zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
10 Tebaxe 2016 Çarşeme 11:28

LI ROJHELTÊ ÎLIM, LI ROJAVAYÊ ZANIST

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ji roja ku Ewropa rastê îslamê hatiye û bi vir de têgihiştina Rojhelat-Rojavayê, nakokîya Rojhelat-Rojavayê bûye pirsgirêkeka girîng. Di vê babetê de munaqeşeyên cidî çêbûne. Ferqên di navbera Rojhelat-Rojavayê de her dem di rojevê de bûne. Ev munaqeşe îro jî dewam dikin. Îro li hinek welatên Ewropayê nufûsa muslumanan zêde dibe. Ev jî dibe unsûreka girîng ku rê ji van munaqeşeyan re vedike.

Yek ji ferqên girîng yên di navbera Rojhelat-Rojavayê de li dora têgeha zanistê şekil digre. Li Rojavayê, ji nav kesên ku li manstirê perwerde bûne, kesên ku li manastiran perwerde bûne, di jîyana xwe ya pêş de, ewên ku bi zanistên pozîtîf yên mîna fîzîk, tib û astronomîyê re mijûl bûne, ewên ku bi pirsgirêkên komelayetî re, bi pirsgirêkên sosyalî re eleqedar bûne hebûne. Îcar li Rojhelatê, di bin navê "îlim" de, fikrên derheqê şîroveyên îslamê yên mîna Quran, fiqih, hedîs, kelam û tefsîrê de pêş ve çûne. Li Rojavayê, di dezgeyên muqabilî hev yên wê demê de, li manastiran kesên mîna Batlamyus (sedeyê duyem) Galenor (129-200), Roger Bacon (1214-1294), Leonardo da Vinci (1452-1518) Kopernik (1473-1543), Kepler (1571-1630), Giordano Bruno (1548-1600), Galileo (1564-1642), Toriçelli (1608-1647), Newton (1642-1721) û Darwin (1809-1882) ku bi zanistên pozîtîf re mijûl bûne derketine meydanê. Bacon di nav terîqetê de rahîbekî basît yê bêpile ye. Kopernik ji bo rêvebirina karên bilind yên kilîseyê hatiye perwerdekirin. Îcar li Rojhelatê, di dezgeyên perwerdeyê de, wekî nimûne, li medreseyan tu eleqeyek ji bo zanistên pozîtîf çênebûye. Hertim derbarê Quran, fiqih, hedîs, kelam û tefsîrê de fikir hatine hilberandin. Mîna ku medreseyên îslamê ji zanistên pozîtîf re girtî bin. Li Rojhelatê dema ku ji bo kesekî bibêjin "alimekî baş e" hingê ev tê vê manayê ku, ew kes di warê Quran, fiqih, hedîs, kelam û tefsîrê de pispor e, dînşinasekî baş e. Li Rojhelatê, wekî nimûne, di nav kurdan de dema ku yek di nav komelgeyê de bilindbûn û muhterembûna malbata xwe nîşan bide, balê dikişîne ser seyda û şêxên ji malbata xwe. Di nav komelgeya kurdan ya edetî de mela yanî "alim" ji malim û muhendis û doktor û avûqatan hêjatir e.

Li Rojhelatê, dema ku medreseyan fikrê ku xwe dispêre bawerîyê hêzdar kirine û belav kirine, hingê wê demê li Rojavayê manastir karibûye ji bo pêşveçûna zanistên pozîtîf rê veke. Ev rewşa sîyasî ku xwe dispêre bawerîyê pêşî li pêkhatina muxalefeta sîyasî jî girtiye. Naverokeka sîyasî û sosyalî ya muxalefetê heye. Di eynî demê de proseseka sivîl û sekuler e. Ev jî ancax dişê di rewşa ku zanîn û zanist têde bi pêş ve diçin de çêbibin. Hellacê Mansur (858-922) ku li gorî bawerîya xwe tevgeriyaye û li ber xwe daye, ligel rewşa Galîleoyî ji hevûdin gelek cihê ne. Ji vî layî ve naveroka têgehên "îlim" û "zanist" ji hev cihê ne. Li Rojhelatê îlmê şekil daye jîyana ramyarîyê, li Rojavayê zanistê şekil daye jîyana ramyarîyê.

Sedemê van hemî tiştan ev e ku îslamîyetê li hemberî ramana azad çewsandineka pêt tetbîq kiriye. Emr daye ku divê tu fikrek zidê Quranê de nebe. Vî emrê hanê kiriye ku fikir bicemide, vê yekê pêşî li munaqeşeya azad girtiye. Bêguman ramana azad li manastiran jî di bin çewsandinê de bû. Lê dîsa jî di nav kesên ku li manastiran perwerde bûne de ji layê têgihiştina di warên mîna hebûna dinya, însan û komelgeyê de meraq çêbûye. Dema ku di îslamîyetê de, wekî nimûne, gelo heywan yan masîyên ku li tebîetê dijîn tên xwarin, gelo xwarina goştê kîjanî heram yan helal e, ev li gorî Quran û hedîsan e yan na, ev tişt munaqeşe dibûn, hingê ji nav yên ku li manastiran perwerde bûne hinekan derheqê heywanên li tebîetê de, derheqê şertên jîyana masîyan de, derheqê zêdebûna wan de, di mijarên wisa de meraq çêbûbû û di îstîqameta vê meraqê de lêkolîn dikirin.

Li Rojavayê Terîqeta Fransîskan di sala 1209 de, Terîqeta Domînîkan di sala 1215 de hatiye damezrandin. Terîqeta Fransîskan ji bo ramana azad hîn vekirî bû. Di pêşveçûna zanistê de roleka girîng lîst. Îcar li Rojhelatê hemî mezheban, hemî terîqetan ramana azad girtin bin çewsandinê. Tiştê ku li Rojhelatê pêş ve çûye, fehma îlmê ye.[1]

Li Rojhelatê jî kesên ku bi zanistên pozîtîf re eleqedar bûne, hindik bin jî hene. Wekî nimûne, Îbnul Heyzem (965-1039). Lê tesîra Îbnul Heyzemî hema bibêjin ku li ser ramana îslamê tune ye. Fîzîknas Îbnul Heyzemî tim tesîr li ser rojavayîyan kiriye. Îbnî Ruşdî (1129-1198) gotiye dîn şexsî ye û pirseka wisa ye ku bi cîhana meriv a hundirîn ve eleqedar e. Heriwsa tekîd dike ku bi awayê teolojîk şîrovekirina dinyayê xususîyeta dînî xira kiriye, vê jî têgihiştina dinyayê zehmet kiriye. Tesîreka Îbnî Ruşdî jî li ser ramana îslamê tune ye. Îbnî Ruşdî jî tesîr li ser ramyarên Rojavayî kiriye. Umer Xeyyamê (1048-1131) matematîkzan, astronom û şaîr ramyarekî wisa ye ku hertim hatiye qedexekirin. Ramyarê ku herî zêde tesîr li ser ramana îslamî kiriye X'ezalî (1058-1111) ye. Helwêsta X'ezalî di warê qedexekirina fikrên li derveyî Quran, fiqih, kelam, hedîs û tefsîrê de gelekî karîger bûye.[2]

Farabî (875-950), Bîrûnî (973-1048) û Îbnî Sîna (980-1036) jî zanyarên wisa ne ku zêdetir karîgerî li ser ramyarên Rojavayî kirine.[3]

Îbnî Xaldun (1332-1406) jî ramyarekî Rojhelatî ye. Lê karîgerîyeka cidî ya Îbnî Xaldunî jî li ser ramyarîya îsalamê nebûye. Îbnî Xaldunî hîn zêdetir tesîr li ser ramyarên rojavayî kiriye.[4]

Michael Servetius (1511-1553) ramyarekî spanyolî ye. Dibêjin di dîroka tibê de wî sîrkulasyona xwînê tesbît kiriye. Hem ji ber xebatên wî yên li ser wucûda însanî hem jî ji ber şîroveyên wî yên derheqê Încîlê de bi emrê Jean Calvinî (1509-1564) bi ganîtî hatiye şewitandin û kuştin. Li ser vê bûyerê roşinbîrekî din, Sebastian Castellioyî (1515-1563) Calvinî bi qatilî tawanbar kiriye û berevanîya Servetiusî kiriye. Gotiye Servetius azad e ku fikrê xwe beyan bike. Ji ber vê helwêsta xwe Sebastian Castellio rastê gelek tehda û çewsandinan hatiye. Lê Sebastian Castellioyî dev ji berevanîya Servetiusî bernedaye û ji tawanbarkirina Calvinî bi mêrkujîyê jî xwe paş ve nedaye. Stefan Zweig (1881-1942) di kitêba xwe ya bi navê "Calvin’e Karşı Castellio, Ya da Köleliğe Karşı Özgür Düşünce" (Wergerandin: Sayla Kaya, Çiviyazıları, 1998) de bi dorfirehî behsa van peywendîyan dike. Ev bûyer Emile Zolayê (1840-1902) ku di dawîya sedeyê 19. de li Fransayê berevanîya sergord Alfred Dreyfusî (1859-1935) dike tîne bîra merivî. Mumkin nîne ku meriv li cîhana îslamê rastê bûyereka wisa bê.

Li Rojavayê zanist li Rojhelatê îlim pêş ve çûye. Têgihiştina zanist û îlmê ya siruşt, komelga û însanî ji hev gelek cihê ne. Li Rojavayê, ronesans û keşfkirina metbeayê bêguman di pêşveçûna zanistê de roleka mezin lîstiye. Di wê demê de, li cîhana Rojhelatê dogmatîzmeka tarî heye. Bêguman dogmatîzm di xirîstîyanîyê de jî heye. Lê rewşa Rojavayê şîyaye li dijî vê dogmatîzmê mucadele bide destpêkirin. Îcar li Rojhelatê dogmatîzm di bin navê "îlm"ê de her dewam kiriye.

Îslam dînekî wisa ye ku bi hêza şûrî hatiye belavkirin, bi zora şûrî bi xelqê dane qebûlkirin. Berîya îslamê li Rojhelata Navîn sabiî hebûn, herranî hebûn. Wekî nimûne, li herêma Herranê di warên mîna fîzîk, tib û astronomîyê de pêşveçûnên gelek mezin hebûn. Li Mezopotamyayê çandinî gelek pêş ve çûbû. Ji bo ku bizanin kengî baran dibare, dê karîgerîya baranê li ser tiştên çandî çawa be, derheqê asîman û astronomîyê de gelek lêkolîn çêbibûn. Di dewra xelîfe Umerî (634-644) de ev milet ji bo îslamê hatin vexwendin, yên ku îslamîyetê qebûl nekirin dan ber şûran. Kitêb û kitêbxaneyên van miletan şewitandin. Fehmeka wisa hebû, digotin "Jixwe her tişt di Quranê de hatiye nivîsandin. Lewre pêwîstî bi van kitêban nîye." Fikreka wisa serdest bû ku digotin "Tiştê ku di van kitêban de hatiye nivîsandin, ger li zidê Quranê be, hingê divê bêne şewitandin, bêne tunekirin." Eleqedarîya bi zanistên pozîtîf re di dewra pêşveçûna îslamîyetê de ji ber çewsandinan her ku çû kêmtir bû. Bi demê re xwendayên gelên mîna sabiî, herranî, asûrî-suryanî jî ji babetên mîna fîzîk, tib, astronomî û matematîkê veqetîyan û êdî bi babetên mîna fiqih, hedîs, kelam û tefsîrê re eleqedar bûn. Çîroka jîyana Sabit bîn Kurra Harranî (821-901), kurê Sabit bîn Kurra Harranî Sînan (mirin 943), kurê Sabîtî Sînan (907-943), kurê din yê Sabîtî Îbrahîm (908-946) ronî dixîne ser van meseleyan.[5] Ünsal Öztürkî derheqê van meseleyan de xebateka hêja dike.

Astronomî li Rojhelatê warekî girîng yê meşgulîyetê bû. Lê ev karekî mîna remilkarîyê bû. Wekî nimûne, ji bo ku hukimdar bizane dê di şerî de bi ser keve yan na, ji bo fêr bibe bê helo dê kurekî wî, welîahdekî jê re çêbibe yan na, di sarayê de muneccîm xwedî dikirin. Di herranîyan û asûrî-suryanîyan de astronomî ji bo lêkolînên di warê çandinîyê de pêwîst bûn. Ji bo agahîya derheqê baran, lehî, bahoz, befr û bayî de faktorekî girîng bû. Îcar li Rojavayê astronomî ji bo ku siruştê têbigihên, ji bo ku meraqa xwe ya di vê babetê de hel bikin warekî muracaetê bû.

Berîya îslamîyetê li herêma Herranê di warê zanistên pozîtîf de pêşveçîneka mezin hebû. Sabiî û herranîyan di warê wergerenadina berheman ya bo erebî, suryanî û yunanî roleka mezin dilîstin. Îskenderê Makedonî di dema sefera xwe ya bo Rojhelata Navîn û Hindistanê (BÎ 336-323) zanayên yûnanî bi zanayên herranî dan nasîn. Ji wê demê û pê ve di navbera zanayên yûnanî û zanayên herranî de peywendîyeka xurt çêbû. Ev hevnasîn bi qasî sedeyekê berê, di dema "Vegera Dehhezaran" (Anabasîs) de jî çêbibû. Te divê di dema "Vegera Dehhezaran" de yan te divê di dema dewra Îskenderê Makedonî de be, beşek ji zanayên herranî birine Yûnanîstanê û beşek ji zanayên Yûnanîstanê jî anîn bo Herranê. Di navbera her du alîyan de têkilî xurttir bûye. Kitêbên ku li her du alîyan hatibûn hilberandin bo suryanî, bo yûnanî û bo erebî hatin wergerandin. Van tercumeyan kir ku di warê zanistên mîna fîzîk, tib û astronomoîyê de, herwisa di warê felsefe û matematîkê de geşedan pêk bên. Berîya îslamîyetê Herran navendeka gelek girîng ya pêşveçûna zanistên pozîtîf, matematîk û felsefeyê bû. Li gorî qenaeta mi, îslameîyetê pêşî li vê geşedana zanistî û felsefî girt. Bêguman dogmatîzm li Rojavayê jî hebû. Lêbelê li Rojavayê têkoşîna li dijî dogmatîzmê jî hebû. Ronîdarî ev e. Li Rojhelatê ronîdarîyek çênebû. Meriv dişê bibêje di prosesa van têkilîyan de, li Rojavayê, di qralên dewra ronîdarîyê de, di qralîyetên mutlaqîyetxwazan de wesfên însanî pêşdetir bûne.

Eger meriv siruştê, komelgayê û însanî bi fehma "îlm"ê têbigihê, ev tê wê manayê ku di çarçewaya qedexeyên ramanî de têdigihê. Dema ku çerçeweya bingehîn ya Quran, hedîs, kelam, tefsîr û fiqihê bête dîyarkirin, hingê qedexeyên ramanî jî têne rojevê. Ev fehmeka wisa ye ku ji layê gune û sewabê ve li prosesên komelayetî û sîyasî dinihêre. Dema ku gune û sewab dîyarker bin, hingê qedexe jî wekî sazîyekê rûdinin. Ev yek, di eynî demê de bi şeklekî binakokî û bihîle têgihiştina siruşt û komelgeyê bi xwe re tîne. Yên ku di çarçeweya vê zîhnîyetê de li siruşt, komelge û însanî dinihêrin, wekî nimûne, xortek dişê here eczaxaneyê bibêje "şampuanekî wisa bidin min, bila alkol têde nebe". Dişê bibêje alkol heram e û şampuanî paş ve vegerîne. Li gundan ev reftarîyên hanê gelek çêdibin. Lêbelê  eynî xort, em bibêjin eger destê wî yan pêçîya wî birîndar bibe gelek bi hêsanî tenturdîyotê bikar tîne. Ji narkozê re jî îtîrazeka xortî tune ye. Dema ku qedexeyên ramanê wekî sazîyekê rûnin, dema ku zihnîyeta gune û sewabê îstîqameta merivî tayîn bikin, hingê ev têgihêştinên bi hîle û nakokî jî wekî sazîyekê rûdinin. Dîsa munaqeşeya ku dibêjin gelo dema em biçin tuwaletê pêşî linga xwe ya rastê biavêjin yan linga çepê biavêjin hundir, munaqeşeyeka wisa ye ku di çarçeweya zihnîyeta gune û sewabê de çêdibe. Îcar li Rojavayê, têgihêştina siruşt û komelgeyê ji zû mêj ve ye ku ji çerçeweya têgihêştina gune û sewabê xilas bûye. Di jîyana ramyarî de munaqeşeya azad serdest e. Munaqeşeya azad, herwisa rexneya azad şertê bingehîn yê çêbûna fezaya zanistê ye.

Têgihêştina muslumanan ya îslamîyetê jî bi nakokîyan tijî ye. Di îlona 2005an de ji ber ku li Danîmarkayê di rojnameyan de karîkaturên derheqê pêxamber Muhamedî de weşîyan, hingê li seraserê dinyayê krîzeka karîkaturan rû da. Ji Endonezya heta Fasê tevayî cîhana îslamê qasê mehekê li ser pîyan bû. Rojava dihate protestokirin. Digotin heqareta li îslamê, heqareta li pêxamberê îslamê bêbersiv namîne. Di eynî wextê de li Bexdadê mîlîtanekî sunnî diket hundirê mizgewteka şîayan, di nav şîayên ku îbadetê dikin de xwe dipeqand, em bibêjin 70 kes mirin, 200 kes jî birîndar bûn. Eynî bûyer çend roj paşê îcar ji layê mîlîtanekî şîa ve li mizgewteka sunnîyan tekrar bû. Li hemberî kirinên wisa tu reaksîyon ji muslumanan dernakeve. Li hemberî van kirinên ku hertim tekrar dibin, ji Endonezyayê bigre heta bi Fasê îslam bêdeng e. Ev kirinên wisa wekî heqaret li îslamê, heqaret li pêxamber nayên fêmkirin. Ew bûyera ke di sala 681 de qewimî ku nevîyên pêxamber li Kerbelayê ji layê kurê Muawîye Yezîdî ve hatin qetilkirin jî gelek nerazîbûnê çêdike. Lê balkêş e, îslama ku ji bo karîkaturan qîyametê radike, li hemberî bûyerên xwekujîyê bêdeng e, divê meriv bala xwe bide ser vê bêdengîyê.

Li cihê ku azadîya ramanê tune be, azadîya ramanê wekî dezgeyekê nehatibe rûniştandin, li wir zanist pêş ve naçe, felsefe jî pêş ve naçe. "Felsefeya îslamê" di nav xwe de têgeheka bi nakokî ye. Li dera ku azadîya ramanê wekî dezgeyekê nehatibe rûniştandin felsefe jî pêş ve naçe. Pêş ve diçe. Lê eger hûn bişên rîsk bigrin, eger hûn di vê zanebûnê de bin, pêş ve diçe. Te divê zanist be yan te divê felsefe be, şertê wan ê bingehîn azadîya derbirînê ye. Şertê bingehîn yê demokrasîyê jî dîsa divê azadîya ramanê hebe, divê rexne bêqusur azadane bê kirin. Ev pîvan di eynî wextê de pîvanên bingehîn in ku Rojhelat û Rojavayê tarîf dikin.

Gulan 2005


[1] Cemal Yıldırım, Bilim Tarihi, Remzi Kitabevi, İstanbul 1983 r. 82 û dewama wê

[2] Peter Adamson-Richard C. Taylor, İslam Felsefesine Giriş, Tercüme Cüneyt Kaya, Küre Yayınları, Mart 2007

[3] Selahattin Hilav, Felsefe El Kitabı, Yapı Kredi Yayınları, Nisan 2009

[4] Ümit Hasan, İbn Haldun’un Metodu ve Siyast Teorisi, Siyasal Bilgiler Fakültesi Yayını, Ankara 1977

[5] Kazım Sarıkavak, Düşünce Tarihinde Urfa ve Harran, Türkiye Diyanet Vakfı Yay. s.30-43, Ramazan Seşen, Harran Tarihi, Türkiye Diyanet Vakfı Yay. s.52-82.

Na xebere 2150 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.