zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Êlule 2016 Yewşeme 14:58

ZAROKÊN KU KEVIR AVÊTINE

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ji bo "zarokên ku kevir avêtine" dibêjin, "zarokên mexdûrê terorê" jî. Taybetîyeka girîng a vê bûyerê ev e ku, ev zarok wekî "terorîst" muamele dibînin. Dema ku têne girtin îşkence li wan dibe, têne kelepçekirin, li dadgehên ku mezin têde mehkeme dibin, mehkeme dibin. Li gorî Qanûna Têkoşîna bi Terorê re têne mehkemekirin û dixînin zîndanên ku mezin têde dimînin. Zarokên ku ji xwendegehan hatine girtin û xistine zîndanê jî hene.

Zarok, divê bi awayekî sirûştî muameleyeka sirûştî bibînin. Lê zarokên kurdan wekî "terorîst" muamele dibînin.

"Zarokên ku kevir avêtine" parçyekî piçûk yê meseleya mezin a kurdan e. Nêzîkî sê hezar zarokên ku muameleya "terorîst"îyê dibînin hene. Beşeka wan a gelek mezin zarokên kurdan e. Bi dehan zarok hîn jî di zîndanê de ne ku bi xwestina cezayeka qasî 30 salî tên mehkemekirin. Hinde zarok bi cezaya deh sal zîndanîkirinê hatine mehkûmkirin.

Em cejna 23 Nîsanê ku her sal li Tirkîyê tê pîrozkirin bifikirin. Li rojên berîya 23 nîsanê, ji hefteyek pêş ve, dewlet û hukumet, medyaya tirk ku berdevkê wan e, dest bi propagandayê dikin. Dibêjin "Li dinyaya tekane dewlet, dewleta yekemîn em in ku cejn bo zarokan kiriye dîyarî. Li dinyayê tekane dewleta ku cejna zarokan pîroz dike Komara Tirkîyê ye." Ev propaganda ji layê dewlet û hukumetê ve neh-deh roj wisa bi xurtî dewam dike. Zarokan li meqamên mîna serokomarîyê, serokatîya Meclisa Mezin a Miletê ya Tirkîyê, serwezîrîyê, wezîrî, walîtî û qaymeqamîtîyê didine rûniştandin. Ev tê vê manayê ku "em ji zarokan gelek hez dikin, li dinyayê herî zêde em ji arokan hez dikin." Di çarçeweya vê propagandayê de ji gelek dewletên dinyayê zarok têne Tirkîyê, bi qasî hefteyekê, deh roj bi zarokên tirkan cejnê pîroz dikin.

Lê di eynî rojan de hêzên asayîşê li her derên ku kurd têde dijîn îşkenceyên gelek giran bi zarokên kurdan dikin. Ev proseseka ku wisa ye ku meriv dikare di rojên 23 nîsanê de bi hêsanî van tiştan bibîne. Ev îşkenceyên hanê di 23 nîsana sala 2009 de, wekî nimûne, li bajarên mîna Şemzînan, Culemêrg, Gever, Adena, Mêrsîn, Batman, Wan û Diyarbekirê gelek çêbûn. Li televîzyonan demeka dirêj hat nîşandan ku li Şemzînanê polîsek çawa qolê zarokekî dehsalî badaye û şikandiye. Di roja 21 mijdar 2004 de li qezaya Mêrdînê Qoserê Uğur Kaymazê ku hîn nuh ji xwendegehê vegerîyabû malê, hîn unîformaya wî ya xwendegehê li ser bû, bi bavê xwe Ahmed Kaymazî re li ber derîyê xwe bi guleyên polîsan hate kuştin. Polîsan 12 gule bera Uğur Kaymazê 12 salî dabûn. Divê ev jî bête gotin, di doza wan ku li Eskîşehîrê dihate dîtin de, di netîceyê de polîsan berat kir. Ev jî tê zanîn ku biryara beratê ji layê dadgeha bilind ve jî hatiye tesdîqkirin. Di vê dozê de polîs hîç nehatin girtin jî. Lê derheqê avûkatê malbatê avûkat Tahir Elçî de, ji ber naveroka parastinê doz hatibû vekirin. Ev doz jî bi beratê hatibû encamdan.

Ji kerema xwe bifikirin: Zarokên tirkan ligel zarokên dinyayê ku bi kincên xwe yên neteweyî hatine re kom dibin, li Anqarayê, li Îstanbulê û hwd. cejnê pîroz dikin, lê zarokên kurdan ji bo ku di xwepêşandanan de, di numayîşan de kevir avêtine hêzên asayîşê ku zulmê li gelê kurd dikin, bi îşkenceyên giran re rû bi rû dibin. Derhal dixuye ke di vî fikir û kirinê de nakokîyeka çiqas mezin heye. Îdeolojîya resmî çawa di eynî rojê de ji bo zarokên tirkan cejn û şayîyê organîze dike lê bi zarokên kurdan îşkence dike? Ez dibêjim gelek girîng e ku meriv vî alîyê îdeolojîya resmî têbigihê. Gotinek heye dibêjin "Ewçend cahiltî ancax bi perwerdeyê dibe." Helwêsteka ewçend binakokî, helwêstek ku wijdanê merivan dipelêxe, diavêje, bi hîç hesab dike û bi awayekî sîstematîk dewam dike û dibe wekî sazîyekê, ancax dikare bi perwerdeyekê çêbibe. Ger ev perwerde bête vekolandin dê baş be.

Bi qasî 20-25 sal berê, di rewşeka wisa de îşkence bi kurdan dibû. Zarok li hewşê, li baxçeyê, li ber dîwarê xanî dihatin rêzkirin, 4-5 metre ji wan wê de, li ber çavê zarokan, îşkence bi bavên wan dihat kirin. Ji bo ku zarok negirin, dengê xwe dernexin, ji bo dema ku bigrîn sîle li wan bixîne, yek ji asayîşê jî li ser serê wan disekinî. Di nav dengê nalenala bavê zarokan û girîn û qîrîna zarokan de dest diavêtin porê jinan, kaş dikirin dibirin. Îro êdî îşkence bi zarokên 10-15 salî yên kurdan jî dikin. Ez dixwazim bibêjim "zarok êdî mezin bûn, hatin emrê ku îşkence bi wan bibe." Bêguman ev heye, wisa dibe. Ez dixwazim bibêjim êdî îşkenceyê bi zarokên 10-15 salî jî dikin.

 

Normên Sûc û Cezayê

Bi qasî du sal berê, di roja 7 cotmeh 2007 de, di rojnameya Bolu Expres de, nûserek bi awayê "di şûna leşkerek ku şehîd dibe de divê pênc kesên ji Partîya Civaka Demokratîk bêne kuştin" nivîsarek weşandibû. Li ser vê nivîsarê parlementerê Diyarbekirê û cigîrê serokê grûba Partîya Civaka Demokratîk Selahattin Demirtaşî li Dozgerîya Komarê ya Boluyê gilî kir. Dozgerîya Komarê ya Boluyê piştî lêkolîna ku bi qasî şeş meh dewam kir, derheqê vê gilîyê de biryara neşopandinê da. Dozgerîya Komarê ya Boluyê digot "Di vê îfadeyê de em rastê sûcek nehatin. Divê meriv vê yekê çarçeweya azadîya derbirînê de bibîne."

Partîya Civaka Demokratîk ji bo ku ev biryar bête xirakirin serî li Dadgeha Cezayên Giran a Duzceyê da. Dadgeha Cezayên Giran a Duzceyê jî biryara dozgerîyê tesdîq kir. Dadgeha Cezayên Giran a Duzceyê jî dixwest ev fikir di çarçeweya azadîya derbirînê de bête nirxandin. Biryar êdî bibû qet'î. Li ser vê, Partîya Civaka Demokratîk çû Dadgeha Mafên Merivan a Ewropayê.

Dema ku Partîya Civaka Demokratîk di eleyhê vê biryarê de diçû Dadgeha Mafên Merivan a Ewropayê, wezîrê edaletê Mehmet Alî Şahîn di çerçeweya "di berjewendîya qanûnê de xirakirin" de serî li Dadgeha Bilind da. Dayreya 8. ya Dadgeha Bilind bi biryara ku di roja 23 cotmeh 2009 de, biryara Dadgeha Cezayên Giran a Duzceyê tesdîq kir. Dadgeha Bilind jî gotina "di şûna leşkerek ku şehîd dibe de divê pênc kesên ji Partîya Civaka Demokratîk bêne kuştin" di çarçeweya azadîya derbirînê de nirxandibû. Di vê gotinê de unsûra tawanê nedîtibû.

Dema ku zarokên 10-15 salî ji bo ku kevir avêtine hêzên asayîşê, avêtine panzeran, bi cezayên ji 30 salî zêdetir têne mehkemekirin, bi sedan zarok bi vî awayî têne girtin û zîndanîkirin, lê di gotina "di şûna leşkerek ku şehîd dibe de divê pênc kesên ji Partîya Civaka Demokratîk bêne kuştin" tu tawanek nayê dîtin. Ev yek sewîye û zihnîyeta edaletê, normên tawan û cezayê yên huqûqa tirkan a îro bi awayekî vekirî nîşan dide. Înkarkirina kurdan û kurdî, polîtîkayên îmhakirin û asîmîlasyonê, di vê riyê de bi awayekî aktîf bikaranîna organên hukmî, huqûqa tirkan anîye vê nuqtayê. Ev, tê manaya rizandina normên tawan û cezayê, herwisa rizandina organên hukmî û zihnîyeta edaletê.

 

Kevir Avêtin: Riyêka Beyankiran Îfadeyê

Zarok çima keviran diavêjin? Zarokên ku kevir diavêjin, li gorî Qanûna Têkoşîna bi Terorê re têne girtin, îşkence dibînin, têne tewqîfkirin, li zîndanên ku mezin têde dimînin de têne zîndanîkirin, muameleya terorîstan dibînin, gelo mensûbên kîjan malbatan e? Ev zarokên hanê, hîn zêdetir mensûbên malbatên ku gundên wan, xanîyên wan hatine şewitandin û wêrankirin in. Xanîyên wan, gundên wan, gomên wan, axurên wan, kadînên wan, heywanên wan hatine şewitandin. Merivên wan li ber çavê wan îşkence dîtine, hatine kuştin. Ji bajarên mîna Diyarbekir, Wan, Culemêrg, Gever, Nisêbîn, Qoser, Melazgîr, Tetwan û Bazîdê hatine xwe sipartinê varoşên bajarên mîna Mêrsîn, Adene, Îstanbul, Kocaelî û Bursayê. Dibe ku ji van malbatan hinde kes ji layê hêzên asayîşê ve hatine revandin û kuştin. Dibe ku bav, bira, ap, xal, xwuşk, xaltî û hwd. yên van zarokan hatine girtin, hatine zîndanîkirin. Dibe ku gundê wan, xanîyê wan, goma wan… bi vê panzerê hatiye şewitandin û wêrankirin. Dibe ku ew zarok kevir diavêjin leşker û polîsên ku bapîr yan bavê wan girtine birine, porê diya wan de girtine û di erdê re kaş kirine. Meriv dikara wisa bifikire, ji ber van tiştan kîna hêzên asayîşê ketiye dilê van zarokan. Divê meriv vê hêrsê sirûştî bibîne. Esas beyankirina îfadeyê, azadîya îfadeyê ev e. Kevir avêtina zarokan bo hêzên asayîşê ku îşkence û zulmê temsîl dikin, divê meriv di rewşeka wisa de binirxîne. Divê meriv kevir avêtina zarokan bo hêzên asayîşê û panzeran wekî beyankirina îfadeyê bibîne. Ynaî ev tê manaya "em ji we hez nakin, em we naxwazin."

 

Nelson Mandela

Xelata Atatürkî ya Aştîyê ya Navneteweyî ya sala 1992 dan Nelson Mandelayî. Nelson Mandela serokê ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê) bû. Nelson Mandelayî ev xelat red kir. Got "Li welatê ku kurd di bin çewsandinên giran de bin û mafên sirûştî yên kurdan nayên naskirin aştî çênabe." Di şerê kurdan yê dawîn de yek ji yarmetîyên ku ji bo kurdan bû ev e. Vê redkirinê di sehaya navneteweyî de rejîma sîyasî ya tirkan deşîfre kir. Alîkarî kir ku meseleya kurdan di sehaya navneteweyî de bête têgihiştîn. Sala di pey re ji ber ku di sehaya navneteweyî de kesekî rêzdar nedîtin, hingê rabûn vê xelatê dan Kenan Evrenî. Di salên hîn di pey re jî em dibînin ku dev ji dayîna vê xelatê berdane.

Piştî ku Nelson Mandelayî ev xelat qebûl nekir, hinek nûserên medyaya tirkan nivîsarên ku wî tawanbar dikin, wî tehqîr dikin nivîsandin. Mealen wisa digotin "Lawo postreşik, zencîyê qûntazî, me bo te şeref bexş kir, me tu kir şûna merivan, tu çima vê xelata hêja qebûl nakî lawo…"

 

Ewropa Gelek Deyndarê Kurdan e

Vê carê em bala xwe bidin ser îro. Tirkîye di 23 nîsanan de, propaganda dike dibêje "Li dinyaya tekane dewlet, dewleta yekemîn em in ku cejn bo zarokan kiriye dîyarî." Lê dewlet, hêzên asayîşê, di vê cejnê de jî îşkence li zarokên kurdan, li mlbatên zarokan dike. Ev ne ew rewş e nayê zanîn, hêzên asayîşê îşkence bi zarokên kurdan dikin, bi îşkenceyê wan digrin, tewqîf dikin, wan dikin zîndanên ku mezin têde dimînin. Lê dewletên Konseya Ewropayê, dewletên Yekîtîya Ewropayê bi vê propagandaya Tirkîyê dixapin û zarokên xwe dişînin Tirkîyê. Divê ji ber bala merivî dûr nebe ku di rewşeka wisa de ku îşkence bi zarokên kurdan dibe, dewletên Yekîtîya Ewropayê, dewletên Konseya Ewropayê di şûna ku ji vî layî ve Tirkîyê rexne bikin, bo propagandaya çors a Tirkîyê dibin alet. Ev rewşa hanê etîk nîne. Helwêsteka zişt e. Di demek ku zarokên kurdan îşkence dibin, zarokên we hefteyekê-deh roj bi zarokên tirkan re keyfê dikin. Di vir de rewşek ku dilê we biêşîne tune ye? Divê ji ber ku dewletên Konseya Ewropayê û Yekîtîya Ewropayê dibin aletê vê propagandaya xav a tirkan, ew bêne rexnekirin.

Ev tê zanîn, dewletên ku endamê Yekîtîya Ewropayê ne, di eynî demê de endamên Konseya Ewropayê ne. Ji ber ku bi Tirkîyê re muzakereyên endamtîyê têne kirin, lewre di vê meseleyê de divê zêdetir behsa Yekîtîya Ewropayê bête kirin.

Kêşeya zarokên ku kevir diavêjin kêşeyeka wijdanî ye. Di vê komelgayê de eger zarok muameleya zarokan nabînin, muameleya "terorîstan" dibînin, hingê meriv dikare bibêje wijdan winda bûye. Windabûna mejî telafî dibe lê windabûna wijdanî bi hêsanî telafî nabe. Windabûna wijdanî xirabûnên gelek mezintir bi xwe re tîne. Ev tê dîtin, li Ewropaya ku bi propagandaya xav dixape jî wijdan winda bûye. Lê Ewropa gelek deyndarê kurdan e. Di van şertan de Ewropa dê bi çi rûyî bikare behsa paşeroja zarokan, behsa di rewşeka azad de xwedîkirina zarokan bike?

Dewletên Yekîtîya Ewropayê, dewletên Konseya Ewropyê bi wasitaya hinde dezgeyên xwe xelatan didin nivîskar û hunermendên muhterem û bî vî awayî vê helwêsta xwe ya zişt û firsetkar vedişêrin. Ew nivîskar û hunermendên muhterem jî, van xelatan qebûl dikin û eyba ku dewleta wan li dijî zarokên kurdan bi awayekî sîstematîk dimeşîne vedişêrin, bi vî awayî, ew jî eybeka din dikin.

 

Jinên ku Kevir Diavêjin, Îzmîr

Partîya Civaka Demokratîk di roja 21 mijdar 2009 de li Îzmîrê dimeşîya. Endamên Partîya Civaka Demokratîk dema ku di kolanan re derbas dibûn rastê reaksîyona hinde grûpan hatin. Hinekan kevir avêtin konvoya Partîya Civaka Demokratîk, êrîş kirin. Di nav yên ku kevir avêtin konvoya Partîya Civaka Demokratîk de jin jî hebûn. Polîs hîç mudaxeleyê yên ku kevir diavêtin Partîya Civaka Demokratîk nekir. Polîsan ji xwe re temaşe kir. Ew polîsên ku, zarokên ku kevir diavêjin endamên asayîşê û panzeran bi îşkence digrin û tewqîf dikin, li hemberî yên ku kevir avêtin kurdan hîç tiştekî nekirin. Tenê ji xwe re temaşeyê bûyeran kirin. Ev mijar, ev fehm, êdî bi awayekî vekirî tê dîtin, teqîb dibe. Eger yên ku kevir diavêjin kurd bin, eger zarok bin jî ew dê muameleya "terorîstan" bibînin, divê rastê cezayên gelek giran yên îdarî û cezaî bibin, îcar yên ku kevir diavêjin kurdan, derba vê kevirê derba mirinê be jî, divê serbest bin…

Înkarkirin û îmhakirina kurdan û kurdî û lebatên asîmîlasyonê jîyîna huqûqeka wisa bi xwe re anîye. Ev, meriv dikare vê yekê bi awayê, huqûqeka bo tirkan cihê, bo kurdan cihê binirxîne. Qanûn eynî qanûn e lê tetbîqkirina wê cihê ye. Ev, zihnîyeteka wisa ye ku hîn ji huqûqa kolonîyê jî jêrtir temsîl dike. Çimkî di kolonîyên klasîk de, qanûna welatê metrepol li kolonîyê nayê tetbîqkirin, lê kolonîyê qanûneka cihê tê tetbîqkirin. Bi vê qanûna cihê hebûna kolonîyê bi awayekî eşkera tê qebûlkirin. Îcar li Tirkîyê, eynî qanûn bo tirkan cihê, bo kurdan cihê tê tetbîqkirin. Ji ber ku eynî qanûn tê tetbîqkirin lewma propaganda dikin dibêjin "her kes wekî hev e, cihêtî-ferqîyet nîne, di şîn û şahîyê de em yekpare ne." Tetbîqên cihê di huqûqê de texrîbatên gelek mezin çêdikin. Bi awayekî cihê tetbîqkirina eynî qanûnê bi rewşa kolonî jî nebûna Kurdistanê re ji nêzîk ve têkildar e.

Li jor me hewl da ku dîyar bikin bê hela zarokên kurdan çima kevir diavêjin. Îcar îzmîrî çima kevir diavêjin kurdan? Berîya her tiştî dixwazin dîyar bikin ku ew ji kurdan hez nakin, kurdan naxwazin. Kevir diavêjin kurdan û bi vî awayî dixwazin peyamekê bidin hukumetê. Wisa difikirin ku polîtîkaya "vebûna kurdan" dê qencîyekê bo kurdan bîne, dê kurdan jî bigihîne sewîyeya wan. Vê naxwazin. Dibe ku dilê wan bi kurdên feqîr bişewite lê hîç naxwazin û nafikirin ku ji layê sîyasî ve û bi awayê komelayetî wekî hev bin. Dixwazin peyameka wisa bidin hukumetê.

Ji layê naveroka çalakîyê ve di navbera zarokên kurdan ku kevir diavêjin û îzmîrîyên ku kevir diavêjin de ferqîyetên girîng hene. Îzmîrî dikarin van fikrên xwe bi nivîsandinê, bi xwepêşandanê jî îfade bikin. Lê ji bo zarokên kurdan avêtina keviran çalakîyeka tekane ye ku ew dikarin bikin.

Di pêkhatina dîyardeyeka wisa de bêguman karîgerîya polîtîkaya antî-kurd, helwêsta antî-kurd, propagandaya antî-kurd a dewlet û hukumetê mezin e. Dewlet û hukumet ji zêdetirî 80 salan e, bitaybetî di van 25 salên dawîn de propagandayeka gelek tund û belave ya antî-kurd meşande. Tiştê ku derheqê kurdan û meseleya kurdan de şekil dide helwêsta raya giştî propagandaya antî-kurd a dewlet û hukumetê ye. Reftarîya ku raya giştî ya tirk divê çawa bi kudan re bike, ev polîtîkaya antî-kurd wê dîyar dike. Vê yekê, ji layê sîyasî û komelayetîyê ve tora têkilîyên ku bi awayekî qet'î wekhevîyê naxwaze, kurdan tim di sewîyeya jêr de û bi tirkan ve girêdayî dihêle derxistiye meydanê. Divê em gotinên wezîrê edalatê yê salên 1930î Mahmut Esat Bozkurtî bînin bîra xwe. Li gorî qenaeta min, ji bo tetbîqkirina van gotinan xeyreteka gelek mezin kirine. Wisa difikirin ku polîtîkaya vebûna kurd dê di navbera kurdan û tirkan de wekhevîyekê çêbike. Îzmîrîyan kevir avêtin kurdan û xwestin nîşan bidin ku ew li dijî vê polîtîkayê ne. Ji vî layî ve, divê meriv vê prosesê wekî peyama ku bo hukumetê tê dayîn jî têbigihê. Ji ber van hemî bûyeran divê dewlet û hukumet bi rabirdûyê re rû bi rû bibin. Heta ke ev rûbirûbûn çênebe, mumkin nîne ku polîtîkayên tendurist bêne pêkanîn û birêvebirin.

 

Medyaya Tirkan Îfadeyê Çawa Dinirxand?

Me berê dîyar kiribû ku medyaya tirkan propagandîstîya polîtîkaya antî-kurd a hukumet û dewletê dike, di vê babetê de wekî şûbeyeka Teşkîlata Îstîxbarata Mîlî (MİT) dixebite. Di babeta "zarokên ku kevir avêtine" de jî ev rewş her wisa ye. Eynî ev medyaya tirkan, li Filîstînê, zarokên filîstînî ku kevir diavêjin hêzên asayîşa Îsraîlê û panzerên wan, gelek pesnê van zarok û malbatên wan dide. Ewqas pesnê van zarokan û malbatên wan dide ku ava kanîyan disekine. Dibeje "Eger hisîyata neteweyî di zarokan de jî wisa cî girtiye, divê dewleta Îsraîlê tavilî serxwebûnê bide Filîstînê." Sedemê vê cote-standardîya ku di ramana tirkan de, di medyaya tirkan de, dîsa ev polîtîkaya înkarkirin û îmhakirina kurdan û kurdî ye, polîtîkaya asîmîlasyonê ye. Çawanîyeka wisa ya cote-standardîyê fikirîna azad difetisîne.

01.10.2012

Na xebere 4429 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.