zazaki.net
13 Kanûne 2017 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
02 Adare 2016 Çarşeme 10:27

Zaravayên Kurdî

Nasır Kemaloğlu

Çavkanî: BasNews-Nûçe, Hejmar: 92,

Îstanbul, 29 Sibat-06 Adar 2016, r. 15

 

Ziman di nav sînorê welatekî de pêwist e ku cudayîyek herêmî rava bike. Bi taybetî di qisedanê de cudayîyên herêmî zêdetir tên dîtin û tên karanîn. Di nav zimanan de karanînên cuda hene. Ji wan cudayîyan yek jî zarava ye. Zarava, ji cudayîyên ku di qadeka mezin de tê karanîn re tê gotin. Hebûn û zêdebûna zaravayan dewlemendîya zimanê Kurdî ye. Zaravayên Kurdî meriv dikare wekî li jêr tesnîf bike:

1.Kurmancî (Kurdîya Bakur/Kurdîya Jorîn)

2.Lûrî (Kurdîya Başûr/Kurdîya Jêrîn)

3.Soranî (Kurdîya Navîn/Kurdîya Rojhilatê)

4.Zazakî (Kirdkî/Kirmanckî/Dimilkî)

5.Goranî (Hewramî)

 

1.Kurmancî (Kurdîya Bakur/Kurdîya Jorîn)

Di zimanê Kurdî de zaravaya herî belavbûyî û mezin e. Li ser axeka fireh tê axaftin. Berhemên Kurdî (edebîyat, dîrok, muzîk) zêdetir bi zaravaya Kurmancî hatine nivîsandin û çapkirin. Li nav Kurdên Tirkîyeyê (zêdetir), Sûrîye û Qafqasyayê; li Îraqê û Îranê de tê qisekirin. % 68ê kurdan zaravaya Kurmancî bikar tînin. Devokên Kurmancîyê ev in:

1.1.Kurmancîya Rojava: Kurmancîya alîyê rojavayê Çemê Feratê ye. Ji vê devokê re Berfiratî jî tê gotin. Ji herêma Efrînê dest pê dike heta Meletîyê (Riha, Mereş, Dîlok) tê axaftin.

1.2.Rewendî / Bayezîdî / Serhedî: Kurmancîya Serhedê ji Erîwanê bigire, Qers, Agirî, Wan, Mûş, Erzerom, Erzinganê heta herêma Şikakîyan tê axaftin.

1.3.Şikakî: Cîwarên di navbera gola Urmîyê (Mako, Xoy, Qotir, Dîlman, Saqiz, Serdeşt, Banê û Bokan) Gever, Elbak, Şemizînan û li herêma Navşarê tê qisekirin.

1.4.Sincarî: Li herêma Şêxanê û çîyayê Sincarê tê axaftin.

1.5.Silîvî-Kîkî-Millî: Li Amedê, hinek deverên Mêrdînê, Riha û Xarpêtê tê qisekirin.

1.6.Botî (Bohtanî): Li bakurê Zaxoyê, Şirnex, başûrê Behra Wanê û hinek deverên Bidlîs, Sêrt, Êlih û Mêrdînê.

1.7.Cizîrî: Li Cizîrê û deverên Mêrdînê, Midyad, Nisêbîn, Qamîşlo, Şengal û Amûdê tê qisedan.

1.8.Bahdînî (Bahdînanî): Li Duhokê û hinek deverên başûrê Botanê, Zaxo, Akrê, Zêbar û Amedîye tê qisekirin.

1.9.Hekarî (Şemzînanî-Şemzînî): Wek ji navê wî tê zanîn li Hekarîyê (Nehrî, Oremar, Gever) û li hinek deverên Şirnexê tê qisekirin.

1.10.Torî: Li deverên Kercewsê, Kerboran û Midyadê tê axaftin.

 

2.Lûrî (Kurdîya Başûr/Kurdîya Jêrîn)

Kurdên rojavayê Îranê vê zaravayê qise dikin. Zaravaya Kurdî ya duyemîn e. Kurdên rojavayê Îranê vê zaravayê qise dikin. Ji Melayîr, Qesrî Şirîn û Kirmanşanê bigre heta Kendava Besrayê tê axaftin. Devokên Lûrî evin:

2.1.Kelhûrî (Kirmanşanî): Li Kirmanşanê, hinek deverên Lûristanê, Gûran û Îlamê, li hinek herêmên başûrê Kurdistanê (wek Xaneqîn, Mendelî, Cesan, Kût, Bicar, Qurve, Hersîn) tê axaftin.

2.2.Xaneqînî: Devoka Kelhûrî ya li Xaneqînê tê qisekirin.

2.3.Feylî: Kurdên şiî bi vê devokê qise dikin. Li Îraqê ji aliyê Kurdên Feylî û li herêma Pahlayê, Bexdadê, Bedrê û li Lûristanê tê qisekirin.

2.4.Lekî: Devoka di binê tesîra Farisî de maye, li hinek herêmên başûrê Kurdistanê û li dorhêla Kirmanşanê (li Lekîstan, Lûristan, Îlam û Pahlayê) tê qisekirin.

2.5.Şêxbizeynî: Kurdên li Anatoliya Navîn (bi taybetî li Haymanayê) dijîn qise dikin. Kurdên Şêxbizeynî ji Kirmanşan, Kerkûk, Xaneqîn û Silêmaniyê hatine Anatolîya Navîn. Eşîra Şêxbizeynîyan cî bi cî devokên cuda wek Kerkûkî, Lekî, Lûrî, Kelatî, Xewendî, Jirikî, Kuseyî, Silênî, Çelî ve Palanî qise dikin.

2.6.Sencabî û Babacanî: Ev devok ji alîyê êlên Sencab û Babacanî ve tê qisekirin. Ev êlên hanê di herêmên Hawraman û Gûran de dijîn.

2.7.Bextiyarî: Li başûrê Rohilatê Kurdistanê, li Daran, Mescîdê Silêman, Şehrê Kurd, Çarmihal, navçeya Piştgoyê tê qisekirin.

2.8.Perewendî, Kulgayeyî, Erusî (Gerûsî) û Zengeneyî: Jî devokên Kurdîya Başûr û Kurdîya Jêrîn in. Bi navên herêman û navên eşîran hatine binavkirin. Dever bi dever tên qisekirin.

2.9.Mamasanî: Li hinek deverên başûrê Kurdistanê û Lûristanê tê axaftin.

 

3.Soranî (Kurdîya Navîn/Kurdîya Rojhilatê)

Zaravaya Kurdî ya sêyemîn e. Wekî Kurdîya Navîn û Babanî jî tê binavkirin. Bi vê zaravayê jî gelek berhemên girîng hatine afirandin. Li başûrê Kurdistanê (li herêma Silêmanîye û Kerkûkê) û Îranê tê qisekirin. Bi gelemperî berhemên Soranî bi alfabeya Erebî hatine nivîsandin. Devpkên Soranî ev in:

3.1.Soranî: Xênjî herêma Zêbarê li her deverên Hewlêrê tê qisekirin.

3.2.Silêmanî/Babanî: Li Silêmanîyê, Kerkûkê û hinek deverên Xaneqînê tê qisekirin.

3.3.Mukrî/Mukrîyanî: Li Şino, Nexede, Xane (Piranşar) Sanqele, Banê, Seqiz, Serdeşt û Mahabadê tê qisekirin.

3.4.Sineyî: Li Bicar, Kengewer, Rewanser, Ciwanro, Sine (Senendec) û bakurê Ciwanroyê tê qisekirin.

3.5.Germîyanî: Li başûrê Kurdistanê, li hinek deverên Kerkûkê û li derdora Xaneqînê tê axaftin.

3.6.Erdelanî: li Rojhilata Kurdistanê, li derdorê Sine, Rewanser û Ciwanroyê tê axaftin.

 

4.Zazakî (Kirdkî/Kirmanckî/Dimilkî)

Zaravaya Kurdî ya ku li çend deverên Tirkîyeyê tê qisekirin. Zaravaya hanê, çend bajarok û navçeyên wekî Çewlikê, Dêrsimê, Dîyarbekirê, Elezîzê, Sêwazê, Mûşê, Erziromê, Ezirganê, Rihayê, Semsûrê, Sêrtê, Qeyserî û li Meletîyê tê axaftin. Devokên Zazakî ev in:

4.1.Devoka Dêrsimê: Li Dêrsimê, Ezirganê, Erziromê (hinek gundên Tatos û Xinûsê), Mûş (Gimgimê) û Siwasê bi gelemperî Kurdên Elewî qise dikin.

4.2.Devoka Derveyî Dêrsimê: Çewlîg, Dîyarbekir, Elezîz, Riha û li çend deverên din Kurdên Sunnî qise dikin.

 

5.Goranî (Hewramî)

Li Îranê (herêma Kirmanşanê) û li hinek heremên Başûrê Kurdistanê tê qisekirin. Meriv dikare bibêje di mabeyna Kirmanşanê û Bexdadê (li herêma çîyayî) tê axaftin. Li gorî deng û sazîya bêjeyan nêzikê zaravaya Zazakî ye. Ji ber vê yekê di tesnîfkirina zaravayan de bi gelemperî wek devokek di nav Zaravaya Zazakî de hatiye dabeşkirin. Lêbelê, ji ber ku herêmên tê de tê axaftin dûrê hev in û ji alîyê bêjesazî û dengsazîyê de cudayîyên bingehîn di navbera her du zaravayan de hene divê ji hev cuda bên hesibandin. Devokên Goranî ev in:

5.1.Hewramanîya Textî: Devoka li herêma çîyayê Hewramanê ya alîye Îraqê, bi taybetî li derdorê Helebçeyê (Awa, Biyare, Tewêle) tê qisekirin.

5.2.Hewramanîya Lihonî: Hewramanîya li alîyê Îranê li Paweh, Newsûd, Dizlî, Nodse, Dînewer, Zengene, Siyamensûr û Şêxan tê qisekirin.

5.3.Bacelanî: Bi taybetî li Xaneqîn û Mûsilê, Kamjaran, Şêrwan, Qela, Qeysewend, Maraw û Kemangerê tê axaftin.

5.4.Zengeneyî: Li Zengene û Şebekê tê qisekirin.

5.5.Şebeki: Li derdorê Mûsilê te qisekirin.

5.6.Şêxanî: Berê li deverên Helebçeyê dihat qisekirin.

5.7.Kenduleyî/Kenûleyî (Goranîya Eslî): Devoka ku eşîra Goran qise dike. Xênjî vê devokê di sînorê Îran û Îraqê de (herêma Goran) Gehwareyî, Bêwenîcî, Rejawî, Seyîdî ve Zerdeyî jî tên qisekirin.

5.8.Sarlî: Li bakurê Mûsilê di herêmeke piçûk de tê qisekirin.

Li Kurdistanê li gorî texmînan ji % 68 Kurmancî (Kurdîya Bakur û Kurdîya Jorîn), % 16 Lûrî (Kurdîya Başûr û Kurdîya Jêrîn), % 12 Soranî (Kurdîya Navîn û Kurdîya Rojhilatê) % 4 jî Zazakî û Goranî tê axaftin. Zaravaya ku herî zêde di Kurdistanê de tê qisekirin Kurmancî ye. Wêje û nivîsê de zaravayên Kurmancî û Soranî xurt û geş bûne û pêş ketine.

 

Na xebere 5022 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.