zazaki.net
23 Nîsane 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
07 Hezîrane 2016 Sêşeme 16:28

PÊŞMERGÊ WELAT: SEÎD ELÇÎ!

Cano Amedî

Van demên dawîyê di hinek civîn û platforman de gava qala dîroka PDK-T tê kirin, hinek kesên ku pişt re pê ve hatine pînekirin weke şermokan pir zêde li ser rol û berpirsîyarîya rehmetîyê Seîd Elçî nasekinin û naxwazin zêde li ser bê sekinandin.

Em hemû dizanin ku di dîroka PDK-T de rola Fehmî Bîlal pir zêde ye. (Fehmî Bîlal katibê Şêx Seîd e.) Piştî ku Seîd Elçî ji zîndanê derdikeve bi Fehmî Bîlal re dikeve nav têkilîyan. Bi şêwirmendîya Fehmî Bîlal, Seîd Elçî û hevalên wî di sala 1965 de PDK-T ava dikin.

Bi rastî, hinek kesên ku ji bingeha PDK-T nayên lê hesbulqeder hatine li bin wî konî danîne û niha neyartîya xwedîyê malê dikin, yan dîrokê nizanin yan jî bi zanîn dixwazin hinek rastîyan binpê bikin. Gava qala Seîd Elçî dibe, bi zimanekî şermok dibêjin “şehîdê me” û derbas dibin. Ez pirî caran bûme şahid ku gelek kes ji vê rewşê razî nînin û pirî caran gazinan dikin…

Em hemû zanin ku dîroka rêxistin û partîyan ji roja damezrandinê heta dema niha bi keda kadro û fedakarîya şehîdan pêk tê. Partîya ku li nîrx û keda xwe, li şehîd û dîroka xwe xwedî dernekeve nikare bigihîje armancên xwe. Înkarkirina ked û dîrokê tiştekî rast nîne. Hinek kesên xêrnexwaz li gor berjewendîyên xwe dîroka partîyê didin ber meqesan. Ked û demên zêrîn binpê dikin. Ev jî ne helwestek mirovane ye.

Rexneya min ev e ku ji salên 1990an şûn de ew derûdorên xwe wek berdewamîya PDK-T didin nîşandan, di civîn û platformên xwe de, di çavkanîyên xwe yê nivîskî de rol û keda Seîd Elçî pir kêm tînin ziman. Em hemû baş zanin ku di dîroka PDK-T de du demên zêrîn û girseyî heye: Ji wan ya sereke jî ked û xebata Seîd Elçî ye. Lê mixabin ji ber ku qibleya hinek kesan, bi salan hinde paytextên din bûn, haya wan ji vê rastîyê tune ye…

Ji ber van sedeman, ez dixwazim bi kurtasî jîyana Seîd Elçî wek çend xalan qiset bikim; fikr û dîtina xwe, rexne û pêşnîyazên xwe bi raya giştî bidim zanîn. Ez hêvî dikim ku ev kesên ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî dibin sedema şaşî û xeletîyan, careka din guh bidin wijdanê xwe û zimandirêjîya keda kesî nekin.

Seîd Elçî di sala 1925an de li Çewligê hatiye dinyayê. Zaroktî û xortanîya wî li Çêwligê derbas bûye. Di salên 1950an de li hemberî nîjadperestên tirk çalakvanekî bi nav û deng e. Di 17ê Kanûna 1957 de tevî heval û hogirên xwe bi 50 kesên kurdperver re li Stenbolê tê girtin. Piranîya wan rewşenbîr û çalakvanên kurd bûn. Yek ji wan ku navê wî Emin Batû bû di zîndana Harbîyê de jîyana xwe ji dest dide û hejmara girtîyan dadikeve 49 kesan. Ji ber wê yekê di dîrokê de ev doz, bi navê “Doza 49an” tê naskirin. Seîd Elçî, di wê dozê de parastina kurd û Kurdîstanê dike.

Dîsa, di sala 1963an de tevî 22 hevalên xwe tê girtin. Di sala 1964an de ji zîndanê tê berdan û li bajarê Amedê bi cih dibe. Di sala 1965an de bi teşwîq û piştgirîya Fehmî Bîlalê Licî dikeve nav hewldanên damezrandina PDK-Tê. Wekî aktorekî sereke di 11 Tîrmeh 1965 de bi hevalên xwe re PDK-T ava dike û bi dengê damezirêneran ji bo serokatîyê tê hilbijartin.

Seîd Elçi mirovekî nefsbiçûk, xwedî şexsîyet, bawermend û fedakar bû. Ew, kesên ku wî ji nêzîk ve dinasin dibêjin: “Rehmetî mirovekî mutewazî û fedakar bû, xwedî helwestê û dilpak bû. Hertim di pencereya başîyê re kiryarên mirovan dinîrxand.” Em vê mezintîya wî di hilbijartina navê xwe yê penî yê sîyasî de dibînin; navê wî "Pêşmergê Welat" e. Navê hevalên wî jî Evîndarê Welat yê Şakir Epözdemir e, Dûrnas  yê Şerafettin Elçî ye, Jîrek yê Derwêşê Sedo e, û Bendeyê Welat jî yê Umer Turhanî ye.

Bi ked û piştgirîya Fehmî Bîlal, rahmetî Faîq Bucak tevlî PDK-T dibe. Seîd Elçî dest ji postê serokatîyê berdide û cihê xwe dide Faîq Bucak û wezîfeya sekreterîya partîyê digire ser xwe. Piştî şehîdbûna Faîq Bucak, Seîd Elçî û hevalên wî ji bo rêzgirtina serokê xwe, cihê postê serokatîyê vala dihêlin û Seîd Elçî weke sekreterê giştî careka din hildibijêrin.

Di sala 1967 de “Pêşmergê Welat” di hemû xwepêşandanan de wekî aktorekî sereke cih digire û xwepêşandanan organîze dike. Li Farqînê, li Diyarbekirê, li Batmanê, li Sêwregê di "Mitîngên Rojhilatê” (Doğu Mitingleri) de axaftinên balkêş dike. Di hemû axaftinên xwe de hestên neteweyî û pirsgirêkên gelê Kurd bi lêv dike.

Di 28 Kanûn 1968 de ji alîyê dewleta dagîrker ve tevlî 16 hevalên xwe tê girtin û dewlet wan dibe li bajarê Antalyayê mahkeme dike. Di 25 Sibat 1969 de texlîye dibe. Piştî ji zîndanê derdikeve, dîsa ji dil û can dikeve nav xebateka bêhempa û dixwaze bi kadroyên nûjen, bi dilekî germ xebata partîyê bidomîne.

Ew kesên ku Seîd Elçî nas dikin û pê re kar kirine, hemû jî dibêjin Seîd Elçî hevalê rastîyê bû, mirovekî dilovan û dostê dostê xwe bû, hevalê heq û huqûqê bû, hezkirê gelê xwe û xwedî rehm bû.

Lê mixabin wekî em hemû dizanin jiyana wî di sala 1971ê de bi awayekî trajîk bi dawî dibe!

Cihê wî bihûşt be!..

_______

Çavkanî: http://portal.netewe.com/pesmerge-welat-seid-elci/#.V1V6XT3a4XI.facebook

Na xebere 3634 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.