zazaki.net
07 Kanûne 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
03 Êlule 2016 Şeme 09:18

UNÎVERSÎTE Û PISPOR

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Dersdarê Fakulteya Fen-Edebîyatê ya ODTÜ (Ortadoğu Teknik Üniversitesi) Mesut Yeğen di sala 2006 de ji kadroya profesorîyê ya eynî fakulteyê di warê "Sosyolojîya Giştî û Metodolojî" de ji bo profesorîyê serî lê da. Ev serlêdana mamosta Mesudî hate redkirin. Li ser vê, mamostayî ji bo betalkirina birayara redê li dadgeha îdareyê doz vekir. Dadgehê ji unîversîteyeka din sê kes wek heyeta pisporan tesbît kirin û ji vê heyetê fikir xwest. Dadgehê li ser raporta heyeta pisporan daxwaza mamosta Mesudî red kir. Heyeta pisporan ku ji kesên profesor pêk dihat tekîd dikirin ku ji bo tayînbûna bo vê kadroyê xebatên Mesut Yeğenî têrê nakin.

Armanca vê nivîsarê ew nîne ku geşedanên piştî proseya serlêdana Mesut Yeğenî vekole. Armanca bingehîn, vekolandina sazîya heyeta pisporan e.[1]

Tirkîye welatekî demokratîk nîne. Ji ber du awayan demokratîk nîne. Di warê derbirîna ramanê de sînorkirin hene. Jîyana ramyarî, jîyana zanist û hunerê ji layê îdeolojîya resmî ve tê kontrolkirin. Jîyana ramyarî, jîyana zanist û hunerê ji layê îdeolojîya resmî ve tê tesbîtkirin û îstîqamet tê dayîn. Dewleta ku îdeolojîya resmî têde ewçend serdest û zal be, mumkin nîne ku demokratîk be, yan wekî demokratîk bête qebûlkirin. Yê duyem jî, Tirkîye welatekî laîq nîne. Ji ber ku laîq nîne lewre Komara Tirkîyê welatekî demokratîk nîne.

Li vir divê amaje bi vê mijarê jî bête kirin, dibe ku Tirkîye nîsbet bi Ewropayê, em bibêjin wekî dewletên endamên Yekîtîya Ewropayê demokratîk nebe. Lê nîsbet bi welatên Rojhelata Navîn yên mîna Îran, Îraq, Sûrîye, Misir, Lîbya, Urdun, Erbistana Seûdî gelek demokratîk e.

Li welatên ku têde azadîya derbirînê tê sînorkirin, li wir parastina "nîzama muesses" mijareka girîng e. Mehdûdkirina derbirîna ramanê ji bo vê girîng e. Rexnekirina "nîzama muesses" bi mueyîdeyên îdarî û cezaî ve hatiye girêdan. Parastina "nîzama muesses" ji bo unîversîteyê jî, ji bo dadgeh û hukmên bilind jî mijareka girîng e. Pisporên karşinas yan heyetên pisporan ku bi sedemên cur bi cur li unîversîteyan hatine danîn jî, wezîfeya wan a bingehîn, di palan yekem de parastina "nîzama muesses" e. Pisporên karşinas yan heyetên pisporan ku li unîversîteyan hatine danîn, bêhtir ji layê krîterên zanistî ve nirxandina akademîsyenî, vî alîyê wî dipîvin bê hela çiqasî bi îdeolojîya resmî ve girêdayî ye çiqasî pê re sadiq e. Li welatên ku azadîya derbirînê tê mehdûdkirin, ev yek helbet dê wisa be. Li unîversîteyan, di bilindkirina unwana akademîk de têkilîya bingehîn ku esas digrin ev e. Eger akademîsyen bi "nîzama muesses" ve girêdayî ye, eger sadiq e, hîç pêwîstî pê nîne ku lêkolînan amade bike. Ji bo wî hemî şert bi awayekî hêsan wekî hatine bicihanîn qebûl dibin. Eger bi çavekî rexnegîrane li "nîzama muesses" û îdeolojîya resmî dinihêre, hingê karê wî gelek zehmet e, ji bo wî problem dest pê dikin.

Hîn heta bi 5-6 sal berê jî unîversîteyan wekî sazîyekê hebûna kurdan û kurdî înkar dikir. Rewşa îroyin di netîceya têkoşînê de bi dest ve hatiye. Piştî ku rewşa fiîlî hate vê merhaleyê, unîversîteyan jî xwe mecbûr dîtin ku hinde gavan biavêjin. Digel vê têkoşînê hîn baştir nebûn, ji kêmanî yan xeletîya têkoşînê nîne, ji ber helwêsta tund ya dewletê ye, ji ber helwêsta cîyakar û nîjadperest ya dewletê ye. Hewl didin bi îdeolojîyeka resmî ku hîç naguhere civatek ku bi lez diguhere bi rê ve bibin.

Heta bi 5-6 sal berê, derheqê kitêb û nivîsarên ku têde behsa kurdan û kurdî dibû de doz dihatin vekirin. Ji dersdarên unîversîteyan "rapora pisporan" dihate xwestin. Ji profesorek yan wekî heyetek ji çend profesorên ku li beşên unîversîteyan yên mîna sosyolojî, dîrok, antropolojî, ekonomî, zanistên sîyasî, huqûqa cezayê, huqûqa qanûnê esasî, felsefe, turkolojî… wezîfedar in rapor dihat xwestin. Wan jî di van nivîsar yan kitêban de gelo sûcek heye yan na, dixwendin, paşê wekî "Em di vê nivîsarê/kitêbê de rastê unsûrên tawanê hatin/nehatin" rapor didan. Di van raporan de exlebê wê digotin: "Têde tê behskirin ku li Tirkîyê kurd hene û tekîd dibe ku ew miletekî cihê ne." "Têde behs dike ku tehda li gelê kurd tê kirin," "mîna ku ji miletê tirk cihêtir hebûna gelê kurd îfade dibe", "dibêje ev neyêne tirkkirin." "… bi vî awayî, mafên ku qanûnê esasî bo raya giştî dane bi propagandayê dixwaze bi mulahezeya nîjadî qismen yan jî temamen rake, xala 142/3 ya TCK tê îhlalkirin." Raporên wekî vê ji bo xala 8. yan xala 7. ya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re jî dihatin nivîsandin.

Ev raporên hanê jî li şûna ku di nivîsar yan kitêbê de zanistîyê bipîvin zêdetir vê yekê dipîvand ku nivîskar çiqas bi îdeolojîya resmî ve girêdayî ye çiqas pê re sadiq e. Çawanîyeka zanistî ya van raporan helbet nîne. Çimkî di kitêbekê de li tawanê gerîn, bi armanca gelo têde tawanek heye yan nîne, xwendina kitêbekê jixwe reftarîyeka di zidê metoda zanistîyê de ye. Zanist di rewşeka zanistîyane de tê hilberandin. Ji bo rewşa zanistîyane jî azadîyeka bêsînor a derbirînê divê. Di prosesa rewşa zanistê û azadîya bêsînor a derbirînê de proseseka wisa tê meydanê ku rexnegiritina azadane bi şeklekî dînamîk her li kar dibe. Lewre di ramanê de li tawanê gerîn di îdeolojîya resmî de çêdibe. Îdeolojîya resmî wisa îdeolojîyek ji îdeolojîyan nîne; îdeolojîyeka wisa ye ku bi mueyîdeyên dewletê yên îdarî û cezaî tê parastin û berevanîkirin. Pêkhateya bingehîn ku heyeta pisporên karşinas tesbît dikin jî ev e, gelo nivîsar yan kitêbê fikrê bingehîn yê dewletê îhlal kiriye yan na? Di sîstemeka sîyasî de ku azadîya derbirînê hatiye sînorkirin, pêşî li rexnegirtina azadane hatiye girtin "raporên heyetên piporan" ancax dişên vana tesbît bikin.

Gelek profesor yan profesorên ordînaryus ku bo wan dibêjin muhafezekar e, dibêjin çepgîr e, dibêjin Marksîst e, yan dibêjin lîberal e, ji bo dadgehan raporên wisa amade kirine. Niha ji vana ez dikarim navê 40 kesan di bin hev de binivisînim ku profesorên ordînaryus yan profesor in. Ev yek bi me nîşan dide, her ku çûye van profesoran, van unîversîteyan bi awayekî tendurist ji têgihiştina zanistê dûr ketine, zanînên îdeolojîya resmî wekî zanîna zanistî têgihiştine. Di unîversîteyan de mamostayên ku li gorî metoda zanistê difikirin, azadîya derbirînê, azadîya rexnekirinê wekî şertê bingehîn dibînin û îfade dikin helbet hene. Lê ev ferdî ne, unîversîte wekî sazî ji layê îdeolojîya resmî ve tê birêvebirin. Di zanistên sosyalî yên mîna dîrok, sosyolojî, zanistên sîyasî, antropolojî û ekonomî de, herwisa di zanistên beşerî û zanistên normatîf yên mîna huqûqê de ev yek bi awayekî vekirî wisa ye.

Eger ev profesorên ku "rapora pisporan" amade dikin, wekî "di vê nivîsarê/kitêbê de em rastê unsûrên tawanê nehatin" rapor binivisînin jî ev wan xilas nake. Çimkî di ramanê de li tawanê gerîn, xwendina nivîsarekê yan kitêbekê bi nîyeta ku têde tawan heye yan nîne, reftarîyeka di zidê metoda zanistê de ye. Her kes dikare nivîsar yan kitêbên eleqedar bixwîne û rexne bike, helbet profesor jî dikarin bixwînin û rexne lê bigrin. Lê di ramanê de li tawanê gerîn reftarîyeka li dijî metoda zanistê ye. Di zanistê de eyba wê nîne ku tiştên xelet heta ku tiştên tewş bêne gotin. Eger azadîya xweîfadekirinê tam hebe, eger rexnekirina azadane tam li kar be, lêkolînerekî din muheqeq dê wê xeletîyê, wan tiştên tewş rast bike. Lêbelê lêkolînan li gorî farmanên îdeolojîya resmî kirin gelek xetere ye. Çimkî rexnekirin û rastkirina wan mumkin nîne. Ancax meriv rîsk bigre hîn bikaribe rexne bike. Prosesa ku jîyana ramyarîyê, jîyana zanist û hunerê dike çolistan, dike bej û beyar, mejîyan seqet dike ev e. Zanînên ku kes neşê têkil bibe, zanînên ku kes neşê rexne lê bigre, zanînên ku ji rastîya wan şubhe nabe di jîyana ramyarî û zanistîyê de çolistan û bejikîyê pêktînin.

Îro profesorekî cografyayê, wekî nimûne, eger bibêje dinya rast e, nagere, dê ev profesor ji layê her kesî ve bête şermezarkirin. Ramana di vir de, hîn rastê wê, ev ramana ku rexne li vî profesorî digre xwe sipartiye pêkhateyan, lewre zanistî ye. Çimkî di zanistê de pîvana rastîyê pêkhate ne. Lêbelê di rabirdûyê de gelek profesorî, gelek profesorên ordînaryusî gotine kurd tirk in, zimanekî bi navê kurdî nîne. Digel ku pêkhateyên sabît, têkilîyên pêkhateyî înkar kirine jî rastê şermezarkirinekê nehatine. Çimkî ev zanîneka îdeolojîya resmî ye, zanîneka wisa ye ku ji layê her kesî ve hatiye pesendkirin. Raportên ku jê re "rapora pisporan" tê gotin jî, tesbît dikin ku bê hela xwedîyê berhemê yan nivîsarê sadiqê van fikrên bingehîn yên dewletê ye yan na.

Di rabirdûyê de xwedîyê berhemê yan nivîsarê bi gotinên wekî "Behsa kurdan kiriye, behsa kurdî kiriye…" dihatin tawanbarkirin. Di roja îro de, piştî desketinên fiîlî ku têkoşînê ligel xwe anîne, êdî ev nayên gotin. Lê îcar, behaneyên wekî "Hemî xebatên kesê ku serî lêdaye derheqê kurdan de ne, divê pir-tewirî hebe…" pêş ve tînin û astengîyê çêdikin.

Îro li Tirkîyê hemî kêşe bi awayekî organîk bi meseleya kurdan ve girêdayî ne. Ji spekulasyonên erasayan yên li Îstanbulê, Egeyê, Marmarayê, Deryaya Sipî bigirin heta bi qirêjbûna deryayê, ji kêşeyên tenduristîyê bigirin heta bi yên perwerdeyê, ji mezinbûna bajaran bigirin heta bi mafyayê û rêxistinên tawanan… her tişt bi awayekî organîk bi meseleya kurdan ve eleqedar e. Çimkî gund hatine şewitandin, hatine wêrankirin, bi darê zorê bi mîlyonan însanî cih û warê wan hatine rakirin. Beşeka vana mecbûr mane koç kirine çûne li bajarên mîna Îstanbul û Îzmîrê, li alîyê Deryaya Sipî û Egeyê bicih bûne. Ev eşkera ye ku dê evên hanê li van deran kêşeyên nû çêbikin. Ev tê zanîn ku zarokên ku tînerê dikêşin, zarokên ku dizîyê dikin, zarokên ku ji layê rêxistinên tawanan ve têne bikaranîn ji vana têne peydakirin. Ji layê din ve, ev jî tê zanîn ku bizavên neteweperwerîyê di bajaran de firsenda çêbûn û belavbûnê bi dest ve tînin. Eger bajarên mîna Dîyarbekir, Batman, Wan, Gever, Qoser, Nisêbîn, Culemêrg, Bazîd, Melazgîr û Tetwan ji vî layî ve bêne şîkirin dê gelek baş be.

15.04.2011

 


[1] Ji bo nivîsarên derheqê vê meseleyê de binihêrin li: Mesut Yeğen, Nasıl Profesör Olunur? Radikal İki, 13 Şubat 2011, Feride Acar, Nasıl Profesör Olunmaz, Radikal İki, 20 Şubat 2011, Mesut Yeğen, Nasıl Profesör Olunur? (2), Taraf, 21 Şubat 2011, Mesut Yeğen, Nasıl Profesör Olunur? (3) Taraf 27 Şubat 2011, Taraf Gazetesi Yazı İşleri Müdürlüğü’ne, 5 Nisan 2011

Na xebere 4180 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.