Saeta Min!
Yayınlanma:
Güncelleme:
Roşan Lezgîn
Zeman ji sala 1988 rojek
Saeta li destê min tam nehê êvarê nîşan dide
Bi qasî kevokek bêguneh im ez
Serê xwe bêxem datînim ser axa nermik
Û dikevim xewa ku dê sibeha wê tune be
Ne li mala xwe me ez; ne li Germiyan
Ne li welatê xwe me ez; li Kurdistan
Li Semawe me, li çolistana ereban
Ey însanîyet!
Saeta min dê heta bi heta Enfal nîşan bide
Hûn jî razên bêxem heta bi heta!...
Diyarbekir, 24.07.2019
Bu haber toplam 4751 defa okunmuştur
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.