zirav û qels diştexilîya.

Sal 1971, di heyva tîrmeh, tebax û êlûnê da ez û Soro [Nazmi Balkaş] li Hacîumranê, li otela mam Ebdillah Mîrxanî mêvanê Dewleta Kurd bûn. Cemîl jî yek ji van mêvanên siyasî bû, Serok Barzanî jê ra gotîbû “Tu wê qasekê li vir bimînî.”

Cemîl Miho her roj li ba min û Soro bû. Cemîl Soro nas dikir û têkilîya wî bi Dr. Şivanî ra jî çêbibû, lewra li meqerê Şivanî bultenên serok Cemîl Miho hebûn û Doktor Şivanî carekê li meqerê qala Cemîl ji hevalên xwe ra kir, lewma min nav û dengê Cemîl hê li Dişeşê bihîstibû. Nav û dengê Cemîl Miho bi ser çiyayên Kurdistanê ketibû!

Cemîl jî wek me cixarekêşekî dijwar bû, CAMEL û BAGHDAD dikişanda. Me cixare îkramê hev dikir, çay û qole vedixar û sihbet dikir. Derdê wî pir giran bû. Rawestandina wî ya li wir pir li zora wî diçû. Ji me re digo “Ma ez û hûn yek in? Hûn bi sedsalan li vira bin tenê xebera malbata we ji we çêdibe, lê ez? Ez dengê hemî kurda me, pencera navbera alema Roava û Kurdistanê me, yek roja min bi milyara ye, rojên min giranbaha ne û ez nizanim ka bo çi li vira me!” Belkî jî bi guneyê xwe dizanîya.

Cemîl Miho mijekê kûr li cixara xwe dida û didomanda: “Ez bi ber xwe nakevim. Derdê min ne ez im. Dilê min bi şorişê va ye. Ez ditirsim ku cerîdevanêkî (rojnamevanek) Ewropî pirsek ji kurê min bike, bêje ka babê te li kû ye û kurê min jî bişehite, Xwedê neke, xwe şaş bike bêjê mesele ev e. Wê dinya bihejê, wê rojnameyên Ewropî qiyametê rakin û tirsa min a mezin, wê şorişa pîroz bixisirê. Ez naxwazim şorişa Mela Mistefayî ji rûyê min da xisarê bibîne.”

Min digo “Kak Cemîl, divê tu xeberê ji kurê xwe ra rêkî ku xeletîyêk neke. Tu jî sebir bike. Hîkmetêk têda heye ku Serok Berzanî emir kiriye, te li vê derê rawestandiye, cenabê te li vir hiştiye. Tu serokekî mezin nebûyayî wê bo çi serok Barzanî te ravestîne. Di her hal û karî da berjewendîyên kurdan di rawestandina te da hene ku serokê neteweyî te rawestandiye.”

Cemîl digo “Dê looo! Ma çi feydaya sekna min û rawestandina min heye? Li Beyrûdê her saet û sanîyeya min bo berjewendîyên pirsa kurdan giranbiha ne. Tu nizanî ka kar û xebata min çiqas fayde dide pirsa kurdan.”

Min digo “Baş e, bo çi serok te rawestand? Nexwe te gunehêk kiriye? Ma serok bêgunehan ceza dike?”

Cemîl digo “Ez bêguneh im. Yekî fesadîyek kiriye. Îftirayek li min kirine. Fesad û şeytanên min zexm in. Her roj posteyên xwe ji Beyrûdê dişînin.”

Min digo “Kekê Cemîl, ku wujdanê te rehet bî û bi rastî te xirabî nekiribî metirse, lewra her tişt tê ser rastiyê. Ev der ji bo te wek zankoyeka siyasî ye. Tu yê li vir birrek dost û nasan bibinî, wê dor û etrafê te dewlemend bibî, diyaloga te bi kurdan ra xurt bibî, va ye tu hemî giregirên Kurdistanê, yên wek Emir Miawîye, Hesenê Haco, Mihemed Begê Cemîl Paşa, kurê wî Mistefa Beg, şêxên Bamernê, ji rêvebirên Partî Demokrata Îranê Hejar, Hêmin û Emîr Qazî, te vana, ev payebilind xêra serê serok Barzanî ra naskirin. Erê, Cemîl, tu me biçûk dibînî, lêbelê em jî li gora xwe tiştek in û kêmî te nînin. Em jî hêvîyêk ji xwe dikin, naskirina me jî ji bona te şerefeka mezin e.”

Cemîl Miho li ser vê xebera min dikenîya, zik û pişt diketa xwarê. Kena wî jî weke ya zarokan bû.

* * *

Roja ku mam Eshed Xoşewî ferman da go “Tu însanêk paqij û muxlîs î, min divê tu jî bi Selîm ra biçî Hacîumranê û di vê karesata dijwar a Doktor Şivanî da dîtinên xwe ji Mela Mistefa ra, ango ji kak Îdrîs ra teqdîm bikî” hingê Mam Eshedî bi Land Rowera ku Dr. Şivan, Çeko û Selîm Eshed Xoşewîyê kurê mam Eshedî têde bûn, ez jî bi wê seyarê çûm Hacîumranê.

Em bi şev, îşayê gihan Hacîumranê, li ber derîyê otela mam Ebdillah Mîrxan peya bûn û ez ji pêncî rojî bêhtir li vê otelê mam.

Roja yekemîn piştî nîvro ez û Soro çûn nav daristana zîyareta Şêxê Balekan. Min dî ku hinek pêşmerge tefşîkên keviran bi dîwarê gumbetê va dizelîqinin. Min ji Soro pirsî ku ev çi ye. Soro go “Nîyet digrin, mirazê xwe dixwazin, guman û hêvîyek ji vê yekê dikin.” Bi rastî dilê min ji dinyayê hebekî sar bû. Ew pêşmergeyên ku dinyayê bi xwe hesandibûn, umîda me bûn, lê çewa umîda xwe bi berekê hişk va girê didan?

Pişt ra ez hîn bûm ku her kes tê nîyet digre û berikên biçûk bi gumbeta Şêxê Belakan va dizelîqîne û di kunikên kêlikên goran da derbaz dikin, bo ku bi miradê xwe şa bibin.

Rojêk Cemîl Miho go “Ka rabin em ji xwe ra hinêk bigerin.” Em derketin, Cemîl me bire nava goristana Şêxê Balekan. Cemîl dest pê kir û tefşikan bi dîwarê gumbetê va zeliqand, kevirokên biçûk wek heba nokê di kunikên kêlikên kevnare da derbaz kirin û rabû got “Ez dibêm wê serok înca destûra min bide, va ye tefşikên min zeliqîn û berikên min di kunikên kêlikan ra derbaz bûn.”

Ev ziyaret ziyareteka gelek kevin bû. Kêlikên goran qulqulo bibûn. Gelo bo çi bi hezaran mirî li serê vî çiyayî veşartîbûn?

Roj tine bû ku serok Cemîl Miho vê yekê dûbare neke. Nîhayet rojêk min jê ra got “Kekê Cemîl, tu merivêk mezin î, bi van tefşik û berîkokan tu nayê berdan, were bikeve nava vê gumbetê, ku tu di vî derîyê teng ra bikaribî bikevî hindirê gumbetê, li hundir ji xwe ra dua bike û derkeve derve, bi şertê ku lîbasên te li dîwarê hişkeber yê derî nekevin û cilikên te bi vî çeperî va nealiqin, wê ev zîyareta Balekan te bide berdan.”

Cemîl Miho teke-meke nekir, li derîyê gumbetê ku bi şîkêrî hatibû avakirin û hinek çeper dabûne serbanê wê mêzekir, bala xwe da ser û sinça xwe, xwe da hev û nizim bû kete gumbetê. Ez û Soro li ber derî temaşeya wî dikin. Cemîl destên xwe hilda ji xwe ra dua kir, Fatîhayek xwend û xwe kuz kir, pîyek avête derva, hê pîyê mayî hilnedabû cêbika şalê wî di çiqlikêkê çeperê da aliqî û bû xirîna şikêrê gumbetê. Cemîl him tirsîya him bire bawerîyê ku nayê berdan. Cemîl ji me hêrs bû, got “Hûn kenê xwe bi merîyan dikin” û xwe ji toz û telazê weşand û da rê çû.

Cemîl Miho piştî du rojan xwe negirt hate etelê ba me. Cemîl Miho carînan digota “Were bibe mumesilê minê Tirkîyê. Ez dibînim tu pir zîrek î. Ez ê neşrîyatên partî bo te bişînim.” Min bi zarekê nazik sipasî jê ra dikira û digota “Ez nikarim ji binê vî barî rabim. Kû te bivê, ez ê yekê kêrhatî ji te ra peyda bikim. Tu serok î, divê mumesîlê te jî bi hindikayî sekreter bî.” Dîsa Cemîl Miho madê xwe diqermiçanda û digo “Te dîsa henekên xwe bi min kir.”

Bi rastî jî şixul û karê min bi serok Cemîl Miho ra henek û laqirdî bûn. Roja ku Derwêşê Sado hate otela Mam Ebdillahî û min xatir ji otelê xwest, Cemîl Miho û Derwêş li tenişta hev li ser dikê rûniştî bûn. Min selam da, her du rabûn, min got “Derwêş tu cenabê Cemîl Miho nas dikî?” Ez ne xelet bim, min ew bi hev dan naskirin û xatir ji Cemîl xwest. Û êdî min hew Cemîl Miho dît.  

* * *

Li Hacîumranê tiştên din yên balkêş ev bûn ku rojêk Sedam Huseyn bi helîkopterê hate li newala binê gund li nêzî çadira rehmetîyê Îdrîs û kak Mesûd danî, Sedam ji helîkopterê hate xwarê çû çadira kak Îdrîs, bi qasî saetêk bi Îdrîs û Mesûd ra hevdîtin kir û dîsa li helîkoptera xwe siwar bû çû. Hemû xelkê nehîyê li binê zîyareta Şêxê Balekan temaşeyê vê yekê kirin. Digotan ku serokê mezin Mela Mistefa Sedam qebûl nake, Sedam ancax dikarîya xwe bighînê Îdrîsê rehmetî.

* * *

Şevêk hîv hate girtin. Gelo çiqa sîleh teqandin û xelkên Hacîûmranê derketin serê girikê zîyareta Şêxê Balekan û heya hîv ji binê siya dinyayê derket li tenekan xistin, selewat anîn û sîstema rojê rast kirin. Ne ew bûna hê jî hîv rizgar nebibû! Kurd ecêb in, xwe rizgar nakin, hîv û rojê rizgar dikin.

* * *

Rojêk mam Ebdilah Mîrxanê xwedîyê otelê ji min pirsî ka gunehê min û Soro çi ye, bo çi em mêhvanên wî yên daîmî ne. Min jî jê pirsî ka gelo çi fîkir dike, li gor dîtin û hizra wî gunehê me dê çi be gelo. Mam Ebdilahî got “We yê li Tirkîya şorişêk li dar bixista!” Min got “Ku me serhildanêk li dar bixista, tu yê jî bihata arîkarîya me?” Go “E, bi Xwedê ez ê bihatama, gelo kurd li Tirkîyê zor in, yan na?” Min got “Em panzdeh wîlayet in, deh milyon in.” Mam Ebdilah gelêk kêfxweş bû. Min pirsêk din jê kir, got “Mam Ebdilah, bo çi em gunehkar bin, ma mêhvanên bêguneh li otêla te ranazên?” Got “Kek Şoriş, şeva ku we anîn otelê, dor û berê otelê tijî pêşmerge bûn, tedbîreka bêhed û hesab girtibûn. Ez ji ber vê dizanim ku gunehekê we heye.” Min got “Na Mam Ebdilah, gunehê me tune lê em du şexsîyetên giring in. Şoriş me diparêzê. Em ji Kurdistanê ra pêwîst in.” Ez jî ji Cemîl Miho hîn bûm fortê xwe bidim!

* * *

Hacîumran nehîyeyêk ji mintîqeyê Belekan e. Navçeya Çoman û nehîyeya Gilale jî Balekanî ne. Bi zaravê soranî dipeyîvin, Hacîumran dikeve ser sînorê Îranê. Rêya Hemîlton di Çoman û Hacîumaranê ra derbazî Îranê dibe.

Ez dikarîbûm li vê mintîqeyî serbest bigerim. Ji ber vê min Çoman, Gilale, Navpirdan, Derbend, Rayet, Serêkanîyê, Azadî û Biregoz naskirin. Min Helgurd, Gilala, Berdesor, Kepêreş û gelêk çiya û banî ji dûr va dîtin, pirs kirin û naskirin. Xwezî Kurdistan vê bizanîya ku ez çawa miştaqê naskirina dîrok û cografyaya Kurdistanê me. Belkî Kurdistan bizane û min ji dijwarîyan biparêze. Belekîyên befrê nîvê havînê li serê van çiyayan dixuyan. Carînan min ji mam Ebdilahî ra digo “Ji ber van belekîyên befrê ye ku ji wir ra gotine Balekî.” Mam Ebdilah dikenîya û digo “Mumkin e, kak Şoriş.”

* * *

Naznavê min Şoriş bû. Şorişê kurê min di sala 1970 da, di heyva gulanê da li Tetwanê hate dinê. Ji ber ku şorişa Mela Mistefayî ji kurdan ra otonomî anîbû, min navê kurê xwu Şoriş danî. Di wî midetê mişkileya Dr. Şivan û Seîd Elçî da min xwe bi vî naznavî îfade kir. Li Hacîumranê gava navê min dixwendan hemî kesî du car li min mêze dikira. Cara pêşî bêjeya “Şoriş” bala wan dikişanda, cara duyem mêze dikiran ka ez bi rastî wek navê xwe heme yan na. Ez bawer im ku kenê xwe bi min kirine. Ezê reben, çûme besta şêran û min navê xwe daniyê “şêr”. Her carek ku wan kabirayan temaşeyê min dikiran, ez mehcûb dibûm. Çi bikim? Gencîtî bû, biborin. Ez careka din navekî ji xwe zêde li xwe nakim…

* * *

Salvegera damezirîna PDK di roja 16 tebax 1971 de li Çomanê hate pîrozkirin û ez jî beşdarê wê hefleyê bûm. Cara yekem bû ku min merasîmekî fermî li warekî azad didît û pê xweş dibûm. Dr. Mehmûd Osman, Fransuwa Herîrî û kak Mesûd Barzanî her yekî gotarêk dîrokî xwendin. Bi dîlan û saz û awaz qutabîyên navendî marş û srûd dixwendin. Marşêk ji wan di guhê min da maye:

Partî Demokrat Kurdî ye / Serokê me Berzanî ye / Kurdistana xomane, li bin destî biyane…. Yan neman! Yan neman! Yan neman, yan Kurdistan!

Min mam Hejar û Hêmin ku şairên Komara Kurdistanê bûn di vê salê da li Hecîumranê nas kirin. Ekrem Begê mala Cemîl Paşa û kurê wî Newzad û şerwanekî hereketa Şêx Seîd Efendî ku navê wî Tewfîq Cemîl bû, min li wê derê naskirin. Salih Yûsuf, Fadil Mîranî, Dr. Hiznî Haco, Sebrî Botanî, Reşîd Sindî, Elî Xelîl, Îsa Berwarî û gelek însanên hêja hîç ji bîra min naçin.

Pêncî û sê rojên min li Hecîumranê derbaz bûn. Şeva dawîyê ez bi Derwêşê Sado ra li mala Dr. Hiznî Haco raketim. Kak Fadilî em heya Mûsilê anîn. Li Mûsilê ez û Derwêş ji hev qetîyan. Ez çûm Bamernê, baregeha Mam Eshedî bo kincên xwe yên sivîl wergirim. Ez şevêk li baregeha Mam Eshed Xoşewî mam. Mam Eshedî pêşiya şîvê ez deranîm baxçeyê, nava zevîyê û qasî saetêk li ser fidekarî û kurdewarîyê sohbet kir. Bi rastî Mam Eshed fermandarêk mezin û kurdperwerêk bêhempa bû. Mam Eshed xwest ku ez li Zaxo bi Mela Mihemedê Paloyî ra biaxifim.

Dotira rojê li Zaxo min seydayê hêja Mela Mihemedê Palo dît. Ez çûm mala wî û silavên mam Eshedî gotê. Min ji seyda hêvîya qencîyê û bêdengîyê kir, lê seyda tu pax bi şîretên min neda û gote min “Ez ê derkevim çiyayên Kuristana Bakur, ez ê dest bi şerê çekdarîyê bikim, dixwazim tu jî bibî katibê min." Ez kenîyam û min go "Seyda, ez bi kotek û heft belayî ji dafika Dr. Şivanî rizgar bûme. Li Hecîumranê jî ketim tora Mistefa Begê Mala Cemîl Paşayî, hevalên min ku min bêteredut xwe ji bo wan fida dikir niha ketine dijê min û di çavê wan de ez wek hevalekî Dr. Şivanî me, di vê qonaxê da siyaset û tevger bo min heram e. Ez canê xwe didime Kurdistanê lê xwe teslîmê însafa tu kesekî nakim…"

* * *

Min xatir ji Mela Mihemedê Palo xwest û li gora dîrektîfa Lijneya Zaxo ya PDKê ez çûm Brahîm Xelîl, mala Elî Elî. Elî Elî digotan, rutbeya wî albay bû. Dana êvarê, Elî Elî hate malê û li ser dîrektîfa wî ez derbazê Bakur bûm.

* * *

Li Azadîyê serokê mezin Mela Mistefa xanûman dabûn avakirin û Mam Celal, Elî Eskerî û hevalên wan li vê derê bi cî kiribûn. Dema ez li Hacîumranê bûm, digotin serok Barzanî bo xebatên dîplomatîk Mam Celal şandiye Misrê. Elî Eskerî ji çend rojan carêk dihate otela Mam Ebdilahî. Însanêk beşerxweş bû. Bi dengekî bilind espirî dikira, dor û etrafê xwe dikenanda.

* * *

Balkêşiyekê min yê girîng heye ku divê ez behs bikim. Min vê balkêşiyê di pirtûka xwe ya bi navê “Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi-1968/235 Antalya Davası Savunması” rûpel 148-149 da bi tirkî nbehs kiriye. Lê ez ê bi kurdî çend tiştan îfade bikim. Gava em ji Bamernê derketin, li Duhok, Mûsil, Hewlêr, Mesîf, Şeqlewa û Gelîyê Elî Begê ra derbazî Çomanê û Hacumeranê bûn, wê gavê kurd li van mintîqeyan azad bûn. Di roja 11 adar 1970 da kurdan heqê otonomîyê ji ereban standibû. Kurd li hemî bajar û bajarokên Kurdistanê hakim bûn. Temamê pirsgirêk û mişkileyên civakî, siyasî û aborî li newala binê Hacîumranê bar û piştîyê kak Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî bûn. Bê qeyd û şert ji serê sibê heta tarîtî diketa erdê ev her du birayên hêja di kar û xebatê da bûn.

Wê demê digotan hejmara pêşmergeyan, miwazefên partî û malbatên şehîdan ji sed hezarî kêmtir nîne. Şerê Mela Mistefa ji roja 11 êlûn 1961 dest pê kiribû, di van sal û zemanan da û heta îro evî rêbazê kes tehdîd nekir, bi zor ji kesî pere nestand, tiştêk ku kurd di tarîxê da jê şerm bikin ji vê rêbaza pîroz sadir nebû. Ev rêbaz çawan karî ev qas dûr û dirêj li ber xwe bide û xwe li ser pîyan bigire? Ev yeka ha tiştekî xerîb e. Rehmetîyê Îdrîs her roj valêzêk dolar dibir vê nawala kûr û li malbatên şehîdan û mihtacan û miwazafan belav dikira.

Hacîumran û mintîqeyê Çoman û Gilale wê demê gelêk şên bû. Bêhêjmar turîst dihatin, derbazî Îranê dibûn. Herêmêk aram û ava bû. Baregeha serokê nemir li Hacîumranê bû û serok Barzanî bi xwe jî li wir dima. Serok her roj saet li dora dehan bi sê Land Roweran ji baregehê derdiketa berê xwe dida alîyê Çoman û êvaran saet li dora çaran dîsa bi van seyareyan vedigerîya baregeha xwe. Lê kifş nebû ka li kîjan Land Rowerê siwar e. Lêbelê çend car min kifş kir ka di kîjan seyarê da ye.

Gava di ber derîyê otela me ra biborîya ez radibûm pîyan û min selameka leşkerî didayê. Serok Barzanî carînan di Land Rowera navîn da, carînan di ya pêşîyê da selama min werdigirt.

Ez dibêjim belkî min şeş car selam da û generalê Mihabadê her carê selama min wergirt. Ez niha bi dil û can selam li Mela Mistefayê nemir dikim. Em minetdarên te ne ey şêrê çiyan, rêberê gernas, serokê kurdan... Ku tu nebûya me yê çi bikira? Xweda tu qewmî li hêvîya Cemîl Mihoyan nehêle. Xwuda kurdan ji pêşengên muxterîs, xwedbîn, pozbilind, kutnas û koraz dûr bixe. Çawa ku Ehmedê Xanî dibêje yekê minewerê xwedî tac û text û esalet bike nesîbê me kurdên Bakur jî.

____________

Cemîl Miho (Jamil Meho) di sala 1930 de li Kurdistana Bakûr, li gundekî Çiyayê Omerîya hatiye dinê, ji ber zilma dewletê piştî mirina bavê wî diya wî zarokên xwe digire diçe Beyrûdê. Ji ber zehmetîya debarê nikare bixwîne, lê li ber dekoratorê navdar Paul Dahdahî wek şagird dixebite û fêrî vî sinetî dibe. Çend sal li Kuweytê dixebite lê paşê vedigere Lubnanê û li ser sinetê xwe karê ticaretê dike. Di temûza sala 1960î de bi awayekî îllegal Partîya Demokrata Kurdên Lubnanê (Kurdish Democratic Party - Lebanon)” dadimezirîne. Gelek caran ji alîyê hukûmeta Lubnanê ve tê girtin û darizandin. Lê di sala 1970 de Kemal Canpolat statuya resmî dide partîya wî. Wê demê, yanî di sala 1970 de ji bo ku beşdarê kongreya heştan ya Partî Demokratî Kurdistan – Îraq bibe, bo Kurdistana Başûr tê vexwendin. Lêbelê li wir rastê tehqîqatê dibe û ji sala 1970 heta 1975 dema şikestina şorişa Başûr li wir tê girtin. Piştî şikestina şorişê serbest tê berdan û bi ser Îranê re vedigere Lubnanê. Di sala 1977 de ji alîyê ajanên Sûrîyê ve li Lubnanê tê revandin û du sal li zindanên Sûrîyê girtî dimîne. Li ser daxwaza hukûmeta Lubnanê tê berdan û vedigere Beyrûdê, dîsa partîya xwe birêxistin dike û bi awayekî aktîf piştgirîya Hereketa Welatparêz a Welîd Canpoladî dike. Seraserê emrê xwe ji bo mafên kurdan dixebite. Axir di sala 1982 de ji ber sekteya dil wefat dike. (Roşan Lezgîn)


Na xebere 815 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.