zazaki.net
20 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
21 Tebaxe 2016 Yewşeme 12:26

ROŞINBÎR…

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Roşinbîr, kategorîyeka civakî ne ku di komelgeyên cîhana sêyem ku paş ve hatine hiştin de herî zêde hebûn û nebûna wan tê hîskirin. Roşinbîr di eynî demê de kategorîyeka wisa ne ku gelek tên munaqeşekirin, rexne li wan tê girtin, carînan tên tehqîrkirin, tên tawanbarkirin. Lê tu komelgeyek, bitaybetî komelgeyên cîhana sêyem ku paş ve hatine hiştin, neşên bê roşinbîr bimînin. Qewimînên sosyalî û sîyasî ji nêzîk ve bi hebûna roşinbîran re têkildar in.

Roşinbîr kategorîyeka wisa ne ku pirsgirêkan çareser dikin yan jî pêşnîyazên çareserîyê li meydanê datînin. Roşinbîr, kategorîyeka wisa ne ku qewimînên sosyalî û sîyasî dişopînin û pirsgirêkan li meydanê datînin.

Helkirina pisrgirêkan karê sîyasetmedaran e. Sîyasetmedar nîsbet bi hêza xwe ya sîyasî dişên pisrgirêkan hel bikin, pêşnîyazên çareserkirinê pêş ve bînin.

Di komelgehekê de roşinbîr kategorîyeka birêxistin nînin. Rêxistinbûna roşinbîran bi mana jî nîne. Roşinbîr, yek bi yek kesên serbixwe ne. Lê sîyasî helbet divê rêxistinkirî bin, divê di zemîna xelqê de rêxistinkirî bin.

Îro meseleya kurdan hatiye merhaleyeka wisa ku gelek li ser tê qisekirin, tê munaqeşekirin. Meriv dişê van axaftin û munaqeşeyan li televîzyon, radyo û rojnameyan bişopîne. Debarê meseleya kurdan de ji layê partîyên sîyasî ve, ji layê rêxistinên civaka sivîl yên cur bi cur ve kombûn, panel û konferans têne çêkirin. Raya giştî ya kurdan, raya giştî ya tirkan bi baldarî vana dişopînin. Ev proseya ku di nav kurdan de pêş ve diçe hokarîyê li ser armenîyan, asûrî-suryanîyan, çerkezan û lazan jî dike, ew jî hewl didin da ku xwedîtîyê li mafên xwe yên neteweyî bikin. Wekî grûbeka dînî ya li derveyî muslumantîyê elewî (qizilbaş) jî di nav têkoşîna jîyandina bawerîya xwe de ne. Ev hemî tên vê manayê ku pirsgirêk xwe araste dikê, çareserîyê tîne rojevê. Eger pirsgirêk çareser nebe, wisa di erê-nayê de bête hiştin, hingê berîya her tiştî dê ew piştgirîya ku gel dide hukumetê kêm bibe, pirsgirêk hîn mezin bibe, girîft bibe.

Îro di meseleya kurdan de tenê çareserî tê qisekirin, lê di eslê xwe de di meseleya kurdan de tiştê muhîm çawanîya bingehîn ya meseleyê ye. Tu xwedîyê nufûseka 40 mîlyonî yî û li naverasta Rojhelata Navîn hatî jihevdexistin, parçekirin û parvekirin lê di tu sazîyeka navneteweyî de dema ku behsa heq, huqûq û azadîyê dibe navê te derbas nabe. Tu di sazîyên navnetweyî de tune yî. Tu di Yekîtîya Neteweyan, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, Konferansa Îslamê, Rêxistine Pêşveçûna Îslamî de tune yî, tu di van sazîyan de çavdêr jî nînî. Di Teşkîlata Asayîş û Hevkarîyê ya Ewropayê de tu tune yî. Çi dema ku behsa "teror"ê dibe hingê wê demê navê te derbas dibe, dibêjin "Em ê terorê tune bikin, em ê terorê bipelêxin…" Lê dewletên mîna Andorra, San Marino, Monaco û Liechtenstein ku nufûsa wan qasî 30 hezarî ye û endamên Yekîtîya Neteweyan, endamê Konseya Ewropayê ne, li ser îstîqbala te xwedîyê gotinê ne. Wekî nimûne, di biryarên Konseya Ewropayê yên mîna "Em li dijî wê ne ku li Rojhelata Navîn dewleteka kurdan bête danîn", "Em naxwazin li Rojhelata Navîn sînor bêne guhertin" de îmzaya van dewletan heye. Vekirî ye ku ev tenê ji bo kurdan tên gotin. Danîna dewletek ji bo erebên Filîstînê, rizgarkirina erebên Filîstînê ji bin desthelatîya Îsraîlê, ji layê Yekîtîya Neteweyan jî, Konseya Ewropayê jî, Yekîtîya Ewropayê jî, Konferansa Îslamê jî, Teşkîlata Asayîş û Hevkarîyê ya Ewropayê jî tê qebulkirin û piştgirî bo vê prosesê tê kirin.

Ev statukoya ku li Rojhelata Navîn dixuye, gelek vekirî ye ku di eleyhê kurdan de hatiye danîn. Li naverasta Rojhelata Navîn jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê tesewureka wisa ye ku bi zanebûn hatiye fikirîn û cîbicîkirin. Ev tê zanîn ku ev plan wisa bi rêkûpêk hatiye tetbîqkirin. Helbet ev rewşeka girîng e û divê ji derveyî çareserîyê li ser bête fikirîn, vekolandin û munaqeşekirin.

Sedemê nivîsandina min a vê nivîsarê, çend nivîsarên Hesen Bildirici yên mîna “İktidarın Kürt Yazarları” (21.04.2010), “Tetikçi Atalarım” (25.04.2010), “Burkay ve Anıları” (29.05.2010), “Evetçiler” (26.08.2010), “Kürt İsmi Sayarak” (12.09.2010) ne ku li malpera Kurdistan.Postê weşîyane.

Di vê navberê de, li hemberî roşinbîrên ku gotin em ê di dema referandumê de raya xwe wekî "erê" bidin, nivîsarên gelek tawanbarane û tehqîrane jî weşîyan. Van nivîsaran jî kirin ku ez vê nivîsarê binivîsim.

Di van nivîsaran de çalakîyên nivîskar û roşinbîrên kurd yên mîna Ümit Fırat, Kemal Burkay, Orhan Miroğlu û Muhsin Kızılkayayî têne şîrovekirin.

Di naveroka van nivîsaran de rexne tune ye. Nivîsarên tehqîrkirin û tawanbarkirinê ne. Ev nivîskar û roşinbîr dema ku tim derdikevin televîzyonên tirkan, hingê bi mentiqê "dewlet kurdên xwe çêdike", "ev berjewendîperest in" têne nirxandin. Ev nirxandin xelet e. Ez jî van hevalan dinasim. Jîyaneka wan a mutewazî heye. Ümit Fırat girêdayî malbata xwe, girêdayî hevalên xwe ye. Hevalên wî yên 50 salan, dibe ku hîn zêdetir jî hebin. Kesekî bi xwe re aşt e. Girêdayî nirxên kurdan e jî.

Meseleya kurdan êdî xwe ferz dike. Li televîzyonan û radyoyan derbarê meseleyê de hertim bername têne pêşkêşkirin, li rojnameyan şîrove û munaqeşe belav dibin, ev nîşan dide ku mesele bi vî awayî yan bi wî awayî êdî ketiye ser riya çareserkirinê. Gelo dê çareserî çêbibe yan na, dê kengî bibe, dê pêşnîyaz her kesî memnun bikin yan na… ev mijareke din e. Ji vê çendê ev rast nîne ku ev geşedanên di medyayê de bi zihnîyeteka wekî "dewlet kurdên xwe çêdike" bêne nirxandin. Di eslê xwe de dewlet xwedî zihnîyeteka wisa ye ku ji tu kurdekî re tehemula wê nîne. Dewlet ancax dişê tehemula kurdên mirî bike. Ev vekirî ye ku bi xwe ferzkirina meseleyê re ev zihnîyeta dewletê jî êdî diherife.

Eger dewlet, wekî nimûne, Wezîrê Karên Navxweyî bi telefonê bi Kemal Burkay re diaxife, Kemal Burkayî bo Tirkîyê vedixwîne, divê meriv vê wekî nîyeta guherînê ya hukumetê bixwîne. Çimkî Kemal Burkay sîyasetmedarekî wisa ye ku dibêje "herî kêm federasyon". Wekî nivîskarek, wekî roşinbîrek jî hertim vana îfade dike. Eşkera ye ku di hevdîtinên muhtemel yên bi hukumetê re jî dê vana îfade bike. Eger Wezîrê Karên Navxweyî bi roşinbîr û sîyasetmedarekî xwedîyê van fikran re diaxife, hingê ev tê vê manayê ku bo axaftin û munaqeşekirina van fikran hukumet amade ye. Dibe ku ji van hevdîtinan encamekê dernekeve lê hevdîtin bi xwe erênî ne.

Hesen Bildirici dibêje, di dema rejîma 12ê Îlonê de û hîn paşê, dema ku rojnamegerîyê kiriye gelek ezîyet û cefa dîtîye. Tu sîyasetmedar, nivîskar û roşinbîrek ku kurd be û ezîyet û cefa nedîtibe tune ye. Hemî kurdên ku mafên xwezayî yên komelgeyê kurdan, mafên ku ji kurdbûnê hasil dibin xwestine, hemîyan tehda dîtine. Wekî nimûne, meriv dişê bibêje 49an, neslê salên 60î hîn zêdetir ezîyet û cefa kişandine.

Hesen Bildirici dibêje çapkirina romana min ya bi navê "Dönüşü Olmayan Yol" ji layê Ümit Fıratî ve hatiye astengkirin ku ji Weşanxaneya Dozê dernekeve. Ez ne xwedîyê melumateka tendurist im ku gelo wê demê Ümit Fırat yek ji berpirsîyarên Weşanxaneya Dozê bû yan na, lê ev kitêb ji layê Weşanxaneya Dozê ve hatiye weşandin. Ev muhtemel e ku ev awa berhem rastê mueyîdeyên îdarî û cezaî bên. Hingê wê demê divê nivîskar berhema xwe biparêze. Ev parastin jî bêguman divê di cihê xwe û wextê xwe de bibe. Ev girîng e ku divê nivîskar di wextê xwe de li qereqolê, asayîşê, dadyarîyê û dadgehê de amade be. Azadîya ramanê azadîyeka kesane ye lê di eynî demê de azadîyeka wisa ye ku alîyên wê yên komelayetî girantir in. Ji vê çendê divê ji layê her kesî ve, ji layê nivîskar, roşinbîr, sîyasetmedaran ve berevanîya azadîya ramanê bête kirin. Ev gelek vekirî ye. Lê berîya her tiştî, divê berhem ji layê nivîskarê xwe ve bête parastin. Îcar ev jî dibe ku hinde mueyîdeyên din bi xwe re bîne. Çi dema ku nivîskar li dadyarîyê yan li dadgehê amade be, hingê dibe ku derheqê nivîskarî de hinde mueyîdeyên din jî bêne rojevê. Ev mueyîdeyên muhtemel jî, rê nadin ku nivîskar vegerin Tirkîyeyê. Digel ku ev hemî têne zanîn, ev rast nîne ku Hesen Bildirici Ümit Fıratî tawanbar bike. Weşanxaneya Dozê ji ber kitêba "Dönüşü Olmayan Yol" ji bo ku pêşî li zindanîkirinê bigre cezaya pereyê giran qebûl kir û da.

Divê meriv bala xwe bide ser naveroka fikr û dîtinên nivîskar, roşinbîr û sîyasetmedaran. Bêyî ku vê ji xwe re bikin derd, sucdarkirin û tehqîrkirin karekî exlaqî nîne. Gelek eşkera xwuya ye ku meriv pê îqna nabe. Ümit Fırat dema ku behsa "telefona Öcalanî" dike, axaftinên Öcalanî bi xwe serçawe nîşan dide. Ev rewşeka balkêş e ku Hesen Bildirici vana hîç nanirxîne, tune hesab dike.

 

Li Ser PKKê…

Em dibînin ku li van çend salên dawîn meseleya kurdan gelek tê axaftin û munaqeşekirin. Ev rewş çawa hat meydanê, em çawa gihan vê rewşa hanê? Ev eşkera ye ku di gihîştina vê merheleyê de roleka mezin ya têkoşîna gerîlayan heye. Eger îro kurd, zimanê kurdan, edebîyata kurdan, kultura kurdan, meseleya kurdan bi awayekî karîger tê munaqeşekirin, di vir de roleka mezin ya PKKê heye lê divê ev li pêşîya rexne li PKKê girtinê nebe asteng.

Di salên 1990-91î de, li zîndanê hevalên li qawîşê behsa Salîha Şenerê dikirin. Li hemberî polîs û leşkeran berxwedêrîya Salîha Şenerê, têkoşîna wê ya li ber derîyê zîndanan, hunera wê ya birêxistinkirina malbatên zîndanîyan, helwêsta wê ya li grevên birçîbûnê bi dîyardeyên dewlemend dihatin qisekirin. Ewçend bi heyranî û bi pesindayîn behsa wê dikirin ku, hingê ez mehcûb dibûm ku çima min heta niha Dayka Salîha nebihîstîye. Îcar di navîna salên 1990î de hevalan dest pêkir wekî dayîka ajanekî, wekî dayîka hemkarekî emperyalîzmê behsa Salîha Şenerê kirin. Digotin "Salîhaya kor" û wekî jineka bi kurê xwe yê ajan re hevkarîyê dike behsa wê dikirin.

PKK dibêje aştî, dixwaze destê xwe yê ku dirêjî dewletê kiriye bila bête girtin. Rêxistineka bi navê "Meclisa Aştîyê ya Tirkîyê (Türkiye Barış Meclisi)" jî heye. Dixwaze bila "Komîsyona Rûbirûbûna Heqîqetê" (Hakikatle Yüzleşme Komisyonu) bête damezrandin û Tirkîyê bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe.

Di nav PKKê de bi hezaran înfazên wekî Mehmed Şenerî hene. Yên ku kurên wan, keçên wan ji layê hêzên dewletê ve hatine kuştin, gundên wan hatine şewitandin û wêrankirin, merivên wan bi cînayetên faîlên wan nedîyar hatine windakirin, bi vî yan bi wî awayî dişên bikevin pey mafên xwe, dengê xwe bidin bihîstin. Lê yên ku kurên wan, keçên wan bi destê hevalên xwe, ji layê PKKê ve hatine înfazkirin di nav bêdengîyê de mane, temamen ji jîyanê qetîyane. Ji bo van malbatan meqamek ku serî lê bidin nîne. PKK heta ku di nav xwe de li aştîyê negere, bi rêxistinên din yên kurdan re, bi rêxistinên civaka sivîl yên kurdan re nekeve nav peywendîyên hevsengane hingê mumkin nîne ku bi Tirkîyê re yan li hemberî dewletê aştîyê tesîs bike. PKK kurdan red dike, rêxistinên kurdan red dike lê bi çepên tirkan re îtîfaqan çêdike, PKK bi vî awayî jî nikare tiştekî cidî qezenc bike.

PKKyî di navên rêxistinên xwe de, di nivîsaran de, di axaftinan de peyva "demokratîk" gelek bikar tînin. Vê peyvê gelek bikar tînin û bi vî awayî dixwazin întîbayeka wisa çêbikin ku ew demokrat in. Bi hemîşe bikaranînan peyvên wekî "neteweya demokratîk", "welatê demokratîk", "xweserîya demokratîk" û hwd. hûn neşên bibin demokratîk. Tenê pîvaneka demokratîyê heye, ew jî azadîya derbirînê ye. Heta ku însan neşên xwe azadane îfade bikin hûn neşên bibin demokrat û demokratîk. Hebûna azadîya xweîfadekirinê divê ji bo PKKê girîng be.

Hevalên ku li rojnameyên nêzîkî PKKê dixebitin hinde caran dixwazin bi min re hevpeyvîn bikin, derheqê bûyeran de fikrê min bipirsin. Lêbelê çi dema ku di hevpeyvînê de îfadeyek li gorî fikrê wan nebe, hingê wê beşê jê derdixin naweşînin yan jî hevpeyvînê hîç naweşînin. Dema ku ji peyamnêrî tê pirsîn ku bê hela çima wisa kiriye, hingê dibêje "Ji ber ku cih teng bû me kurt kir." Carînan dibêjin "Hevpeyvîn gelek kurt bû lewma me neweşand" carînan jî dibêjin "Eynî çawa ku hatibû nivîsîn min wisa amade kir lê rêvebirîyê sansur kiriye."

Helwêsta ji kovara Expresê ya Îrfan Aktanî hinek cihêtir e. Eger bo pirseka wî bersivek ku ew nexwaze, yan pê xweş nebe bête dayîn, hingê tevlî pirsa xwe wê beşê hemî ji nav hevpeyvînê derdixîne.

Bêguman ev helwêst xelet e. Pêwîstîya PKKê ne ku bi pesindayînê esas bi rexneyê heye. Tiştê ku dê PKKê pêş ve bibe rexne ye. Bêguman xwenrexnekirin jî girîng e. Lîderê PKKê Abdullah Öcalan jî, Partîya Aştî û Demokrasîyê jî, Kongreya Civaka Demokratîk jî eger li ser vê behsê bifikirin dê baş be.

Hevpeyvînek ku Hülya Yetişenê bi Hüseyin Turhallıyî re kiriye li malpera Kurdistan.Postê weşîyaye. Bêguman ev gelek baş e ku hevpeyvîneka wisa hêja di vê malperê de hebe.

Pirsa sêyem derbarê otonomîyê (özerklik) de ye. Têgeha "otonomîya demokratîk" carînan wekî "Kurdistana otonom" jî îfade dibe. Li gorî qenaeta min têgeha rast ev e. Otonomî, berîya her tiştî li hemberî navendê serbestîyeta derûdorê îfade dike. Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) îro ji dewletê otonomî teleb dike. Partîya Aştî û Demokrasîyê heta ku neşê li hemberî Îmralî (Öcalanî) bi awayekî otonom tevbigere hingê dê ji vê proseyê encameka pozîtîf dernekeve.

Di roja îro de meseleya kurdan tê axaftin û munaqeşekirin. Min hewl dabû ku di vê prosesê de bi kurtî behsa rola gelîyanan bikim. Di salên dawîn de du geşedanên din jî hene. Yek ji vana îtîraf û beyanatên Abdülkadir Ayganî ne. Ev beyanatên hanê bi serê xwe xwerexnekirinek e. Ev beyanat helbet bi serê xwe girîng in lê hokarîya ku ev proses çêdike girîngtir e. Ev îtîraf û beyanat dikin ku hinekên din jî wisa îtîraf û beyanatan bidin. Ev çûye gihîştiye îtîrafkirina bûyerên ku di sala 1962 de çêbûne, ku hinek bibêjin "me li Qibrîsê mizegft şewitandin."

Bûyera duyem jî ev e ku rojnameya Tarafê dest bi weşanê kir. Ev nêzîkî sê salan e ku rojnameya Tarafê weşana xwe dewam dike. Derheqê li Tirkîyê pêkhatina îqtîdara sîyasî de rexne û gotinên gelek girîng yên Tarafê hene. Di pêkhatina sîstema sîyasî ya tirkan de rola artêşê û dadgeha bilind, herwisa bi biryardarî û israr li ser antî-demokratîkbûna pêkhatina van edet û teamulan disekine. Taraf, bi vî layê xwe ve xwedîyê fonksîyoneka girîng ya pêşveçûna demokrasîyê ye. Ez dibêjim, divê meriv unîversîteyan jî tevli şirîkatîya artêş û dadgehê bike.

Çi dema ku dibêjin Taraf, hingê pirsa "li pey Tarafê kî heye" tînin rojevê. Ev jî perspektîfeka layengîrane ye. Gelek grîngtir e ku Taraf çi dinivîse, çi dike… divê gotinên wê bêne analîzkirin. Ji vî layî ve, pirsên wisa pirsgirêka bingehîn averê dikin. Wekî şexsek ez dişêm li ser navê xwe vê bibêjim. Li pey Tarafê kadroyên ku qîymeteka mezin didin zanist, demokrasî, edalet û mafên merivan, ji van nirxan bawer dikin, vê bawerîyê rast dibînin hene. Tarafê xwe sipartîye van nirxan. Taraf bi tîraja xwe ya qasî 50 hezarî di nav çapemenîya tirkan de xwedîyê cîyekî gelek mustesna ye. Divê Taraf ji layê çawanîyê ve bête helsengandin, ne ku ji layê çendanîyê ve. Eger tîraja Tarafê ne ku 50 hezar, tenê hezar heb jî be, ew dê dîsa hokarîya xwe ya ku diguherîne û pêş ve dibe di nav komelgeyê de nîşan bide. Eger 300-400 hezar jî çap bike dîsa dê neşê karîgerîyeka ji îro zêdetir çêke. Hebûna Tarafê dê bike ku medyaya tirkan xwe bi serûber bike. Taraf ji îro pê ve wekî kevira mihikê ye.

Digel van hemî tiştan helbet Taraf parçeyek ji medyaya tirkan e. Dişê bi vî yan bi wî awayî îlanan biweşîne. Dişê ji Dezgeyê Îlanan yê Raya Giştî (Basın İlan Kurumu) îlanan bigre. Di hinde malperên înternetê de çi dema ku "Rojname" tên gotin hingê di nav hinde rojnameyan de cih didin Tarafê jî. Di televîzyon û radyoyan de behsa manşetên Tarafê jî dibe. Ji nivîsarên hinde kolumnîstên rojnameyê hinde pasaj jî têne xwendin. Ji Yeni Ülkeyê vir de, ji Özgür Gündemê vir de, ev demeka qasî 20 sal di ser re derbas bûye lê hîn jî rojnameyên kurdan neşîyane bigihên van îmkanan. Eger em bala xwe bidin ser vê rewşê jî dê zanîna me zêdetir be.

05.10.2010

Na xebere 3339 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.