zazaki.net
19 Adare 2019 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
25 Gulane 2018 Îne 14:58

SERPÊHATIYEKE LI SER REZÊN FÛMÊ

Heqî Balta

Dawîya demsala payîzê bû. Dinya hêdî-hêdî sar dibû, pêlên germahîyê dadiketin, pelên daran diweşîyan.

Payîz bû. Xelqê Fûmê bar kiribû nava rezan. Dema çinîna tirîyê, dema çêkirina meşlûl, bastêx û kesmeyan bû.

Carna dengê natorê rezan ji ser Kevira Natorîyê bilind dibû, li pêşa çiyê dixist olan dida.

Rez! Belê rezên Fûmê li pişta gund, ji daristana Emîyê Îbegê dest pê dikir heta dehla Nêrgizîyê, li binê pala çiyê de dirêj dibûn. Rezê herî dawî li pişta Kevira Tuxtê rezê Emîyê Wisiv Begê bû. Li herî jor kevêrek mezin li qontarê çiyê hebû. Natorê rezan li wir rez; tirî, hirmî, behîv û hêjîr ji xortên beredayî, ji heywanên kovî yên mîna rovî û hirçan diparastin.

Ji germa havînê gîyayê nava rezan hişik bûbû. Behîv ji darê diketin erdê. Rez bi darên hijîr, hirmî û behîvan ve gelek dewlemend bûn.

Dema tirî digihîşt, gundiyan koç dikir diçûn ser rezan. Di nav her rezekî de xincîkek hebû. Cîyê herî honik bin xincîkan bû. Di wan rojan de tirî dihat berhevkirin. Ew di mehsereyan de dihat pelaxtin. Şîre û qalikê tirîyê ji hev dihatin cûdakirin. Di sîtilên mezin de şîre dihat kelandin, meşlûl, meşlûlên sor û yên sipîyên wek berfê, meşlûlên çalme bi gûz û şîre çêdûbûn. Wan li ber tavê bi dar de dikirin ku hişk bin. Çarşevên spî yên bastêxî dihatin raxistin. Bi meleyên pozzirav lepeya bastêxan xweşik li ser çarşevan dihatin belavkirin û pehnkirin.

Ken, evîn, dostanî û mirovahîyê pêl didan. Însan evîndar bi dilxweşî bi hev re cîrantî, alîkarî dikirin. Ji derd û kulê hev re dibûn şirîg. Ji dûr an ji nêz piranîya wan merivên hev bûn. Eşîratî ji zû ve ji holê rabûbû.

Dîsa rojek ji rojên li ser rezan bû. Ez zarok bûm, şeş yan jî heftsalî bûm. Li ber kepirê sîtilên şîreyê dikelîyan. Bavê min li wir nebû. Diya min behîv berhev dikir. Ew çû ser dara behîvê ku behîvên bi darê ve bixîne xwarê. Em zarok jî li bin darê benda behîvan bûn. Min hew dît ku wê xwe ji jor ve avêt xwarê. Destê xwe da ber devê xwe û me hûşşş kir. Em ji darê dûr xistin. Paşê bi dengekî nizim got:

- Zû here ji apê Ebdirehman re bêje bila bi tifinga xwe bigre û zû were. Tirsîyabû. Dilerizî. Ez jî ji wê tirsîyam.

Apê Ebdirehman cîranê me bû. Rezê wî li ber yê me bû. Ez bi bazdanê çûm û em bi hev re hatin ba dayê. Dayê got:

- Kekê Ebdirehman, ka li wî marî binêre!

Marêkî belekê dirêjê qalind li ser darê xwe li gulîyekî qalind lefandibû. Em zarok ji wir dûr xistin. Apê Ebdirehman bi tifinga xwe ya seydvanîyê çok da erdê, nîşan girt û gummmm!

Xwuşînî bi darê ket, di nava olandana dengê tifingê de marê belekê qirase di qûrma darê re xwe berda jêr, vekişîya çû di nava keviran de wenda bû.

Ji tirsan em ji wir dûr ketin. Mar birîndar bûbû lê xwe xilas kiribû. Ew roj em newiribûn di ber wê loda keviran re derbas bibin. Xal û apê min hatin cem me. Gundîyên me civîyan. Ew şev ew jî li cem me man.

Serpêhatîyeke li ser rezan, bi tahm, bêhn û bûyerên xwe rojên ser rezan rojên wek cejnê bû. Ew hestên mirovatîyê, ew alîkariya mirovên gund bi hev re û gera zarokan a li tirîya dawî, yanî efareya rezan vedigerîya dibû cejn. Jîyan bi gundîyan, bi cîranan û bi merivên xwe ve dibû cejn. Ê de were bêrîya wan rojan neke. De were bêrîya kebaba ser rezan û lêgerîna tirîyên dawîyê ya şîrîn neke…

Na xebere 826 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.