zazaki.net
20 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
18 Çele 2011 Sêşeme 08:59

Li Ser Kurdî Tesîra Wergerê

Roşan Lezgîn

Li Ser Kurdî Tesîra Wergerê

Roşan Lezgîn

 

Merivên ku bi zimanên cihê qise (*) dikin ji bo ku têkilî bi hev re daynin, ji hev têbigihên û hevûdin nas bikin, ji mêj ve hewceyê wergerê bûne. Werger, encama têkoşîna merivan a têgihîştin, pêzanîn û nirxandinê ye. Yan jî, meriv pê xebat û têkoşîna xwe ya fikrî, zanistî, hunerî û tecrubeyên xwe yên din li nav miletên derveyî xwe belav dikin. Ji vê çendê, werger hertim deriyê cîhana fikr û xeyalên nuh vedike. Ger werger nebûya, milet ji tecrubeyên hev xeberdar nedibûn. Hingê, pêşdeçûna medenîyeta cîhanê jî ewqas hêsan nedibû. Bi saya wergerê ye ku di navbera kultur û medenîyetên cihê de pird çêbûne, meriv û miletan ji zêhn, edet, keşf û fikrên hev îstîfade kirine. Herwisa, bi saya wergerê ye ku li cîhanê kultur, edet û fikrên muşterek çêbûne; civatên cihê di hîs, fikr û tecrubeyên muşterek de gihane hev.

Werger, ew tiştê ku di zimanekî de îfade bûye, eynî tiştî îcar di zimanekî din de bi awayê ku ji her alîyan ve teqabulê wê bike, ji nuh ve îfadekirin e. Ji ber ku werger bi xwe xebateka li ser zimanan e, hingê di prosesa wergerê de ziman bi xwe jî pêş de çûne. Di encama wergerê de zimanan tesîr li hev kiriye; bitaybetî kapasîteya zimanê ku lê hatiye wergerandin fireh bûye; qabîliyetên nuh yên îfadekirinê, peyv, îdyom û termên nuh qezenc kirine. Her ku werger zêde bûye, di zimanan de dewlemendîya vegotin û îfadeyê pêş ve çûye. Wekî mînak, ev zimanê tirkî ku niha ewqas pêş ve çûye û dewlemend bûye, di bingeha wî de weger heye. Wezîrê perwerdeya milî yê wextekê (1938-1946) Hasan Âli Yücel di dema wezîrtîya xwe de kampanyayekê dide destpêkirin. Bi îmkanên dewletê gelek klasîkên cîhanê dide wergerandin. Piştî van wergerandinan e ku zimanê tirkî wisa dewlemend bû û pêş ve çû. Herwisa, bi saya wergerê ye ku edebiyata tirkan pêş ve çû, bû xwedîyê şexsîyetek. Helbet zimanê fariskî û erebî ji berê de zimanên xurt û dewlemend bûn lê ew jî bi saya wergerê pêş ve çûn, herwisa, li Îranê jî û li nav ereban jî fikrên modern, edebîyat û rexneya modern di encama wergerê de pêk hat.

Herwekî ku dixuye, prosesa wergerê ji bo miletên cîran ên kurdan û zimanê wan rewşeka pozîtîf e. Lêbelê meriv nikane bibêje ku prosesa wergerê ji bo kurdan û zimanê kurdî jî ewqas pozîtîf e. Çunkî xebatên wergerê, bitayebetî wergerên ku ji zimanên neteweyên serdest bo zimanê kurdî çêbûne, li ser struktura zimanê kurdî tesîreka xirab kirine, taybetîyên zimanî yên kurdî xira kirine.

Di nav kurdan de pêşdeçûna edebîyat û fikrên modern jî, her wekî miletên cîran, bi saya wergerê çênebûye. Çunkî zimanê kurdî li her çar parçeyên Kurdîstanê yan ji binî ve qedexe bû yan jî ji îmkanên perwerde û çapemenîyê bêpar bû. Hingê entelejensîya kurdan li ser bingeha fêrbûna zimanên neteweyên serdest pêk hat. Yanî, kurdan ne ku bi zimanê xwe, bi zimanên neteweyên serdest edebîyat û fikrên modern nas kirin.

Li Kurdîstana Bakur, bitaybetî zimanê nivîskî yê dîyalekta kurmancî, di bin tesîra tirkî de ye. Çunkî ji danîna vê dewletê bi vir de, tu dev ji nivîsînê berde, qisekirina kurdî qedexe bû. Ev tê zanîn ku bitaybetî li navendên bajaran demeka dirêj kurdî bi awayekî tund hat qedexekrin, paşê jî, hertim hat tehqîrkirin. Lewre hemî nivîskarên kurd di temenê xwe yê zarok de di proseseka sîstematîk ya asîmîlasyonê re derbas bûn; xwendin û nivîsandinê bi riya perwerdeya zimanê tirkî fêr bûn.

Rewşa edîb û nivîskaran ev e. Îcar rewşa zimanê kurdî, yanî, ew zimanê ku edîb û nivîskarên ku bi zimanê neteweya serdest perwerde bûne, dê bi hîsên neteweperîyê wî geş bikin, pê binivîsin û bikin zimanekî aktuel û pêşveçûyî, çawa bû?

Em wisa bifikirin. Zimanek ku bi qasî sed salan qedexe bûye. Berhemên wî yên nivîskî gelek kêm bûn, yên ku hebûn jî veşartî bûn, ji ber destê xelqê gelek dûr bûn, heta ku nedihatin zanîn. Ji aliyê din, zimanê kurdî ne zimanekî homojen e, berevajî, zimanekî pir-lehçeyî, ku her lehçeyek jî xwedîyê bi dehan devokî ye. Lehçe ji hev tênagihên, hema bibêjin ku devokên di nav lehçeyan de jî ji hev tênagihên. Zimanekî bi tevayî gotinkî (verbal).

Ger em xebatên ku di salên 1930î de li Şamê çêbûbûn nehesêbin, yanî prosesa kovara Hawarê ne têde, li Kurdîstana Bakur destpêka edebîyata her du dîyalektên kurdî (kurmancî û kirdkî) kovara Tîrêj e. Hejmara pêşî ya kovara Tîrêjê di payîza 1979an de li metropolên Tirkiyê, li bajarê Îzmîrê weşîya. Jixwe piştî ku hejmara sisêyan ya kovarê diweşe, ku hîn tesîreka wê li ser xwendevanan çênebûye, cûntaya leşkerî li 12ê êlula 1980yan dest datîne ser îdareya Tirkîyê, her tişt di bin paletên tankên leşkeran de careka din dipelixe û tune dibe. Beşek ji roşinbîrên kurdan ku dişên birevin derveyî welêt, li Ewropayê dest bi xebata nivîsîna kurdî (kurmancî, kirdkî) kirin. Lê xwendevanên li Kurdîstanê, her wekî xebatên ku li salên 1930î li Şamê çêbûbûn, bi awayekî senkronîk ji van xebatan jî xeberdar nabin. Ancax panzdeh sal di pey re, rojname û kovarên kurdî hêdî-hêdî li Tirkîyê dest bi weşanê dikin. Ev prosesa ku li navîna salên 1990î dest pêkir, bi gelek zor û zehmetîyan be jî, meriv dişê bibêje ku bênavber dewam dike.

Bi vî awayî pêşveçûna zimanê kurdî bi awayekî xwezayî çênebû. Eynî wisa, di kurdî de werger jî bi awayekî xwezayî pêş ve neçû. Bitaybetî zimanê nivîskî yê dîyalekta kurmancî ji alîyê gramer û qaydeyên zimanî ve gelek biproblem pêş de çû. Di serî de, navendek ku ji pêşveçûna zimên re pêşengîyê bike nîn bû. Esas, ne ku ez dibêjim navend nîn bûn, hebûn. Lê navendên ji hev cihê û heta bi dereceyekê ji hev bixeber bûn. Mesela, kurdên Qafqasyayê (Ermenîstan) navendek, kurdên diasporayê navendek (Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, diyasporaya li Swêdê), metropolên Tirkiyê navendek (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û hwd.), dezgeyên Behdînanê navendek. Hinek navendan heta bi demekê li ser alfabeyê jî li hev nekiribû. Gelek roşinbîrên kurmanc her yekî ji alîyê xwe ve kitêbên gramerê, meqaleyên ku qaydeyên nivîsînê bo xwe kirine amanc dan weşandin. Hejmareka gelek zêde weşanxane, kovar, rojname û malperên înternetî, ewqas jî redaksîyonên ji hev cihê çêbûn. Vê pirnavendîyê di kurmancî de bêserûberîyekê çêkir; bitaybetî di warê standardîzekirina peyvan, tesbîtkirina qaydeyên gramerê û afirandina termînolojîyeke muşterek de rewşeka nêzîkî kaosê bi xwe re anî. Digel ku kategoriyeke pisporên kurmacîyê hebe jî çi heyf ku piranîya nivîskarên kurmanc qet hay jê nîn in ka çiqas zerarê didin kurmancî.

Rewşa herî xirab di warê wergerê de ye. Helbet wekî ferd nivîskarên ku baş hakimê zimên in, yên ku zimên rast bikar tînin hene lê bi giştî rewşa kurmancî di warê nivîsînê de baş nîn e. Çunkî li Kurdîstana Bakur gelek metn, metnên xeberên rojname û televîzyonên ku rojane weşanê dikin, bitayebtî malperên înternetî ji zimanê neteweya serdest (tirkî) biecele û motamot tên wergerandin. Jixwe piranîya kitêbên ku li kurmancî hatine wergerandin, ji zimanê neteweyên serdest in. Kesên ku karê wergerê dikin, bi giştî qayde û mentiqa zimanê kurdî baş nas nakin, ne hakimê zimên in. Û jixwe mekanîzmayeka kontrolê, redaksîyoneka biserûber qet nîn e. Piranîya wan wisa bawer dikin ku ziman tenê bi peyvan dibe ziman. Lewma di peyvan de, ortodoksîyeka req nîşan didin, ji ber xwe ve peyvên ku li mentiqa zimanê kurdî nayên, bi mentiqê tirkî lê bi kurdî çêdikin. (Pratîka kurdî ya xwerrûkirina tirkî!) Lêbelê ji alîyê sedaqeta bi qaydeyên bingehîn yên zimanî de gelek laqayt in.

Mesela, hevokeka wisa: “Ev xuyang vebijarkeke jêneger e.

Motamot bi mentiqê tirkî, yanî: “Bu görüntü vazgeçilmez bir seçenektir.

Li vir, peyvên “xuyang”, “vebijark” û “jêneger” bi mentiqê tirkî hatine çêkirin. Wekî mînak, peyva “xuyang” hîç li mentiqê kurdî nayê. Çunkî di kurdî de tiştê dixuye aktîf nîn e, yê dibîne aktîf e, lewre ne ku ji koka “yê dixuye” ji koka “yê tê dîtin” ev peyv (dîmen) çêdibe û jixwe heye. Ew her du peyvên din jî gelek biproblem in lê ji bo ku dirêj nebe ez ê li vir li ser nesekinim.

Ya rast, bi vî awayî, metnên ku ne werger bin jî gelekê wan bi mentiqê tirkî têne nivîsîn. Yanî, nivîskar bi tirkî difikire lê bi kurmancî dinivîse. Esas ev jî cureyekî wergerê ye: ew wergera ku di nav hiş de, di awayê fikirînê de dibe. Wekî mînak, nivîskarekî kurmanc ku kitêbên wî yên helbestan, yên çîrokan û gelek gotarên wî weşîyane, herwisa, çend xelat jî girtine, lê dişê bibêje: “[Nobedaran] çiwîk nedifirandin!” Îdyoma tirkan ya “kuş uçurtmamak” motamot wergerandiye ku di kurmancî de tu manayeka xwe nîn e. Yan jî, ferhengçêkerekî kurmanc dişê idyoma tirkî “aklını kaçırmak” wekî “aqilê xwe revandin” motemot adapteyê kurmancî bike ku hîç ne mumkin e li mentiqa kurdî were.

Ger ji vî alîyî ve em şêwezara kurmancî û ya kirdkî (zazakî, kirmanckî) bidin ber hev, rewşa kirdkî ji kurmancî gelek baştir e. Sedemê herî sereke yê vê başbûnê ev e ku kirdkî tenê xwedîyê navendekê ye. Yanî piranîya xebatên nivîskî di navendekê de kom dibin û ji alîyê eynî redaksîyonê ve tên rastkirin. Dîsa, qaydeyên gramerê, usûlên rastnivîsînê û forma standard a peyvan jî ji alîyê eynî navendê ve tesbît dibin. Tiştekî din ê herî girîng, piranîya nivîskarên kird (zaza) wekî grûb (Grûba Xebate ya Vateyî) bi hev re dixebitin, bi hev re di nav têkilîyê de ne; di xebatên nivîskî de bi hev re hevkarîyê dikin.

Lê divê ez li vir behs bikim ku hinek kesên marjînal hene ku xwe kurd nabînin, xwe tenê wekî zaza bi nav dikin, hinek xebatên wan ên nivîskî jî hene. Lêbelê ew jî her yek bi alfabe û termînolojîyeka ji hev cihê dinivîsin. Ji ber ku hem xebata wan gelek kêm û bisînor e, hem jî ji alîyê zimanî ve tesîreka wan li ser xwendevanan tune ye, ez wan li derveyî analîzê dihêlim. Ger meriv rastîyê bibêje, ev kes û derdorên ku behsa wan bû, di xebatên xwe yên gelek hindik ên nivîskî de, alfabe ne têde, ji qerarên Grûba Xebate ya Vateyî ku merkeza xebatên zimanî yên kirdkî ye, îstîfade dikin.   

Ferqeka din a di navbera kurmancî û kırdkî de ev e ku nufûsa kurmancan nîsbet bi kirdan gelek zêde ye; kurmanc, li her çar parçeyên Kurdîstanê û li Qafqasyayê niştecih in, ku bi sînoran ji hev hatine veqetandin. Lê kird, hem ji alîyê nufûsê ve hindik in hem jî tev li parçeyekê rûdinin. Lêbelê ji her tiştî muhîmtir, xebatên zimanî ku li ser kirdkî çêdibin li gorî qaydeyên zanistîyê çêdibin. Herwisa, dema ku şêwezar di nav xwe de standardîze dibe, di eynî demê de, bêyî ku taybetîyên xwe yên sereke xira bike, heta ku mumkin e bi şêwezarên din ên kurdî re nêzîktir dibe. Di warê nivîsîna kirdkî de, bitaybetî di warê wergerê de ji tecrube, peyv û termên şêwezarên din ên kurdî gelek tê îstîfadekirin. Lê meriv neşê ji bo xebatên nivîskî yên kurmancî eynî tiştî bibêje. Tenê ji soranî peyv tên girtin lê em dibînin ku gelekê wan bi manayeka şaş têne veguhestin. Mîna peyva “serbaz” ku di soranî de wateya “erat; esker” de ye lê kurmanc vê peyvê di maneya “efser (subay)” de bikar tînin. Ji aliyê zimên ve meriv dişê ji bo nivîskarên kurmanc viya jî lê zêde bike ku di warê rast bikaranîna zimên de ji rexnekirinê re ne xwedîtolerans in, herwisa, ji munaqeşeyê re jî zêde ne vekirî ne. Ji ber vê endîşeyê ye ku min neşîya di vê gotarê de çavkanîya çend nimûneyên şaşnivîsînê ku min behsa wan kiriye nîşan bidim.

Wekî encam, meriv dişê bibêje ku ziman wekî organîzmayekê ganî ye, dişê biguhere; bitaybetî di xebatên wergerandinê de kapasîteya xwe firehtir bike, îmkanên xwe zêdetir bike, qaydeyên xwe hêsantir bike. Lêbelê dema ku tesîra zimanê orîjînal li ser çêdibe, rast nîn e ku taybetîyên xwe yên karakterîstîk ên bingehîn, mentiqê xwe û ya girîngtir jî sîstema xwe xira bike. Ji ber ku zimanê kurdî, zimanê neteweyeka bidest e, ya rast ji ber ku di bin tadayeka tund de bû, gelek dereng li ser xebat hatiye kirin. Ji vê çendê, bitaybetî bi riya wergerê têde gelek texrîbat çêbûye. Lê ev nayê wê manayê ku ev texrîbat dê daîmî bin. Ger navendên cihê yên ku hene, hemî xwe di navendekê de bigihînin hev, çi xebatên ku heta niha çêbûne li ber çav bigrin û li gorî polîtîkayeke rast qayde û standardên muşterek tesbît bikin, ya muhîmtir, li ser van qayde û standardên muşterek perwerde çêbibe, mumkin e ku kurmancî xwe ji bin tesîra qaydeyên zimanên neteweyên serdest biparêze.

_________

(*) Min bi zanebûn negot “axaftin” gotina “qise kirin” tercîh kir. Çunkî kird (zaza, kirmanc, dimilî) hemî dibêjin “qisey kerdene/qiseykerdiş”, soran dibêjin “qise kirdin” û ez ne şaş bim hewramî (goran) û lurr jî vê gotinê bikar tînin. Herwisa beşeke mezin ya kurmancan jî dibêjin “qise kirin; qesî/qezî kirin” lê gotina “axaftin” ku tenê di herêmeka gelek teng de ji alîyê hinek kurmancan ve dihat gotin li van salên dawîn di şêwezara kurmancî de pêş de hat û bû peyva standard. Bi vî awayî zerar da hevparbûn (muşterekîyet) yan jî lihevnêzîkbûna şêwezarên kurdî û têgihîştina di navbera şêwezaran de zehmettir kir.

Nivîskarên kurmanc ji alîyê forma peyvan ve jî guh nadin hevparîya di navbera şêwezaran de. Nimûne, gotina “meriv” ku di nav hemî şêwazarên kurdî de teqrîben bi vê formê tê gotin lê kurmancan li van salên dawîn bi zordayîneka bêmentiq forma “mirov” ku li herêmeka gelek teng ji alîyê hinek kurmancan ve dihat gotin bikar tînin. Di eslê xwe de forma “meriv” li gorî qaydeyên kurmancî ye û ev form bi formên şêwezarên din re jî nêziktir e. Nimûne: di kirdkî de forma vê gotinê “merdim” e. Ger meriv bide ber hev, dê bixuye ku formên “meriv” û “merdim” nîsbet bi “mirov” û “merdim” ji hev nêzîktir in.

Bi vî awayî bi hezaran peyv hene. Û ez dixwazim bibêjim ku li van salên dawîn nivîskarên kurmanc şêwezara kurmancî ji şêwezarên din ên kurdî jî bi dûr xistine. Lewre têgihiştina di navbera şêwezaran de zerar dîtiye. Heta ku rê xweş kirîye ku beşek ji kurdên zaza bibêjin em ne kurd in, çunkî em û kurmanc ji hev tênagihên!

Na xebere 3734 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
ortak akıl
digorıj
Dilin yazıya geçirilmesi ve eser verme durumunda olmadığım halde,bireysel olarak çoktan düşündüğümü üstadımız Kek Roşan haklı temelde ve güzel bir ifade tarzı ile dile getirmiş.Mesela bu mırov,serok,zor gibi kelimeler bizim Digor'da deyim yerindeyse hafif kaçar ve kullanıcılarına küçümseyici bakışlara yol açar.Çünkü merıv,serek,zehf/pır/gelek v.s gibi makul ve güzel karşılıkları var.Ünlü bir siyasetçi vakti zamanında zılam(merıv)kelimesi kullanmıştı ve bu kelimenin kullanılması üzerinde halkımıza üzülmüştüm.Bir de kürmanci yerine bir kısım okumuşlar mütemadiyen kürdi lafzını kullanmaktalar ve bu terminloji sahiplerini cehaletle suçladığımdan biraz imtina etmeye başladılar bu konuda.Kırmanckiyi okuduğumda çok rahat anlamaya başladım ve bu amatör merakla başardığım bir durum ve sürekli kürmancinin kırmanckide kelime almasını ve ortak kelimelerin tercih edilmesini ifade etmişim ve bu fikir;botan Kürtçesi temel alınmalı gibi ezberlenmiş bir cümleden başka bilgi sahibi olmayan kişilerce de kabul edildi.Asıl sorunsal merkezi regülasyondan yoksunluktur.Kırmancki ortak bir çalışma grubu(Vate)ile bu sorunu gidermeye çalışırken,kürmancinin 4 devlete bölünmesi ve ayrıca kafkasya ülkeleri,rusya ve orta asyaya yayılması bunu zorlaştırmaktadır.Türkiye'de ki yazıcıları genelde arabi etki altındaki bölgelerdendir ve kafkas kürmanciyesi stalin ve sonraki dönemlerde dağıtıldığından bu konuda belirleyici olacak durumda değildir.Bu yazının bütün Kürt sitelerinden yayınlanmasını bekliyor,ve eleştiriye kapalı şahısların artık derin dehlizlerinden çıkma vakitlerinin geldiğini kulaklarına üflüyorum.
18 Çele 2011 Sêşeme 21:38