zazaki.net
07 Kanûne 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
18 Temmuze 2016 Dişeme 13:29

Li ser "Türküyên Kurdî"

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Min hejmara heftemîn ya kovara Esmerê (Gelawêj 2005) xwend, vekoland. Di vê hejmarê de derheqê Şivan Perwerî de beşeka fireh heye. Ferzende Kaya bi Şivan Perwerî re hevpeyvîn kiriye. (r. 26- 30). Ev hevpeyvîn bi sernavê “Kîme Ez?” hatiye weşandin. Di kovarê de hevpeyvîneka din ku Eylül Geroğlu bi Şivan Perwerî re kiriye jî heye. Ev hevpeyvîn bi sernavê “Çek û xîret, her dem li kêleka hev disekinin” hatiye weşandin. (r. 32-34) Di kovarê de nirxandinên derheqê Şivan Perwerî de yên Gulîstan Perwer, Serxwebûn Perwer, Mehmed Uzun û Murat Öztemirî cih digirin. Gulistan dibêje: “Ew mirovekî xwedî xirs e." Dibêje "Pêşî ji min re, paşî ji kurê min re bû mamosta. Eger îro ez jî û kurê min jî em li ser navê hunerê hene; ev yek keda mezin a Şivan Perwerî ye.” (r. 27) Serxwebûn dibêje “Bavê min fitîlê bombayê ye.” (r. 29) Mehmed Uzun di nivîsara xwe ya bi sernavê “Domandina Edetekê” de dibêje “Ji nifşên Şivanî gelek hunermend digel xwediyê dengekî mîna dengê wî xweş in jî wan ne ku kurdî, zimanekî din hildibijart. Çimkî bazareka zimên a kurdî tun ye. Bi kurdî afirandin, bi rîsk e.” (r. 31) Murat Öztemir jî ji bo Şivan Perwerî dibêje “Zuhreya muzîka kurdî.” (r. 33)

Nivîsên derheqê Şivan Perwerî de bi nêzîkê bîst wêneyan hatine xurtkirin. Wêne, gelekî raveker, gelek hêja ne. Berg û wêneyê bergê jî her wisa ne. Di vê hejmara Esmerê de derheqê Şivan Perwerî de melumat û wêneyên hêja hene. Mîna her hejmareka kovarê, ev hejmar jî taybet û hêja ye.

Ez pêwîstî pê dibînim ku di vê nivîsê de bala xwe bidim ser mijareka din. Di sala 1988 de, Li mehên havînê, hevpeyvîneka Gulîstan Perwerê di pêveka rojnameya Ülkede Gündem Gazetesi de hatibû weşandin. Di vê hevpeyvînê de hunermenda hêja zêdetirî bîst caran peyva “türkü” bikar dianî. Îfadeyên wekî “Kürt türküsü" (türküya kurdan), “Kürtçe türküler" (türküyên kurdî), "Kürtçe türkü" (türküya kurdî) di seraserê hevpeyvînê de gelekê caran dihatin bikaranîn. Ne ku peyvên mîna şerqî, sitran, dîlok, goranî lê peyva “türkü” dihate bikaranîn. Hunermendeka muzîka kurdî ku ji bîst salan zêdetir e li derveyê welatê xwe li mişextiyê dijî, lê bi awayekî pêt girêdayîmayîna wê ya bi nirxên çanda tirkan ve û bi awayekî germ, pêkneanîna wê ya ji bo gihîştina bi nirxên xwe yên resen ve, min gelekî heyirî hiştibû. Li wan rojan di nivîsek yan di hevpeyvînekê de, bêyî ku ez navê Gulîstanê hildim, min vê helwêsta wê rexne kiribû.

Gulîstan hunermendeka wisa ye ku dîlok, sitran û kilaman distrê. Di manaya “türkü” de wergerandina peyvên kurdî yên mîna sitran, kilam, dîlok xelet e. Di vê wergerandinê de meriv dişê peyvên mîna sitran, awaz, dîlok, xoyrat û maya jî bi kar bîne, lê bikaranîna peyva “türkü” gelekî xelet e. Lewra “türkü” tê manaya mexsusê tirkan. Eger helbestek ku bi tirkî hatiye nivîsandin, helbestek ku bi zimanê tirkan hatiye nivîsandin, çaraneyek ku bi muzîk û melodî bête derbirîn, wê demê ew dibe “türkü”. Lê dema ku helbestek bi erebî bê nivîsandin û bi melodî îfade bibe, hingê jê re nabêjin “türküya erebî”. Divê meriv jê re bibêje kilama erebî yan jî kilama gelê ereb.  Divê meriv bi melodiyê derbirîna helbesteka yûnanî re “türküya yûnanî”, bi melodî derbirîna helbesteka înglîzî “türküya înglîzî” nebêje. Gotina kilamên gelê yûnan yan kilamên gelê înglîz rasttire e. Ji vî layî ve gotina “türküya kurdî”, “türküya ermenî” jî xelet e.

Kurd peyva "turkü" tim bikar tînin. Di cih de be ne di cih de be, bi kar tînin. Ew kesên ku dijberê asîmîlasyonê ne û dibêjin “Em li dijî sîyaseta asîmîlasyonê têdikoşin” ew jî vê peyvê bikar tînin. Çima bikar tînin? A ev yek hêjayî lêhûrbûnê ye. Li Tirkiyê li derdorên şorişger nihêrînek bicihbûyî heye. Dibêjin “Kesên şorişger, nêzîkê gel in. Gel türküyan dibêje, şorişger jî türküyan dibêjin. Burjuvazî jî şerqîyan dibêje, feodal jî şerqîyan dibêjin…” "Türkü" wekî dijberê şerqî tê fêmkirin. Kurd di şûna peyvên kilam, sitran, dîlok, goranî de peyva “türkü” bikar tînin û bi vî awayî dixwazin nîşan bidin ku ew şorişger in. Ev xwezîpêanîneka xirab e, teqlîdeka xirab e… Rast nîne ku wisa manayeka çînî bo peyvên türkü û şerqî bête dayîn. Îcar ku kurd bi muhtewayeka çînî têbigihên, hingê ev xelet dibe.

Kurd gelek caran dibin muxatabê van pirsên ku bitaybetî ji layê rojavayîyan ve têne kirin. “Digel ku kurd li Rojhilata Navîn di bin zordestî û tehdayên giran de mane, digel ku kultura wan bi awayekî sîstematîk di bin çewsandinê de maye, gelo çawa şîyane hebûna xwe ya neteweyî heta îro dewam bikin?” Dostên kurdan yên rojavayî piştî ku van pirsan dikin, ji bo pirsên xwe bi bingeh bikin jî, dibêjin “Li layekî zordestiya Tirkiyeyê, li layekî zordestîya Îranê, li leyekî din jî zordestiya Îraqê û Sûriyeyê…” û bi vî awayî pirsên xwe vekirîtir dikin. Bêguman digel hemû zordestiyan hatina kurdan a heta roja me bi saya ziman û kultura wan e. Dengbêjî yek ji rehên girîng yên ziman û kulturê ye. Baş e, dengbêj li kîderê rûdine? Muzîka xwe li kîderê îcra dike? Dengbêj li kîderê rûdine bila rûne, dixwazî bila li konê serokê êlê rûnê, dixwazî bila li mala axê rûnê, tiştê ku dibêje ma ne ji jîyan gelê kurd e?

Di şûna peyvên mîna sitran, kilam, dîlok û goranî de ji aliyê kurdan ve bikaranîna peyva “türkü” di manaya “türkü” de wergerandina peyvên mîna sitran, dîlok û kilam gelo nîşana çi ye? Ev nîşan dide ku mejiyê kurdan heta şaneyên piçûktir jî asîmîle bûye. Kêmtir, nîşan dide ku mejiyê kurdan heta bi piçûktirîn şaneyê jî di bin bandora asîmîlasyonîst de maye. Yên ku dijî asîmîlasyonê ne û dibêjin “Em li dijî asîmîlasyonê têdikoşin” jî tê dîtin ku ew jî vê peyvê tim bikar tînin.

Di sala 1998 de, di ew nivîsa ku me li jor qala wê kir de Gulîstan di vê çerçeweyê de hatibû rexnekirin.

Di sala 2005 de, Şivan Perwerî di wê hevpeyvîna ku bi Ferzende Kayayî re kiribû de li pênc cihî peyva "türkü" bi kar tîne. Heta dibêje ew diya min a ku nêzîkê muzîkê bû wê jî “türkü” digotin. Dibêje “türkü'yên bi tirkî", "türkü'yên bi kurdî.” Gotina “türküyên tirkî" helbet gotineka rast e. Jixwe ew bi tirkî îfade dibin. Lê “türküyên kurdî…" Ev yek gelo ne dengvedana wê çanda tirkan e ku dixwazin enjekteyê kurdan bikin? Ji bo çi Şivan peyvên mîna sitran, dîlok û kilam bi peyva “türkü”yê îfade dike? Gelo çima sitran, dîlok, goranî û kilam nayên bîra wî? “Kîne Em?” “türkü” ye? Yên ku li ser Halebceyê hatine gotin “türkü” ne? Ew rewşeka metelhiştî ye. Lê kurd û giyana kurdan, ne ku tiştekî wisa ne ku nayên fêmkirin. Komelgeyek ku wisa demeka dirêj ziman û kultura wê di bin çewsandinê de bimîne komelgeyeka çewsandî ye. Em dawiya salên 1970yî bînin bîra xwe. Em li salên 1977-1978 û hîn li pey wan bifikirin. Di wan salan de Şivan di civateka wiha çewsandî de nûnertîya vejînê dikir. Helbestkar û ramyarê hêja Orhan Kotanî carekê wiha gotibû: “Kek Îsmaîl. Şivan bi tembûr û gotinên xwe ruh dide girseyên çavtirsiyayî ku wekî miriyan radiwestin, wan radike ser piyan. Bi muzîkê ajîtasyoneka pêt û mezin diafirîne.” Min jî di wê demê de li Kolana Îzmîrê, li hawirdora Weşanxaneya Komalê temaşeyî vê vejînê kiribû. Baş e, hunermendekî wiha ku bi xurtî nûnertîya vejînê dike, çawa peyv û têgehên çanda enjektekirî bikar tîne?

Rewşeka din ku ez pê ecêbmayî mam, di wê kurtenivîsa ku Serxwebûn Şivan Perwerî têde dinirxîne de, li şeş cihî peyva “türkü” bikar anîye. Serxwebûn ji bilî peyva "türkü" peyveka din nizane. Bi kilam, sitran, dîlok û hwd. nizane. Serxwebûnê ku li Ewropayê ji dayik bûye, bi çanda entegrasyonê re rû bi rû nebûye û perwerdeya xwe di sîstemeka azadtir de dîtiye, ev rewşa wî balkêş e. Di vê nivîsara xwe de bavê xwe Şivan Perwerî ne ku bi têgehên kulturê, lê bi têgehên leşkerî yên mîna "bomba" û "fitîla bombayê" dinirxîne, ev jî rewşeka balkêş e. Lê gelo çiqasê vî gunehî yê Serxwebûnî ye, çiqas yê kovara Esmerê yê, çiqasê wê yê Ferzende Kayayî, çiqasê wê yê Muhsin Kızılkayayî ye, ez nizanim.

Peyva “türkü” di nivîsa Mehmed Uzunî de carekê û di nivîsa Murat Öztemirî de jî sê car derbas dibe. Ev peyv di nivîsa Eylül Geroğlu de jî di pênc cihî de tê bikaranîn. Di nirxandina Gulîstanê de ev peyv nayê bikaranîn.

Derheqê Beşîkçî de nirxandineka kurdan heye. Dibêjin “Ew tim eynî tiştî tekrar dike…” Ev yek nirxandineke di ser re û ezber e. Kurd Beşîkçî jî naxwînin. Dibêjin “Jixwe em bi Beşîkçî dizanin…” Lê dema ku Beşîkçî dibînin, dibêjin: “Keko, tu van rojan li ser çi dixebitî, tu çi dinivîsî, kitêb heye, di dezgeyê de çi heye?” Yanî întîbayeka wisa çêdikin û dixwazin bibêjin ku “Her tiştê berê hatine nivîsandin me hemî xwendine, em li benda yên nû ne.” Di rastiyê de ne wiha ye, tiştê  ku berê hatine nivîsandin, wan nexwendine. Kurd Beşîkçî naxwînin. Dibêjin “Jixwe em pê dizanin.” Ev gotin divê wekî gazinc yan wekî lome neyê dîtin. Ev tesbîtek e. Lê kurd bi xwende û nexwendeyên xwe, bi esnaf û qaçaxçîyên xwe, bi gerîla û cerdevanên xwe, bi jin û mêrên xwe, bi ciwan û extîyarên xwe, bi kevneperest û modernîstên xwe û bi xasûg û tiralên xwe ve merivên baş û xweş in.

Li ser babeta peyva “türkü” heta niha gelek nivîs çêbûn. Ev babeteka nuh nîne. Zêdetirî deh salan e ku tê munaqeşekirin. Lê divê ji bo her kurdekî cuda-cuda bê nivîsandin û divê cuda-cuda bête gotin. Çend mîlyon kurd hene? Em bibêjin bîst mîlyon. Divê em bi qasî bîst mîlyon carî filan binivîsin û bibêjin.

Di nivîsa Murat Öztemirî de têgeha "zuhre" derbas dibe. Şivan Perwer û muzîka Şivan Perwerî bi vê têgehê tê nirxandin. Ez jî dikarim vê têgehê bikar bînim. Peyva “türkü” jî, mîna peyva zuhreyê nuqteya nîrengîyê ye. Eger kurdek ji kurdan peyva "türkü" bikar bîne û peyvên mîna sitran, kilam, dîlok û hwd. ne ku bi peyvên mîna şerqî, zêmar, goranî lê bi peyva "türkü" wergerîne, em dişên ji bo vî kesî bibêjin "ew meriv heta piçûktirîn şaneya mejiyê xwe jî asîmîle bûye û di bin bandora asîmîlasyonîst de maye." Kurd bi gotina "türkü" û heta ku bibêjin "türkü" dê neşên bigihên tu derê. Divê kurd hîn bi awayekî germtir vegerin ser nirxên xwe yên esîl.

Şivan Perwer di hevpeyvîna ku bi wî re hatiye kirin de dibêje “Weqfa Şivan Perwerî ya Çand û Hunerê hatiye damezrandin." Kurd gelek saziyên bi vî awayî ava dikin lê nava wan tije nakin. Ji bo vê yekê xebata ku pêwîst e nakin û sebrê nîşan nadin. Piştî demekê ji bîr dikin û diçe. Ez hêvîdar im ku “Weqfa Şivan Perwerî ya Çand û Hunerê” bibe saziyeka mayînde û demên dirêj hebûna xwe dewam bike. Bêguman gelek hêja ye û dê xebatên hêja bike.

Tebax 2005

Na xebere 2779 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.