zazaki.net
17 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Tebaxe 2016 Panşeme 12:43

Xelatên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemenîyê yên Rojnamegerîyê

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

"Xelatên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemenîyê yên Rojnamegerîyê" ji sala 1993 û vir de tên dayîn. Ev xelatên ku li ser navê şehîdên çapemenîyê tên dayîn edeteka baş pêkanîne. Di demên muayen de wisa bi bîr anîna hevalên ciwan û sere yên rojnamevan ku li derên cihê û di demên cihê de hatine kuştin wefadarîyeka baş e ji bo wan hevalan. Tiştekî din yê xweş, yê hêja jî ev e ku, ev xelatên hanê ji sala 1993 û vir de, ev 13 sal in her sal bi awayekî perîyodîk organîze dibin, xelat têne dayîn. Tê zanîn ku di van salên şerî de, di avanîya komelgeyê de serûbinbûnên gelek mezin çêbûne, di vê prosesê de mexdûrîyetên gelek mezin hatine meydanê. Di nav mexdûrîyeteka wisa de organîzekirina van xelatan, her sal yadkirina şehîdên çapemenîyê dînamîzma komelgeyê kurd, hêvîya kurdan a ji paşerojan, girêdayîbûna wan a bi jîyanê ve nîşan dide.

"Xelatên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemenîyê yên Rojnamegerîyê" cara pêşî di sala 1993 de ji layê rojnameya Özgür Gündemê ve hatin dayîn. Xelat di sala 1994 de ji layê rojnameya Özgür Ülkeyê, di sala 1995 de ji layê rojnameya Yeni Politika, di sala 1996 de ji layê rojnameya Demokrasi ve hatin dayin. Xelatên şehîdên çapemenîyê di salên 1997 û 1998 de ji layê rojnameya Ülkede Gündemê, di sala 1999 de ji layê rojnameya Özgür Bakışê, di sala 2000 de ji layê rojnameya 2000'de Yeni Gündemê, di salên 2001 û 2002 de ji layê rojnameya Yedinci Gündemê ve, di sala 2003 de ji layê rojnameya Yeniden Özgür Gündemê ve hatin dayîn. Xelatên ku di sala 2004 de ji layê rojnameya Ülkede Özgür Gündemê ve hatin dayin, di sala 2005 de jî ji layê rojnameya Ülkede Özgür Gündemê ve hatin dayîn.

Di 13 salan de 10 rojname. Tê zanîn ku ev rojname bi mueyîdeyên îdarî û cezaî hatine girtin, xebata wan hatiye zehmetkirin, heta delîveya xebatê ji destê wan hatiye girtin. Rojnameyek hatiye girtin lê di şûna wê de yeke din dest bi weşanê kiriye, ev nîşaneyên gelek girîng, gelek hêja ne ku dînamîzma komelgeyê kurd, hêvî û daxwaza ji paşerojan, girêdayîbûna wan a bi jiyanê ve nîşan dide. Dînamîzmeka wisa prosesek ku Mûsa Anterê delalî û şehîdên din yên çapemenîyê şa dike dide jîyandin.

Di vê navberê de, ez pêwîstî pê dibînim ku rexneyeka piçûk li  "Komîteya Organîzekirina Xelatên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemenîyê yên Rojnamegerîyê" bigrim. Xelatên şehîdên çapemenîyê bi navê Mûsa Anterî tên organîzekirin. Mûsa Anter jî berîya her tiştî kesekî nivîskar e. Mûsa Anterî li weşanên mîna Dicle Kaynağı (1948), Şark Mecmuası (1950), İleri Yurt (1958), Barış Dünyası (1962) û Dicle-Fırat (1962) nivîsar û pêkenîn nivîsîne. Mûsa Anterî di rojnameyên mîna Halk Gerçeği (1990), Yeni Ülke (1991), Özgür Gündem (1992) de jî nivîsar û pêkenîn nivîsîne. Lêbelê tê zanîn ku "Xelatên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemenîyê yên Rojnamegerîyê" ji sala 1998 vir de di warên mîna nûçe, fotograf û karîkaturê de jî tên dayîn. Ji sala 1998 vir de di warê nivîsaran, lêgerîn û lêkolînan de xelat nayên dayîn. Di yadkirina şehîdên çapemenîyê de, di yadkirina Mûsa Anterî de ev kêmasîyek e. Di heft salên pêşîyê de, di warê nivîsaran, lêgerîn û lêkolînan de xelat dihatin dayîn. Paşê dev jê berdan. Çima?

Derheqê vê babetê de ez dixwazim çend tiştan bibêjim. Di heft salên pêşîyê de, xelatên di warê nivîsaran de, xelatên di warê lêgerîn û lêkolînan de, hîç nebe beşeka van xelatan, ji layê kesên ku ji ber vî yan wî sedemî ji PKKê veqetîyane, yan jî, ji ber vî yan wî sedemî ji PKKê hatine dûrxistin jî ev xelat qezenc kirine. Xuya ye ku vê yekê PKKê, "Komîteya Organîzekirina Xelatên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemenîyê yên Rojnamegerîyê" eciz kiriye. Ez di vê qenaetê de me ku vê ecizîyê xelatên di van waran de dane betalkirin. Helbet divê xelatên di warên mîna nûçe, fotograf û karîkaturê de bêne dayîn lê divê nivîsar jî daxilê vê xelatê bin. Hevalekî PKKyî jî dişê xelatên di warê nivîsaran de, xelatên di warê lêgerîn û lêkolînan de qezenc bike, herwisa, kesekî ku ji ber vî yan wî sedemî ji PKKê veqetîyaye, yan jî, ji ber vî yan wî sedemî ji PKKê hatiye dûrxistin jî, kesekî ku bi PKKê re tu peywendîyeka wî nîne jî bişê van xelatan qezenc bike. Di van waran de divê dilê merivî û bêhna merivî fireh be. Divê meriv ji fikrên muxalîf netirse. Divê meriv ji bo pêkhatina fikrên muxalif zemîn çêbike, rê xweş bike.

Îlon 2005

Na xebere 2153 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.