zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
19 Oktobre 2016 Çarşeme 22:08

Parlamentoya Kurdistanê

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Di van du-sê salên dawîn de li Kurdistana Başûr behsa referandum û serxwebûnê dibe. Dema ku nûnerên dîplomatîk yên bîyanî serdana Hewlêrê dikin serok Mesûd Barzanî di hevdîtinan de behsa vê mijarê dike. Tê zanîn ku serok Mesûd Barzanî di hevdîtinên resmî yên bi dewletên dereke re jî vê mijarê tîne rojevê.

Lêbelê di vê demê de girtî bûyîna Parlamentoya Kurdistanê û nebûna fonksîyoneka Parlamentoyê rewşeka berevajîya vê prosesê pêk tîne.

Ev kêmasîyeka gelek mezin e ku ragihandinên derbarê refenrandum û serxwebûnê de ji layê Parlamentoyê ve nayêne kirin.

Parlamentoya Kurdistanê ya dawîn, bi hilbijartinên ku di roja 21 îlon 2013 de çêbûn pêk hat. Lê Parlamento ji roja 12 cotmeh 2015 vir de betal e. Di wê demê de, buroyên Partî Demokratî Kurdistan yên li Silêmanî û Helebçeyê ji layê mîlîtanên Tevgera Goranê ve hatin şewitandin, di maweya çend rojan de bûyerên tund û tûjîyê rû dan û pênc kesan jîyana xwe ji dest da. Sedemê bingehîn yê şewtandina buroyên PDKê jî, gendelî û nedana mehaneyan bû.

Di wê demê de, Parlamentoya Kurdistanê ku ji 111 parlamenterî pêkdihat, 38 parlamenter yên Partî Demokratî Kurdistan, 24 parlamenter yên Tevgera Goranê, 18 parlamenter yên Yekîtî Niştimanî Kurdistan, 10 parlamenter yên Yekgirtûy Îslamîy Kurdistan, 6 parlamenter yên Komeley Îslamîy Kurdistan bûn. Partî Sosyalîstî Kurdistan, Bizûtnewey Îslamîy Kurdistan û Partî Komunîstî Kurdistan (Lîsteya Azadî) her yek bi parlamenterek dihat temsîlkirin. Ji bo suryanîyan 5, tirkmanan 5 û ermenan jî 1 kontenjan hatibû dayîn.

Ev eşkera ye ku proseyên mîna referandum û ragihandina serxwebûnê, Hukumeta Herêma Kurdistanê, kurdên ku li wir dijîn, herwisa kurdên ku li Rojhelata Naverast û Rojhelata Nêzîk dijîn gelek ji nêzîk ve eleqedar dikin, tesîrê li ser wan dikin. Di vê proseya ku ji nêzîk ve paşeroja kurdan û Kurdistanê eleqedar dike de girtî bûyîna Parlamentoyê, betal bûyîna wê, belavkirina wê, rewşeka baş nîye.

Ev rewş, ji layê jîyana demokratîk ve kêmasîyeka gelek mezin e. Dibêjin Hukumeta Herêma Kurdistanê yanî Dewleta Federe ya Kurdistanê li Rojhelata Naverast demokrasîyek afirandiye, di vê babetê de nimûneyeka baş pêk anîye. Lêbelê di demokrasîyê de li gel şertên bingehîn yên mîna azadîya derbirînê, azadîya ragihandinê, serwerîya huqûqê, otonomîya unîversîteyan û jîyana sîyasî ya pire-partîbûnê, hingê hilbijartinên giştî ku bi awayekî perîyodîk çêdibin, parlamentoya ku di encama van hilbijartinan de pêk tê û hilbijartinên ku di demên muayen de çêdibin jî girîng in.

Te divê sîstema parlamenter be yan te divê sîstema serokatîyê be, Parlamento dezgeyeka girîng e. Di sîstema serokatîyê de jî, li nik biryarên serok*, azadîya derbirînê, azadîya rexnegirtinê, azadîya medyayê, herwisa dezgeyên mîna dadgehên azad erka kontrolkinê ya parlamentoyê jî îcbarî ye. Helbet kurd bi girîngî û pêwîstîya parlemntoyê dizanin. Lê ev jî girîng e ku divê parlamento dest bi fealîyetê bike.

Li gorî qenaeta min serdanên welatên dereke yên serok Mesûd Barzanî serketî ne. Di dema van serdanan de Dewleta Federe ya Kurdistanê bi awayekî baş tê temsîlkirin. Mesûd Barzanî wekî serokê dewletê tê pêşwazîkirin. Lê serdana serok Mesûd Barzanî ya di dawîya meha îlona 2016 de bo Bexdadê bi qasî serdanên bo welatên dereke serketî nebû.

Li gorî Qanûna Bingehîn ya Îraqê ya sala 2005, Îraq wekî dewleteka federe hatiye damezrandin. Lê vê serdanê nîşan da ku Îraqê ev rewş nehemandiye. Di dema hevdîtina serok 'Ebadî ligel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de, li nik alaya Îraqê alaya Dewleta Kurdistana Federe nehatibû hilawestin; ev rewşeka li dijî Qanûna 2005an e. Ev yek nîşan dide ku ew Îraqê wekî dewleta merkezî û Kurdistanê jî wekî wîlayeteka Îraqê têdigihên. Lê Îraq xwe çawa têdigihê bila têbigihê, Dewleta Federe ya Kurdistanê divê bi hemî dezgeyên xwe bijî û xwe bide jîyandin. Ez hêvîdar im, peymanên ku di vê hevdîtinê de li ser bi hev kirine girîng û jîyanî bin.

Dibêjin di wê serdana navborî ya Bexdadê de serok Mesûd Barzanî ligel şandeka gelek mezin çûye. Baş nehat ragihandin ku di vê şandeya fireh de kî cih girtiye. Lêbelê ev gelek girîng e ku di serdanên wisa de li nik karbidestên Partî Demokratî Kurdistan, karbidestên Yekîtî Nîştimanî Kurdistan, Tevgera Goranê, Yekgirtûy Îslamîy Kurdistan, Komeley Îslamîy Kurdistan, Partî Sosyalîstî Kurdistan, Bizûtnewey Îslamîy Kurdistan û Partî Komunîstî Kurdistan jî beşdarî bikin.

Digel ewçend destkeftîyên van 25-30 salên dawîn, herwisa, digel ewçend helwêsta pozîtîf ya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Yekîtîya Ewropayê bo kurdan û Kurdistanê, fehma înkar û îmhayê ya dewletên ku bi awayekî muşterek kurdan û Kurdistanê kontrol dikin hîn jî dewam dike.

Di vê proseya girîng de, divê kurd dev ji sîyaseta parik-parçeyî berdin, li ser bingeha berjewendîyên giştî yên Kurdistanê bibin yek û di nav hewldana mezinkirina kurdan û Kurdistanê de bin. Di vê proseyê de erkeka mezin dikeve ser milê serok Mesûd Barzanî. Herwisa erkeka mezin dikeve ser milê Yekîtî Nîştimanî Kurdistan, Tevgera Goranê, Yekgirtûy Îslamîy Kurdistan, Komeley Îslamîy Kurdistan, Partî Sosyalîstî Kurdistan, Bizûtnewey Îslamîy Kurdistan, Partî Komunîstî Kurdistan û serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Muhamedî ku di cotmeha 2015 hat belavkirin.

____________

YASAL UYARI: www.zazaki.net kaynağında yayınlanmış herhangi bir haber, yazı veya fotoğrafın site editöründen izin alınmadan olduğu gibi kopyalanarak ya da üzerinde çeşitli oynamalar yapılarak herhangi bir yerde yayınlanması; farklı çalışmalarda alıntı olarak kullanmak amacıyla cümle veya paragrafların kopyalanmasında ise standart bir şekilde kaynak belirtilmemesi durumunda hukuki süreç başlatılacaktır!

Na xebere 4476 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.