zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Çele 2019 Şeme 19:55

Binêre

Havîn Acar

li min binêre

binkirasê ruhê çiriyayî

mîna straneke melûl

xwe li efsûnîya şevê pêçayî bi ruhekî perçe

rûyê hevokan ji agir

ji qirikê berjêr veşartî

li min binêre

 

bila lêvên gewez rûyê te bialêsin

ji hilma pehîza kezîzer

ji pelên çilmisî

huznê biavêje baskên çivîkên sibatê

dilê xwe bike goristanek bêxwedî

û li min binêre

 

ji cûreyên kûlîlkên buharê bêpar

xwezî li qirika te zuwa

û bila çûyînek dest pê bike berevajî

pirî caran jî xapînok

mayîndeyek bi tenêtîyê re

tu li min binêre

 

vexwe jehra evînê ji tasa zêrîn

bêhemdê xwe keştîyên te wêran

li ber pêlekan ketî

dirbên ramûsanên neqişandî

di paxila te de

bila bibin xencerek rûreş

her şaxeke nû biwelidîne ji zayînê

ji birînên bîranînan

li tixûban bimîne asê

û bêdeng bimîne

bêdeng li min binêre!...


Na xebere 1630 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.