zazaki.net
20 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
16 Tebaxe 2016 Sêşeme 21:37

LI SER REXNEYÊN KU LI BEŞÎKÇÎ DIBIN…

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Hevpeyvînek ku Neşe Düzelê bi Beşîkcî re kiribû, li hejmarên rojên 7 û 8 îlon 2009 yên rojnameya Tarafê weşîyabû. Di vê hevpeyvînê de Beşîkcî behsa li dewra Cemîyeta Miletan, li salên 1920î jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê kiriye, herwisa rexne li dewra Cemîyeta Miletan û dewletên emperyal girtiye. Hîn paşê, rexne li polîtîkaya înkar, îmha û asîmîlasyona ku bi danîna komarê re li Tirkîyê hatiye tetbîqkirin girtiye. Hîn paşê jî, gotiye mafê kurdan yê siruştî ye ku li Rojhelata Navîn dewleta xwe damezrînin, herwisa, tekîd kiriye ku di kakilê pirsgirêka kurdan û meseleya Kurdistanê de meseleya erd heye. Û li ser vê sekinîbû ku divê ev dewr bi têgehên zanist, sîyaset û dîplomasîyê bête şîkirin û rexnekirin.

Ev dîtinên Beşîkcî ji layê gelek nivîskar, medyakar û berpirsîyarên rêxistinên civaka sivîl ve hatin rexnekirin. Yek ji van rexneyan jî aîdê Etyen Mahçupyanî ye. Etyen Mahçupyan di hejmara roja 11 îlon 2009 ya rojnameya Tarafê di nivîsara xwe ya bi sernavê "Yargı Savunmada (Dadgeh di Mudafeayê de)" van dîtinan rexne dike. Atifê nivîsara xwe ya bi sernavê "Milliyetçiliğin Cehaleti (Cehaleta Neteweperestîyê)" ku di hejmara roja 9 îlon 2009 de li rojnameyê Tarafê weşîyabû dike û dibêje "cehalet berdewam di hilberîna sîyasetê de ye."

Rexne, rexneya azad kategorîyeka zerûrî ya jîyana ramyarîyê ye. Metodeka fikirînê ya gelek kêrhatî ye. Dike ku kesê hatiye rexnekirin ji nuh ve xwe bide ber pirsan. Lê rexnegirtina Etyen Mahçupyanî ya li Beşîkcî bi îsabet nînin. Di vî warî de, babeta bingehîn ku divê rexne lê bê girtin salên 1920, yanî dewra Cemîyeta Miletan e. Ev ne babeteka sivik e ku ji ber çavan bête dûrxistin ku di wê dewrê de kurd û Kurdistan hatine jihevdexistin, parçekirin û parvekirin, herwisa mafê danîna dewleteka xweser ya kurdan hatiye xesbkirin. Divê Etyen Mahçupyan di plana yekem de rexne li van polîtîkayên emperyal, polîtîkayên çewsandinê bigre. Etyen Mahçupyan ji polîtîkayên Cemîyeta Miletan re, ji polîtîkayên Tirkîyê re tiştek nabêje, lê rexne li Beşîkcîyê ku wan rexne dike digre. Ji kirinên kemalîstan re ku ji kurdan re dibêjin "ji bilî ku hûn bi tirkan re bijîn, lê wekî tirkan bin û wisa bijîn, wekî din şansê we nîne" re tiştek nabêje, lê Beşîkçîyê ku dibêje "mafê dewletdanîna kurdan mafekî siruştî ye" bi têgeha "cehaletê" rexne lê digre.

Jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê wekî jihevdexistin, parçekirin û parvekirina îskeleta însanekî ye, wekî pelçiqandina mejîyê însanekî ye. Vê yekê, berîya her tiştî, dînamîkên navxweyî yê komelgeyê kurdan zeîf kirine, tune kirine. Kurd bi têldirîyên elektrîkî, bi zevîyên ku têde mayîn hetine çandin, bi xendeqan, bi qûleyên çavdêrîyê, bi firokeyên casusîyê… ji hevûdin hatine veqetandin. Ji bo ku vê veqetandinê kûrtir, belavtir û daîmî bikin her awa tedbîr hatine girtin. Wekî nimûne, di navbera bajarên mîna Dîyarbekir, Wan Ruha û derûdora wan û bajarên mîna Silêmanîye, Kerkûk, Mehabad, Heleb, Qamişlî, herwisa bi Qafqasyayê re peywendîya bnazirganî hatiye birîn. Jenosîda ku di sala 1915 de bi serê armenî, suryanî û kurdên êzidî de anîn, hingê windabûna însanan û alav û hacetan jixwe derbeka mezin li geşedana sinaî ya vê herêmê  xistiye. Hem ew proses hem jî di dema serîhildanan de şewitandin û wêrankirin, texrîbkirina serçaweyên bingehîn yên debarê û surgunkirinê, dînamîkên navxweyî yên kurdan û Kurdistanê temamen tune kirine. Ji ber ku herêm hertim bi rêvebirîyên awarteyî tê rêvebirin lewre herêmê ji navendên mîna Bexdad, Tehran û Îstanbulê jî veqetandiye, bi vî awayî pêşî li geşedana bazirganî û sinaîyê hatiye girtin. Vê jî kiriye ku sermaye bi vî awayî yan bi wî awayî ber bi rojavayê ve biçe. Paşvehiştina herêmê di proseyeka wisa de çêbûye. Meriv neşê paşvemayîn û paşvehiştina herêmê li derveyî van dînamîkan bifikire.

Ez kesekî wisa me ku Etyen Mahçupyanî dişopînim, dixwînim. Ez ji nêzîk ve dizanim ku ew ne kiryarên Cemîyeta Miletan ne jî polîtîkayên çewsandinê yên Tirkîyê tesdîq dike yan li layê wan disekine. Lê meriv dikare van rexneyan û têgeha "cehalet"ê wekî din çawa şîrove bike? Heta ku roşinbîr wê ezbera mezin ku dibêje "neteweperestî baş nîne, her awa neteweperestî xirab e" dewam bikin, bivê nevê dê van xeletîyên hanê jî bikin.

Di rexneyên Etyen Mahçupyanî de xaleka din ya girîng heye. Dibêje "Beşîkcî dixwaze kurd bibin xwedîyê dewletê. Vê jî bi zêdebûna nufûsa kurdan ve girêdide." Dibêje "Eger hejmara wan hindik bûya, gelo dê asîmîlasyon meşrû bûya?" Dibêje "Madem mesele hejmar e, hingê kêmkirina hejmarê jî meşrû ye."

Li Rojheleta Navîn helbet bo kurdan mafê danîna dewletê mafekî meşrû ye, mafekî siruştî ye. Lê lebata kêmkirina nufûsa kurdan mafekî meşrû nîne. Eger hejmara nufûsa grûbekê kêm be jî, lebatên asîmîlekirina wê grûbê jî meşrû nînin.

Li gorî hejmarên Yekîtîya Neteweyan ji destpêka salên 1970yî û vir de, di nav 30 salan de (1973-2003) piranîya wan bo çolistnên ereban, ji Kerkûkê 97 hezar malbat hatin rakirin. Ev şêweyekî kêmkirina nufûsê ye.[1] Kurd bi darê zorê hatin erebkirin. Ev jî şêweyekî kêmkirina nufûsê ye.[2]

Di sala 1980 de, di serdegirtinekê de heşt hezar zilamên mensûbê Barzanîyan ji mala wan hatin girtin. Careka din ji wan xeberek nehat girtin. Bi komelî hatin gulebarankirin û li gorên komelî hatin binaxkirin. Ev jî şêweyekî kêmkirina nufûsê ye.

Ji navîna salên 1980yî û vir de, tetbîqên "kîjan gaz bêhtir bi jehr e, kîjan gaz hîn bêhtir dişê mirinên komelî çêbike?" li ser kurdan, li ser gundên kurdan, li ser zîndanîyên kurd hatin ceribandin. Ceribandinên ku li welatê Rojavayê li ser mişkan çêdibûn, li Kurdistanê, li ser kundan, li ser zîndanîyên kurd hatin ceribandin. Di dema van ceribandinan de, bi qasî ku li Helebceyê bi carekê ve hatin kuştin, zêdetirî wan kurd hatin kuştin. Ev jî şêweyekî kêmkirina nufûsê ye.

Bombayên di şeklê pêlîstankan yan şeklê konserveyan de li ser riya xwendegehan, li zibilxaneyan datînin. Zarokên ku van tiştan dibînin û pê dilîzin, du yan sê ji wan dimirin, çar-pênc heb ji wan birîndar dibin, seqet dibin. Ev jî şêweyekî kêmkirina nufûsa kurdan e.

Yek jî, têgehên mîna "cîyaxwaz" û "cîyakar" hene. Bila kurd li Rojhelatê bi farisan re bijîn, li Başûr bi ereban re bijîn, li Bakur bi tirkan re bijîn… Statukoya muqedes… Yekîtî û yekpareyîya dewleta farisan, yekîtî û yekpareyîya dewleta Îraqê, yekîtî û yekpareyîya dewleta Sûrîyê, yekîtî û yekpareyîya dewleta Tirkîyê. Statukoya muqedes… Çi dema ku hûn rexne li vê statukoyê bigrin, hûn dibin "cîyaxwaz", hûn dibin "cîyakar". Baş e, ew polîtîkayên ku di salên 1920î de, di dema Cemîyeta Miletan de li ser kurdan û Kurdistanê hatin sepandin çi ne? Di kolonîyên klasîk de polîtîkaya dabeş bike-îdare bike tê tetbîqkirin. Îcar Kurdistan kolonî jî nîne. Polîtîkaya ku li vir tê tetbîqkirin, dabeş bike-îdare bike-tune bike ye.

Gotinên mîna "Kurd dewletê naxwazin", "Em li dijî neteweperestîya kurdan e", "Em ne cîyaxwaz û cîyakar in" gotinên ji fehma dîrokê bêpar in. Çimkî yên ku têne jihevdexistin, parçekirin û parvekirin jixwe kurd bi xwe ne, Kurdistan e. Ji ber ku PKK û Partîya Civaka Demokratîk hertim van tiştan dibêje, tesdîqkirin û pesindayîna wan rast nîne. Berevajîya wê, ji ber van fikir û vê helwêsta wan divê ew bêne rexnekirin.

Ji ber fikrên di hevpeyîvîna ku bi Neşe Düzelê re çêbûbû de hatine îfadekirin, hinde nivîskar û medyakarên din jî hene ku rexne li Beşîkcî girtine. Wan bi termînolojîyeka tehdîtwarî ya wekî "dê xwîn wekî avê biherike", "dê her der bibe deryaya xwînê" rexne li Beşîkcî girtin. Ev kesên hanê di axaftin û nivîsarên xwe de tim dirûşma "birayetîyê" jî îfade dikin, dibêjin "Ev hezar sal in em bi hev re dijîn", "Ev serê hezar salan e ku em wekî birayan bi hev re dijîn", "Em bira ne", "Em birayê îslamê ne" û hwd. Hem behsa "birayetîyê", behsa "hezar sal in ku bi hev re jîyanê" dikin hem jî kurdan bi "dê xwîn wekî avê biherike", "dê her der bibe deryaya xwînê" tehdîd dikin. Em wisa ferz bikin ku behsa federasyonê yan serxwebûnê dibe yan jî ev çêdibin. Wê demê, gelo çima li ser wê nafikirin ku nufûs bi rizaya xwe cihê xwe biguhere, ji bo pêkhatina vê yekê rewşeka musaît ya polîtîk çêbibe? "Birayetî" îlla divê pêwîstî bi "dê xwîn wekî avê biherike" hebe?

03.11.2009


[1]Binihêrin li: www. peyamnernews agency, 26 Ekim 2009

[2]Binihêrin li: Av. Tarık Cambaz, Kerkük’te Kürt ve Türkmen Soykırımı, Arapça’dan çeviren, Geylan, Necmettin Altıparmak, Deng Yayınları, 2. bs. Temmuz 2009 r. 95, 119

Na xebere 2599 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.