zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
30 Çele 2017 Dişeme 13:31

Zimanê me bi peyvên biyanî zengîn e!

Husein Muhamed

Vê dawiyê, bi taybetî jî piştî derketina ferhenga min ya etîmolojiyê ya bi navê Rehnas, hin xanim û camêr carinan peyaman ji min re dişînin û daxwaza rehnasî û etîmolojiya hin peyvan ji min dikin (bi piranî peyvên ku min etîmolojiya wan di Rehnasê de nenivîsîbe ji ber ku yên ku min etîmolojiya wan nivîsîbe, ji xwe ji wê derê lê dinêrin).

Hinek kes dixwazin rastiyê bizanin û ji wan re ya giring zanîna reh û rîşên filan peyvê ne (em ji van kesan re li vê derê bibêjin "koma yekem"). Hinek jî hewl didin bi pirsîna ji min piştgiran bo idiayên xwe yên "filan peyv bi eslê xwe kurdî ye" wergirin (em van jî bi "koma duyem" bi nav bikin).

Helbet gelek caran bersiv li ba min nîne lê hewl didim lê bigerim û vekolim. Dîsa jî gelek caran nikarim bersivê peyda bikim.

Danûstandin li gel rastîxwazan

Gava ku bersivekê bidim pirskerên ji "koma yekem", dibe ku qîma wan bi bersiva min were û pê razî bibin. Hin caran ew ji nêrîna min ya li ser meseleyê bawer nakin û bi zelalî jî vê di bersivên xwe de ji min re dibêjin. Hingê gelek caran ez jî li nêrîna xwe vedigerim û gelek caran em bi hev re digihin encamekê ku ne qenaeta pirskerê/î û ne jî texmîna min ya pêşî bû lê di encamê de em herdu jî dibînin ku em gihiştine bersivekê ku em jê razî bibin. Yan jî em herdu itiraf dikin ku me ti bersiveke qaîlker peyda nekiriye.

Pirs dikare hêsan an jî zehmet be. Lê danûstandin li gel pirskerên ji "koma yekem" hem xweş e, hem bêyî dilman (xeyidîn, silbûn, tûrebûn) û dilhêlan (dilhiştin, xeyidandin, silkirin, tûrekirin) û hem jî hînker/elimîner e anku em hem pirsker û hem jî ez ji vê danûstandinê hînî tiştên nû dibin. Eger em ti tiştekî nû hîn nebin jî, dîsa em wê hîn dibin ka em çi nizanin.

Danûstandin bi petîperistan re

Berevajî pirskerên "koma yekem", bersivên min mixabin gelek caran dilê pirskerên "koma duyem" dihêlin anku wan dixeyidînin, sil dikin tevî ku bi rastî jî ti armanca min bo xeyidandina wan nebûye.

Pirsgirêk û kêşeya min li gel van pirskerên "koma duyem" ew e ku ew ji dil napirsin daku rastiyê bizanin. Ji xwe ew bersiva her tiştî "dizanin". Ew "dizanin" ku filan peyv illeh bi eslê xwe "kurdiya resen" e. Armanca "pirs"a wan tenê peydakirina hogir û piştgiran e bo nêrîna wan.

Ya giring ji wan re ne rastî ye lê piştgirî û hogirî ye. Ku tu îro ji wan re bibêjî filan peyv bi eslê xwe kurdî ye (rast be jî yan na), ew dê binê sol û pêlava te maç bikin. Ku tu sibê jê re bibêjî ku filan peyveke din bi eslê xwe ji erebî yan tirkî ye (100 % rast be jî), ew dê tif bikin rûyê te. Dusibê jî ew dê dîsa vegerin binê pêlava te maç bikin eger piştgiriya wan bikî ku eslê peyvekê kurdî ye (rast be jî yan na).

Kî ji wan ji hêz û taqeta zimanê kurdî bawer in?

Yên ku hewl didin kurdî ji peyvên biyanî "paqij" bikin an jî hewl didin eslê gelek peyvên bi eslê xwe biyanî wek "ew peyveke kurdî ya resen e" nîşan bidin, gelek caran me kesên din wek "alîgirên erebî" yan "alîgirên tirkî" yan jî "nezanên rastî û reseniya zimanê kurdî" bi nav dikin.

Ji wan wisa ye ku em yên din kurdî nizanin an jî em heyranên zimanên biyanî ne loma em dibêjin ku filan peyv ji zimanekî din hatiye zimanê me.

Lê pirsgirêka wan ya mezin ne ew e ku xelkê nezan dihesibînin.

Pirsgirêka wan ew e ku baweriya wan bi xwe bi hêz û taqet û şiyana zimanê kurdî nîne.

Texmîna wan ew e ku hêz û hêjahiya zimanê kurdî di wê de ye ku heta mimkin be em isbat bikin ku hemû peyvên di kurdî de heyî bi eslê xwe kurdî ne.

Lê hêz û hêjahiya ti zimanî ne bi hejmar an rêjeya/nisbeta peyvên bi eslê xwe ji wî zimanî ve girêdayî ye.

Bo nimûne, dibe ku di hin zimanên nav dehl û daristanên asê û himbiz yên li devera Amazonê de hejmara peyvên biyanî pir kêm be û piraniya peyvên wan zimanan bi eslê xwe "xwemalî" bin anku ji wî zimanî bi xwe bin. Herwiha dibe ku di hin zimanên eskîmoyî yên Giravê Grînlandayê de hejmara peyvên biyanî gelek hindik be (yan berî hatina ewropiyan bo wê deverê kêm bûn).

Li aliyekî din, inglîzî yek ji wan e ku herî zêde peyvên bi eslê xwe biyanî tê de hene.[1] Hejmara peyvên bi eslê xwe biyanî di inglîzî de digihe dehan hezaran.

Daku ti kes nebêje ku inglîzî belkî istisna û awarte be, em dikarin gelek zimanên din jî wek nimûne bidin. Bo nimûne, spanî li zêdeyî bîst welatan zimanê serdest e. Lê dîsa jî bi dehan hezaran peyvên bi eslê xwe biyanî di spanî de jî hene.[2]

Gelo ew zimanên amazonî û grînlandî xurt û bihêz in an jî inglîzî û spanî?

Gelo edebiyata bilind ya cîhanî bi inglîzî û spanî yên tijî peyvên biyanî yan jî bi "amazonî" û "grînlandî" yên "resen" tê nivîsîn?

Gelo teknolojiya nû bi amazonî û grînlandî yan jî bi inglîzî û spanî tê sazkirin?

Gelo bi sedan milyonan mirovên biyanî dibezin hînbûna van zimanan?

Gelo bi dehan dewlet bi amazonî û grînlandî yên "resen" yan jî bi inglîzî û spanî yên tijî peyvên biyanî tên birêvebirin?

Bersiva van helbet ji her kesî re zelal e. Inglîzî û spanî bihêz û xurt in tevî ku tijî peyvên bi eslê xwe biyanî ne. Inglîzî li nêzîkî 70 welatan[3] û spanî jî li zêdeyî 20 welatan[4] zimanên resmî ne.

Di rastiyê de hemû zimanên xurt û bihêz bi peyvên bi eslê xwe biyanî dagirtî ne.

Bi ti awayî jî inglîzîziman û spanîziman – û bi taybetî jî pispor û şarezayên van zimanan – derewan nakin û eslê van peyvên biyanî venaşêrin û bikaranîna wan peyvan ji aliyê hevzimanên xwe ve nalet nakin û bi xwe jî ji bikaranîna wan narevin.

Zimanên ku ji aliyê civakên paşvemayî ve tên bikaranîn dikarin belkî qîma xwe bi peyvên sade yên zimanê xwe bînin. Loma mimkin e ku di wan de hejmara peyvên bi eslê xwe biyanî ne mezin be. Sebeb ew e ku bi van zimanan tenê behsa tiştên rojane û sade tê kirin.

Lê zimanên ku di zanist, teknolojî, felsefe, edebiyat û hwd. de bên bikaranîn, zû hewceyî peyvên bi eslê xwe biyanî dibin. Her beşeke zanist, kultûr, dîn û teknîkê li zeman û serdemeke cuda li devereke cuda hatiye afirandin. Bi her yekê ji wan re peyvên li ser wê mijarê jî li dinyayê belav bûne.

Ew zimanên ku behsa tiştên pêşketî bikin, dê illeh peyvên bi eslê xwe biyanî jî di zimanê xwe de bi kar bînin.

Ev bi ti awayî ji ti zimanî re ne fedî û fihêt e, ne eyb û qebahet e. Tam berovajî. Ev wê maneyê dide ku ew ziman jî gihiştiye dereceya wan zimanan ku behsa hemû destkeftiyên mirovahiyê pê tên kirin û para xwe ji hemû ilm û zanîna mirovahiyê wergirtiye.

Kurdî jî hêdî-hêdî daye ser vê rê û êdî berhemên zanistî û teknîkî jî pê tên nivîsîn.

Bihêlin bila ev ziman jî bi peyvên esil-kurdî û bi peyvên esil-biyanî ve jî geş bibe û xurt bibe.

Herçi eslê peyvan e, eger hûn bi xwe nexwazin rastiyê bizanin jî, hemû jiyana xwe nekin qurbanî çêkirina derewan li ser eslê peyvan. Dîrok dê sibê her derewînan aşkere bike.*

____________________________________

*Ev nivîs ji vê çavkanîyê hatiye girtin: https://zimannas.wordpress.com/2017/01/29/zimane-me-bi-peyven-biyani-zengin-e/

[1] Bo hin lîsteyên peyvên bi eslê xwe biyanî di inglîzî de, binêrin bo nimûne: https://en.wikipedia.org/wiki/Lists_of_English_words_by_country_or_language_of_origin

[2] Bo lîsteyekê binêrin vê lînkê û jêr-lîsteyên wê: https://en.wikipedia.org/wiki/Category:Lists_of_Spanish_words_of_foreign_origin

[3] https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_territorial_entities_where_English_is_an_official_language

[4] Binêrin bo nimûne: https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_countries_where_Spanish_is_an_official_language

Na xebere 4059 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.