zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
04 Êlule 2016 Yewşeme 12:59

SENTEZA TIRK-ÎSLAMÊ Û MESELEYA KURDAN

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ereb, tirk û farisan hertim îslamê li gorî berjewendîyên xwe yên neteweyî bikar anîne. Ne ku parastin, pêşvebirin û belavkirina îslamê, parastin û pêşvebirina berjewendîyên xwe yên neteweyî esas girtine û di vê çarçeweyê de bikaranîna dînê îslamê di plana yekem de girtine. Li gorî qenaeta min, tekane gelê ku îslamê parastiye, pêş ve biriye û belav kiriye, tekane miletê ku îslamê li gorî berjewendîyên xwe yên neteweyî bikar neanîye kurd in.

Hereketa Fethulah Gülenî di bin perdeya dînî de hereketeka neteweperestîya tirkan e. Armanca bingehîn a Fethulah Gülenî parastin, geşkirin û bilindkirina neteweperestîya tirkan e. Parastin û pêşvebirina îslamê hîn paşê tê.

Ev rewşeka gelek asayî ye ku tirkek bibe neteweperestê tirk, ji zimanê tirkan, ji welatê tirkan hez bike, bibe xwedîyê hîsiyat û fikrê parastin û pêşvebirina tirkên li dinyayê. Lê çi dema ku neteweperestîya tirkan ji bo pêşîlêgirtina mafên neteweyî yên gelên din bête bikaranîn hingê rewşeka nexweş derdixe meydanê. Di vê nivîsarê de ez ê hewl bidim vê rewşê vekolim.

Îro mezintirîn kêşeya Tirkîyê meseleya kurdan e. Kêşeya ku polîtîkaya navxweyî jî polîtîkaya derveyî jî dîyar dike, meseleya kurdan e. Meseleya kurdan di rabirdûyê de jî her wisa dîyarker bû. Lê wê demê ev rewş îfade nedibû. Di roja me de êdî karbidestên dewlet û hukumetê jî vê rewşê bi vekirî îfade dikin. Ji ber ku di kurdan de bizava neteweyî hatiye radeyeka wisa, êdî pêşî lê nayê girtin û nayê rawestandin, lewre dewlet û hukumet jî pêwîstî pê dibînin ku vê yekê bibêjin.

Derbarê meseleya kurdan de girîngtrîn polîtîkaya dewlet û hukumetê asîmîlasyon e. Ji dema rêxistina Îtîhad we Teraqîyê vir de girîngtrîn polîtîka asîmîlasyon e. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê polîtîkayeka wisa ye ku ketiye nav gênên dewleta tirkan, ketiye nav gênên Komara Tirkîyê. Ev polîtîka li dewra Îtîhad we Teraqîyê hatiye tesewurkirin û tê tetbîqkirin. Ji dewra Komarê bi vir de, ev polîtîka, hîn bêhtir bi awayekî sîstematîk tê tetbîqkirin. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê bûye armanca eslî ya neteweperestîya tirkî.

Li van salên dawîn wisa dixuye ku vebûna kurd di nav hereketa Fetulah Gülenî de jî heta radeyekê tê kirin. Êdî gelê kurd û zimanê kurdan nayên înkarkirin. Lê ji bilî mafên ferdî mafên komelayetî nayên naskirin. Di prosesa asîmîlekirina kurdan de li tenişta polîtîkaya dewlet û hukumetê cih girtin taybetîya herî girîng e ku Hereketa Gülenî dîyar dike. Heta radeyekê vebûnek heye lê ev taybetîya bingehîn naguhere. Tiştê ku asîmîlasyonê dide dewamkirin û pêş ve dibe, nebûna perwerdeya kurdî, yanî nebûna perwerdeya mecbûrî ya bi kurdî ye.

Îdeolojîya resmî, di serî de parastin û geşkirina neteweperestîya tirkan bo xwe dike armanc. Dîn û îslam wekî lingekî herî girîng ku hêz dide vê zihnîyetê tên nirxandin. Senteza tirk-îslamê di vê çarçeweyê de pêk tê.

Ji grûpên ku di mijara asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê de li alîyê dewletê cih digrin, asîmîlekirina kurdan teşwîq dikin, li cem neteweperestîya tirkan cih digrin, Hereketa Fetulahperestan di serî de tê. Di mijara asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê de di navbera Komeleya Piştgirîya Jîyana Hemdem (ÇYD) û Komeleya Ramanê ya Atatirkparêz (ADD) û hereketa Fetulah Gulenî de hîç ferqek nîne. Ev hemî grûp li gorî zihnîyeta neteweperestîya tirkan tevdigerin. Manayeka vana ya wisa heye, ew rê nedin ku mafên neteweyî yên kurdan pratîze bibin û asîmîlasyon tim dewam bike.

Ev polîtîkayeka girîng ya dewletê ye ku bi rêya hîsên dînî, bi pêşvebirina sazîyên dînî kurdan bi xew ve bike û asîmîlasyonê kûrtir bike. Li herêmên kurdan vekirina kursên fêrbûna Quranê, vekirina xwendegehên Îmam-xetîbê, vekirin û zêdekirina sazîyên mîna medreseyan li gorî pêwîstîya vê zihnîyetê çêdibin.


Bedîuzeman Seîdê Kurdî

Eger meriv bala xwe bide ser terza nêzikbûna Hereketa Fetulah Gülenî li Bedîuzeman Seîdê Kurdî û berhem û fikrên wî dê asoya meriv bêhitr vebe. Li Tirkîyê cereyanên Nûrcîtîyê li gorî fikrên Bedîuzeman Seîdê Kurdî, li gorî kitêbên Rîsaleyên Nûrê pêk tên. Lê nûrcîyên tirk qet xwe jê hemet nakin ku fikrên Bedîuzeman Seîdê Kurdî tehrîf bikin. Nûrcîyên tirk, bitaybetî fikrên Bedîuzeman Seîdê Kurdî yên derheqê komelgayê kurd de yan sansur dikin yan jî tehrîf dikin. Dema ku kitêbên Bedîuzeman Seîdê Kurdî diweşînin, nivîsarên wî yên derheqê kurdan de, hinde beşên di nivîsaran de yan tên sansurkirin yan jî tên tehrîfkirin.

Li ser vê helwêstê nûrcîyên kurd pêwîstî pê dîtine ku hemî kitêbên Seîdê Kurdî ji nuh ve biweşînin. Di sala 1990î de Tenvir Neşriyat, Med-Zehra Yayıncılık jî bi navê İçtimai Reçeteler kitêbek ku ji du cildî pêk tê weşandine. Eynî kitêb, piçekî din hatiye firehkirin û di sala 2004 de ji layê Zehra Yayıncılık ve, wekî cildekê bi navê İçtimai Dersler ji nû ve hatiye weşandin. Fikr û hîsên Seîdê Kurdî yên derheqê kurdan de ku di salên 1908, 1909 û 1910 de nivîsîne di van kitêban de cih digrin.

Bedîuzeman Seîdê Kurdî, di sala 1907 de ji ku projeyeka perwerdeyê ya bi navê Medresetu-z Zehra pêşkêşî Sultan Evdilhemîdî bike diçe Îstanbulê. Seîdê Kurdî ji bo zimanê vê medreseyê dibêje "Divê em erebî wacib, kurdî caiz, tirkî lazim bikin."[1]

"Erebî wacib, kurdî caiz, tirkî lazim" çawa guherî bû "Erebî ferz, tirkî wacib, kurdî caiz"?

Îcar derdorên "Fethullah Gülen Perspektifinden, Bediüzzaman Said-i Nursi ve Risale-i Nur" di "Güneydoğu Problemleri ve Bediüzzaman’ın Medresetü’z Zehra Projesi" de dibêjin "Erebî ferz, tirkî wacib, kurdî caiz e."

Fetulah Gulen û derdora wî grûpeka wisa ye ku fikir û berhemên Bedîuzeman Seîdê Kurdî sansur dikin, tehrîf dikin. Derbarê vê helwêstê de ez ê hewl bidim vê pêkhateya ku li jor me behsa wê kir vekolim.

Ferz, di îslamê de tê manaya tiştê îcbarî. Wacib zî îcbarîyê îfade dike. Lê ev îcbarî bi qasî ku di ferzê de heye ewçend xurt nîne. Îcbarîyeka di dereceya duyem de ye.

Seîdê Kurdî dema ku dibêje di Medresetu-z Zehra de bila "kurdî caiz be", hingê tekîd dike ku zimanê ku derbas dibe, yanî zimanê perwerdeyê zimanê kurdî ye. Dibêje "Helbet divê erebî jî bête fêrkirin, tirkî jî ji bo ku zimanê resmî yê dewletê ye, lewre fêrbûna wî lazim dike." Jixwe di medreseyên kurdan de jî perwerde fiîlen wisa çênabe? Jixwe Seîdê Kurdî di nivîsarên xwe yên cur bi cur yên ku di sala 1908 de weşîyane vê rewşê bi awayekî vekirî îfade dike.

Îcar Fethulah Gülen û derdora wî, manayeka wekî "Kurdî hebe jî dibe, tune be jî dibe, kî dixaze bila li mala xwe biaxife…" li peyva caiz bar dikin. Eger em dîqet bikin, "Fethullah Gülen Perspektifinden, Bediüzzaman Said-i Nursi ve Risale-i Nur" vê rêzkirinê serûbin kiriye.

Bedîuzeman Seîdê Kurdî dibêje "Erebî wacib, kurdî caiz, tirkî lazim e" lê Cemaeta Gülenî vê bi awayê "Erebî ferz, tirkî wacib, kurdî caîz" tehrîf dike. Seîdê Kurdî dema ku dibêje "tirkî lazim e", manayeka wekî "tirkî zimanê dewletê ye, fêrbûna wê lazim e" lê bar dike. Îcar Cemaeta Gülenî hem rêzkirinê diguhere hem jî tirkî bi peyva wacib ku mecbûrîyetê dîyar dike derdixin pêş. Peyva caîz jî, bi awayê "bibe jî dibe, yên ku dixwazin bila li mala xwe qise bikin…" îfade dikin.[2]

Ev sirûştî ye ku dîndarên tirk, herwisa Cemaeta Fethulah Gülenî neteweperestên tirk bin. Lê ev helwêsteka tendurist nîne ku neteweperestên tirk vê helwêsta xwe di eleyhê kurdan de bikar bînin, ji bo vê yekê jî berhem û fikrên Seîdê Kurdî sansur bikin, tehrîf bikin.

Selamî Can vê helwêsta Fetulahçîyan rexne dike. Di nivîsara xwe ya bi sernavê “Vacib Dille Olimpiyad, Farz Dille Kürd’e Kıyak, Caiz Dille Laklak” de vê helwêsta wan a sansurkar û tefrîkar bi teferuat rexne dike.[3]

Li ser vê nivîsarê di malperê de gelek şîrove jî hatine kirin. Xwendevanê bi navê Alî rexne li Fetulah Gülenî digre dibêje "Tu çima zimanê ferz di xwendegehên xwe de nadî fêrkirin?"


Serokatîya Karûbarên Dîyanetê û Meseleya Kurdan

Helwêsteka wisa di Serokatîya Karûbarên Dîyanetê (Diyanet İşleri Başkanlığı) de jî heye. Wekî nimûne, Di Ansîklopedîya Îslmê ku ji layê Türkiye Diyanet Vakfı (Weqfa Karûbrên Dîyanetê) ve hatiye weşandin de maddeya kurdan cih nagre. Heta niha (temuz 2011) 39 cildên vê ansîklopedîyê weşîyane. Maddeya kurdan diviyabû di cilda 27. de cih bigirta.

Ev helwêsta hanê bi me nîşan dide ku helwêsta înkarker ya îdeolojîya resmî eynen hatiye pesendkirin. Serokatîya Karûbarên Dîyanetê heyetên îrşadê dişîne bo herêmên kurdan û "birayetîya" sexte derdixîne pêş, bi vî awayî mafên neteweyî bi kurdan dide jibîrvekirin û rêya tirkbûnê bide ber wan. Îmamên ku bo herêma kurdan didin şandin jî eynî wezîfeyî dikin. Ji ber van hemî tiştan ew bangkirina Partîya Aştî û Demokrasîyê ku dibêje em naxwazin li dû îmamên dewletê nimêj bikin, em ê li dû îmamên xwe nimêj bikin, bangeka rast e.


Bedîûzeman di Kovara SIZINTI de

Di vê navberê de divê em bala xwe bidin ser berga hejmara 389. ya kovara SIZINTI ku di hezîran 2011 de derçû. Kovarê di berga xwe de resmekî Seîdê Kurdî bikar anîye. Di destê Seîdê Kurdî de alayeka tirkan heye, derdikeve seferê. Ev jî tê vê manayê ku tehrîfat dewam dike.

Nivîsarên Seîdê Kurdî ku di salên 1908, 1909, 1910… de bi navê xwe yê  Seîdê Kurdî weşandine di malperên nûrcîyên tirk de cih nagrin. Nûrcîyên tirk ku Rîsaleyên Nûrî diweşînin di weşanên xwe de cih nadin van nivîsaran, wan sansur dikin. Meriv dikare van nivîsaran wisa rêz bike:

Hamidiye Alaylarına Dair Beyan-ı Hakikat, Şurayı Ümmet, 19 Kasım 1908, İçtimai Dersler, r. 505-506

Kürdler Yine Muhtaçtır, Şark ve Kürdistan, Sayı, 2 Aralık 1908, İçtimai Dersler, r. 507-508

Ey Kürd Topluluğu, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Sayı 2, 12 Aralık 1908, İçtimai Dersler, r. 509-510

Kürdler Neye Muhtaç?, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Sayı 2, 12 Aralık 1908, İçtimai Dersler, r. 511-512

Bediüzzaman Said-i Kürdi’nin Mebusan’a Hitabı, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Sayı 3, 19 Aralık 1908, İçtimai Dersler, r. 513- 517

Bediüzzaman Molla Said-Kürdi’nin, Mebusan’a Hitabı, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Sayı 4, 26 Aralık 1908, İçtimai Dersler, r. 518-523

Nutk-u Sabıkın Neticesi, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, 9 Ocak 1909, İçtimai Dersler, r. 524-527

İfade-i Meram, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Sayı 6, 9 Ocak 1909, İçtimai Dersler, r. 528-5

Hakikat, Volkan Gazetesi, 10 Mart 1909, İçtimai Dersler, r. 531-532

Bediüzzaman Said-i Kürdi’nin, Fihriste-i Makasıdı ve Efkarının Programıdır, Volkan Gazetesi, Sayı 83-84, 24 Mart 1909, İçtimai Dersler, r. 537-544, İçtimai Reçeteler II, 269-276

Reddü’l Evham, Volkan Gazetesi, Sayı 90-91, 31 Mart 1909, İçtimai Dersler, r. 547-553

Ziya-yı Hakikat, Volkan Gazetesi, Sayı 97, 7 Nisan 1909, İçtimai Dersler, r. 554-559 İçtimai Reçeteler II, 276-281

Leman-ı Hakikat ve İzale-i Şübehat, Volkan Gazetesi, 29 Mart 1909, İçtimai Dersler, r. 560-570, İçtimai Reçeteler, II, r. 281-290

Asker Kardeşlerime, Serbesti Gazetesi, 18 Nisan 1909, İçtimai Dersler, r. 572, İçtimai Reçeteler, r. 292

Kürdler ve Osmanlılık, İkdam Gazetesi, Sayı 8273, 7 Mart 1920, İçtimai Dersler, r. 577 İçtimai Reçeteler II, r. 301-302

Kürdler ve İslamiyet, Sebilürreşad Dergisi, 17 Mart 1920, İçtimai Dersler, r. 578-580, İçtimai Reçeteler II, r. 303-305


Nivîsarên bi sernavê "Kürdler ve Osmanlılık" û "Kürdler ve İslamiyet" di sala 1920 de hatine nivîsandin. Ev jî balkêş e ku di vê salê de jî navê xwe yê Seîdê Kurdî bikar anîye.


Serokê Weqfa Zehrayê Îzedîn Yıldırım

Weqfa Zehrayê dixebite ku berhem û fikrên Seîdê Kurdî eynî wekî eslê xwe, yanî ji sansurê paqij bike û bigihîne raya giştî, di vê navberê de bigihîne raya giştî ya kurdan. Van teşebusên Weqfa Zehrayê û serekê weqfê Îzedîn Yıldırımî derdorên dijî kurd narehet kirine. Operasyonên ku li hemberî Weqfa Zehrayê, herwisa li hemberî serokê Weqfa Zehrayê Îzedîn Yıldırımî di rewşeka wisa de çêbûne.

Serokê Weqfa Zehrayê Îzedîn Yıldırım di roja 29 mijdar 1999 de ji layê Hîzbullahîyan ve li Îstanbulê, ji buroya wî ya li Fatihê hate girtin û revandin. Di roja 17 çile 2000 de lîderê Hîzbullahê Hüseyin Velioğlu, di dema ku li hemberî Hîzbullahê operasyon çêbû de, li Beykozê, ji layê asayîşa dewletê ve hate kuştin. Du roj di pey vê bûyerê re, kasetên ku dîmenên cesedê Îzedîn Yıldırımî ku bi bendên berazî hatiye kuştin têde hebûn, li Xarpêtê di maleka rêxistinê de hatin dîtin.

Ev tê zanîn, ji bo ku karîgerîya PKK ya li ser komalgayê kurd bişkêne dewletê bi xwe Hîzbullah damezrand û perwerde kir. Ev jî tê zanîn ku Hîzbullahê, ne ku li PKKya li çîyayan, li hemberî kurdên welatparêz yên li bajaran mucadele kir. Roj nava rojê, ji par ve guleyek berdidan şatika situyê kurdên welatperwer û ew dikuştin. Divê meriv revandin, pirsîyarkirin û qetilkirina serokê Weqfa Zehrayê Îzedîn Yıldırımî jî di vê çarçeweyê de bibîne. Eger em bala xwe bidin ser ku bê hela Cemaeta Fetulah Gülenî ev bûyer çawa helsengandine, hingê dê asoye me baştir vebe.


Rexne li Bedîuzemanî

Dibêjin Bedîuzeman kesekî azadîxwaz e, taybetîya wî ya bingehîn ev e. Bi navê "Hür adam" (Zilamê azad) fîlmekî wî jî çêkirine. Meriv dişê ji du layan ve rexne li vê zihnîyetê bigre. Li hemberî qirkirina armenîyan a di sala 1915 de reaksîyoneka piçûçik ya Seîdê Kurdî nîne. Di rojên herî bi heraret yên jenosîd û tehcîrê de Seîdê Kurdî li cebheya Parsîna Erziromê îmamê tabûrê ye. Di wan salan de muftîtî yan îmamtîya alayê sazîyeka resmî ye. Muftîtîya alayê muadilê bînbaşîtî, îmamtîya tabûrê jî muadilê yuzbaşîtîyê ye. Seîdê Kurdî di roja 19 sibat 1916 de bi dîlîtî ketiye destê rûsan, wî birine bo kampên esîran yên li Sibîryayê. Di sala 1917 de, di wê hengameya dema şorişa bolşevîkan de firsend dîtiye û ji kampa esîran revîyaye, bi vî awayî ji dîlîtîyê rizgar bûye. Wî li dijî jenosîda armenîyan tu reaksîyonek nîşan nedaye, ev yek bi taybetîya wî ya "zilamê azad" nagunce.

Ubeydulahê Nehrî dema ku di sala 1880 de li dijî Usmanîyan û Îranê serhildan tesewur dike, dixwaze peywendîya xwe bi mesîhî û armenîyan re, bi nastûrî-suryanîyên li derdora Culemêrgê re xweş bike. Nîsbet bi polîtîkaya pelaxtina nasturîyan a Bedirxan begî ya di salên 1843 û 1846 de, tê dîtin ku helwêsta Ubeydulahê Nehrî baştir e.

Di wan rojên ku li sala 1915an li dijî armenî û suryanîyan qirkirinê bi tundî dewam dikir de, li Mêrdînê melayekî bi navê Fethulah bi israr ji kurdên derdora xwe re dibêje "Têkelî mesîhî, armenî û asûrî-suryanîyan mebin, guh medin fermanên Îtîhadîyan." Li hemberî helwêsta Ubeydulahê Nehrî û mela Fethulahî, divê meriv helwêsta Bedîuzemanî bide ber pirsîyaran.

Rexneya duyem, li hemberî serîhildanên kurdan ku bi dewra Komarê re dest pêkirin, Seîdê Kurdî reaksîyonek nîşan nade. Dema kurd di nav ewçend cefayê de ne, ew li hemberî vê yekê reaksîyonek nîşan nade. Ev jî bi helwêsta "Zilamê azad" nagunce. Ev dem, êdî demeka wisa ye ku wî dev ji Seîdê Kurdî berdaye bûye Seîdê Nursî. Ev mijareka din e. Ne ew mijar e ku di vê nivîsarê de bête behskirin. Di vê nivîsarê de me behsa mijara nivîsarên derheqê kurdan de kir ku Seîdê Kurdî di salên 1908-1910 de nivîsandine, ji layê nûrcîyên tirk ve hatine sansurkirin û tehrîfkirin.

25.07.2011


[1] Münazarat, İçtimai Reçeteler II, r. 80, İçtimai Dersler, r. 141

[2] http://www.fethullahgulen.info/moduller/index.php?tid=11&bolum=bediuzzaman

[3] www.nasname.com 23 Haziran 2011

Na xebere 4167 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Çime-2
Merdimîn
Çîyê ke mi nuşbî, az ha çimeyê inan zî şawena.

Abdulkadir Badıllı, Bediuzzaman Said-i Nursî, Mufassal Taihçe-i Hayatı, İttihad Yayınları, 1990. Sayfa: 375-376
12 Êlule 2016 Dişeme 12:04
Çime
Merdimîn
Mi wextêk yew ca de wendbi. Sey vateyê talebeyanê verênan ê Bedîuzzemanî ra yewî vîyartbi. Eke mi çime peyda kerd ez do şima rê bierşawî.
Selamî.
09 Êlule 2016 Îne 10:18
Mela Seîd û Armenî
Merdimîn
Vanê, herbê 1. ê dinya de gama ke Bedîuzzeman cebheyê Wanî de bîyo. Yew hete ra vera rusan, heto bîn ra vera çeteyanê armenîyan -ha aye ke mîyanî eskerê Rusî de bîy, ha aye ke koyan de bîy- şer kerdo.

Rojêk ewnîyeno ke eskeran û mîlisan tayî cinî û qijî dayî arê, yev ca de kom kerdî. Perseno vano: "Inî kam î? Qey şima aredayî ardî tîya?" Vanê: "Inî qij û cinîyê Armenîyan ê!" O wext Bedîuzzeman vano: "Herbi de bo zî, kiştişê qijan, cinîyan û extîyaran heram o! Qariş mebên!"

Nayê ser o, mîlisî qij û cinîyanê armenîyan verra danê.

Vanê hela ke çeteyê Armenîyan inê eşnawenî, dima ey zî qerar genê, vanê: "Hinî ma zî qij û cinîyanê muslimanan nêkişenî!"
_________________________
Merheba kek Merdimîn,
Werekna to çime binuştêne.
Eke mumkin o, hem tirkîya nê metnî hem zî çime binuse, ma mamosta Beşîkçî rê bişawin.
Zaf selamî...
08 Êlule 2016 Panşeme 21:02