zazaki.net
07 Kanûne 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
16 Teşrîne 2013 Şeme 09:39

“Mewlidê Kirdî” bi CD ji nuh ve çap bû

Xwendina metna mewlidê di CD de dike ku hem guhdarîkirina mewlidê xweştir be hem jî mereqdar û heskirîyên kirdkî bikaribin bi hêsanî li her derê guhdarî bikin.

Mewlidê Kirdî yê Ehmedê Xasî ku kitêba herî pêşîn ya kirdkî (zazakî) ye, ji alîyê Weşanxaneya Nûbiharê ji nuh ve çap bû. Ji alîyê rastê ve metna orîjînal ya Mewlidê Kirdî ku di sala 1899 de li Dîyarbekirê 400 nusxeyên wê ji Metbeaya Lîtografyayê li çapê ketine, wekî orîjînala (tıpkıbasım) xwe 31 rûpelan de cih girtiye. Ji aliyê çepê ve jî transkrîbeya latînî ji rûpela 9. heta bi rûpela 54. cih girtiye.

Tiştê muhîm, metna mewlidê di CD de jî hatiye xwendin. Li ber xwendinê, wekî fon, dengê ney hatiye danîn. Roşan Lezgînî kitêb transkrîbe kiriye û ji çapê re amade kiriye. Di CD de jî dîsa wî metna mewlidê xwendiye. Xwendina metna mewlidê di CD de dike ku hem guhdarîkirina mewlidê xweştir be hem jî mereqdar û heskirîyên kirdkî bikaribin bi hêsanî li her derê guhdarî bikin.

Ehmedê Xasî ku ji nav alimên kurdan yên sedsala 19-20. alimekî navdar e, di sala 1867an (bi tarîxa hîcrî: 1283) de li nehîyeya Licê Hezanê hatiye dinyayê, di roja 8 sibat 1951 de dîsa li Hezanê çûye rehmetê. Ehmedê Xasî ku erbabê zimanê kurdî (kirdkî, kurmancî), tirkî, erebî û farisî ye, di eynî wextê de şaîr û roşinbîrekî mezin yê kurdan e, di wextê xwe de demekê muderisî kiriye, dû re jî du sal û du meh muftîtîya Licê kiriye. Piştî ku cumhurîyet tê danîn, dibêje “Meqamê ke ez têde bûm, heta niha Quran hakim bû. Lê ji niha û pê ve Quran bû memur” û ji wezîfeya xwe îstîfa dike. Emrê xwe heta dawî li gundê xwe Hezanê derbas kir.

Mewlidê Kirdî yê Ehmedê Xasî ku bi kirdkîyeka fesîh û zelal hatiye nivîsîn, li gorî ku Malmîsanij dibêje, kitêba yekemîn e ku di nav sînorên Kurdistanê de bi ruhseta resmî ya dewletê di metbeayeka modern de hatiye çapkirin. Mewlidê Kirdî 16 beş, 756 misra ye. Wekî qalibê nivîsîna mewlidan bi wezna “Faîlatun, Faîlatun, Faîlun” hatiye nivîsîn.

Li dawiya Mewlidê Kirdî Mela Fethulah Hesbîyê Sêrtî teqrîzek nivîsîye. Ev Mela Fethulah, lawê Mela Umerê Mela Ebdulahê Mela Xelîlê Sêrtî yê menşur e. Mela Fethulah, di eynî wextê de seydayê Bedîuzeman Seîdê Kurdî ye jî. Li gorî ku Abdulqadir Badillî dibêje, ewê ku leqeba “bedîuzeman”î bi Seîdê Kurdî ve daniye, ev Mela Fethulah Hesbî ye.

xasi-mewlidekirdi-nubihar.jpg

Kunye: Ehmedê Xasî, Mewlidê Kirdî, Amadekar û Tadayîş: Roşan Lezgîn, Weşanxaneya Nûbiharê, Îstanbul 2013, 54 + 33 rûpel + CD

xasi-mewlidekirdi-cd.jpg

Na xebere 4842 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Rûmet
Rûmet Riha Ronakbîr
Silav mamosta ez dixwazim mewlîdê bikirim emê çawa bixwazîn? Ligel rêz û hurmetan.
Nûbiharê çap kiriye. Ji wan bixwazin.
Gelek silav...
26 Kanûne 2013 Panşeme 20:26