zazaki.net
29 Adare 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Adare 2019 Yewşeme 17:44

Xelîlê Çaçan Mûradov (1924-1981)

Salih Kevirbirî

Civaka kurdên Ermenistanê di 100 salên dawî de gelek şexsîyetên hêja pêşkêşî tevahîya kurdên dinyayê kirin. Di nav wan şexsîyetan de kesên wisa hene ku bûne hîm û danerên ocax û dezgehên edebî, hunerî û rewşenbîrî. Xelîlê Çaçan Mûradov yek ji wan kesan e ku di navbera salên 1957-1981 de, 24 sal li Yêrêvanê serokatîya Radyoya Kurdî kiriye. Di dema wî de ”fonda zêrîn” a radyoyê pêk hatiye û bi sedan dengbêj bi serkarîya wî li radyoyê qesidîne. Cara pêşî sê dengbêj dibin mêvanê studyoya radyoyê: Bêmalê Keko, Sûsîka Simo û Memê Xudo. Paşê Karapêtê Xaço û Davîtê Xilo tînin radyoyê û kilamên wan tomar dikin.

Li gorî rojnameger û nivîskar Têmûrê Xelîl, tevahîya van dengbêjan di dema bavê wî Xelîlê Çaçan Mûradov de hatine radyoyê. Gotina xwe bi vê hevokê jî qayîm dike: “Berîya bavê min radyo 2 sal hebû, weşanên wê di heftêyekê da rojek bû û 15 deqe bû, fonda stiranan tune bû û piştî bavê min jî hema bêje tu stiranek ser fondê da zêde nebû, ji ber ku Sovyet hilweşîya, fînansekirina radyoyê û wextê weşana radyoyê çend caran kêmtir bû!”.

Rojnamegerê emekdar li ser serpêhatîya Xelîlê Çaçan Mûradov û dengbêjê navdar Şeroyê Biro jî wiha dibêje: “Şeroyê Biro li Tibîlîsîyê dima û nedihat Yêrêvanê. Bavê min bi taybetî ji bo wî çû Tibîlîsîyê. Hefteyekê li wir ma, studyoyekê li wir kirê kir, dengê Şero qeyd kir û anî radyoyê. Şebabê Egît jî bi wî awahî, ku li Têlava Gurcistanê dima”.

Nivîskar Wezîrê Eşo dema di nivîseke xwe de behsa Xelîlê Çaçan Mûradov dike, rol û girîngîya wî ya di radyoya kurdî de bilind dinirxîne: “Xelîl Mûradov hereketekî mezin xerc kir seba bi hezaran nimûneyên hunermendîya kurdan a stiranbêjîyê ji windabûnê xilas bike û ser qeytanê qeyd bike. Ez şahidê wê yekê bûme ku bi çi teherî dengbêj û sazbendên kurd li redaksiyona xeberdanên kurdî de diciviyan û gelek caran hema di odayên wê da cêribandin derbas dikirin. Dengê def, zurne, mey, bilûr, dahol û tembûrên kurdî herdem li avahiya radyoyê belav dibû û xelqê digot ‘Li Redaksyona Xeberdanên Kurdî her roj dawet û şahî ye!’ Bi saya Xelîl Mûradov bi sedan nimûneyên stiran û meqamên kurdî fonda radyoyê dewlemend kirin û îro radyoguhdar bi wan şa dibin. Ji xeynî stran û meqaman, di dema wî de gelek şano û piyes hatin hazirkirin.”

Hilbet, bi saya xebatkarên radyoyê yên zane ew radyo wisa xurt bû. Ji bo nimûne, çend nivîskar û helbestvanên kurdên Sovyetê yên herî bi nav û deng Qaçaxê Mirad, Şikoyê Hesen, Wezîrê Eşo û Fêrîkê Ûsiv di bin serokatîya Xelîlê Çaçan da gelek sal kar kirine.

Dema ku Mele Mustefa Barzanî diçe Ermenistanê, derbarê weşana kurdî ya radyoyê de civîneke sê kesî dike. Yek ji wan kesan Xelîlê Çaçan Mûradov e. Têmûrê Xelîl li ser wê hevdîtin û civînê jî wiha dibêje: “Mele Mustefa bi taybetî hat Ermenîstanê ji bo kurdan bibîne. Çû Elegezê û Hekoyê. Serdana Radyoyê kir. Li radyoyê ji bavê min pirsî ka em dikarin alîkarîyeke çawa ji bo radyoyê bikin. Wê demê bavê min, Erebê Şemo û Mele Mustefa Barzanî ketine odeyekê û bavê min nameyeke bi rûsî da Barzanî ji bo ku bide serekên Sovyetê. Daxwaz jî ew bû ku wextê radyoya me bê zêdekirin. Piştî sê mehan wext du caran zêde bû.”

Dema mirov behsa keda Xelîlê Çaçan Mûradov bike, nabe ku mirov behsa xanima wî Eznîva Reşîd neke. Eznîv xanim spîkera pêşî ya beşê kurdî ye. Di navbera salên 1955-1982 de, 27 sal spîkeriya radyoya kurdî kiriye. Eznîva Reşîd keça Reşîdê Ecem e. Piştî damezirandina Sovyetê, li Ermenîstanê çend kes hebûne ku wekîlê kurdan bûne: Erebê Şemo, Xudoyê Miho - bavê Şekroyê Miho Xudo - û Reşîdê Ecem. Têmûrê Xelîl li ser dayîka xwe Eznîvê dibêje ku ew dikare spîkera kurdan a yekem bê hesibandin, ji ber ku berî wê spîkêr hebûne jî, yek ji wan Zeyneba Îbo - xanima Hecîyê Cindî bûye, lê ew radyoya kurdî ya lokal bûye û di hefteyê de carekê 10 deqe weşanê kiriye. Ango, ne ya hemû kurdan bûye, ew tenê li bajarê Yêrêvanê dihate guhdarîkirin.

Xelîlê Çaçan Mûradov birek jî gotar û kitêb diyariyê kitêbxaneya kurdî kirin. ”Kilamên Cimaeta Kurda”, 1963; ”Du poêm” (destanên Memê û Eyşê û Zembîlfiroş, bi helbestkî) 1965; ”Qisêd Cimaetê” (nimûneyên folklorê), 1969; ”Morîyê Nenê” (çîrok), 1972. Sala 2007an weşanxaneya ”DOZ” pirtûka serpêhatîyan ya Xelîlê Çaçan bi sernavê ”Benê min qetîya” çap kir, lê sala 2010an weşanxaneya ”Lîs”ê pirtûka wî ya bi sernavê ”Cewahirên Kurdî” çap kir, ku berevoka nimûneyên zargotina kurdî ne. Lê berî çend mehan weşanxaneya”Lîs”ê hemû berhemên wî bi tevayî çap kirin.

Xelîlê Çaçan Mûradov dawiya sala 1981ê emirê Xwedê kir. Dema xatir ji civaka kurd xwest 57 salî bû. Sala par 90 salîya bûyîna wî temam bû. Helbet em dikarin gotinên li ser wî zêde bikin, lê baştir e ku em derbarê wî de, gotinên çend kesên navdar pêşkêşî dêhn û bala we bikin.

***

Mela Mustefa Barzanî: Rola radyoya Kurdî ya Yêrêvanê û Serokê wê Xelîlê Çaçan di karê şerê rizgarixwezî û hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e.

Cegerxwîn: Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan -wî peyayê payebilind- xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va unda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndarîya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe. De, Xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike.

Qanatê Kurdo: Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bû.

Hecîyê Cindî: Xelîlê Çaçan pey xwe re ji bo gel 1800 stran, 40 piyes-şano, 5 pirtûk, bi dehan gotarên delal hiştin. Sed heyf, ku ew ser hevdu 57 sal jîya... Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijiya? Vî alî de jî felekê ji me ra xayîntî kir.

Fêrîkê Ûsiv: Xelîlê Çaçan mînanî sîyasetmedarên çavtirsiyayî bend û asteng ne didane ber kilamên kurdî û meselên gel. Ewî him ew kilam dane dengnivîsandinê, him jî pareke wan bi pirtûkeke cihê da çapkirinê.

Têmûrê Xelîl: Hemû kurd dibêjin ku radyoya kurdî ya Rewanê bi mîlyonan kurd şîyar kirin. Ew şîyarî ji salên 1960î heta salên 1980î bû. Lê hîç kes nafikire ku eger radyo karê xwe tam gorî sîyaseta Sovyet bimeşanda, gelo wê bikaribûya ewqas kes şîyar bikira? Ez ne bawer im. Ji ber ku sîyaseta Sovyet digot li welatê me propagandakirina şêr, heyfhildanê, jinrevandinê, kuştinê, qaçaxîyê û hwd qedexe ye û piranîya sitiranên kurdî yên mêranîyê jî ser wan in. Vêca eger serokê radyoyê yekî tirsonek bûya, ji kursîya xwe bitirsîya, welatparêz nebûya, wê ewqas sitiran nebûna milkê gel. Berî bavê min, dema radyo du sal test bû, Karapêtê Xaço hatiye sitiranên xwe qeyd bike, ew înkar kirine û verê kirine. Paşê, dema bavê min bû serok, carek din şand pey Karapêt, anî radyoyê, hemû sitiranên wî qeyd kirin. Nimûneyeke din bêjim: roja 50 salîya rojnameya ”Rya Teze” da radyoya kurdî tevaya bernameya xwe ya rojekê pêşkêşî wê sersalîyê kiribû. Heta kilam jî gerekê bi daxweza xebatkarên rojnameyê bûna. Berpirsyarê rojnameya ”Rya Teze” Mîroyê Esed wê rojê em berevî ser hev kirin, got: ”Nebî-nebî yek ji we sitirana ”Welatê me Kurdistan e” bixwaze. Xelîlê Çaçan qet natirse, bi radyoya xwe sitirana ”Welatê me Kurdistan e” dide, lê em zanin ku welatê me Yekîtîya Sovyet e”. Ev gotin gihîştine Xelîlê Çaçan û ewî bersîveke ha da: ”Bo çi welatê hemû ermenîyên cihanê Ermenîstan e, lê welatê hemû kurdên cihanê ne Kurdistan be?”. Bi kurtî, eger ne bavê min bûya, belkî we îro sitiranên Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro, Şebabê Egît nebihîsta. Heta sitiranên Şivan Perwer û Aramê Tîgran jî cara pêşî bi radyoya me hatine belavkirinê.”

Paşnavê kurdên êzdî yên Ermenîstanê ji sedî weke 95% bi cûrê paşnavê ermenîyan xilaz dibe: bi ”yan”. A malbata me ne bi cûrê ermenî ye. Di paseportên kurdên Ermenîstanê ji sedî weke 95% wek milet ”êzdî” hatibû nivîsar. A malbeta me ”kurd” bû. Û ji kurdên êzdî yên Ermenîstanê belkî malbeta me tek-tenê ye ku him paşnav ne bi cûrê ermenî ye, him jî me navê dînê xwe li navê miletê xwe nekirîye. Her kes zane, dema bi paşnavê di dawî da ”ov” û milet jî ”kurd” bî, bi çavekî ne zêde xweş li te mêze dikin, bi paşnavê di dawî da ”yan” bî û milet jî ”êzdî” bî, bi çavekî xweştir û ronahîtir li te mêze dikin. Ango hinek ermenî difikirin, ku ”êzdî birayê me ne”, lê ”destê hinek kurdan di gelkujîya ermenîyan da heye”. Lê me tu caran hewil nedaye xwe ber ermenîyan xweş bikin û ermenî jî hîç caran ji bo kurdbûna me zor li me nekirine.

Na xebere 3904 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.