zazaki.net
16 Nîsane 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
14 Tebaxe 2016 Yewşeme 20:30

MUNAQEŞEYÊN ÇARESERÎYÊ Û YEKÎTÎYA NETEWEYÎ

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ji dawîya meha temuzê vir de hukumetê dest pêkir behsa "Vebûna Kurd (Kürt açılımı)" kir. Wezîrê Karên Navxweyî Beşîr Atalay di roja 1 tebax 2009 de, li Anqarayê, li Akademîya Polîsîyê, bi medyakaran re kombûneka ragihandinê çêkir, wezîrî guhdarîya rojnamegeran kir, vê di nav komelgeyê kurdan de heyecanekê çêkir. Xîtabeta bo neteweyê (ulusa sesleniş) ya serwezîr Receb Teyîb Erdoğanî ku roja 11 tebax 2009 de kir, vê hêvîyê zêdetir kir.

Lê axaftina Wezîrê Karên Navxweyî Beşîr Atalay ya roja 31 tebaxê, hêvîyê şikand. Êdî nedigot "vebûna kurd", behsa vebûna demokratîk dikir. Di vê axaftina wezîrî de peyva kurd hîç derbas nebû. Di axaftinê de gelekî hewl dan xwe ku peyva kurd derbas nebe. Wezîrê Karên Navxweyî Beşîr Atalay tiştên ku dê bibin na, tiştên ku nebin hejmartin. Got "Efû tune ye, di zimanê dayîkê de perwerde tune ye, di qanûnê esasî de guhertin tune ye." Îcar dê çi bibe, negot. Karbidestên dewlet û hukumetê, hinde mensûbên medayê ku bi wan ve girêdayî ne û mensûbên rêxistinên civaka sivîl, dê çi nebin, bi gotinên wekî "dê ew nebe, ev nebe" bi hêsanî û bi awayekî rehet dişên van tiştan bibêjin. Lê derbarê dê çi bibe de hîç tiştek nabêjin. Meseleya efûyê, bêguman, PKKyîyan digrin ber çav hîn îfade dikin.

Di navbera helwêsta Wezîrê Karên Navxweyî Beşîr Atalayî ya di roja 1 tebax 2009 û axaftina wî ya di roja 31 tebax 2009 de nanokîyeka kûr heye. Têgihêştin û îfadekirina pisgirêkan de paşveçûn heye. Di vê dema navberê de çi qewimîye? Ev pirsgirêkeka wisa ye ku bi naveroka jîyan û rejîma sîyasî ya tirkan ve girêdayî ye. Sererkan Orgeneral İlker Başbuğ bi munasebeta Cejna 30 Tebaxê, di roja 25 tebax 2009 de axifî, derheqê prosesê de fikrê xwe beyan kir û da zanîn ku divê çi bête kirin. Bi awayekî sergirtî acizîya xwe ya ji "vebûna kurd" ragihand. Artêş tim tekîd dike ku ji bilî mafên takekesî dê destûrê nede tu tiştekî. Di jîyana sîyasî ya tirkan de, di rejîma sîyasî ya tirkan de li hemberî dezgeyên tayînkirî, wekî nimûne li hemberî brokrasîya leşkerî tu giranîyeka cidî ya dezgeyên mîna partîyên sîyasî, hukumet û parlamentoyê ku ji layê gelî ve hatine hilbijartin nîne. Dema ku mesele pirsgirêka kurd be ev yek bi awayekî vekirî wisa ye. Sîstema sîyasî ya tirkan, rejîma sîyasî ya tirkan ji vî layî ve demokratîk nîne. Ev gelek vekirî ye.

Ev nîşan didin ku hukumetê bêyî ku plan û projeyên cidî amade bike "vebûna kurd" daye destpêkirin. Bêguman ev gelek girîng e ku îro meseleya kurdan tê axaftin, munaqeşe dibe. Axaftin, nivîsar û munaqeşe dewam dikin. Di vê babetê de azadîya derbirînê bêguman gelek girîng e. Rakirina astengîyan ji pêşîya azadîya derbirînê divê bibe erkeka girîng ya hukumet û parlamentoyê. Hukumet digel van hemî tiştan dibêje "çi dibe bila bibe em ê vebûna demokratîk dewam bikin." Ev helwêsteka hêja ye. Lê girîng e ku plan û projeyên cidî jî hebin. Di vê çarçeweyê de divê meriv bala xwe bide ser, wezîrê karên navxweyî Beşîr Atalayî di maweya mehekê de çi kiriye.

Wezîrî bi hinek partîyên sîyasî re, di vê navberê de, bi Partîya Civaka Demokratîk re jî hevdîtin kirin. Wezîrê karên navxweyî bi sendîkayên karkeran û karsazan re, bi hinde rêxistinên civaka sivîl re jî hevdîtin kirin. Lê hevdîtineka cidî ya wezîrî bi kurdan re, rêxistinên civaka sivîl ku ji layê kurdan ve hatine damezrandin û têne birêvebirin re, wekî nimûne, bi sazîyên wekî GÖÇ-DERê re, bi roşinbîrên kurdan re, bi medyaya kurdan re, bi rojnamegerên kurdan re çênebû. Ev e li meydanê ye ku mesele meseleya kurdan e, ew meseleya ku divê çareser bibe meseleya kurdan e, yên ku ji ber meseleyê mexdûr bûne kurd in… Ji vî layî ve, berîya her tiştî gelek girîng e ku divê kurd bêne guhdarîkirin. Bêguman ev kêmanîyeka mezin e ku guhdarîya kurdan nehatiye kirin. Helbet girîng e ku kurd jî beşdarî bo axaftin û munaqeşekirinê bikin. Çimkî mesele meseleya kurd e, meseleya kurdan e.

Kakilê meseleya kurdan bi wê ve girêdayî ye ku kurd bi xwe îstîqbala xwu tayîn bikin. Mîna hemî gelan ev qabilîyeta gelê kurd, ev qabilîyeta miletê kurd jî heye. Di edetên sîyasî yên tirkan de fehmekî mîna "eger pêwistî bi komunîzmê hebe, wê jî em ê bînin" heye. Fehma têkoşînê ya kurdan êdî destûrê nade ku ev fehma hanê bişê havilekê bike. Kurd hewl didin ku ew bi xwe îstîqbala xwe tayîn bikin. Kurd dibêjin mafên takekesî me hîç tetmîn nakin. Mafên takekesî her wekî xwestina mafên takekesî yên karkeran e. Lêbelê karker ancax dişên mafên xwe di prosesa têkoşîna sendîkayê de bi dest ve bînin. Di kurdan de fehma "pêwîstî bi têkoşîna kolektîfî heye, divê mafên kolektîfî bêne bidestxistin" pêş ve diçe. Fehma wekî kes tu tiştek nayê kirin, ancax meriv dişê wekî grûb mafekê bi dest bixîne, helwêsteka cidî ye. Ev jî dîyar e ku di prosesa têkoşîna kolektîf de çêbûna yekîtîya neteweyî jî muhtemel be.

Li Tirkîyê nivîsar, axaftin û munaqeşeyên derbarê mafê tayînkirina îstîqbalê de wekî "mafê tayînkirina îstîqbalê, îlla mafê cîyabûnê nîne" dest pêdikin. Lêbelê mafê tayînkirina îstîqbalê di planê yekem de mutleqa mafê cîyabûnê digre nava xwe.

Di vê proseyê de helwêsteka negatîf ya din ku balê dikişîne, dewamkirina operasyonên leşkeran e. Ev jî taybetîyeka balkêş a proseyê ye. Digel agirbesta PKKê dîsa jî dewamkirina operasyonan dike ku di nav kurdan de derbarê proseyê de fikrên negatîf çêbibin. Ji vê çendê tu manayeka wê nîne ku medya û roşinbîr bang li PKK bikin bibêjin "çek dayne". Rasttir e ku ji artêşe re bibêjin "operasyonan rawestîne". Dema ku artêş operasyonan bide rawestandin, ez di wê qenaetê de nînim ku PKK êrîşê hêzên ewlekarîyê bike.

Ev jî alîyekî girîng yê "vebûna kurd" e ku hîç behsa xalên girîng yên meseleya kurdan nayê kirin. Ev tê fêmkirin ku dewlet û hukumet hîç behsa van alîyên meseleyê bikin. Lê medya, nivîskar, rêvebirên rêxistinên civaka sivîl jî hîç behsa van xalên girîng yên meseleyê nakin. Hîç behsa pirsên wekî pirsgirêka kurd çima pirsek e? Pirsgirêka kurd çima heta roja me nehatiye çareserkirin? Unsûrên bingehîn ku pirsê çêdikin çi ne? Pirsgirêka kurd çi ye? Hîç behsa van babetan nabe. Bêguman ev, bûyereka derheqê salên 1920î de ye. Di dema Cemîyeta Miletan de bi jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê re eleqedar e. Helbet ev kêmanîyeka gelek mezin e ku di axaftin, munaqeşe û nivîsaran de hîç behsa vî layê meseleyê, hîç behsa çawanîya bingehîn a meseleyê nabe.

Em dibêjin "meseleya kurdan", "meseleya Kurdistanê". Hingê divê meseleya kurdan çi ye, meseleyeka çawa ye, divê bi têgehên sîyaset û dîplomasîyê bête şîkirin. Di salên 1920î de çima pêşî li kurdan hatiye girtin ku ew bi xwe îstîqbala xwe tayîn bikin, çima pêşî li têkoşîna wan a ji bo vê yekê hatiye girtin, dewletên emperyal û dewletên li herêmê çima destûr nedane ku ev prose çêbibe, divê astengkirina kurdan bi dîyardeyên dewlemend bêne şîkirin. Ev jî eşkera ye ku jihevdexistin, parçekiirn û parvekirin ji bo ku pêşî li yekîtîya neteweyî bête girtin, jixwe ji bo vê yekê çêbûye.

Di axaftin û munaqeşeyan de babeteka din ku hîç nayê rojevê, di şerê kurdan yê 25 salan de zerar û zîyanên kurdan û cografyaya Kurdistanê ne. Şewitandin û wêrankirina gundan, zordayîna bo qorucutîyê, bi darê zorê terkkirina cih û warê xwe ya bi mîlyonan kurdî, fealîyetên JİTEMê, bi hezaran cînayetên failê wan meçhûl, ev hemû unsûrên wisa ne ku mexdûrîyetê çêkirine. Di proseya zordayîna bo qorucutîyê de malbatan bi darê zorê cih û warê xwe terk kirine, erd û zevîyên van malbatan, bax û baxçeyên wan ji layê qorucuyan ve hatine talankirin. Erdên ku hîn jî di bin kontrola qorucuyan de ne hene. Hemîşe bombardumankirina çiya û banîyan, newalan dewlemendîyên siruştî yên Kurdistanê, flora (nebat) û faunaya (heywanat) wê texrîb kirine. Çiya û daristanên Kurdistanê bi awayekî sîstematîk hatine şewitandin. Heta ku ev zerar û zîyan, ev mexdûrîyeta kurdan û Kurdistanê neyête dîtin, riya tezmînkirina wan neyête rojevê, çareserî dibe? Ev proseya ku jê re dibêjin çareserî, gelo divê faydeyeka wê negihê van malbatên mexdûr?

Tezmîn têrê nake. Divê derheqê berpirsîyaran de tehqîqat çêbibe. Berpirsîyaran derxin ber dadgehê. Bi hezaran cînayetên failê wan meçhûl hene. Bi qasî hezar û pênc sed cesedê cînayetên failên wan meçhûl hatine dîtin. Bi qasî pênc hezar cînayetên failên wan meçhûl hene ku cesedên kuştîyan peyda nebûne. Ji hivde hezarî zêdetir bûyerên krîmînal hene ku li dadgehan dosyaya wan vebûye û hîn nehatiye girtin hene. Dewlet jî hemîşe dibêje nabe ku ji PKKê re efû hebe.

Baş e, gelo dê kî van cînayetên faîlê wan meçhûl, şewtinadina gundan û daristanan, bi darê zorê rakirina bi milyonan kurdî ji cî û warê wan efû bike? Gelo dê efûkirina wan bibe mewzûya behsê? Ev heqîqeteka li meydanê ye ku di van şertan de liberxwedana li dijî zulm û çewsandinê mafekî wisa ye ku dev jê nayê berdan.

Di van babetan de dewlet û hukumet hîç rexne li xwe nagrin, hîç pêwîstî pê nabînin ku bi kirinên xwe yên di rabirdûyê re rû bi rû bibin. Hîn heta duhî derheqê kurdan û kurdî de înkar hebû, behsa "kart-kurt"ê, behsa "tirkên ku li çiyayan dijîn" dihat kirin. Êdî behsa van tiştan nabe. Di proseya têkoşînê de ev bi awayekî fiîlî hatin bidestxistin. Lê tirk xwe jê hemet dikin ku navê "kurd", navê "kurdî" bigirin devê xwe. Nabêjin "kurdî", bêhtir îbareya "zimanên ji derveyî tirkî" bikar tînin. Di tomarkirinên dewlet û hukumetê de ne ku "kurdî" lê tabîra "zimanên ji derveyî tirkî" derbas dibe. Ev tê zanîn ku prosesê dawîya meha temuza 2009 de wekî "vebûna kurd" dest pê kir. Lê di maweyeka kurt de, bîst-bîst û pênc roj paşê têgeha "vebûna demokratîk" tê bikaranîn. Têgeha "vebûna kurd" tê terkkirin. Li medyayê tê behskirin, munaqeşe dibe ku dê li unîversîteyan beşên ziman û edebîyata kurdî vebin. Dibêjin ev beş serê pêşî dê li Unîversîteya Artuklu ya Mêrdînê vebe. Lê YÖK (Sazîya Perwerdeya Bilind) destûrê dide enstîtuyeka bi navê "Enstîtuya Zimanên Zindî". Enstîtuya Zimanên Zindî dê neşê xwendekaran bigire, dê ji bo perwerdeya li salên pêş dersdaran perwerde bike. Wekî zimanên zindî erebî, farisî, kurdî û suryanî difikirin. Beşa "Ziman û Edebîyata Erebî", beşa "Ziman û Edebîyata Farisî" jixwe li unîversîteyan heye. Li unîversîteyan beşa Asûrolojî jî heye. Meriv dişê bibêje Asûrolojî bi suryanîyê ve têkildar e. Wisa xuya ye ku di nav zimanên zindî de tekane zimanê ku beşa wî ya perwerdeyê nîne tenê kurdî ye.

Di axaftin, munaqeşe û nivîsaran de babeta ku zêdetir balê dikişîne jî, derheqê xetên sor yên dewletê de hesasbûna medyakar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl e. Lêbelê divê xala ku jê dest pê dikin azadîya kurdan be. Pirsgirêk, "vebûna kurd" ji layê gelo çi bête kirin ku dê dewlet bête rehetkirin ve munaqeşe dibe. Azadîya kurdan nabe mijara bingehîn. Ji bo xetên sor yên dewletê wekî xwe bimînin hewldan çêdibin. Ev, bêguman çareserkirina meseleya kurdan nîne. Dewletê ji ber ku meseleya kurdan çareser nekiriye lewre di polîtîkaya navxweyî û ya derve de bi pirsgirêkên giran re rû bi rû maye, hingê ji bo ku piçekî rehet bibe, pêwîstî bi hinek çaksazîyan dibîne. Lewre tekîd dikin ku ji bo berdewamîya jîyana dewletê, ji bo yekîtîya neteweyî pêwîstî bi "vebûnê" heye.

Li van rojan, derbarê meseleya kurdan de gelek kitêb, herwisa li kovaran gelek nivîsar têne weşandin. Di van kitêb û nivîsaran de hîn zêdetir behsa "birayetî" dibe. Dibêjin "Ev hezar sal in em bi hev re dijîn", "Tu cihêtî di navbera me de nîne, hezar sal in em bi hev re girîyan bi hev re kenîyan", "Em musluman in, em birayên hev yên dînî ne" û hwd. Em wan rojên ku têkoşîna kurdan, şerê kurdan bilind bibû bînin bîra xwe. Wê demê ji bo kurdan çi digotin? Digotin "Me landikên xayînan bi serê wan de hilweşandin", "23 xayîn tevlî çekên xwe ve kuştî ketin dest", "Me wekî baranê bomba bi ser serê terorîstan ve barandin" ûhw. Ev "birayetî"ya ku van rojan gelek zêde behsa wê dibe, îhtîmal e ku tenê sedemeka xwe heye. Mafên siruştî yên kurdan, mafên wan ên ku ji însanbûna wan hasil dibin, mafên wan ên ku ji ber kurdbûna wan hasil dibin, van mafan nedin wan, yan jî van mafan di kêmtirîn radeyê de bigrin. Lewma dibêjin "Em hemî jixwe xwişk û bira ne, çi hewce ye ku em li ser vî mafî yan wî mafî israrê bikin. Wekî birayê mezin bûyîn, wekî birayê mezin jîyîn baştir e…"

Serekê giştî yê Partîya Komara Gel (CHP) Deniz Baykal û serekê giştî yê Partîya Hereketa Neteweperwer (MHP) Dewlet Bahçeli bi tundî li dijî vebûna demokratîk derdikevin. Tenê sedemeka li dijî "vebûna kurd" derketina Dewlet Bahçeli heye, dibêje "yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek dîn, yek ala, yek welat" û li dijî azadîya kurdan derdikeve… Ew hertim kurdan bi tirkîtîyê ve, bi tirkan ve girêdayî wekî koleyan dibîne. Dixwaze kurd û daxwazên demokratîk yên kurdan bêne pelixandin… Deniz Baykal jî tim dibêje "Vebûna kurd projeyeka DYA ye". Qey ji bo mafê kurdan bêne dayîn, mafê wan ên însanî bêne teslîmkirin divê DYA dîrektîfan bide?

Ev gelek eşkera ye ku du layên girîng yên pirsgirêka kurd hene. Di serçaweya pirsgirêka kurdan de polîtîkaya dewletê ya înkar, îmha û asîmîlasyonê heye. Dewlet dişê mafên sirûştî yên kurdan teslîmê wan bike û dev ji vê polîtîkayê, ji van kirinan berde, hîn gav biavêje. Ji bo vê jî, li gorî qenaeta min, pêwîstî pê nîne ku bi sazîyekê yan kesekî re hevdîtinekê bike. Lê yek jî pirsgiraka PKKê heye. Eger bi Partîya Civaka Demokratîk (DTP) re, bi rêxistinên sivîl yên kurdan re, bi medyaya kurdan re, bi roşinbîrên kurdan re, axir bi PKKê bi xwe re hevdîtinan çêbike, ev ji bo tenduristîya prosesê pêwîstîyek e.

 

Encam

Ev geşedaneka girîng e ku proses di bin navê "vebûna kurd" yan jî vebûna demokratîk de tê axaftin û munaqeşekirin. Ev gotina hukumetê ku dibêje "çi dibe bila bibe dê vebûn dewam bike" jî girîng e. Ji bo ev munaqeşe hîn bi awayekî tendurist çêbibin, ev ji bo hukumet û parlamentoyê girîng e ku divê astengî û kend û kospên li pêşîya azadîya derbirînê bêne rakirin. Di vê çarçeweyê de, fayde têde heye ku piştgirî bo vê helwêsta hukumetî bête dayîn. Di vê babetê de, meriv dişê bibêje ku nîsbet bi helwêsta hukumetên berê ev hukumet di nav veguherîneka girîng de ye.

01.09.2009

Na xebere 2606 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.