zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
19 Hezîrane 2013 Çarşeme 16:29

Li Holandayê Panela Kirdkî û Kirdan Çêbû

Di panelê de Seyîdxan Kurij û Mehmed Selîm Uzunî derbarê kirdkî û kirdan de agahîyên berfireh dan.

Xidir Uso  -  Denhaag: Di roja 16.06.2013 de li bajarê Holanda Denhaagê derbarê dîroka kirdan û zaravayê kirdkî de panelek hat dayin ku ji alîyê berpirsîyarîya kovara Vateyî KOÇ-KAK beşê Hollanda organîzekirin.

Panela ku bi moderatorîya birêz Ferhat Boskan hat birêvebirin, pêşî birêz Seyîdxan Kurij û pişt re jî birêz M. Selîm Uzunî derbarê dîrok, çand, ziman û bi gelemperî rewşa kirdan (zazayan) ya berê û îro de agahîyên berfireh yên berhemên lêkolîn û zaniyarî ji gohdaran re bi zelalî pêşkêş kirin.

Birêz Seyîdxan Kurijî pêşî behsa cih û serkanîya kirdan û zaravayê kirdkî di nava zaravayên din yên kurdî de kir. Di nav demografîya kurdan de bêhtir li kîjan herêm, bajar û navçeyên Kurdistanê de bi kirdkî dihê axaftin yek bi yek eşkere kir.

Di dîroka kevnar û heta roja me, kirdan kîjan şaristanî avakirine û şopên xwe lê hiştine û kîjan dewlet û şaristanî li ku û bi çi awayî behsa kirdkî kirine, bi belgeyan eşkere kir. Ji lêkolînerên kurd, ereb û Ewropî gelek mînak dan. Sebebên ku çima kird li herêmina xwe wek kird, kirmanc, zaza yan dimilî bi nav dikin bo temeşavanan da xuyanîkirin.

Di tevgera, komeletî, rêxistinî, berxwedan û serhildanên kurdan de, bitaybetî di tkoşîna li hember komara tirkan de rola kirdan bi nav û nîşan eşkere kir.

Têkelîya kirdkî bi zaravayên kurdî yên din re çawa ye û gelek eşîrên kurdan yên ku bi du yan sê zaravan dipeyivin nav û herêmên wan got.

Birêz Mehmed Selîm Uzunî jî, di dîrokê de cihê kirdan, ji dema sumerîyan û heta niha şopa ziman û navê kirdan li kîjan şaristanîyê xwe rê dide û mohra xwe li kîjan şaristanîyê xistiye ji temaşevanan re eşkere kir.

Duvdirêj behsa dîroka nivîsandina kirdkî kir û bi berfirehî behsa xebatên zaniyarî, wêje û standardîzekirina kirdkî kir. Behsa huner, sitran, qesîde û helbestên kirdkî yên gelêrî kir. Di warê nivîskî de, behsa Mewlûdê Kirdî ya nivîskî kir.

Li ser girîngîya xebatên Grûba Xebate ya Vateyî û kovarên kirdkî yên din sekinî, di derbarê hemû xebatên kirdkî de agahîyên berfireh da.

Panel, bi coş û kêfxweşîya temaşevanan û serfirazî û razîbûna panelîstan bi dawî hat. Em hêvîdar in ku wê ev şêwe xebat û panel li her deverên ku kurd lê hene bihên çêkirin û bi gelemperî civata kurdan bihê rohnîkirin û jê fêde bibîne. 

Na xebere 2864 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.