Qesra Şêx Qasim

Qesra Şêx Qasim
Roşan Lezgîn

Ev avahî Qesra Şêx Qasim e. Ji ber ku tirba Güzelşah jî li wî gundî ye, carînan hinek jê re “Güzelşah Sarayı” dibêjin, lê ev rast nîne. Çimkî tu eleqeya Güzel Şahî ji vê qesrê û ji malbata Şêx Qasimî nîne. Güzel Şah ji tirkmanên Qizilbaş yê Şukirlîyê ye. Şêx Qasim kurd e, malbateka Cizîrî ye.

Ev qesir li gundê Altoxwar ya bi ser Çinarê ye. Dema ku meriv ji navenda Diyarbekirê diçe Çinarê, 32 kîlometre ji Diyarbekirê wê de, li ser milê çepê ye. Dewleta tirkan navê vî gundî kiriye Altınakar. Navlêkirineka bi vî awayî di edetên îdareya tirkan de gelek heye. Mesela, li Licê gundek heye, navê wê Şirtmewik e. Navê xwe ji nebatên wê deverê girtiye û navekî xas Kurdî ye. Lê dewleta tirkan, bi xirakirina vî navî, peyva Sürtmeyük çêkiriye û li vî gundî danîye. Dîsa, li nêzîkê Altoxwarê xirbeyên bajarê Tûşbana yê Hurartûyan hene, niha li ser wî girî gundek heye, kurd jê re dibêjin Tûşana. Lê dewleta tirkan ev nav jî xirakiriye, jê navê Tavşantepe îcad kiriye. Di eslê xwe de tu eleqeya tavşan-mavşan jê nîne. Dewleta tirkan bi vî awayî hem perde dikişîne ser navê eslî, hem tarîxa wê derê dixîne nav tarîtîyê, hem jî navê cih û waran Tirkîze dike.

Dewletê paşnavê hinek ji malbata Şêx Qasimî kiriye Altınakar. Mesela, serokê BAROya Diyarbekirê yê salên 1959-1965 Edip Altınakar ji vê malbatê ye. Dewletê paşnavê beşek ji malbatê kiriye Gülpınar, ev şaxa malbatê li alîyê Sêwrekê ye. Paşnavê beşeka malbatê jî kiriye Ekinci.

Li gorî mehlûmatên ku me ji ferdên malbatê û çavkanîyên cûr bi cûr berhev kirin, pêşîyên malbatê ji alîyê Cizîra Botan hatine vê derê. Kalikê wan Şêx Mihemed Qasim di destpêka salên 1800î de li medreseya Dêrşevê û medreseyên li alîyê Mûşê xwendina xwe temam kiriye, piştî salên 1820î li vê herêmê şêxêtî kiriye.

Ev qesra muhteşem ku niha li ber nemanê ye, di salên 1880yan de ji alîyê kurê mezin yê Şêx Qasimî, Şêx Mihemed Niyetulahî ve hatiye çêkirin. Mîmarê qesrê Sarkîs Elyas Lolê ye. Ev mîmar bi navê Sargis Lolê Gizoyî yan jî bi kurtî wek Lêvon jî tê nasîn. Bi eslê xwe arminî ye, gelek avahîyên ku niha li Mêrdînê hene û qismek avahîyên li Beyrûdê jî eserên vî hostayî ne. Mîmar Lolê û bîst şagirdên xwe Qesra Şêx Qasim di heft salan de ava kirine.

Kevirên reş yên bazalt li gund peyda dibin, lê kevirên sipî ji gundê Baxcaxê ku 20 kîlometre dûr e, anîne. Dewletê navê Baxcaxê jî bi Tirkî kiriye Bağacık. Mîmar Lolê û bîst şagirdên xwe li Baxcaxê li kana keviran, kevirên dîwarê vê Qesrê yek bi yek şeh kirine, li ser nexş û nîgar çêkirine û numre kirine. Mirîdên Şêx Qasimî ji Baxcaxê heta şûna qesrê rêz bûne, ev kevir danê destê hev û anîne. Dîwarê qesrê wek usûla berê bi xerca ku ji sipîçikê hêkê çêdibe hatiye lêkirin.

Erdê ku qesir li ser hatiye avakirin teqrîben bi qasî 10 donim e. Qesir ji du beşan pêk tê, alîyê selamê û alîyê heremê. Li qesrê 12 oda, kîler û mitbax û hewşeka mezin hene. Alîyê ku duqat e, beşê selamê yê ku derîyê wî yê bi kember gelek fireh e.

Şêx Mihemed Niyetulah di sala 1917an de çûye rehmetê. Piştî herba kurdan û tirkan ya sala 1925an malbat bi tevayî hatiye surgunkirin û heft sal li bajarên dûr yên mîna Balıkesir, Kutahya û Bandırmayê di surgunê de mane. Di wê demê de, wek polîtîkaya dewletê, bi armanca ku hem demografîya welatê kurdan bête guhertin hem jî kurdên derûdorê bêne asîmilekirin dewleta tirkan pêncî malbatên macir ku ji alîyê Balkanan, ji Bulgarîstanê dane anîn, li gundê Altoxwarê bicih kirine.

Piştî ku ferdên malbatê ji surgunê hêdî-hêdî vegerîyane, bala xwe dane ku ev qesra muhteşem hatiye texrîbkirin, ji bêxwedîtî banê wê hilweşîyaye. Ji ber sedemên cûr bi cûr ferdên malbatê jî qesrê tehmîr nakirine. Bi vî awayî sal bi sal qesir wêran bûye. Li van salên dawîn hinek ji ferdên malbatê teşebus kirine ku qesrê restore bikin lê bi ser neketin.

Ez hêvîdar im malbat û kesên ku li ser tarîxa miletê me hesas in, dest bidin hev û vê qesra muhteşem restore bikin. Çimkî ev qesir xemlek ji tarîxa me kurdan e.

1.jpg

2.jpg

3.jpg

4.jpg

5.webp

7.jpg

8.jpg

9.jpg

Bu haber toplam 176 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.