zazaki.net
18 Sibate 2020 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
03 Çele 2020 Îne 18:43

Rojev Divê Rojava be!…

Roşan Lezgîn

Li Bakur panzdeh salên pêşîn ên salên 2000î ji bo ziman (kurmancî û kirdî) û edebîyata me demeka zêrrîn bû. Lê ji sala 2015î û vir de şikestineka gelek kûr çêbû û hîn jî dewam dike. Di rewşeka wisa de derketina rojnameyeka kurdî gaveka muhîm e. Ji vê çendê ez dibêjim rojnameya Xwebûn li ser xêrê be.

Piştî ku hejmara pêşîn derket, ji rojnameyê li min gerîyan, xwestin ez jî binivîsim. Ji ber ku gelek serborîyên tahl di ber çavê min re bihurîn lewma dema min got “Ser çavan re” bêhemd gihaneka “lêêê” jî pê re wisa dirêj ji devê min derket!

Çi tahl yan şîrin ferq nake, serborî tecrube ne; tarîx in. Em dema li diyarde yan bûyerekê dinihêrin, dema em roja xwe plan dikin, divê em bûyerên duhî (tarîxê) bînin bîra xwu. Çi dema îcab dike eger em bûyerên bihurî neyînin bîra xwu, em korfam dibin! Ev ji bo miletan jî wisa ye. Miletê ku tarîxa xwe nizanibe, serborîyan wek tecrube di bîra xwe de mihafeze neke û di eyneya rabirdûyê de li pêşîya xwe nenihêre bila xwe ji mirîyan hesab bike.

Em nimûneyeka wisa bidin. Li Spanyayê wek edet “şerê gayan” heye. Gayî baş xwedî dikin û nişka ve berdidin aresayê (arena). Matador (kesê ku bi gayî re şer dike) di destê wî de çarşeveka sor, şûr li ber, li aresayê amade ye. Berê li meydanê gayî baş diwestîne, dû re bi derbên şûrî gayî dikuje.

Matador ji bo vî karî perwerde bûye, tecrubeyên wî gelek in; hem îdman kiriye da ku wicûdê wî jidandî be hem derheqê şerê bi gayan re gelek tişt dîtine, xwendine. Lewma dema ku bi gayî re şer dike, hemî bîrhatin jê re dibin tecrube; bi fen û fûtan, bi şeytanî şerê gayî dike. Temaşekar ji dîtina manewrayên hostayane yên matadorî zewq digirin. Lêbêle gayê reben bêtecrube ye; ev cara pêşîn e ku dikeve şerekî wisa, xeşîm e. Pahra korfaman jî şikestin e!

Eger ga jî mînanî matadorî xwedî tecrube bûya, ji tarîxa vî şerî agahdar bûya, yaxme bû ku matador bikaribûya ewçend bi hêsanî stûyê wî bişikanda. A tarîx ev e; hem ji bo kesan hem ji bo miletan yekûna serborî û ceribînan e. Lewma dema min got “lêêê” tecrubeyan ez hişyar kiribûm! Serborîya rojnameya Azadîya Welatî, tecrubeya danîna “Komela Nivîskarên Kurd” û hîn gelek bûyerên din hatin bîra min. Bo nimûne, Azadîya Welat berê kurdane bû, gelek kesî têde dinivîsî. Lê paşê dagerîya bû şûrê îdeolojîyê! Eger hûn tenê bala xwe bidin manşetên dema dawîn yên Azadîya Welatî hûn ê têbigihên ez çi dibêjim.

Bi rastî serborîya “Komela Nivîskarên Kurd” jî wisa bû. Berê sazîyeka kurdewar bû, gelek nivîskarên kurdperwer wek damezrîner têde bûn. Lê paşê, eynî serborîya Azadîya Welatî hate serî.

Ji vê çendê ez ji dil hêvî dikim ku rojnameya Xwebûn di xizmeta kurdayetîyê de be; bi xeteka stûr platformeka azad a parastin, xurtkirin û pêşvebirina nasnameya kurdbûnê be; sedayeka sade û aqilane ya entelejesîya kurdî be; xizmeta kamilkirina netewebûna kurdan bike. Eger wisa be, ez ê hem bi kurmancîya gewr hem bi kirdîya me ya berîn binivîsim. Fikrê xwe ji bo xizmeta berjewendîyên bilind ên miletê xwe têde îfade bikim. Na, eger nebû, ew di rêya xwe re em di rêya xwe re.

Ji ber ku di nivîsa Edîtor de dibêjin “yekîtîya neteweyî ku niha di rojeva kurdan de ji bo me rêgez” e, ez dixwazim vê bibêjim. Yekîtîya Neteweyî tiştekî wisa nîne ku tenê demekê (niha) di rojevê de be, regez (prensîb) be! Ji bo neteweyekê “yekîtî” wicûdî (varoluşsal) ye, strukturel e. Yanî tiştekî wisa nîne ku “hinek kurd niha bixin rojevê” lê sibê ji rojevê derxin!

Tiştê ku divê niha di rojeva kurdan de be, ev e: Li Sûrîyê êdî proseya çêkirina qanûnê esasî dest pê kiriye. Divê hemî kurd bi kurdên rojavayê Kurdistanê re bin, piştgirîya wan bikin ku li wir kurd bibin xwedanê statuteyeka resmî. Divê stranbêj û hunermendên kurd li Ewropayê ji bo ku kurd di qanûnê esasî yê Sûrîyê de cih bigirin û bibin xwedanê statuyekê bimeşin. Eger na, “yekîtîya neteweyî ku niha di rojeva kurdan de” ye dibe perdekirina vê rojeva elzem! Ji alîyê din ve, yên ku pê re şiûra neteweyî (ulusal bilinç) tune be çawa yekîtîya neteweyî çêdikin? Şiûra neteweyî niha li ser me ferz dike ku em bi tevayî dîqeta xwe bidin ser proseya çêkirina qanûnê esasî yê Sûrîyê ne ku ser tiştekî din!

Û wek ferd, jixwe hîç mimkun nîne kes bi kesî re bibe yek. Çimkî her kes bi xwe “yek” e, dê çawa bi yekî din re bibe yek? Ji vê çendê çi kes yan sazîya ku xizmeta xurtkirina şiûra neteweyî bikin, ancax em ê “bi hev re” bin. Ji bo kesan, ji bo sazî û partîyan jî ‘bihevrebûn’ rasttir e ji ‘yekbûn’ê.

_________

Not: Ev nivîs li rojnameya Xwebûn, hejmar 2, r. 5 weşiyaye.

Na xebere 529 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.