Ez Êdî Gotarên Beşîkçî Wernagerînim Kurmancî

Ez Êdî Gotarên Beşîkçî Wernagerînim Kurmancî
[Gotar]
Ez ji vê saetê bi şûn de enerjîya xwe ji bo lehçeyên din ên kurdî xerc bikim, ev dibe webaleka mezin.

Ez Êdî Gotarên Beşîkçî Wernagerînim Kurmancî

Roşan Lezgîn

Min bi daxwaza xwe, bi îradeya xwe ya azad dest bi wergerandina gotarên mamosta Îsmaîl Beşîkçî kiribû. Niha, dîsa, ez bi daxwaza xwe, bi îradeya xwe ya azad dev ji wergerandina gotarên mamosta Îsmaîl Beşîkçî bo kurdîya kurmancî berdidim.

Besikci1.jpg

Cara pêşî min li roja 16 sibat 2006 wergera ji tirkî bo kurmancî ya ji Beşîkçî li malpera Peyama Azadî dabû weşandin. Hevpeyvîneka dirêj ya ku ji du beşan pêk dihat bû. Birêz Dara Cibranî bi Îsmaîl Beşîkçî re kiribû. Wergera herî dawîn ku min ji Beşîkçî kir, îro (21 tebax 2009) çend saet berê, min da weşandin. Yanî sê sal û nîv min bi awayekî rêkûpêk gotarên Beşîkçî bo kurdîya kurmancî wergerandin. Dibe ku hinek wergerên winda jî hebin lê yên ku niha tesbîtkirî li ber destê min in, tam 81 heb in. Ji vana 2 heb jê min bo kurdîya zazakî jî wergerandin. Her wergerandinek, di zikê hev de ji sibehê heta bi êvarê, 3 rojên min girtine. (83 X 3 = 249 roj) Ji van wergeran 39 gotar wekî pirtûk ji Weşanxaneya Pêrî çap bûn. Ger weşanxaneyek bixwaze, ez dişêm 41 heb gotarên li ber destê xwe careka din redakte bikim û bidimê.

Dema ku min dest bi wergerandina gotarên Beşîkçî kir, hinek sedemên min ên grîng hebûn. Ya pêşî, helbet her kes dizane ku Îsmaîl Beşîkçî di dereceyeka gelek bilind de dostekî kurdan ê gelek ji dil e; hema bibêjin ku seranserê jîyana xwe bi hemî hêz û enerjîya xwe hewl daye xwe ku neteweya kurd ji bindestîyê rizgar bibe û li ser erdê xwe bibe desthilatdar. Di vê çarçeweyê de berdewam neteweya xwe ya desthilatdar a neheq rexne kiriye. Ji ber vê helwêsta xwe ya însanî zêdetirî 17 salan di zindanên neteweya xwe de razaye. Lê tu car li hemberî neheqîyê serê xwe neçemandîye, paş de gav neavêtîye. Lê ji alîyê din ve, fikrên Beşîkçî, esas li ser bingeha rastîyê ji bo kurdan hertim rêber in, rê bi nîşanî kurdan didin… Ji ber ku kurdên parçeyên din ên Kurdistanê û kurdên Qafqasyayê bi tirkî nizanin, lewre min xwest bi rêya wergerê ez fikr û nêrînên Beşîkçî bigihînim wan. Ev sedema bingehîn ya wergerê bû.

Sedemeka gelek grîng jî ev bû ku, wê demê, heta ku ji berîya wê de, ji ber tesbîtên rast, ji ber ku Beşîkçî rexneyên rast û mafdar li helwêstên rizandî dikir, lewre rêxistinek ku li ser navê  kurdan tevdigere, wê demê dixwest dengê Beşîkçî bibire, ew xistibû muhasereyê. Wijdanê min tehemulê viya nekir. Min xwest ez bi wergerandinê nîşan bidim ku helwêsta kurdan ya rastîn ne ew e. Herwisa, ez wê muhasere û ambargoya ku li ser navê neteweya kurd dibû rûreşîyek, birizînim.

Di van çend salên dawîn de gelek tişt guherîn. Lê ji bo ku meriv xebat an helwêstekê rast û baş têbigihê, divê meriv rewş û atmosfera wê dema ku ew helwêst yan xebat têde çêbûye baş bizane, hîn dê bikanibe fêm bike.

Çawa ku min got, êdî ez ê wergerên bo kurdîya kurmancî nekim. Ji bo vê biryarê jî çend sedemên min ên orîjînal hene. Sedemê bingehîn ev e ku, bi sedan, dibe ku bi hezaran kadroyên kurdên kurmanc yên têgihîştî, yên ku nivîsandinê ji xwe re kirine kar hene. Li hemberî viya, kadroyên têgihîştî yên kurdên zaza gelek kêm in, bi qasî pêçîyên destekî ne. Helbet em hemî kurd in, di xebatên neteweyî de tu cihêtîyek di nav me de tune ye. Lê di rewşa îroyîn de ger kurdekî zaza di şûna ku enerjîya xwe ji bo lehçeya xwe xerc bike, rabe ji bo kurmancî xizmetê bike, li ser hesabê zazakî dê ev bibe neheqîyeka gelek mezin. Min bi xwe lehçeya xwe, yanî kurdîya zazakî piştguh nekirîye. Nivîsên min ên sereta bi kurdîya zazakî ne. Min bi kurdîya zazakî dest bi nivîsînê kirîye (adar, 1996).

Digel ku rewşa min a kesane ne rewşeka musaît e lê cardin ji sala 2002 û heta bi îro min 6 pirtûk bi lehçeya zazakî dane weşandin. Ev her 6 pirtûk telîf in, yanî berhemên min bi xwe ne. Dîsa, heta îro min 5 pirtûk jî bi kurdîya kurmancî dane weşandin. Ev her 5 pirtûk werger in. Lêbelê êdî ez ê wergerên xwe jî bi kurdîya zazakî bikim.

Sedemekî min ê girîng ku ez ê êdî bo kurmancî wernegerînim jî, wext e. Ji mêj de ye ez xeyal dikim ku li ser tora Înternetê xebateka zazakî bimeşînim. Axir roja 20 tebax 2009 malpera Zazakî.NET (www.zazaki.net) dest bi weşanê kir. Hemî kar û barê rêvebirina vê malperê li ser milê min e. Ji bo rêvebirina malpereka wisa dewlemend enerjî û wext divê. Ger ez rabim wekî berê wergeran bo kurmancî bikim dê malper gelek lawaz bimeşe.

Ji alîyê din, bi rastî jî ev ne helwêsteka exlaqî û rast e ku meriv lehçeyeka kurdî ya li ber nemanê, lehçeya xwe ya eslî ku li ber windabûnê ye piştguh bike û rabe enerjîya xwe ji bo lehçeyek ku nîsbeten halê wê xweş e, pêşîya wê vekirî ye û bi hezaran kadroyên wê hene, xerc bike. Wekî tê zanîn, bi sedan kurd hene, zimanê kurdî (zazakî, kurmancî), zimanê neteweya xwe ya bindest, zimanê bav û kalên xwe piştguh dikin, tune dihesêbin û xizmeta zimanê tirkî dikin. Rewşa kurdên zaza yên ku lehçeya xwe piştguh dikin û xizmeta lehçeya kurmancî dikin, tam beranberî viya nebe jî, li gorî qenaeta min nêzîkî wê ye. Ji vê çendê em herkes ji lehçeya xwe re xizmetê bikin dê rastir be. Wekî mînak, ji rêvebirên malpera NETKURDê kek Şefîq ku ji Aylînê Unekê wergeran dike, (ez bi xwe tênagihêm çi xêreka vê jinê yan gotinên wê digihê kurdan!) bila gotarên mamosta Beşîkçî ku ji bo kurdan ewçend girîng û sûdewar in, wergerîne û quncika mamosta Beşîkçî ya li NETKURDê vala nehêle. Yan jî, gelek kurmanc hene, vir de wê de ji gelek kesan wergerên bêfayde dikin, yek ji wan, wergerandina ji Beşîkçî ji cihê ku ez dihêlim bila ew dewam bike. Li gorî min ya rast ev e. Bêyî ku tu kes rexneyekê li min bike, yan min hişyar bike, ger ez ji vê saetê bi şûn de enerjîya xwe ji bo lehçeyên din ên kurdî xerc bikim, hingê ez ê webaleka giran, webala windabûna yek ji kevintirîn lehçeya kurdî, kurdîya zazakî bigrim stûyê xwe. Ev barekî giran e.

Rosan.jpg

Di prosesa wergerandina gotarên mamosta Îsmaîl Beşîkçî de ez gelek tişt fêr bûm. Ji vê çendê ez minetkarê wî me. Di prosesa wergerandinan de gelek tecrubeyên min çêbûn. Ji parçeyên din ên Kurdistanê, ji Ewropayê kesên ku qedrê vê xebatê têgihîştin, kêfxweşî û sipasîyên xwe ji min re şandin. Ez ê ji vir û şûn de jî hertim gotarên Beşîkçî bixwînim, li malpera Zazaki.NET li beşa tirkî biweşînim. Carînan ez ê bo kurdîya kirmanckî wergerînim. Çunkî wergerandina gotarên Beşîkçî ji bo min şeref e, serbilindî ye. Gotinên Beşîkçî asoya meriv fireh dikin, hişê meriv zelal dikin, pêşîya meriv rohnî dikin.

Diyarbekir 21.08.2009

Besikci2.jpg

Bu haber toplam 9205 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum