Buhaya Kîloya Mastî

Buhaya Kîloya Mastî
Roşan Lezgîn

Min ev nivîs vê serê sibê bi Zazakî nivîsî û li malpera www.zazaki.net weşand. Kek Perwîz Cîhanî li binî şirove kiriye gotiye “ji kerema xwe bike Kurmancî.” Min li ser vê daxwaza kek Perwîzî, motamot yanî hevok bi hevok, heta peyv bi peyv wergerand ser Kurmancîya me ya şîrîn.

***

Beqalekî nas heye, ji mala me epey dûr e, lê dîsa jî em mast û penîrê xwe ji vî beqalî distînin. Dema ku mastê me diqede, ez êvarê telefon dikim dibêjim “Ji me re serê sibehê satilek mastê baş veqetîne.” Yan jî heke penîrê me hindik bimîne, dîsa ez telefon dikim dibêjim “Heke penîrê baş were, xeberê bide me.

Mast û penîr ji gundên derûdora Diyarbekirê ji vî beqalî re tên. Satila mastî, ez diçim tînim. Lê penîr, xanim diçe, heke biecibîne, distîne tîne. Ez bi xwe ne ewçend ji penîr fêm dikim ne ji mastî. Ez diçim ku beqalî ji min re satila mastî veqetandiye, navê min li ser nivîsandiye. Ez dibêjim “Deynê mi çiqas e?” Beqalî çi got, ez didim û mastê xwe digirim têm. Ez ne dizanim di satilê de çend kîlo mast heye, ne jî dizanim buhayê kîloya mastî çend e. Ez napirsim.

mast.jpg

Ez îro dîsa çûm min ji beqal mast sitend anî. Ez di kuçeyê re fetilîm, min dît yekî li dû min deng kir got “Hêy, te kîloya mast bi çi kirrî?” Ez fetilîm ku yekî darqewan, emrê wî li dora heftê salî, ev e gavên xwe fireh-fireh diavêje û ji wê de tê. Min lingên xwe sist kirin, mi got “Ez nizanim kîloya mast bi çi ye.” Mêrikî tavilî cewab da got “Wehh! Tu çawa nizanî?” Mi got “Ez tenê dibêjim ‘deynê min çi ye’ û beqal çi bêje, ez heqê wî didim.” Min dît, mêrikî destê xwe yê rastê vekir, di çeng de bir û anî, pê re jî got “Tew tew tew! Tu ji dibêjî ez mêr im!” Ez ji xwe re bişirîm û min rêya xwe dewam kir. Ez bêjim çi?

Berê li gelek semtên Diyarbekirê kesî fiyet nedipirsî, bazarî nedikir. Li Diyarbekirê ev kulturek bû. Mesela, li semta Derîyê Çiyê tu biçûya dikaneka qondereyan û te ji xwe re cotek qondere biecibanda, heke te ji dikandarî re bigota fiyetê wan çi ye, yan te bazar bikira, dikandarî wisa bi nermî digot “Abê, li çarşîya Melîkehmedê, li alîyê Derîyê Mêrdînê qondereyên baştir hene.” Yan jî heke tu biçûya te ji qesabekê çend kîlo goşt û hinek qîyme bikirrîya, heke te bigota “Kîloya goşt bi çi ye?” Bi eynî awayî, qesabî bi nezaket digot “Abê, Li Derîyê Mêrdînê goştê baştir heye.

Ev kultura ku ez dibêjim heta ji vir bi qasî bîst-sih sal berê jî hebû. Esnaf û mişterîyên semtên mîna Derîyê Çiyê, Yenîşehîr û Ofîsê elît bûn. Gelek eyb bû ku fiyet bipirsin yan bazarî bikin. Jixwe esnafan jî tişt zêde nedifirot. Mişterî digot “Hosta, deynê min çi ye?” Esnaf jî heqê wê digot. Esnafên van semtan tiştê bikalîte difirot lê zêde nedidan, heqê wê çi be, hewqas.

Lêbelê ji bo ku xelkê gundan ji semtên mîna Derîyê Mêrdînê û cadeya Melîkehmedê, ji derûdora Hala kevin alvêr dikir, lewre esnafên wan deran li gorî xûyê gundîyan buhaya her tiştî pêşî zêde digot, paşê di netîceya bazarkirinê de dianîn xwarê. Êdî çi qefaltin.

Ez jî li Diyarbekirê di vê kulturê de mezin bûm. Ez hê jî nizanim ji esnafan fiyetê tiştan bipirsim yan bazar bikim. Mesela, qesabek heye, ez dibêjim qey ji sih salî zêdetir e ku em goştê xwe ji wir distînin. Lê min qet nepirsîye negotiye “Kîloya goştî çend e?” Ez dibêjim “Deynê mi çiqas dike?” Mêrik çi bêje, ez digirim didim. Lêbelê rastîya wê, niha esnafên Diyarbekirê êdî hemî bûne mîna esnafên semtên Derîyê Mêrdînê û sûka Melîkehmedê. Jixwe xelkê Diyarbekirê jî êdî hemî gundî ne. Li apartmanan rûdinin lê gundî ne. Bi hal-hereketên xwe, bi dengê xwe yê qebe, bi qerebalix û teprepa xwe, bi uslûba xwe…

Tenê zimanê xwe terk kirine û bi Tirkîya qebe ya Diyarbekirê qise dikin: “Hela baxîsen qardaşşş!

Par dîsa rojekê ez çûm min ji vî beqalî mast anî. Tam dema ku ez li beqal bûm, gundîyekî bi erebaya xwe qasî deh satil mast û gelek jî hêk anîbûn. Lêbelê di çûyînê de ji beqalî di kolî hêkên zîraetê kirrîn. Mi meraq kir, lewma min jê pirsî got “Heyran, te bi xwe ji gund hêk anîn dan beqal. Lê tu ji beqal hêkên zîraetê distînî!” Mêrikî got “Weylê, hêkên me buha ne, hêkên zîraetê erzan in!

Devê min vekirî ma. Mêrik hêkên organîk difiroşe, hêkên zîraetê distîne dibe dide zarokên xwe.

Bu haber toplam 89 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.