zazaki.net
18 Tebaxe 2017 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
21 Tebaxe 2009 Îne 13:41

Têgihîştin û Munaqeşeyên Derbarê Meseleya Kurdan de

[Analîz]
Îsmaîl Beşîkçî

Têgihîştin û Munaqeşeyên Derbarê Meseleya Kurdan de

Îsmaîl Beşîkçî

 

Li van rojan (tebax 2009) munaqeşeyên gelek gurr li ser meseleya kurdan tên kirin. Wezîrê navxweyî yê Tirkîyeyê Beşîr Atalay roja 1 tebax 2009 li Anqarayê li Akademîya Polîsan ligel 15 rojnamevan û mamostayên zanîngehan kombûnekê çêkir ku viya vê prosesê bileztir kir. Her roj li televîzyon, radyo û rojnameyan derbarê pirsa kurdan de axaftin û munaqeşe çêdibin.

Taybetîya herî balkêş ya vê rojevê ew e ku dewlet û hukmat hîç xwe rexne nakin, bi rabirdûya xwe re rû bi rû nabin. Ez di wê qenaetê de me ku dewlet û hukmat bi taybet xwe ji vê yekê hemet dikin. Dewlet û hukmat plan dikin ku bêyî xwe rexnekirin û bi rabirdûya xwe re rû bi rû bûyînê, hinek tanzîmkirinên piçûk bikin. Yên ku beşdarê munaqeşeyan dibin jî, ji dewlet û hukmatê taleb nakin ku ew xwe rexne bikin û bi rabirdûya xwe re rû b rû bibin. Ev jî, di vê prosesê de xaleka din e ku balê dikşîne ser xwe. Lê diviya bû ku di vê prosesê de her du dezgeyên girîng ên dewletê, organên dadgehê û unîversîteyê xwe rexne bikin, bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibin. Polîtîka û kirinên ku xwe dispêrin asîmîlasyon, înkar û tunekirinê bi hevkarîya van her du dezgeyên bingehîn re pêk hatine. Ev eşkera ye ku sîyaseta înkar û tunekirinê, sîyaseta asîmîlasyonê, te divê li unîversîteyê be yan te divê li dadgehê be, brokratên ku di zîhnîyeta memûrîyê de ne, afirandine. Di vê prosesê de bêguman fonksîyona organên rêveberîyê (îdarî) û rêvebirîya rayagiştî, wekî mînak, fonksîyona serekê komarê, ya artêşê, ya Lijneya Ewlekarîya Neteweyî (MGK) û ya çapemenîyê gelek mezin e. Lê dezgeyên ku pêdivîyên îdeolojîya resmî bicih tînin, di serî de unîversîte û dadgeh in. Em salên 1960î, 1970yî û1980yî bifikirin. Organên dadgehê, yên ku qala kurdan û zimanê kurdî dikir, bi mueyîdeyên gelek giran ên îdarî û cezaî pêşwazî li wan dikir. Organên dadgehê, mehkemeyan di biryarên xwe de tekîd dikir ku kurd tirk in û zimanê kurdî jî tirkî ye. Hewl didan xwe ku tirkbûna kurdan û tirkîbûna zimanê kurdî îsbat bikin. Unîversîteyan, kesên ku qala kurdan û zimanê kurdî bikirana ji nava xwe bi dûr dixistin. Di vê mijarê de di navbera organên unîversîte, dadgeh, rêvebirî û çapemenîyê de hevkarîyeka pêt hebû. Unîversîteyan, bi cezayên îdarî, bi biryarên komîsyonên tehqîqatê dawî li karê kesên navborî dianî, organên dadgehê û mehkemeyan jî cezayên gelek giran dida van kesan. Em neşên bibêjin ev di rabirdûyê de man, em li îro binihêrin. Li gorî qenaeta min ev rewş du kirinên girîng yên îdeolojîya resmî ne. Heta ku hinek dozgerên ku derheqê me de biryara mehkûmîyetê dane, di wan deman de li hinek dozên din ku wan lê dinihêrt, ji xizmên kesên ku mehkeme dibûn bertîl xwaribû lê li ser sûc hatibûn girtin û ji ber vê yekê mehkûm bûbûn. Digel viya, ev dozgerên ku bûne tawanbarên sûcên ku meriv jê şerm dike, lê ew hukmê ku van dozgeran derheqê me de dane hîn jî li dar e. Çunkî dozgeran, yên ku qala kurdan û zimanê kurdî kiribû, heddê wan bi wan daye zanîn. Ji alîyê dewletê ve, ji alîyê îdeolojîya resmî ve yê girîng ev e. Ji ber hevokekê qedexekirina pirtûkan, ev bêhuqûqî hîn jî dewam dike.

Îro li unîversîteyan mamostayên ku li gorî şêweya zanistîyê tevdigerin û dizanin ku hebûna kurdan û zimanê kurdî nayê înkarkirin, hindik bin jî, hene. Di organên dadgehê de dozger û hakimên ku xwedîyê hîsên edaletê ne, ger hindik bin jî, hene. Lêbelê ev pêdivîya xwe rexnekirinê, bi rabirdûya xwe re rû bi rû bûyînê ji navê nade hilanîn.

Wezîrê navxweyî Beşîr Atalay roja 28 temmuz 2009 axaftinekê kiribû ku di pirsa kurd de rêbaza “vebûnê” dîyar dikir. Ew axaftina wî ya ku li roja 1 tebax 2009 di Akademîya Polîsan de ligel 15 rojnamevanan kiribû, karîgerîyek ku helwêsta wî ya di vê mijarê de tekîd dikir nîşan dida. Dîyardeya bingehîn ku helwêsta wezîrê navxweyî Beşîr Atalayî ya di meseleya kurdan de dîyar dike, ew axaftina ku wî piştî bûyera gundê navçeya Şemrexa Mêrdînê Zanqirtê kiribû, ku li roja 04 nîsan 2009 komelkujîyek li wir qewimîbû, dîyar dibû. Di vê komelkujîyê de ji eynî malbatê 45 kesî jîyana xwe ji dest dabû. Wezîrê navxweyî Beşîr Atalay di eynî roja ku bûyer qewimîbû çûbû cihê bûyerê û gotibû “ev bûyer naşibihe êrîşên terorîstîyê”. Lêbelê ev komelkujîyeka wisa bû ku ji bo bikin stûyê PKK hatibû plankirin. Daxuyanîya “bûyer naşibihe êrîşên terorîstîyê” jî bi viya ve eleqedar bû. Bi daxuyanîyên wezîrê navxweyî pêşî li vê senaryoyê hat girtin.

Divê meriv bal bikşîne ser ku helwêste serekê komarê Abdulah Gulî ya derbareyê meseleya kurdan de jî erênî ye. Helwêsta serekê wezîran jî. Ew axaftina serekê wezîran Receb Teyîb Erdoganî ku roja 11 tebax 2009 li grûba meclisa Partîya Edalet û Pêşveçûnê kiribû derbareyê pirsê de axaftineka erênî bû. Meriv dikane bibêje ku serekê komarê, serekê wezîran û wezîrê navxweyî di vê mijarê de naşibihin serekê komarê, serekê wezîran û wezîrê navxweyî yên berîya xwe.

Şerê ku ji ber sedema înkarîya kurdan û Kurdistanê dest pêbû, şewitandin û ruxandina Kurdistanê bi xwe re anî. Cografyaya kurd hate texrîbkirin. Daristan hatin şewitandin. Çavkanîyên bingehîn yên debarê hatin texrîbkirin, hatin tunekirin. Bi hezaran cînayetên ku jê re dibêjin “faîlê wan nedîyar” hatin kirin. Gund hatin şewitandin, ruxandin, bi deh hezaran heywan telef bûn. Bi mîlyonan kurd bi darê zorê ji cih û warê xwe hatin rakirin. Civaka kurd hejandinên gelek mezin, gelek girtan derbas kir. Ji 40 hezarî zêdetir kurdên ku tam di wexta xwe ya hilberînîyê de bûn jîyana xwe ji dest dan. Zêdetirê vana seqet man, li derveyî hilberînîyê man. Sedemê bingehîn yê vê texrîbatê polîtîkaya dewletê ya ku înkarî û tunekirina kurdan û zimanê kurdî, asîmîlekirina kurdan bo xwe kiribû armanc bû. Bona texrîbkirina zimanê kurdî her awa tedbîr hatin girtin. Bona vê yekê her awa operasyon mubah hatin dîtin. Di axaftin û munaqeşeyên derbarê “vebûnên kurdî” de hîç qala van mijaran jî nayê kirin. Lê axaftvan hîn jî ji kurdan re dibêjin “wisa bike, viya meke” û aqil didin kurdan. Ev helwêst jî taybetîyeka duduyan ya axaftin û munaqeşeyên kurdî ne ku van rojan dibin.

Taybetîyeka sisêyan ya van axaftin û munaqeşeyan jî ev e ku hîç têkelî çawahîya bingehîn ya meseleyê nabin. Çawahîya bingehîn ya pirsê, bêguman, li salên 1920î, di dewra Cemîyeta Miletan de jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdîstanê ye. Hêzên emperyal yên wê demê, Brîtanyaya Mezin û Fransa, vê polîtîkayê bi hevkarîya ligel rêvebirîyên ereb, fars û tirk yên li Rojhelata Navîn û bi lihevkirina ligel Yekîtîya Sovyetan tetbîq kirine. Vê yekê karîgerîyek ku herwekî qaqordeyê kurdan û Kurdistanê bihê parçekirin, mejîyê wan bihê belavkirin pêk anî. Jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê ne yekem jihevdexistin, parçekirin û parvekirin e ku kurd pêrgî wê dibin. Di çaryeka pêşîn ya sedsala 15. de di wî şerê ku navbera împaratorîya Osmanî û împaratorîya Îranê de, yanî di navbera Yawuz Siltan Selîm û Şah Îsmaîl de çêbûbû de Kurdistan bûye du parçe, di sala 1639an de ev parçebûn bûye resmî. Lê prosesa bingehîn ku vê demê dîyar dike di salên 1920î de pêk hatîye. Di axaftin û munaqeşeyan de qala vê yekê nekirin, bêguman, kêmasî ye. Ji ber ku qala vê rewşa bingehîn nayê kirin, behsa wê nabe, ji ber ku ev proses nayê qalkirin, di nav mejîyan de nayê bicihkirin, ji ber ku texrîbata li cografyaya kurdan, texrîbata însanan, texrîbata hebûnên zimanî û kulturî di nav mejîyan de nayêne bicihkirin, lewre rêvebirên Partîya Civata Demokratîk û rêvebirên PKK yên li Qendîlê gelek bi hêsanî daxuyanîyên mîna “em dişên 17 hezar ‘cînayetên faîlê wan ne dîyar’ ji bîr ve bikin”, “em dişên rabirdûyê ji bîr ve bikin” belav dikin. Ger qala van texrîbatan bihê kirin, ev texrîbat di nav mejîyan de bên bicihkirin, dê neşên ewqas bi hêsanî bibêjin “em dişên ji bîr ve bikin”.

Taybetîyeka çaran ya axaftin û munaqeşeyan heye. Di axaftin û muanqeşeyan de xetên sor yên dewletê têne parastin. Merivê kurd, azadîya kurdan nabe xala bingehîn ya tevgerê. Meseleya kurdan, meseleyeka wisa ye ku ji alîyê dewletê ve înkarkirina kurdan û zimanê kurdî, asîmîlekirina kurdan, yên ku asîmîle nabin tunekirina wan re têkildar e. Dema ku “çareserî” tê rojevê helbet divê însan, însanê kurd, azadîya kurdan di pêşîyê de be. Lê di munaqeşeyan de hîn jî ne ku însan û azadîya însan, em dibînin ku dewlet tê parastin.

Taybetîya pêncan ya di axaftin û munaqeşeyan de ku bala meriv dikşîne jî ev e: Di roja îroyîn de derbarê kurdan de gelek kitêb têne weşandin. Di van kitêban de bal dikşînin ser “biratîyê”, dibêjin “tu cihêtîyek di navbera me de tune ye, bi sedsalan em bi hev re girîyan, bi hev re kenîyan”. Ev dereweka gelek çirkîn e. Ne helwêsteka etîk e. Di dema ku mucadele sor dibû de, kurd ji alîyê çapemenîya tirk ve wekî “xayîn”, “sergerde”, haydud”, “mîkrob”, “heşere” û hwd. dihatin navkirin. Hîn duhî digotin “me di qula wan de li eşqîyayan da”. Digotin, “Me mîna baranê bombe li ser serê xayînan barandin”. Ger em bala xwe bidin nivîs û nûçeyên wê demê, em ê bibînin ku kurd wekî heşere û mîkrobên ku divê bêne tunekirin tên nirxandin. Lê di “rêya ku diçe aştîyê” de bal dikşînin ser “biratîyê”, dibêjin “tu cihêtîyek di navbera me de tune ye, bi sedsalan em bi hev re jîyan”. Li gorî qenaeta min bona ku mafên bingehîn yên merivan, mafên ku ji civatîya kurdbûnê hasil dibin nedin kurdan, van tiştan dibêjin. Fikrekî mîna “Jixwe em bira ne, çi hewce bi vî mafî yan bi wî mafî heye” serdest e… Dema ku dibêjin “çi hewce bi vî mafî yan bi wî mafî heye” helbet bona zimanê tirkî û kultura tirkan qala “yekbûnê” û “biratîyê” tê kirin. Di vê mijarê de pirsa bingehîn ev e: 1923, Lozan. Tirk Lozanê çawa dinirxînin, kurd çawa dinirxînin? 1984, êrîşa Dihê û Şemzînanê… Kurd vê bûyerê çawa dinirxînin, tirk çawa dinirxînin? 1992, damezrîna parlamentoya kurdan ya li Kurdistana Başûr. 2005, damezrîna hukmata herêma Kurdistanê ya li Kurdistana Başûr… Çapemenîya tirk van dîyardeyan çawa dinirxîne, çapemenîya kurdan çawa dinirxîne? Orgeneral Abdullah Alpdogan, Orgeneral Mustafa Muglali… Ev nav ji alîyê kurdan ve çawa tên têgihîştin, ji alîyê tirkan ve çawa tên têgihîştin? Digel van hemî tiştan çawa derewa “em bi hev re kenîyan em bi hev re girîyan” tê gotin?

Di axaftin û munaqeşeyên ku van rojan derbarê kurdan de dibin de divê meriv bal bikşîne ser van taybetîyan. Hukmat, roşinbîrên tirk, beşek ji roşinbîrên kurd bêyî ku qala van taybetîyên bingehîn bikin, meseleyê munaqeşe dikin. Digel vana, divê kurd bikanibin bal bikşînin ser van taybetîyên bingehîn. Dewlet û hukmat meseleyê bi mafên takekesî û kulturî bisînor dike û hewl dide xwe daku sîyasetek ku serê wê girtîye bimeşîne. Lê divê kurd sîyasetek ku serê wê vekirîye bimeşînin. Ev şaşî ye ku serekê komara Îraqê û serekê Yekîtîya Niştimanê Kurdistanê Celal Talebanî dibêje “dewleteka kurdan xîyal e” û Yaşar Kemal jî dibêje, “metirsin, kurd dewletê naxwazin…” Divê mafê tu kesî tune be ku ambargo dayne ser daxwazên nifşên paşerojan.  Jihevketin, parçebûn û parvebûnê dînamîkên hundirîn yên Kurdistanê xira kirine. Em li deh sal berî niha binihêrin, kê bîr pê dibir ku dê serekê Yekîtîya Niştimanê Kurdistanê bibe serekê dewleta Îraqê?

Ji dawîya salên 1960î bi vir de, li ser erdê ku di bin desthilatdarîya Îsraîlê de ye qala dewleteka ereb a Filîstînê dibe. Tu kesî, tu dezgeyekê ji filîstînîyan re negot “dewleteka cihê baş nîn e, ligel musewîyan bi biratî bijîn, jixwe sînor radibin…”. Berevajî, damezrîna dewleta ereb a Filîstînê bi awayekî pêt tê handan. Ji 25 salan zêdetir e ku komara tirk ya Qibrisa Bakûr dixwaze wekî dewleteka serbixwe bihê naskirin. Tiştê ku Tirkîye ji Yekîtîya Miletan, ji Konseya Ewropayê, ji Yekîtîya Ewropayê, ji Konferansa Îslamê, ji Federasyona Rûsyayê û hwd. dixwaze, ev e. Di çapemenîya tirk de, di nav nivîskaran de, ji vê prosesê re îtîraz yan rexneyek tune ye. Lê çi dema ku îhtîmala dewleteka kurdan derket rojevê (destpêka salên 2000an), a wê demê, çapemenîya tirk, nivîskar, rêxistinên civata sivîl û hwd. dest pêkirin gotin, “dewlet xirab e, dewlet di serî de ji bo kurdan xirab e, jixwe sînor radibin, çi hewce dike ku meriv bona danîna sînoran bixebite, jixwe ev serê hezar salan e em ligel hev dijîn, biratîya îslamê û hwd….” Ev fikrê dewletparêz li ser navê biratîyê, li ser navê şorişgerîyê jî tê parastin.

Lê biratî jî enternasyonalîzm jî heke wekhevî mewzûbehs be çêdibe. Îro meriv dikane behsa biratîya Tirkîye û Sûrîyeyê, biratîya Tirkîye û Îranê bike. Meriv dikane qala biratîya Tirkîye û Yunanîstanê jî bike. Çunkî ev hebûnên sîyasî ji layê serwerîyê ve wekhev in. Di eynî radeyê de xwedîyê mafên serwerîyê ne. Li Filîstînê jî, bona ku biratîya di navbera ereb û musewîyan de pêk were, divê dewleta ereban ya Filîstînê bihê damezrandin. Li Qibrîsê, bona ku biratîya tirkan û rûman saz bibe, çi dema ku dewleta tirkan a Qibrisa Bakûr ji alîyê civata navneteweyî ve bihê naskirin, ancax wê demê mumkin dibe. Di şertên îroyîn de, drûşmên “biratîya kurdan û ereban”, “biratîya kurdan û farsan”, “biratîya kurdan û tirkan” rewşa rastîn îfade nake. Ev drûşm viya îfade dikin ku ev yek li ser kurdan hatine sepandin. Heta ku wekhevî çênebe biratî çênabe. Aştî jî çênabe.

18.08.2009

____________________

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ev nivîs bi sernavê “Kürt  Sorunu  Hakkında Algılamalar, Tartışmalar” li malpera www.zazaki.net weşîyaye.

Na xebere 3943 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.