zazaki.net
06 Kanûne 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Êlule 2016 Yewşeme 19:32

NAME BO PARLAMENTOYA ALMANYAYA FEDERAL

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Li rengê pasaportên ji mîlyonek zêdetir kurdên ku li Almanyayê dijîn dinihêrin û wekî ku tirk, ereb yan fars bin, wisa muamele bi wan re dikin. Di îstatîstîk û lêkolînên ku li ser raya giştî tên kirin de bi nasnameya xwe cih nagrin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ku ji bo grûpên etnîkî yên din naskirine, ji bilî çend eyaletan, ji bo zarokên kurdan nasnakin, dê û bavê zarokan neşên navên kurdî li zarokên xwe bikin, herwisa xizmetên şêwirmendîyê jî bi kurdî nabin. Ev kirininên hanê, berîya her tiştî, bi me nîşan didin ku bi nirxên azadîxwaz û demokratîk ku Almanya pê pesnê xwe dide naguncin…

Ev kirinên hanê tên vê manayê ku di eslê xwe de nasnameya kurdan li Almanyayê tê înkarkirin. Malbatên kurd nikarin navên kurdî li zarokên xwe yên ku li Almanyayê bûne daynin. Li dayreyên nufûsê yên Almanyayê, katalogên ku têde tenê navên tirkî hene û ji layê karbidestên konsolxane û balyozxaneyên tirk ve amade bûne, kurd ancax dikarin wan navan li zarokên xwe bikin. Ev jî nîşan dide ku înkarkirina nasnameya kurdan ji Tirkîyê bo Almanyayê hatiye îxrackirin.

Meseleya kurdan û Kurdistanê, di salên 1920î de, di dewra Cemîyeta Miletan de dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê ye, xesbkirina mafê danîna dewletê ya kurdan e. Xesbkirina mafên kurdan ku ji civak û miletbûna kurdan hasil dibin jî ev e ku, kurd bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû ne. Di vê felaketa ku bi serê kurdan de hatiye de, di serî de dewletên emperyal yên wê demê Brîtanyaya Mezin û Fransa, berpirsîyarîya Rojavayê, ya Ewropayê mezin e. Rojavayê ku felaketeka wisa bi serê kurdan de anîye, îro nasnameya kurdan înkar dike, kurdên ku ji ber sedemên cur bi cur li welatê wan dimînin, wekî tirk, ereb û fars tomar dike. Ev, tê vê manayê ku Almanya piştgirîya polîtîkaya nîjadperest û kolonyalîst dike.

Sazîyên mîna Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, Teşkîlata Ewlehî û Hemkarî ya Ewropayê tim bo Partîya Aştî û Demokrasîyê, bo parlamenterên vê partîyê, dibêjin "Mesafe têxin navbera xwe û terorê." Ez dibêjim ev hişyarkirineka xelet e. Esas ji ber ku piştgirî didin terora dewletê divê ev sazî bêne rexnekirin. Divê ji van sazîyan, ji dewletên ku di van sazîyan de cih digrin bête xwestin ku ew mesafe têxin navbera xwe û terora dewletê. Heta ku ew piştgirîya terora dewleta tirk bikin, hingê ev pêşnîyazên wan yên bi vî awayî jî dê cidî neyêne dîtin.

Ev helwêsteka gelek xelet e ku bibêjin "em li dijî terorê ne" û piştgirîyeka bêsînor didin terora dewletê. Piştî ku me balê kişandê ser vê yekê, dîsa em ê vegerin ser meseleya nasnameya kurdan.

Îro Peymana Neteweyên Yekbûyî (1945), Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî li ser Mafên Medenî û Siyasî (1966), Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî li ser Mafên Aborî, Civakî û Kulturî (1966) ji bo gelên bindest ku têne çewsandin çi îfade dikin?

Peymanên wekî Danezana Gerdûnî ya Mafên Merivan (1948), Peymana Konseya Ewropayê ya ji bo Parastina Mafên Însanî û Azadîyên Bingehîn (1950), Konseya Ewropayê ya Peymana Çarçeweyê li ser Parastina Eqalîeyetên Neteweyî (1995) û Senedê Ewropî ji bo Zimanên Herêmî an Eqalîyetan yên Konseya Ewropayê (1992) ji bo kurdan têne çi manayê?

Ez hêvî dikim ku parlamantoya we ji layê maf û azdîyan ve bersivê bide van pirsan, herwisa li Almanyayê proseseka nû bête destpêkirin ku wekî nasnameyên din nasnameya kurdan jî meşrû qebûl bibe, û bi vê wesîleyê dê xizmeta çareserîya demokratîk û aştîyane ya meseleya kurdan bike, bi van hîsan ji dil silav li we dikim.

Îlon 2012

Na xebere 4284 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.