zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
04 Sibate 2019 Dişeme 13:24

"Xwîn nabe av" lê xira dibe!

Celadet Alî Bedirxan

Wextê min hebe, gelekê caran ez bala xwe didim ser weşanên me yên berê, bêhtir jî kovara Hawarê. Pirrê caran, bitaybetî dema ku ez nivîsên Mîr Celadet Bedirxanî dixwînim, ez gelek ji nêzîk ve hîsîyata wî fêm dikim. Mesela, li jêr nivîsek heye. Ez ji hejmara 29. neqil dikim. Xanimekê ji bo Hawarê mektûbek şandiye, pê re jî 10 lîrayên Sûrîyê şandine. Wê demê abonetîya salekê ya kovara Hawarê 500 quruş in. Yanî bi têrî bîst salan jî heqê abonetî şandiye. Tiştê balkêş ev e ku, bavê xanimê ereb, diya wê kurmanc e. Xanim bi hîsîyata merivatîyê xwe nêzî xalanên xwe dike. Mîr Celadet ji vê nêzîkîya xanimê gelek mutehesis dibe, amade ye ku bi her awayî jê re bibe alîkar. Lê gazincên Mîr ji miletî wî hene! Çi heyf ku ew gazinc îro ji wê demê jî zêdetir in...

Mîr Celadet Bedirxan di tarîxa me de, di warê zimannasîyê de, di warê tesbîtkirin û pratîzekirina gramer û îmlayê de, di warê danîna alfabeyê û bingeha edebîyatê de pêşengekî tekane ye. Tu hemtayê wî tune bûye, mimkun nîne ku hebe jî. Xebata wî tam di wextê xwe de ji bo me roleka tarîxî lîstiye. Lê ez dibînim, carînan, hinde zarokên xeşîm ji bo filan yan bêvan kesî navê “Celadet Bedirxanê duyem” bikar tînin û ew kes jî bêyî ku bibêjin “Estexfîrulah, çi hedê min!” bi rastî xwe qure dikin û bêyî ku fedî-heya bikin zimnen xwe hemtayê “Celadet Bedirxan” qebûl dikin. Lêbelê tu kesek esla nikare bibe Celadet Bedirxanê duyem! (Roşan Lezgîn)     

* * *

XWÎN NABE AV

XARZÊKE KURDAN

 

Xanimeke xwende û mamosta dibistanê ji me re gaxezek rêkiriye, digel deh lîreyên sûrî. Kaxiza xanimê bi erebî ye. Me ew wergerande kurdmanciyê. Eve kaxeza xanimê.

Gerînendeyê Hawarê ê giram.

Ez bi kurdmancî nizanim û nikarim bibêjim jî ez kurdmanc im. Ji ber ko bavê min erebe e. Lê ez xwarziya kurdan im; û gelek hejî wan dikim. Belê diya min kurdmanc e.

Diya me ji me re dibêje ko gava bavê wê ji Kurdistanê hati bû Şamê ji kurdmanciyê pê ve bi tu zimanan nizanî bû; ne bi tirkî, ne bi erebî.

Lê îro diya me bi xwe bi kurdmancî nizane. Ji ber ko wê zû mêr kiriye û ji xelkê xwe veqetya û zmanê xwe ji bîr kiriye.

Belê ez gelek hejî kurdan dikim û nemaze kêfa mi ji dirûf û girêdana wan re têt. Carîna ez kurdên Cizîrê, li sûkê dibînim û li şal û şapikê wan heşmetkar dimînim.

Ez ji we hêvî dikim, min jî bêxin nav xwendevanên Hawarê û diyariya min a kiçik qebûl bikin.

Ez Hawarê di çentikê xwe de digerînim û bi kêf û xweşî lê temaşe dikim. Bêl ko ji xelkê bipirsim hînî çend pirsan bûme; mîna “sal, hejmar, sêşemb”. Ji ber ko miqabilê wan ên frensizî li ber e. Tefsîra Quranê jî pirsek hînî min kir “çêlek”. Divêt “sûretê çêlekê” “sûret el beqere” be. Ji ber ku Quran bi vî sûretî dest pê dike.

Dilê min heye di tatîlê de ji xwe re mamostakê peyda bikim û hînî zmanê kurdmancî bibim.

 

HAWAR – Me ji xwarziya xwe a nekurdbav gelek minet e; em spasên xwe ên kûr jê re ber pê dikin. Heke dilê wê heye hînî zmanê kurdmancî bibe, bi her awayî em jê re sekinîne; em dikarin jê re mamoste jî peyda bikin.

Ev ji bo zirxwarziya me. Gelo xwarziyên me ên kurdbav û braziyên me çi dikin? Hînî xwendin û nivîsandina zmanê xwe dibin? Heke hin hene ko hêj dest bi hînbûnê ne kirine; me hêvî hene ko xêreta zirxwarziya me ji wan re tajangeke xurt û derseke kûr e.

_______

Çavkanî: Kovara Hawar, Hejmar 29, Hezîran 1941, r. 11     

 

Na xebere 1891 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.