zazaki.net
20 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
30 Êlule 2018 Yewşeme 13:15

Îrec Mêhrbexş: Her zaraveyeka kurdî bi qasî zimanek e

Ji ber cihêrengîya zarave û devokan, kurdî xwedîyê paşxaneyeka têr û zengîn e, her zaraveyek bi qasî zimanekî wêjeya xwe heye û dikare nûnertîya wêjeya kurdî bike.

 

Hevpeyvîn: Kerîm Mihemednejad

Çavkanî: Malpera Dengê Ronahî

 

Ji bo pêşgotinê, ez dixwazim hûn li ser asta helbestên kurdî yên klasîk û peywendîya wan bi helbestên klasîk ên zimanên din re fikrê xwe bibêjin?

Helbesta klasîk, bi giştî ji alîyê asta zimanî û ramana xwe pêşketî bû û li gor hin nêrînan, serdema niha, serdema têkçûn û nizimbûna asta wêjeyê ye. Helbestên Kurdî jî wesa ne. Lê heke em bi pîvana zimanê kurdî dawerîyê bikin, çimkî kurdî niha di rewşeke çêtir ji ya berê de ye û ji ber ku helbestvan bihayê didin peyvên kurdî û peyvên erebî û farsî û tirkî bi kar naînin, helbestên îroyîn kurdîtir û resentir in. Yanî helbestvanên berê ji ber têm û mijara wê demê divêtbar dibûn ku ji zimanê serdema xwe û warê xwe yê olî ku erebî û îrfan û îslamiyet bû behrê wergirin, lê piştî peydabûna netewexwazîya kurdî, ez dikarim bibêjim bi Cegerxwîn re, êdî mijar û ziman jî hêdî-hêdî ber bi guherînê ve çû û gerçî hin kesan dev ji rêça berê berneda lê êdî dîskursa wêjeya kurdî guherî û bihayeke bêtir bi ziman û ramanên serdemê hat dayin.

Peywendîya helbestên klasîk bi hev re lênerev û aşkera ye. Wêje di peywendîyeke diyalektîk li gel civakê de ye û civak jî bi hev ra peywendîyên organîk hene. Berê mîna niha nebû ku civak bi tixûban ji hev dûr û cida bin. Berê civak yek bûn û wêjeya kurdî li nîveka wêjeya erebî û farsî de bû û ji her duyan jî bandor wergirt. Wêje û xwendin piranî di mizgeftan de û li nav xwandevanên dînî de bû û wan jî pirtûkên xwe hebûn ku bêtir erebî û farsî bûn. Bo mînak bandora Hafiz li ser Cizîrî heye çimkî pirtûka Şahnameyê ber destê wî bûye. Lê li gel van rastîyan jî, her berhemeke kurdî xwedîyê hin taybetmendîyan e ku wan dike kurdî û civaka kurdî tê de diyar dibe.

Li gor nêrîna cenabê te, gelo em dikarin helbestên kurdî ên klasîk bi helbestên zimanên dinê yên sereke re ji aliyê ast û pêşketinê ve miqayese bikin?

Ji alîyê hevrûkirina asta wêjeyê ve jî hin faktor û rastîyên din hene ku nahêlin mirov wan di gel hevdu hilsengîne û dawerîyeke erzişî lê bike. Bo nimûne, welatên di berevanî û berxwedanê de wêjeya berxwedanê hene yên desthilatdar hemase û şehname hene û hwd. Îcar rewşa me di mîrnişîniyan de çawa bûye û çi wêjeyek lê derketiye divê bê lêkolînkirin. Lê ku tu nêrîna min bixwazî, îrfan di wêjeya me ya klasîk de gelekî berçav e û bandora xwe ji dîskursa navçeyê standiye. Herwesa, rewşa kesane ya helbestvanan jî bi xwe faktoreke sereke ye ku divê neyê jibîrkirin û divê bi baldarî lê binêrin û li ser civakê nesepînin. Helbestvanên ku derbarê mîran da û nêzî desthilatê ji yên sofî û terkî-dinya cida helbest gotine. Her yekî li gor zemîna ku tê de jîyaye û bi qasî azadîya xwe ramanên xwe kirine çêrist.

Wêjeya her gelekî eynika wî gelî ye. Di çi astekê de be, ew gel jî di wê astê de ye. Heke wesa nebe, ew helbest îzole ye û bi kêrî gelê xwe nayê. Em çawa bûne, wêjeya me wesa bûye. Ya xelkê din jî wesa bûye, îcar em çawa tiştekên tebe’î û sanewî bînin li gel hevdu hevrû bikin? Bi cihê wê em divê dîroka gelan li gel hevdu hevrû bikin. Wêjeya her gelekî tam û tekûz e ji bo gelê xwe.
Lê em dimarin lêkolînên mijardar li ser wan bikin û bo mînak evîna Mem û Zînê li gel ya Weys û Ramînî hevrû bikin an bandora rewşa siyasî an civakî li ser çawanîya evîndarîya gelan û hwd.

Helbestên klasîk ji alîyê kêş û serwa û erûzê ve û bikaranîna xeml û sinetên wêjeyî û wêne û zimanê bikaranînê jî tên nirxandin û rexnekirin ku ev yek gelekî girêdayî bi asta xwandewarîya civaka helbestxwan û berdeng ve bûye. Yanî bi nêrîna min, helbestvan di vebijartina peyv û xeml û sinetên wêjeyî de ewqasî serbest nîne û divê asta xwandewarîya civaka berdeng jî berçav bê girtin. Îcar helbestên kurdî yên klasîk ji vê babetê ve baş bûne, ji ber ku xwandevanên wan xwandevanên bihêz yên mizgeft û xaneqahan bûne ku hemîyan jî fenê belaxet û usûl û felsefe û mentiq û hwd. herweha çendîn berhemên wêjeyê dixwandin û rikberîya li ser zengînîya ziman û peyv û xemlên wêjeyî baş û xurt bûne. Ez dikarim bibêjim ku, şêx û melayên bê dîwan prestîja wan çênebûye û ji bo ku navê wan derketiba, diviya dîwana helbestên wan hebûya. Bo nimûne, çavek li pêrista helbestvanên klasîk bikin ku hemî şêx û mela û feqî ne. Ji ber cihêrengîya zarave û devokan, kurdî xwedîyê paşxaneyeka têr û zengîn e, her zaraveyek bi qasî zimanekî wêjeya xwe heye û dikare nûnertîya wêjeya kurdî bike.

Bandora helbestên kurdî ên klasîk li ser wêjeya zimanên hevmalbat wek farsî û bandora wêjeya wan zimanan li ser helbestên kurdî ên klasîk çawa bûye?

Pişkek ji wê mijarê di pirsa yekem de hate baskirin. Rastî ev e ku, lêkolînên kêm li ser vê babetê hatine kirin û heke ez tiştekî bibêjim jî, ez ê ji xwe re bibêjim. Ya aşkera ev e ku, farsî û erebî zimanê wêjeyî yên serdest bûne û alî û deveker dayine wêjeya kurdî û tirkî û wêjeya gelên derdora xwe lê danûstandina wêjeyî dikare dualî jî be. Herwesa, dikare rasterast an nerasterast jî be. Bo nimûne, erebî li ser farsî û farsî jî li ser kurdî bandor danaye êdî li vir kivş nîne ku ew rengê wêjeya erebî di kurdî de ji erebî ve an jî farsî ve ketiye ser kurdî, meger lêkolînên hûrbînane bên kirin. An hin hêmanên hevpar hene ku peywendî bi zaytgaysta [almankî: zeitgeist] serdema xwe ve hene ku li ser gişt navçeya hevpar de zal bûne. Bo nimûne, em nikarin bibêjin ku îrfana kurdî ji farsî an tirkî an ji ku ve hatiye ji ber ku îrfan wê demê riha serdema navçeyê bûye an dîskursa netewexwazîyê ku di sedsalên nozde û bîstan de ser navçe û cîhanê zal bû, me ji kê standiye. Lê hin tişt diyar in, bo nimûne, îrfana Cizîrî bandora xwe ji farsî girtiye. Wek mînak, peyva rind di kurdî de wateya baş û cindî heye lê di farsî de wateya mirovê eyaş û meyxwer hebûye ku di îrfana farsî de ji bo wan kesan tê gotin ku bi meyê xwe ji hişyarîya dinyayê vediqetînin û nêzî evîna mecazî dibin û bi vê pêşzemîneyê hêdî-hêdî wateyeke îrfanî bi xwe ve girtiye. Îcar heke helbestvanekî kurd ev peyv bi kar anîbe û wateya îrfanî lê îrade kiribe, diyar e ku bandora farsî bûye. Lê dîsa jî, ji bo ku bandora ziman û ramanan ji hev bê cidakirin, pêwistî bi lêkolînên hûrbînane heye.

Mijarên sereke yên ku navbera helbestên kurdî yên klasîk û zimanên dinê hene çi ne?

Mijarên helbestên her gelekî her wekî hat gotin, bin bandora zaytgayst, dîskurs û rewşa siyasî, civakî, aborî û kesane da ne. Lê mijarên hevpar jî hene. Wek mînak, bi qasî ku ez rastî wan hatime, wesf û pesna yarê, evîna mecazî û heqîqî, hîcran û dûrî û wesl, pesn û hemda Xweda û pêxember û malbata pêxemberî û hwd. di helbesta klasîk de mijarên hevpar ên kurdî û farsî û erebî û tirkî ne.

Peywendîyan helbestvanên kurd yên klasîk bi xwe çi qasî bi helbestvanên zimanên dinê hebûye?

Di peywendîyên bi wateya hevdîtinan, nizanim çiqasî hebûne lê di berhemên wan de carna mirov rastî vê tê ku qala hevdu kirine û tezmîna hevdu kirine û bi hev re helbest gotine. Hin helbestvan jî geriyane û diyar bi diyar çûne û li gel mezin û zanayên serdema xwe hevdîtin pêk anîne.

Gotina te ya dawî di bara vê mijarê de heye?

Mijara helbesta klasîk ji bilî lêkolîna berhemê bi xwe, pêdivîya wê bi lêkolînên dîrokî li ser dîn û siyaset û ziman û hin mijarên têkildar wek civaknasîyê jî heye û ji bo ku dîtineke dirust were bi dest, divê di zanîngehan de bi şêweyeke zanistî û tîmî were lêkolînkirin. Lêkolînên li ser wêjeya kurdî heta niha hê jî di asta peydakirin û weşandin û şirovekirina berheman bûye û derfeta wê nebûye bersiva pirsên ku te kirin bi zanistî û berfirehî were dayin. Min jî li gor zanîna xwe bersiv da û pêdaçûna min ya li ser wêjeyê ewqas ne tekûz e.
___________

Îrec Mêhrbexş di sala 1983an de li gundê Hêşmava yê navçeya Mîrgewera bajarê Ûrmîyê hatiye dinyayê. Dibistan û lîse di navçeyê de qedand. Di sala 2002an de ji bo mamostetîya dibistanê hat pejirandin û piştî du salan xwendin di navenda perwerdeya mamosteyan li bajarê Ûrmîyê de çar sal li bajarê Hemedanê wergera zimanê Înglîzî xwend. Piştre, ji bo xwendina zimanên kevnar çû Tehranê. Mercên karê mamostetîyê nehişt xwendina xwe di wî bajarî de bidomîne û vegeriya Ûrmîyê, lê piştî du salan, dîsa xwendina xwe li bara zimannasîya giştî li Tehranê dewam kir û di eynî demê bi karê mamostetîyê li bajarê Ûrmîyê mijûl bû.

Na xebere 2338 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.