zazaki.net
16 Nîsane 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
08 Tebaxe 2016 Dişeme 22:20

XIZMETA UMÛMÎ, ASAYÎŞ, DEWLET

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Di hejmara 32. ya kovara KAYY-DERê (Kıği, Karakoçan, Adaklı, Yayladere, Yedisu Derneği) de (zivistan 2004) hevpeyvînek heye ku Mithat Özcanî bi Hesen Dedeyî re kiriye. (r. 31-37) Bi pirsên Mithat Özcanî yên ku asoya merivî vedikin re Hesen Dede derheqê problemên rojane de îzehetên vekirî dike. Di van îzehetan de beşek heye ku meriv dişê wekî felsefeya dewletê û felsefeya sîyasetê jî binirxîne. Bersiva pirsa gelo çima xizmetên umûmî li herêmê bi awayekî karîger çênebûne wisa ye: "… Bi carekê, li hemberî me zihnîyeta dewletekê heye ku ji gelê xwe ditirse, bawerî pê nayne. Dewleta me ji bilî fikrê xwe ji fikrên din hez nake û destûr nade wan. Dixwaze her kes daîma di fikra wê de be. Dibêje 'baş û rastê her tiştî ez dizanim'. Dewleta me di şûna ku hemwelatîyên xwe rehet bike, hez dike ku wan terbîye bike, wan bîne rê. Ji vê çendê qet wê eleqedar nake ku milet di nav huzurê de ye yan nîne. Dewlet dibêje 'bila guhdarîya gotina min bikin, de çi dibe bila bibe'. Lêbelê li welatên medenî, ne ku gotina dewletê xwestina yên ku li dewletê dijîn girîng e." (r. 37)

Hesen Dedeyê ji gundê Delikan yê Geliyê Pêrê dibêje "dewlet di şûna ku hemwelatîyên xwe rehet bike, polîtîkaya ku wan terbîye dike, wan tîne rê tetbîq dike." Wekî nimûne, dibêje, li ser ava Pêrîyê, li ser Çemê Munzurê, li ser Çemê Ava Reş pirdan çênake, ji çêkirina pirdan re dibe asteng û bi vî awayî dixwaze xelqê terbîye bike. Hevpeyvîna ku bi Hesen Dedeyê ji gundê Delikan bi sernavê "Hesen Dedeyê Delikanî: Wekîlên me ne ku dixwazin rojhelatî bin, dixwazin bibin xwedîyê pere û Anqarayî bin" hatiye weşandin. Di vê kovara KAYY-DERê de ku min behsa wê kir, derheqê xizmeta umûmî yan jî pirsgirêka pirdan de nivîsareka Mithat Özcanî ya balkêş heye. Di vê nivîsara bi sernavê "Çîroka Pirdekî yan jî Cografyaya Pirdên Xetere" de behsa bêhuzurîya di navbera fehma xizmeta umûmî û fehma asayîşê dike.(1)

Çemîzênê gundekî li ber ava Pêrê ye. Ji ber ku li ser çemî pirdek tune ye gelê gundê Çemîzênê di çûn û hatina qezaya xwe Depê (Karakoçan) de zehmetî dikşînin. Dema ku ji avê dibihurin pirê caran însan di avê de diçin dixeniqin. Gundîyan serî li qaymeqamî û walîtîyê dane ku li ser ava Pêrîyê pirdek çêbibe. Meqamên resmî ji ber endîşeyên "asayîşê" yan jî endîşeyên "bêewlehîyê" çêkirina pirdê tesdîq nakin, didin zanîn ku ew amade nînin ji bo çêkirina rê mezaxtinekê bikin. Gundî dibêjin ew dê bi îmkanê xwe pirdê çêbikin tenê bila dewlet destûrê bide. Meqamên resmî dîsa ji ber endîşeyên asayîşê destûrê nadin. Dema ku gundî heyetekê pêk tînin û diçin qaymeqamî û walîtîyê hingê bi elemanên teknîkî û brokratan re qomutanê cendermeyan yê herêmê jî li wir amade dibe. Gotina dawîn ya qomutanê cendirmeyan e. Û her carê neyînî ye. Gundî ku bi israr dikevin pey vî karî, hingê qomutanê cendirmeyan dibêje cihê ku em bi xwe nîşan bidin, ancax em dişên ji bo wir destûrê bidin. Lê cihê ku ew dibêje, ji bo çêkirina pirdê qet jî munasib nîne. Hem cihê herî fireh yê ava Pêrî yê hem jî ji bo danîna lingên pirdê zemîna wir bi têra xwe sert nîne. Ev dera çemî di encama herîya erozyonê de cihekî nerm e. Ji bo çêkirina pirdê ji layê zanistîyê ve cihekî munasib nîne. Lê qomutan dibêje ji ber "asayîş"ê ancax ji bo wir destûr tê dayîn, tenê ew dera çemî ji qereqola ku li cihekî bilind çêbûye dixuye, ew dişên wir kontrol bikin. Ev hemî tişt di sala 2003 de rûdidin. Di demekê ku endîşeyên asayîşê qismen hel bûne de… Di salên berê de, di salên 1980yan, 1990an de pirdên êretî yên ji daran jî ji layê dewletê ve têne xirakirin. Pirda Çemîzênê ku em behsa wê dikin, di netîceya hewldanên bi israr yên gundîyan de, bi îmkanên madî û keda gundîyan di dawîya sala 2003 de kete fealîyetê.

Dema ku em behsa pirdê dikin hingê divê em behsa reklama telefonên destan ya Turkcellê jî bikin. Di reklamên ku li televîzyonan têne nîşandan de dibêjin li her dera Tirkîyê TurkcelL digihêje, heta li gundên qezayên Çewlîgê Çêrme û Xorxolê jî telefonê aktîf dikişîne. Jinek bi telefona destan bo xwarinê gazî zarokên xwe yên ku li derve bi gudeberfê dilîzin dike. Ji zarokan navê yekî Selo ye. Li Çewlîgê, zivistanê, dayîkeka kurd bi telefona destan zarokên xwe bo xwarinê vedixîne. Ev dîmeneka wisa ye ku îşaretê komelgeyeka pêşkeftî dike. Lê di fiîlîyatê de, di wî gundê ku ev reklam têde hatiye amadekirn de, sed metre jê wir de, li ser ava Pêrîyê, ev drama ku min bi kurtî behsa wê kir tê jîyîn. Însan ji bo ku derbasî qeraxê wî alîyê avê bibin, gelekê caran di avê de dixeniqin. Mithat Özcan, di wê nivîsara ku li jor me behsa wê kir de amaje bi vê nakokîyê dike. (r. 15) Derheqê eynî mijarê de nivîsareka bi sernavê "Selo çorba içmeye gelemedi! (Selo neşîya were şorbeyê vexwe!)" ya Feyzullah Karaboğayî heye. (hejmar: 32, r.12) Di vê nûçeya ku di roja 18 sibat 2004 de li rojnameya Özgür Gündem weşîyaye de tê gotin ku telefonên destan li vî gundî nakişînin lê şirketa telefonê qet bi van şîkayetan re eleqedar nabe.

Di hejmara 33. ya KAYY-DERê de, dîsa nivîsareka Mithat Özcanî ya bi sernavê "Yöremiz Çingeneleri ya da Aşıkları (Çengî yan jî Aşikên Herêma Me)" heye. Ev nivîsar ya Mithat Özcanî ye. Hevpeyvînek e ku ji Mala Keja bi Emîn Kaçarî re kiriye. Emîn Kaçar bi jiyana koçerîyê debara xwe dike, li derûdor çi diqewime bi hişekî maqul têdigihê, yekî zîrek û roşinfikr e. Emîn Kaçar derheqê jîyana gundan de dibêje "tu bi saetan bigerî rastê însanek yan heywanek nabî." Ev, derheqê şewitandin û wêrankirina gundan de, derheqê malbatên ku ji cî û warên xwe hatine rakirin de, derheqê ji însanan xalîkirina Gelîyê Pêrê de çavdêrîyeka cidî ye. Ev îfade huzneka kûr dixîne nav dilê merivî. Gelek vekirî ye ku ev rewşa hanê peywendîdar e bi xizmeta umûmî û fehma asayîşê re. Di salên 1983-1984 de, li Zindana Çeneqaleyê ya Taybetî di navbera îdare û zindanîyan de li ser por û rîh, li ser cil û bergan bêhuzurî û xirecirên gelek mezin çêdibûn. Dîwarên cihê hewagirtinê gelek bilind bûn. Tenê serê gulîyên darên serwî û kajan yên li derveyî hepisxaneyê, ji serê wan tenê qasê 40-50 santîm, gulîçikê serê wan ancax dixuya. Li derveyî zindanê mêrgek jî hebû ku çêlek têde diçêriyan. Dema ku em derdiketin cihê hewagirtinê dengê orîna çêlekan jî dihat… Dîsa di demeka bêhuzurîyê de, qomutanî em li cihê hewagirtinê kom kirin, derheqê divê em çawa bijîn de ferman dan. Tam di wê hingavê de dîsa dengê orîna çêlekekê hat. Dengê orîna çêlekê bîstikeka wisa bû ku em bi jîyana li derve ve girê da. Di wê bîstike de qomutanê ku ji asayîşê berpirsîyar e got "Divê hûn rîayetê fermanên min bikin, nexwe ez we yek bi yek têxim hucreyan, hûn ê hesreta bihîstina dengê orîna çêlekan jî bimînin."

Di hejmara 33yan de helbesteka Metîn Aktaşî ya bi navê "Erik Ağacına Mektup (Mektub bo Dara Hilûkan" heye. (r. 17-20) Ev helbest, di eslê xwe de ez zêmara ku dostê wî Zeynelî dema ku li ber mirinê bûye gotiye. Zeynel kurdekî heştêsalî ye, bi darê zorê welatê xwe, cih û warê xwe terk kiriye, bi hesreta xanî, baxçe, gund û çiyayên xwe mecbûr maye li metropolê bijî. Bi hêvîya ku dê rojekê vegere gundê xwe dijî. Eger neşê vegere gundê xwe, li metropolê bimire, dixwaze bila cesedê wî bibin li gundê wî defin bikin.

Di helbestê de girêdayîbûna kurdan ya bi siruşt û jiyanê ve bi hestên tijî tên îfadekirin. Di navbera girêdayîbûna Zeynelî ya bi siruşt û jiyanê ve û operasyonên asayîşê de bêhzurîyeka mezin derdikeve meydanê. Helbest vê bêhuzurîya ruhî jî li ber çavan radixe. Zeynel bi dara hilûkan re diaxife, derheqê rojên berê û niha de hestên xwe îfade dike. Di misrayên mîna "ez di nav kulîlkên biharê de me / tê bîra te? / tu ewçend piçûk / ewçend ziravik bûyî ku / dema min tu ji cihê te rakir / ez tirsîyabûm ku tu yê biêşî / tu yê bişkêyî / tê bîra te? / dema ku min tu di axê de çand / çivîkeka meraqdar ez temaşe kiribûm…" girêdayîbûna bi siruşt û jîyanê ve bi awayekî vekirî û zelal îfade dibe. Zeynel Dede piştî ku behsa wê dike ku doktor neşîyane nexweşîya wî teşxîs bikin, dibêje "lê ez derdê xwe dizanim dara hilûkê / ez tim te difikirim / ez welatê xwe yê ku hatiye şewtinadin / hatiye wêrankirin û ji merivan xalî bûye difikirim / çavên min tijî / dilê min pêta agirî…"

Zeynel Dede paşê ji dara hilûkê re behsa mêrxasî û xweşikîya zarok û nevîyên xwe dike, dibêje "yek ji yekî xweşiktir / yek ji yekî mêrxastir / yek ji yekî zêdetir evîndarê jîyanê bû / yek ji wan vê payîzê li Çiyayê Munzurê mir / qertelan cesedê wê xwar / ziravik / zeîf / porê wê dirêj / keçikeka nazenîn bû / ziravê min diqetîya ku min got belkî li ber xwe nede / serê xwe biçemîne / rastê wê keçikeka aza derket / li ber xwe da, serî neçemand…" Li vir, drama dayîkên kurdan ku zarokên wan di şer û pevçûnan de têne kuştin îfade dibe. Dayîkên kurdan ku neşên xwe bigihînin cesedên zarokên xwe, neşên hestîyên wan jî berhev bikin… Zeynel Dede dîsa gotinê tîne ser surgunîyê, dixwaze dara hilûkê ji gotinên wî têbigihê, dibêje "tu dizanî dara hilûkê / em bi darê zorê ji welatê xwe hatin derxistin / jîyana li ser axa me qedexe ye ji me re / tu dizanî? / ev hîcran / ev hesret ji wê ye…"

Zeynel Dede hîsên ku kontrolkirinên asayîşê û operasyon li ser însanan tînin meydanê bi peyvên dewlemend nîşan dide: "êşê / zulmê / surgunîyê / qirkirinê / heq kiribûn? / bêje / çima zevîyên me şewitandin / xanîyên me / gundên me / çima şewitandin daristanên me? / bêje / bêje ji kerema xwe / çima welatê me şewitandin / çima berê me dan metropolan? / bê pul û pare / bê mal û firaq / ca bêje ew însanên jar / dilê wan bi evînê barkirî / wan însanên piçûk ewçendî zulmê heq kiribûn / bêje…"

Zeynel Dede dizane ku bi şewitandin û xirakirina gundan re, bi surgunkirina gelî re dara hilûkê bi tena serê xwe maye, wa texmîn dike ku bi hêzên neyar re serê wê di belayê de ye lewma hewl dide xwe ku moral bide darê. Dibêje "nebî tiştên ez dibêjim te bitirsînin / nebî te bitirsînin tiştên bi serê me de hatine / nebî xewletî te bitirsîne / û nebûna însanan / nebî dengê bayê har te bitirsîne / nebî befra ku bi mehan dibare te bitirsîne / te netirsîne kerîyê guran / kerîyê kêvrûşkan / garana berazan / dengê çekan / dengê bombayan / dengê kobrayan te netirsîne / nebî tu bikevî / nebî tu serî biçemînî / li ber xwe bide dara hilûkê / li ber xwe bide û pêt be…" Zeynel Dede ji dara hilûkê re dibêje ji xwe re Munzurî emsal bigre ku li ber hemî zulman neruxîyaye, wisa serbilind li ser piyan maye "binêre şahidê çendîn êşan e Munzurê pîr / şahidê çendîn talanan / qirkirinan û / evînan e / ka ew kete erdê hîç / wî serî çemand? / niha li ser piyan serbilind e bi rûmeta xwe…"

Digel van hemî tiştan Zeynel Dede dişê azadîyê jî xeyal bike. Di şertên wisa de xeyalkirina azadîyê, nimûneyekî vekirî yê îradeya girêdaybûna însanê kurd bi jiyanê ve, daxwaza wan a xweşikkirina jîyanê ye. Grêdayîbûna bi jîyanê ve hîseke wisa ye ku bi girêdayîbûna bi siruştê ve dimeşe. Pîrozkirina azadîyê jî dîsa di siruştê de bi suriştê çêdibe. Di vir de jî em rastê xezîneya peyvan ya derheqê siruştê de tên: "ew roj / dara hilûkê dema ku ew roja azadîyê tê / ez ê rabim ji nav nivînan / ez ê zinde bim herwekî nû hatime dinyayê / li bendî me be / li bendî me be dara hilûkê… / ji Munzurî re xeberê bişîne / Ji Firatî re xeberê bişîne / xeberê bişîne ji teyr û turî re / ji kurm û kêzî re / ji pirpirokê re xeberê bişîne / ji xanîyên me re / ji gundê me yê hatiye şewitandin û wêrankirin re / ji daristanên ku nû pindik vedane re xeberê bişîne / xeberê bişîne ji cumle alemê re bila xwe bixemlînin…"

Zeynel Dede behsa wê îhtîmalê dike ku dibe di wê roja azadîyê de neşê li welatê xwe be, neşê vegere welatê xwe. Vê jî wisa îfade dike: "ger di wê roja azadîyê de ez neşêm vegerim dara hilûkê / bizane ku vê surgunîyê, vê hesretê ez qedandime / bizane ku ez ji evîna, ji hesreta welatê xwe mirime / ji kerema xwe li mekeve ber nebûna min …"

Eslê vê zêmarê bi kurdî ye. Metin Aktaşî bi westatî wergerandiye ser tirkî û şîyaye wê hestîyarîya pêt jî pê re nîşan bide. Wergerandineka baş e. Lê eger kurdîya wê jî rûpelên kovara KAYY-DERê de cî bigirtana dê gelek baş bûya. Ji layê din ve, hinde beşên vê zêmarê eger ji layê hostayên muzîka kurdî ve bêne bestekirin û ev zêmar bi dengê jinekê bête îcrakirin dê bo muzîka kurdî bibe dewlemendîyeka mezin.

Kovarê KAYY-DERê di her du hejmarên xwe yên dawîn de di bin sernavê "Gundek ji herêma me" de her carê gundekî dide nasîn. Di hejmara 32. de gundê Oxçiyan û Avtariçê (r. 17-24) û di hejmara 33. ya de jî gundê Kamurana Jêrîn ya Azarpêrtê daye nasîn. (r. 28-30) Di van danasînan de şêweyê hevpeyvînê bikar anîye. Ji gund bi hinek kesan re yan jî bi muxtarê gund re diaxifin. Di hejmara 33. ya KAYY-DERê de bi sernavê "Pêrî Vadisi’nden, Kocaeli’nin Derince’sine Göçün Doğurduğu…(Ji Gelîyê Pêrê bi Derînceya Kocaelîyê Encamên Koçberîyê…)" derheqê sazîya KIYADê de nivîsek heye. Hevpeyvînên ku bi rêvebir û endamên KIYADê re kirine, derheqê koçkirina mecbûrî û jiyana li metropolan de agahîyên tendurist hene. Bi gelek nimûneyan tê nîşandan ku kesên bi darê zorê ji cî û warê xwe hatine rakirin li bajarên mezin çawa ji bo jiyanê têdikoşin. (r. 33-38)

 

Ewladê Resûl Bûyîn, Ereb Bûyîn e

Hinde rexneyên min bo hinek nivîsarên li kovarê hene. Divê rexneya pêşî li Hesen Dede bê girtin. Hesen Dede di destpêka hevpeyvîna ku me behsa wê kir de dibêje "em ewladê resûl in". Hesen Dede dibêje "Em ewladê resûl in. Nijada me digihê Hezretî Alî û zarokên wî. Hûn dizanin, piştî pêxamber alema îslamê bûye du beş, beşeka wan li dû emewîyan çûye, beşek jî bûye peyrewê Alîyî" û bi vî awayî dixwaze tekîd bike ku ew musluman in.  Eke meriv bibêje em ewladê resûl in, eslê me diçe digihê zarokên xelîfeyê çaran Alîyî, hingê ev nîşan dide ku ew ereb in, ji nîjada ereban in. Lê Hesen Dede kurd e. Ev çawa dibe ku kurdek eslê xwe dibe digihîne ereban? Hesen Dede dibêje ez elewî me jî. Dema ku diaxife, dibêje "Em elewî…" (r. 33) Xelîfeyê çaran Alî, Hesen û Huseyîn, 12 îmam musluman in. Şîa ne. Mizgeftên wan hebûn, nimêj dikirin. Rojî digirtin. Qur'an dixwendin. Jiyana xwe li gorî hukmê Qur'anî tenzîm dikirin. Kelîmeyê şehadet dianîn. Îcar elewî, tu tiştekî ku Alî, Hesen, Huseyîn û 12 îmaman dikir, ew nakin. Nimêj nakin, naçin mizgeftê. Li gundên elewîyan mizgeft tune ne. Dewlet bi darê zorê li gundên wan mizgeft çêdike. Rojî nagrin. Quranê naxwînin, li gorî hukmê Quranê najîn… Navbera Alî, Hesen, Huseynî û xelîfe Ebûbekrî, xelîfe Umerî, xelîfe Usmanî zêde baş nebû. Heta xelîfe Umer zavayê xelîfe Alî bû. Umer bi keça Alî Ummu Gulsumê re zewicîbû (2) Îcar elewî ji navên wekî Ebûbekir û Umer û Usmanî hîç hez nakin, qet vana navan nagirin devê xwe. Van navan li zarokên xwe nakin… Hingê elewî çawa dibin musluman? Ez bûma, min dê ev pirsên hanê ji Hesen Dedeyî bipirsîyana.

 

"Türkü Gotin"

Rexneya duduyan divê ji bo gotina "türkü"yê be. Malim Necatî Okçuoğlu di nivîsara xwe ya bi sernavê "Köye getirilen ilk gramafon (Gramafona pêşîn ku bo gund anîn)" de (3) peyva "kilam" a kurdî wekî "türkü" werdigerîne û bikar tîne. Keça Nûrî Kolçakî Zelal li ser mirina bavê xwe helbestekê nivîsîyê. Di vê helbestê de jî peyva "türkü" tê bikaranîn. Wekî "Türküyên wan türküyên dilan bûn" dinivîsîne.(4) Di hejmarên berê yên kovara KAYY-DERê de derheqê vê yekê de hinde rexne hatibûn weşandin. Di wê helbesta Metîn Aktaşî ya bi sernavê "Mektub bo Dara Hilûkê" de ku min li jor behsa wê kir jî du caran peyva "türkü" tê bikaranîn. Di yekê de dibêje "Firatî türkü û zêmar dilorand…" Bêguman Zeynel Dede peyva "kilam" bikar tîne. Eger di wergerandina wê de jî peyvên mîna "ezgi", "ağıt" yan "şarkı" bêne bikaranîn hingê dê rastir be.

Rexneya sisêyan jî derheqê xeletîyeka piçûk de ye. Di hejmara 32. de piştî sernavê "Yöremizden Bir Köy: Oxçıyan" beşê destpêkê ku bi "Dergimizin bundan önceki sayılarında…" dest pêdike û bi "… sizlere sunuyoruz" diqede, du caran hatiye nivîsîn. Yê duduyan tekrar e…

Di nivîsaran de îfadeyên wekî “Pêrî Vadisi”, “Pêrî Suyu”, “Pêrî Vadisi halkı”, “Pêrî Vadisi köyleri” gelek tên bikaranîn. Meriv dişê vana wekî bêrîkirin û hesreta ji bo Gelîyê Pêrê têbigihê, wisa fêm bike. Divê Gelîyê Pêrê bête jiyandin. KAYY-DER divê bide jiyandin. Hevnasîna min bi Gelîyê Pêrê re vedigere destpêka salên 1960î. Li gorî van rojan wê demê Gelîyê Pêrê bihuştek bû. Di bîst salên dawîn de dojehê jiya… Keda însanan, şiura komelgayê, zanîna dîrokê dişê Gelîyê Pêrê cardin bike wekî bihuştê.

Hezîran 2005

________

(1) KAYY-DER, Hejmar 33, Havîn 2004, r. 14-16

(2) Nabia Abbot, Hz. Muhammed’in Sevgili Eşi Ayşe, çev. Tuba Asrak Hasdemir, Yurt Kitap-Yayın, Mart 1999, r. 99

(3) KAYY-DER, Hejmar 32, r. 15-16

(4) KAYY-DER, Hejmar 32, r. 3

Na xebere 2565 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.