zazaki.net
22 Temmuze 2017 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
02 Teşrîne 2016 Çarşeme 11:04

“5000 peyvên kurdî di Quranê de”

Husein Muhammed

Ne carekê û du caran min ji kurdan, heta ji kesên maqûl û zana jî idiayeke wisa bihîstiye ku dibêje “5000 peyvên kurdî di Quranê de hene”. Adeten ev argument hingê tê kirin gava ku kesek dixwaze etîmolojiya hin peyvên ji erebî red bike.

Helbet gelek kes li ser zimanan diaxivin û ne hewce ye ku mirov her peyva her kesî bi cidî û ji dil bigire. Lê ev gotin ji aliyê hin kesan ve jî tên kirin ku di nav mijûlên û pisporên zimanê kurdî de navdar û qedirgirtî ne jî.

Herî dawîn min ev idia ji Zeynelabidîn Zinar bihîst ku heta li zanîngehan jî dersên zimanê kurdî dide.

Z. Zinar wiha dinivîse: “… Di Qurana Pîroz de 5.000 peyvên kurdî hene…”

(https://www.facebook.com/groups/133337890056895?view=permalink&id=1198892863501387)

Mixabin ne Zeynelabidîn Zinar û ne jî ti xwediyên din yên vê idiayê ti caran ji mirovî re nabêjin ka bi rastî ew 5 000 peyv çi ne ku ew ji kurdiya wan piştrast in lê me rebenên din ti hay ji meseleyê nîne.

Lê ka em bi xwe hinekî li meseleyê binêrin:

Quran yek ji kitêbên herî vekolandî yên hemû dinyayê ye. Bi gotineke din, gelek lêkolînên zanistî, edebî û zimannasî jî li ser hatine kirin. Gelek ji wan ji aliyê misilmanên bawermend, hinek ji dijberên misilmanan ve û gelek jî ji hêla kesên kêm-zêde bêalî ve li gor şert û mercên zanistî hatine kirin.

Ji aliyê zimannasî ve belkî giringtirîn çavkaniya heyî Korpûsa Quranê ye (http://corpus.quran.com/). Bi alîkariya çavkaniyên wiha mirov dikare li hejmara peyvên Quranê (orijînala bi zimanê erebî, ne wergerên wê yên bi zimanên din) jî binêre û wan wiha rêz bike:

  • Hejmara hemû peyvan di Quranê de 77 430 e. Di vê hejmartinê de heman peyv dikare tenê carekê yan heta bi dehan caran hatibe dubarekirin.
  • Hejmara peyvên ne wek hev 18 994 e. Di vê hejmarê de formên çemandî yên heman peyvê ji hev cuda hatine hesibandin. Bo nimûne, di vê hejmartinê de peyvên wek “kir, kirin, kiriye, kiribû, nekir, nekirine…” her yek wek peyveke serbixwe hatiye hejmartin.
  • Hejmara peyvên bi bistîk an bejnên cuda (bi inglîzî stem) 12 183 ye. Di vê hejmartinê de bo nimûne peyvên wek “di-bêj-im, di-bêj-î, ne-bêj-in, bi-bêj-e…” wek eynî peyv hatine hejmartin lê peyvên wek “kirin” û “kar” ji hev cuda hatine hesibandin.
  • Hejmara peyvên serbixwe (lemma) 3 382. Di vê hejmartinê de tenê peyvên serbixwe yên di ferhengan de cih digirin hatine hejmartin û hemû formên wan yên çemandî jî wek wan li gel wan hatine hesibandin. Bo nimûne, peyvên “dikim, nakim, kir, nekirin…” hemû di vê hejmartinê de wek beşek ji peyva “kirin” hatine hejmartin û hemû ev form bi hev re di vê hejmartinê de tenê yek peyv in.
  • Hejmara peyvên ji rehên cuda 1 685 ye. Di vê hejmartinê de hemû peyvên ji eynî rehî anku peyvên ku etîmolojiya wan digihe hev, hemû wek yek peyv bi tenê hatine hejmartin.

(Binêrin: http://quickestwaytoquran.blogspot.fi/2013/08/number-of-unique-words-in-quran.html)

Niha meseleya giring ji me re xala dawiyê anku hejmara peyvên ji rehên cuda (1 685) ye. Ew diyar dike ku di hemû Quranê de “tenê” 1 685 peyvên ji rehên cuda hene.

Ji aliyê zimannasî û etîmolojî ve ti guman jê nîne ku hinek ji peyvên Quranê bi eslê xwe ne erebî ne. Bi heman awayî hemû peyvên Peymana Kevn (Tewratê) bi eslê xwe ne îbrî ne, hemû peyvên Peymana Nû (Incîlê) ne aramî yan yûnanî ne, hemû peyvên Avestayê ne avestayî ne û hwd. (Bo Quranê binêrin bo nimûne: http://muslimmatters.org/2008/05/21/the-arabic-quran-and-foreign-words/)

Lê çawa be jî, di Quranê de “tenê” 1 685 peyvên rehên wan ji hev cuda hene.

Guman jê nîne ku piraniya (lê helbet ne hemû) rehên cuda yên peyvên Quranê bi eslê xwe erebî ne. Li dûv wan jî peyvên ji îbrî û/yan aramî wergirtî hene ji ber ku îslam jî li ser heman tradisyonê hatiye avakirin ku cihûtî û filetî jî ilham û ava xwe jê girtiye.

Carinan heman peyv di erebî, aramî û îbrî de heye ji ber ku erebî ew peyv ji îbrî yan aramî wergirtiye. Lê gelek caran jî heman peyv di her sê zimanan de heye ji ber ku her sê ziman jî lêzimên hev in û ji heman makezimanê samî ne. Wek çawa ku di kurdî û farisî de gelek peyvên wek hev hene bêyî ku kurdî ew ji farisî yan farisî ew ji kurdî wergirtibin (ji ber ku herduyan ew ji makezimanekî hevpar wek mîras wergirtine), wisa gelek peyvên hevpar yên erebî, aramî û îbrî jî wek mîras bo her sêyan ji makezimanekî hevpar mane.

Li pey peyvên samî, di Quranê de hejmareke peyvên bi eslê xwe ji yûnanî hene. Sebeb ew e ku yûnanî hem zimanê kultûrê yê wê demê û hem jî zimanê Peymana Nû (Incilê) bû.

Li dûv yûnanî, hejmareke peyvên pehlewî tên. Pehlewî zimanekî îranî yê wê demê bû û zimanê fermî yê Imparatoriya Sasanî û herwiha zimanê dînê zerdûştî bû.

Ji ber ku pehlewî zimanekî hevrehê kurdî û farisî ye, mirov belkî bikare bibêje ev peyvên bi eslê xwe ji pehlewî yên di Quranê de “peyvên kurdî” yan jî “peyvên farisî” ne. Belkî ji hemûyan rasttir ew e ku mirov ji peyvên wiha re bibêje “peyvên îranî” yan jî “peyvên bi eslê xwe îranî”.

Lê çawa be jî hejmara peyvên wiha di Quranê de ne digihe 5 000, ne 500 û ne 50 jî. Em bi merdanî bihejmêrin jî, bi zorê mirov dikare xwe bigihîne 10 – 15 peyvên cuda yên Quranê yên ku bi eslê xwe îranî (pehlewî, farisî yan kurdî) bin!

___________

Çavkanî: https://zimannas.wordpress.com/2016/11/01/5-000-peyven-kurdi-di-qurane-de/

Na xebere 1862 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.