zazaki.net
29 Adare 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
10 Teşrîne 2012 Şeme 05:52

ZAZA KURD IN, ZAZAKÎ KURDÎ YE

Yê ku peyva “kurdî” tenê ji bo lehçeya “kurmancî” bikar dihînin û dibêjin “kurdî û zazakî” û van têgehan ji hev cihê bikar dihînin, yan kurdan nas nakin yan jî “dişmenîya kurdan” dikin.

Ger em bînin bîra xwe ji demên dawîn yê dewleta Usmanîyan li sala 1906 kitêbên kurdî hatine qedexekirin hingê dê xuya bibe ku ji sed salan zêdetir e rêvebirîya tirkan bi polîtîkayên zordarîyê kurdî (kurmancî û zazakî) qedexe dike. Bitaybetî li 90 salên dewra komara Tirkîyê ji bo ku kurdan bikin tirk her awa polîtîkayên ku dihên bîra meriv bikar anîne. Lêbelê li van salên dawîyê, di netîceya têkoşîna ku kurdan wekî netewe dane de dewleta tirkan mecbur ma ku vê polîtîkaya xwe piçekî nerm bike. Wekî mînak, bê ku behsa navê “kurdî” bike li jêr sernavê “weşana pirzimanî” de roja 01.01.2009 de kanala televîzyonê TRT6 vekir ku bi zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî weşanê dike. Paşê li jêr sernavê “zimanên ku li Tirkîyê dijîn” di serî de li Unîversîteya Artuklu ya Mêrdînê, rê hat vekirin ku li hinek unîversîteyan enstîtuyên kurdî vebin.

Akademîsyenên beşê Kurdolojî yên Unîversîteya Artukluyê di çarçewaya van gavên lawaz de programa lîsansa bilind û programa lîsansa çar salan ya bi kurdî dan destpêkirin. Îsal jî gaveka din hate avêtin ku ger li dibistanan sinifek bihê pêkanîn, dê ji sinifa pêncan dest pêbibe li jêr sernavê “dersa hilbijartî” kurdî bihê fêrkirin. Di teorîyê de herwekî ku ev program dimeşe xuya dike lê di partîkê de tenê du kitêbên dersê yên bi navê “KURDÎ 5 Kurmancî” û “KURDÎ 5 Zazakî” ku ji layê akademsîyenên Unîversîteya Artukluyê hatine amadekin ji çapê re amade ne.

Ev kitêbên dersa fêrbûna kurdî ku di netîceya van gavên lawaz de amade bûnê û li malpera Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyê weşîyane, ji layê cîgirê rektorê Unîversîteya Artukluyê û mudirê Enstîtuya Zimanên ku li Tirkîyê Dijîn Prof. Qedrî Yildirim, ji eynî unîversîteyê mamosta Dr. Abdurahman Adak û Dr. Xeyrulah Acar, herwisa, ji dersdarên unîversîteya navborî Zulkuf Ergun, Îbrahîm Bîngol û Remezan Pertew, yanî ji layê desteyeka akademîsyenan ku ji 6 kesan pêk tê hatine amadekirin. Akademîsyenên ku ev kitêb amade kirine, hem di prosesa jîyana xwe ya akademîk de hem jî gelek ji mêj ve hertim di nav xebatên kurdî (kurmancû û zazakî) de bûne. Gelek ji wan çend kitêbên kurdî (kurmancî û zazakî) weşandine. Wekî nimûne, kitêba bi navê “Edebîyatê Kirmanckî ra Nimûneyî” ku 700 rûpel e, dîsa kitêba bi navê “Gramera Kurmancî” ku 450 rûpel e, yên kurdolog Prof. Qedrî Yildirimî îsal ji nav weşanên Unîversîteya Artukluyê weşîyane.

Ev kitêbên ku ji bo dersa hilbijartî ya kurdî ku hîn di pratîkê de hîç nehatiye tetbîqkirin amade bûne, hem ji layê bikaranîna zimanî ve hem jî ji layê naveroka xwe ve berhemên xebateka birêkûpêk û hêja ne, xebateka wisa ye ku divê bihê teqdîrkirin. Ji vê çendê em sipasîyên xwe pêşkêşî amadekarên van kitêban dikin.

Lêbelê piştî ku kitêb li malpera wezareta perwerdeyê weşîyan, kes yan jî derdorên ku xwedîyê pêşqebuleka sîyasî/îdeolojîk in, derheqê kitêbên ku amade bûne de dest bi rexneyên negatîf kirin. Ji vana, Huseyîn Aygunê ku pîşeya wî avûkatî ye û niha parlamenter e, di mulaqata ku li nusxaya roja 22.10.2012 ya rojnameya Radikalê weşîyaye de derheqê van kitêban de û derheqê hinde tiştên din de îdîayên bêbingeh derdixe pêş. (1)

Helsengandinên Huseyîn Aygunî ji zanistê, ji zanistîya zimannasîyê û bitaybetî jî ji zanînê dûr in. Wekî nimûne, digel ku kitêb ji layê desteyeka ji 6 kesan pêk dihê hatiye amadekirin, lê Huseyîn Aygun “karîyera akademîk ya çar nivîskarên ku kitêban amade kirine meraq dik”e. Birastî Huseyîn Aygun bi zanebûn propaganda dike yan jî vegotineka manîpulatîf bikar tîne ku akademîsyenan piçuk bike/piçuk bixîne, dixwaze bibêje ew “bêkarîyer” in. Huseyîn Aygunê ku wisa ji perdeya bilind qise dike, gelo di warê ziamnasîyê de karîyera wî çi ye?

Huseyîn Aygun di mijara tarîfa “kurdî” de jî li dijî rastîya neteweya kurd û Kurdîstanê helwêst digre û dibêje “Di warê zimannasîyê de kurdî û zazakî zimanên ji hev cihê û musteqîl in.” Lêbelê li gorî xwezaya xwe tarîf yan jî tespîteka wisa di warê “zanist”e de nîye. Di warê zimannasîyê de têgeheka wekî “zimanê serbixwe” nîye. Têgehên wekî “famîlyayên zimanan”, “ziman”, “zarava”, “şîwe” û “devok” ku di warê kategorîzekirina zimanan de têne bikaranîn, ne ew têgeh in ku sînorên wan bi awayekî qetî hatibin dîyarkirin. Digel ku hinek zimannasan li gorî zanîna xwe hinek tarîf kirine jî li meydanê ye ku tu yek ya din nagire. Lêbelê helbet netewe hene, zimanê ku netewe pê qise dikin hene, zarava, şîwe û devok jî hene. Edebîyat û kultura neteweyan jî heye.

Ji ber ku ji hev “têgihiştin” yan “tênegihiştin” jî rewşeka subjektîf e, lewre di kategorîzekirina zimanan de ev jî nabin krîter. Car heye xelqê du gundên cîranê hev ku eynî zimanî heta ku eynî zarava yan jî şîweyî/devokî qise dikin jî di warê ji hev têgihiştinê de zehmetîyê dikêşin, ji hev tênegihên.

Huseyîn Aygun di mulaqata xwe de dibêje “Xelqê Dêrsimê elewî û zaza ne.” Ev tarîf jî rast nîye. Bêguman nufusa xelqê Dêrsimê yê xwecihî bi giranîya xwe ew kurd in ku zaravaya kirmanckî (zazakî) û kurmancî qise dikin. Tu kesek ku li Dêrsimê zaravaya kirmanckî qise dike bo xwe nabêje ez zaza me. Bêhtir tirkan ji yên ku vê zaravayê qise dikin re gotine “zaza”. Wekî nimûne, Mistefa Kemal di telgrafa ku roja 21.08.1919 de şandiye û têde behsa Sêwas û Erzinganê dike de dibêje “Kurdên ku ji wan re dibêjin zaza.(2)

Dîsa Zîya Gökalp dibêje “… Ger em werin ser zazayan: Ev ji xwe re -bi kesreya kafê erebkî- dibêjin ‘kird’ ji bo kurmancan jî navê ‘kirdas” bi kar tînin. Lê tirkan navê ‘kurd’ texsîsê kurmancan kirine.(3) Zîya Gökalp kurdan li ser pênc grûbên civakî parve dike û dibêje: “Min wextekê di netîceya tetkîka eserên wan yên edebî de kurd li ser pênc tayfeyan tesnîf kiribûn. Kurd ev in: ‘kurmanc, zaza, soran, gûran, lur.’” (4)

Herwisa Ewlîya Çelebî di Seyahetnameya xwe de dibêje “Ekrad-î zaza”. Wekî nimûne, dema ku behsa herêma Çewlîgê dike, di nav gelek eşîrên kurdan de navê “zaza” jî dihejmêre. (5)

Ji nivîskarên xelqê Dêrsimê Mistefa Duzgun derheqê kurdên Dêrsimê de wisa dibêje: “Xelqê Dêrsimê ji layê nesebê (nîjad) ji xwe re dibêjin ‘kirmanc’. Navekî din bikar naynîn. Em bibêjin ku yekî bîyanî yan jî yekî ku dêrsimî nîye, bi xelitandina zimanî ji yekî dêrsimî re bibêje ‘zaza’, dêrsimî dê ji viya hêrs bibe, dê bibêje “Nexêr, ez ne zaza me, ez kirmanc im.’ Tiştê rast ev e ku kirmancên Dêrsimê tu car ji xwe re nabêjin “em zaza ne”…

… Dîsa xelqê Dêrsimê xaka bav û kalên xwe welatê kirmancan wekî ‘Kirmancîye’ bi nav dike. Lêbelê bi tirkî yan jî bi zimanekî din yê bîyanî dema ku behsa welatê xwe bikin dibêjin ‘Kurdistan’. Wekî nimûne, Alîşêr ku yek ji şaîr, zana û qehremanên Dêrsimê ye li ‘Strana Dêrsimê’ peyva ‘Kurdistan’ê bi kar dihîne. Dîsa kirmancên Dêrsimê ji bo azadîya Kurdistanê di hemî telgiraf û erzuhalên ku bo dewleta tirkan û bo dewletên Ewropayê hinartine de navê welatê xwe wekî ‘Kurdistan’ nivîsandine. Li Dêrsimê di navbera peyvên ‘Kirmancîye’ û ‘Kurdistan’ê de hîç cîyawazîyek nîye… Dîsa li Dêrsimê navê welatî yan jî peyvên ‘Kirmancîye’ û ‘Kurdistan’ê ne tenê ji bo Dêrsimê, te divê ‘kirmanc’, te divê ‘zaza’, te divê ‘kur’ yan jî ‘kurd’ be, wekî navê welatê hemî neteweya kurd bi kar dihînin.(6)

Li gorî Zulfî Selcanî jî “Kirmancîyê, di wateya kurdbûnê de ye.(7)

Huseyîn Aygun di mulaqata xwe de navên wekî Azad, Ronî, Sînem û Delalê ne wekî “navên kurdan” lê wekî “navên herêmî” tarîf dike û îtîraz lê dike ku “Di beşê demsalan de çima navê ‘Asma payiza werti’ nehatiye bikaranîn.” Paşê jî li gorî xwe îdîayeka din dike dibêje “Zazakîyê Çewlîgê bingeh hatiye girtin.” Û dewam dike dibêje “hinde deng” û “hinde peyvên” ku di zazakî de hene çima di kitêban de cih negirtine. Dibêje “Mesela, 1 tenê ‘yew’ nîye, eynî demê de ‘Zü’ ye.” Û dibêje “Ma ev ne dewlemendîya zazakî ye?

Niha em jî peyva “werti” ku Huseyîn Aygunî bikar anîye ji ber ku eslê xwe peyva “orta” ya tirkî ye ku li gundê wî deforme bûye, lewre em dibêjin tu peywendîya vê peyvê bi zazakî re nîye û em jî îtîraz dikin. Herwisa dengê “s” ku di peyva “Asme” de ye, di eslê xwe de dengê “ş” ye û guherîye, wekî mînak, li gundê Huseyîn Aygunî peyva “paşa” wekî “pasa” peyva “her kesî” wekî “her keşî” dihê gotin jî dê îtîraza me lê hebe. Kîjan deng yan jî kîjan form eslî ye, gelo di vî warî de zanîneka parlamenterê CHP Huseyîn Aygunî heye?

Wekî mînak, di wateya “burun” (poz; bêvil) ya tirkî de bi kurdîya zazakî peyvên mîna “kepuge”, “pirnike”, “vinî” û “zincî” ku ji kokên cihê dihên helbet dewlemendîya zimanî ne. Lêbelê wekî mînak, di wateya peyva tirkî “bir” (yek) de peyva “yew” ku bi formên wekî “jew”, “zew”, “yow”, “yo”, “jow”, “jo”, “”, “ju”, “zo”, “”, “zu” ku ji eynî kokê dihên lê li herêmên cihê bi vegotinên cihê deng guherîne û formên cihê-cihê çêbûne, meriv rabe pêşnîyaz bike ku ev hemî bila di kitêbeka dersê de bihên bikaranîn, herhal divê meriv Huseyîn Aygunê parlamenterê partîya kemalîst CHP be!

Rojnamegerê ku vê hevpeyvîna navborî ji bo rojnameya Radikalê amade kiriye, zimanê ku wî bikar anîye jî gelek balkêş e. Rojnameger, Huseyîn Aygunî wekî “Yekî ku heqê zazayan diparêze” dide nasîn. Rojnameger dibêje “kurd û zaza”. Navên “kurd” û “zaza” ji hev cihê bikar dihîne. Ger ev jî qesten nayê kirin hingê ji nezanîyê çêdibe. Çunke “kurdî” tenê zaravaya “kurmancî” nîye. Kurdî çawa ku navê her du zaravayên kurdî zazakî û kurmancîya ku di nav sînorên Tirkîyê de dihêne qisekirin e, ligel vana navê giştî yê zaravayên soranî, hewramî û lurî ye jî.

Weşanxaneyê Vateyî ku li Tirkîyê bi dehan kitêbên “zazakî” weşandine, Grûba Xebate ya Vateyî ku ev serê panzdeh salan e bi hawayekî sîstematîk li ser zazakî dixebite, kovara Vateyî, rojnameya Newepelî ku ev du sal in ji panzdeh rojan carekê weşana xwe dewam dike, kovara Şewçila, bi dehan nivîskar û roşinbîrên zazayan ku her yekî ji wan bi dehan kitêb weşandine, ku ev hemî xwe kurd, zazakî jî wekî zaraveya kurdî dibînin, gelo zazayan kurd û zazakî jî kurdî hesab nekirin berhema kîjan mentiqî ye? Ger mesele zazakî be, gelo hîç ehemîyeteka dîtina van kedkarên zazakî nîye?

Yê ku peyva “kurdî” tenê ji bo lehçeya “kurmancî” bikar dihînin û dibêjin “kurdî û zazakî” û van têgehan ji hev cihê bikar dihînin, yan kurdan nas nakin yan jî “dişmenîya kurdan” dikin. Yên ku nizanin zazakî qise bikin û binivîsin, yên ku ji bo jîyandina zazakî tu hewldaneka piçûk jî nîşan nadin, ev kesên nîyetxirab û xêrnexwaz bi gotina “Zazakî zimanekî serbixwe ye” di eslê xwe de dixwazin nasnameya neteweyî ya kurdên zaza ji rê derxin, jixwe ev gotineka propagandayê ye, tu bingeheka xwe ya rastî û zanistîyê nîye.

Ew tarîfa ku di programa ku di malpera wezareta perwerdeyê de li lînka “http://ttkb.meb.gov.tr/www/ogretim-programlari/icerik/72” bi sernavê “Programa Fêrkirina Dersa Ziman û Lehçeyên ku Dijîn (Kurdî; Sinifa 5.) ya Dibistanên Navendî û Dibistanên Navendî yên Îmamxetîbîyê” ku dibêje “Peyva ‘kurdî’ ku di metna programê de derbas dibe zaravayên kurmancî û zazakî bi hev re îşaret dike.” rast e. Ya rast, ya ku em kurdên zaza jî têde hemî kurd bikar dihînin, herwisa ew tarîfa ku hemî lêkolîneran li seraserê dîrokê tarîf kirîye jî ev e.

Tarîf, ziman û termînolojîya ku di her du kitêbên dersê “KURDÎ 5 Kurmancî” û “KURDÎ 5 Zazakî” ku ji layê akademîsyenên Unîversîteya Artukluyê amade bûne de hatine bikar anîn rast in. Herwisa, zimanê ku hatiye bikaranîn jî “zazakîya Çewlîgê” nîye. Te divê zimanê ku di zaravaya kurmancî de hatiye bikaranîn yan jî zimanê ku di zaravaya zazakî de hatîye bikaranîn ew ziman e ku ber bi standardbûnê ve diçe. Em piştgirîya viya dikin, ji ber vê xebatê em wan pîroz dikin û sipasîyên xwe pêşkêşî wan dikin. Herwisa em teleb dikin ku kurdî, yanî zaravayên kurmancî û zazakî ji kreşê bigire heta bi unîversîteyê wekî zimanê perwerdeyê bihê bikaranîn û zimanê kurdî bibe zimanekî resmî.

YÊN KU WEKÎ DEZGEH ÎMZA KIRINE

KOMELA ZIWAN HUNER Û KULTURÎ (ZIWAN-KOM)

ROJNAMEYA NEWEPELÎ

KOVARA ŞEWÇILA

ZAZAKÎ.NET (www.zazaki.net)

KOVARA VATEYÎ

WEŞAÊN LÎSÊ

KOMEL-KURD

BEROJ (www.beroj.com)

WEŞANÊN DÎWANÊ

KOVARA PEYAMÊ

PEYAMA AZADÎ (www.peyamaazadi.com)

ARGUN (www.argun.org)

KURDISTAN-POST (http://eu.kurdistan-post.eu/)

 

YÊN KU WEKÎ KES ÎMZA KIRINE

Roşan Lezgîn

Bîlal Zîlan

Munzur Çem

J. İhsan Espar

Hesen Çakır

Seîd Aydogmuş

Mehmed Yergin

Seyîdxan Kurij

Deniz Gunduz

Newzat Valêrî

Helîm Yûsif

Yaqob Tilermenî

Îbrahîm Gürbüz

Mehmed S. Kaya

Çetîn Satici

Loqman Polat

Nadîre G. Aldatmaz

Mihemed Jiyan

Dara Cîbran

Zeynel Abîdîn Han

Selman Dilovan

Reşo Zîlan

M. Xalid Sadînî

Mehmet Kaya

Sidqî Zîlan

Omer Demir

Mistefa Gomayij

Osman Tetîk

Paşa Uzun

Îsmaîl Dîndar

Necîp Yeşîl

Îsmet Aydemir

Ehmed Kirkan

Mehmed Tanriverdi

Mehmed Uçkardeş

Maral Aydogan

Adnan Çelîk

Îsmaîl Sihat Kaya

Weysel Hanyildiz

Nûhat Deştî

Dogan Munzuroglu

Azîz Samur

M. Emîn Altun

Îsmet Bor

Hakan Aygul

Hulya Yetîşen

Huseyin Turhallı

Hejarê Şamîl

Fexrîye Adsay

Esad Namdar

Yaşar Karadogan

Mucahit Göker

Mehmed Çelikten

Tekîn Agacik

Mutlu Can

Alî Fuad Doguç

Rifat Sefali

Mehemed Çelikten

Sidîq Gorîcan

Zeki Alîmoglu

Kerem Sevînç

Tahsîn Sever

Kenanê Nado

Emîne Güzel

Kutbedîn Nurlubaş

Xurbet İdik

Mehmet Taş

________________

SERÇAVÎ

 

(1)http://www.radikal.com.tr/Radikal.aspx?aType=RadikalDetayV3&ArticleID=1104949&CategoryID=77

(2) Mustafa Kemal, Nutuk, Cilt: I (1919-1920), Devlet Matbaası, İstanbul, 1934, s. 72

(3) Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosoyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, İstanbul 1992, s. 27

(4) Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosoyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, İstanbul 1992, s. 24

(5) Evliya Çelebi, Seyahatname, Topkapı Sarayı Kütüphanesi Bağdat Kitaplığı, 305 n.yazma, 3. Kitap, vrk. 85-b ve vrk. 88-b

(6) M. Dûzgûn, "Torêy ve Adetê Dersimi", Berhem (kovara lêkolinên cıvaki û çandi), Stockholm, no: 1 (Şubat 1988), s. 37

(7) Zılfi, "Ferhengok Dımılki-Kurmanci-Tırki", Hêvi (kovara çandıya gışti), Paris, no: 1 (İlon 1983), s. 113

Na xebere 4616 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.