zazaki.net
13 Kanûne 2017 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Temmuze 2016 Yewşeme 21:19

Zimanê Kurdî û Edebîyata Kurdî

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Tiştê ku edebîyatê xwedî dike ziman e. Tiştê ku edebîyatê dewlemend dike ziman e. Di nav edebîyat û zimanî de têkilîyeka gelek xurt heye. Çi dema ku mesele ziman û edebîyata kurdan be jî dîsa ev wisa ye.

Boyax nebe resim jî nabe. Deng nebe muzîk çênabe. Ev nîşan dide ku keresteyê bingehîn yên muzîkê jî deng e. Meriv dişê bibêje keresteyê bingehîn yê peykerî jî kevir e. Keresteyê bingehîn yê edebîyatê jî ziman e. Çawa ku boyax nebe resim çênabe, deng nebe muzîk çênabe, kevir nebe peyker çênabe, bi vî awayî eger ziman nebe edebîyat jî çênabe, nayê fikirîn. Îro yên ku zimanê tirkî dewlemend kirine, bêhtir ji Sazîya Zimanê Tirkî (TDK) nivîskarên mîna Nazım Hikmet, Orhan Kemal, Yaşar Kemal, Çetin Altan, Vedat Türkali ne. Ji vî layî ve sûdewarîya nivîskarên kurd ên ku bi kurdî dinivîsin bo zimanê kurdan gelek mezin e. Ji vî layî ve, nivîsarên Mehemed Emîn Bozarslanî, yên Mehemed Uzunî, yên Firat Cewerî, yên Malmîsanijî, yên Roşan Lezginî… girîng in.

Kovara Nûdemê di sala 1992 de dest bi weşanê kir. Nûdem li Swêdê çap dibe lê bo her dera ku kurd têde dijîn tê şandin. Deh sal bi awayekî muntezem weşîya. Nûdema ku ji layê Firat Cewerî ve tê birêvebirin, di pêşveçûna fehma zimanê kurdî, edebîyata kurdî û alfabeya kurdî de sûdewarîyên gelek mezin kirin. Xebatên Nûdemê yên wergerandinê jî bûne. Bo xwe kiribû aramnac ku ji edebîyata cîhanê berhemên girîng, nivîsarên girîng wergerîne ser kurdî. Di vê lebatê de, dewamkirina karê wergerandinê de gelek fayde heye. Wergerandina berhemên bingehîn yên ji edebîyata cîhanê di geşepêdana kurdî de dê roleka girîng bilîze. Ev rûdaneka musbet e ku Weşanxaneya Dozê berhema Orhan Pamukî Navê Min Sor e, berhema Cervantesî Don Kîşot li kitêbxaneya kurdî zêde kirine. Ji vî layî ve xebata wergerandina "Ji Edebîyata Cîhanê Sed Berhem" ya Weşanxaneya Lîsê ku li Diyarbekirê ye, hêja ye ku meriv bala xwe bide ser.

Eger nivîskar û mutefekirên mîna Homeros, Îbn Xaldun, Shakespeare, Cervantes, Moliere, Montaigne, Honere de Balzac, Victor Hugo, Goethe, Henrich Heine, Dostoyevsky, Tolstoy, Turgenyev, Gogol, Gançarov, Gustave Flaubert, Stendhal, Charles Dickens, Knut Hamsun, Henrik İbsen, Marcel Proust, Oscar Wilde, Jack London, Ednest Hemingway, Tagore, Willaam Faulkner, John Steinbeck, Şolohov, Gabriel Garcia Marquezî li kurdî bêne wergerandin dê zimanê kurdan dewlemend bikin.

 

Nivîskarên kurd ku bi tirkî dinivîsin

Nivîskarên kurd yên ku bi tirkî dinivîsin gelek in. Gelek girîng e ku ev jî bo kurdî bêne wergerandin. Roman û helbestên nivîskarên mîna Yaşar Kemal, Ehmed Arif, Orhan Kotan, Yılmaz Güney, Hesen Bildirici û Metin Aktaşî divê bo kurdî bêne wergerandin. Hinde helbestên Ehmed Arifî û yên Orhan Kotanî bo kurdî hatine wergerandin. Lê wekî kes ez lê rast nehatime ku ev helbest bi kurdî hatine xwendin. Nedîm Baranî di şahîyên ku li hepisxaneyê çêdibûn de tim helbesta destankî ya Orhan Kotanî ya bi navê "Halkların Kardeşliği Adına" (Li ser navê biratîya gelan) ku di kitêba wî ya bi navê Bakıyorum Dünyaya de hebû dixwend. Lê ez rast lê nehatim ku kesî kurdîya wê xwendibe. Wergerandineka nuh ya Ehmed Arifî çêbû. Meriv dişê bibêje wergerandineka mukemel e. Divê yên Orhan Kotanî jî bêne wergerandin.

Ehmed Arifî (1927–1991) di sêyîne û çarîneyan de hîs û fikrê xwe yê derheqê kurdan de bi xemgînî îfade dikir. Lê di kombûnên ku bo raya giştî vekirî ne de, di medyayê de, xwe ji îfadekirina van tiştan dûr digirt. Min kek Ehmed di salên 1974-75 de, li Anqarayê, li Zafer Pasaji, li dikana kitêbfiroşîyê ya Ümit Fıratî "Bariş Kitabevi" nas kir. Dû re li mekanên cihê bi cihê, di demên cihê bi cihê de em bi hev re man. Wî helbestên xwe ji dil dixwendin. Bi tirkî dixwendin. Carînan kurdekî şikestî, carînan kurdekî şidandî bû. Cem Yayınevi kitêba wî Hasretinden Prangalar Eskittim ji “Rêza Şaîrên Tirkan” diweşand. Kek Ehmedî li hemberî vê nedigot "Ez şaîrekî murd im" û tu nerazîbûnekê nîşan nedida. Derheqê van tiştan de em nediaxifîn.

Orhan Kotan (1944–1998) jî şaîr û mutefekirekî kurd bû ku bi tirkî dinivîsî. Orhan Kotan, bi fikr û hîsên xwe kurdek bû. Di medyayê de, di kombûnên ku ji raya giştî re vekirî ne de tim fikr û hîsên xwe îfade dikirin. Di jîyana Orhan Kotanî de dewra Komal-Rizgarî, Kurdîstan Pressî girîng û serdest in. Berî ku koça dawîn bike, Realîte Press ku 4-5 hejmar derket jî hebû. Ev dewr li gorî dewrên pêşî, averê bûyin e. Lê dewra ku esas jîyana Orhan Kotanî dîyar dike, dewra pêşîn e. Berhemên ku li dû Orhan Kotanî mane, ew tişt in ku ji dewra pêşîn mane. Helbet ev dewra paşîn jî tune nayê hesibandin, meriv neşê bigre biavêje. Lêbelê hest, raman, şeklê jîyanê, helwêst û liberxwedan hîn bêhtir taybetîyên dewra pêşîn in. Di tu kovarek ku li ser şaîrên tirkan lêkolînan dikin de ez lê rast nehatime ku Orhan Kotanî wekî "şaîrê tirk" nîşan daye. Min qet nedîye ku li tu antolojîya şaîrên tirkan cih dane Orhan Kotanî.

Hesen Bildirici derbarê malbata xwe û jîyana xwe ya li Xelatê agahîyan dide. Dema ke ji kurdan keçek wekî bûk diçe malaka tirkan, hêja ye ku meriv bala xwe bide ser, lê bikole ku ev proses çawa pêş ve diçe. Di vê mijarê de divê em bala xwe bidin ser rewşa komelayetî ya bûkê. Eger ji maleka hejar ya kurdekî keçek bibe bûka maleka tirkan, ev rewşa hanê bandoreka lezgîn li ser prosesa asîmîlebûyîna bûkê dike. Gelek nadir e ku ji maleka kurd ku li dora xwe xwedîyê nufûzê ye yan ji eşîreka kurd keçek bibe bûka maleka tirk ya hejar. Alîyê jinê, eger bi xal û xaltîyan hêzdar be, belavbûyî be, asîmîlasyon berevajîya wê çêdibe.

Eger ji maleka tirk ya mezin yan ji maleka tirkman ya mezin keçek bibe bûka maleka kurd ya mezin, em bibêjin ku bibe bûka eşîreka kurdan ku li derûdora xwe hêzdar e, hingê ev jî dê bo asîmîlekirina kurdan rê veke. Malbat ji bo ku bi bûka xwe ya tirk yan jî tirkman re peywendî dayne, pê re dîyalog bike, yanî ji bo ku zimanê wê fêr bibe dikeve nav hewldaneka mezin. Gelek nadir e ku ji maleka tirk a mezin yan ji eşîreka tirkman ya mezin keçek bibe bûka maleka kurd ya hejar. Dibe ku sedemên cihê bi cihê yên vê yekê hebin. Di vê rewşê de asîmîlasyon berevajîya wê çêdibe.

Eger diya Hesen Bildirici di temeneka ciwan de, dema ku Hesen mindal bû nemira dibe ku Hesenî ji diya xwe, ji mala xalanên xwe, ji xaltîyên tiştekî bigirta. Hesen bêhtir ji alîyê diya xwe behsa alîyê bavanên xwe dike, behsa ap û metên xwe dike.

Mîna ku mamosta Kadir Cangızbay amaje pê dike, mîna ku mamosta Mithat sancar jî îşaret dike, zimanê dayîkê zimanekî wisa ye ku meriv bêyî ku bizane, bêyî ku ferq bike, bêyî ku ji bo fêrbûnê bi zanîn hewl bide xwe, bi xwe fêr dibe. Mîna xwerina nanî, mîna vexwarina avê. Du serçaweyên girîng yên vê hene. Malbat, têkilîya dê-zarok û kuçeyê, di kuçeyê de têkilîya zarok bi hevalên xwe re...(1) Divê meriv li ser bisekine ku li Xelatê nufûsa taxan çawa belav bûye.

Nivîskarên kurd yên ku bi tirkî dinivîsin di pêşveçûna kultura kurdan de, di pêşveçûna kurdolojîyê de xwedîyê cihekî girîng in. Eger ev nivîskar bo kurdî bêne wergerandin eşkera ye ku di edebîyata kurdî de dê pêşveçûneka girîng çêbibe. Eger ji edebîyata cîhanê, ji jîyana ramyarî ya cîhanê berhemên girîng bo kurdî bêne wergerandin, ji bo pêşveçûna kurdî, ji bo dewlemenbûna jîyana ramyarî ya kurdan dê baş be. Ez di vê qenaetê de me ku wergerandina berhemên şaîr û nivîskarên kurd ku bi tirkî dinivîsin dê sûdewarîyeka gelek mezin bo kurdî bikin.

 

Çend Têbinî

Derbarê nivîsara bi sernavê "Li Ser Edebîyata Kurdan" de min ji Roşan Lezgîn û Receb Maraşlı name wergirtin. Di dawîya nivîsarê de min gotibû "Divê kurd bi naznavên xwe yên eşkera binivîsin." Roşan Lezgîn li hemberî vê dîtina min dibêje "Roşan Lezgîn navê min ê kurdî ye. Navê ku dewletê li min kiriye, ez qebûl nakim. Ez navê xwe yê kurdî bikar tînim." Navên mîna Firat Cewerî, Roşan Lezgîn, Berzan Botî, Malmîsanij, Aso Zagrosî, Salih Agir Qoserî, Menîce Brusk li gorî qenaeta min navên naskirî ne. Ev nav, wek ku Roşan Lezgîn jî amaje pê dike navên leqem nînin, navên eslî ne, navên kurdî ne...

Meseleya kurdan meseleyeka gelek mezin e. Çareserkirna wê gelek bi derengî ketiye, ji ber ku dereng maye jî ev mesele zehmet bûye. Di salên 1920î de çareserkirin hêsantir bû. Di salên 1920î de, di dema Cemîyeta Miletan de, wekî Îraq, Urdun, Filîstîn û Lubnanê mandaya (kolonîya) Kurdistanê bihata danîn, meseleyeka wisa heta bi îro nedihat. Di demeka zêdetir ji 85 salan de mesele aloz bûye, li hev ketiye. Hejmara yên ku bûne mudaxilê meseleyê zêdetir bûye. Ev hemî dibin faktorên wisa ku çareserkirina meseleyê zehmet bibe. Wê demê, ev prosesa ku ji salên 1920î dewam dike, yanî dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê divê bi têgehên zanist, sîyaset û dîplomasîyê analîz bibin.

Dema ku min got "Divê kurd bi naznavên xwe ya eşkera binivîsin", hingê min xwestibî ku ez îşaretê meseleyeka teknîkî bikim. Komputur, înternet helbet amûrên gelek kêrhatî ne. Bi lezgînî zêdebûna îmkanên komunîkasyonê nivîskarên kurd zêde kirine. Ev baş e. Lê xetereyeka wisa jî çêdibe. Divê ev jî ji ber bala me dûr nebe. Beşeka nivîskaran nîk-navan bikar tînin û heqaretê li nivîskarên din dikin, wan piçûk dixînin. Eger bi navê xwe yê eşkera binivîsin ez bawer nakim ku wisa bikin. Çi dema ku meriv xwe di bin navên leqem de veşêre dişê her tiştî bibêje. Rexne û xwerexnekirin helbet metodên gelek girîng in, metodên elzem in... Lê heqaretkirin, piçûkxistin, bi zanîn van tiştan kirin, qebûl nabe.

Heta îro me tim behsa wê dikir ku kurd neşên navên kurdî li zarokên xwe bikin, me behsa pîtên qedexe Q, W, X, Ê yên alfabeya kurdî dikir. Niha êdî pirseka wisa jî derdikeve rojevê. Paşnavên mîna Türk, Heptürk, Tümtürk, Türkoğlu, Öztürk, Cantürk, Türkyılmaz, Türkgücü, Türker, Türkeri hîn bêhtir li kurdan kirine. Dîsa nav û paşnavên mîna Kaya, Deniz, Yıldız, Toprak, Demir, Bulut, Işık, Güneş jî li kurdan kirine. Ev mijareka balkêş e, dê û bav hewl didin xwe ku navên kurdî li zarokên xwe daynin lê tu problemeka wan a cidî bi van nav û paşnavên ku dewletê li wan kirine re tune ye.

Selîm Çürükkaya û Aysel Çürükkaya ew mîlîtan in ku di salên 1990î de di nav refên PKKê de mucadele dikirin. Wan têkoşîneka gelek fîdakar û biwefa dida. Lê bi navên ku dewletê li wan kirine re problemeka wan tune bûye. Di PKKê de problemên wisa tune ne... Fikrekî wekî "Ez navê xwe yê kurdî bigirim, bi navê xwe yê kurdî têbikoşim..." tune ye. Selîm Çürükkaya û Aysel Çürükkaya navê keça xwe Soma Ma Dîya danîne. Ev e, esas vegerîna bi ser kurdbûnê ve, vegerîna bi ser eslê xwe ve, vegerîna bi ser nirxên xwe ji vir dest pê dike. Meseleya kurdan meseleyeka gelek mezin e. Her ku meriv derheqê kurdan de hîn bêhtir tişt dizane û fêr dibe, her ku problem di zêhna merivî de cih digrin, meriv wan ferq dike ku derheqê kurdan de çiqas hindik tiştî dizane.

Receb Maraşlı di peyama xwe ya ku bo min şandiye de dibêje "Meriv dişê di dema Usmanîyan de û dû re di dema Komarê de zimanê tirkî mîna zimanê înglîzî, fransizî, spanyolî wekî zimanekî emperyal bi nav bike, kurdên ku bi tirkî dinivîsin divê di vê çarçeweyê de bêne hesibandin û ew jî di nav edebîyata kurdî de hesab bibin." Li hemberî vê nihêrînê meriv dişê îtîrazeka wisa bike: Nimûne, Brîtanyayê li tu kolonîyeka xwe zimanên xwecihî înkar nekirin, berê xwe neda tunekirina wan. Bervajîya wê, ji bo ku wan bi pêş ve bibe enstîtu ava kirin. Wekî mînak, di sala 1858 de li Hindistanê Enstîtuya Sanskrîtî ji layê Brîtanyayê ve hate danîn. Lê li hemberî kurdan, li hemberî kurdî polîtîkaya bingehîn ya Tirkîyê polîtîkaya înkar û tunekirinê ye. Çi dema ku tu bi tirkî binivîsî, tu vê polîtîkayê erê dikî.(*)

9 îlon 2009

______________

(*)Ev nivîsar bi sernavê “Kürt Dili ve Kürt Edebiyatı” li malpera www.zazaki.net weşîyaye.

1. Mithet Sancar, Lisan Bizi Nasıl Böler, Taraf, 03 Eylül 2009, r. 13

Na xebere 1022 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.