zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
01 Gulane 2010 Şeme 12:58

Li Dêrsimê Jenosîdeka Plankirî Pêk Hat

[Hevpeyîvî]
Seyîdxan Kurij

Seyîdxan Kurij: Ji alîyê Weşanxaneyê Vateyî ve pitûkeka te bi navê  “Dêrsim Merkezli Kürt Aleviliği” derket. Tu dikarî li ser çîroka vê pitûkê me agahdar bikî?

Munzur Çem: Di sala 1985an de li Tirkîyê rojnama Cumhuriyetê dest bi kampanyayekê kir. Di vê çarçevê de li ser bawerîya Alewîtîyê gelek nivisar û hevpeyvîn hatin weşandin. Di piranîya wan nivisaran de Alewîtîyê wekî kulturekê tirkan wekî formeka ola îslamîyetê ku ji alîyê tirkan ve tê jîyandin dihat nasandin. Ew ji bo min gelek balkeş hat. Lê min ferq kir ku ew kampanyayeka sîyasî ye. Ewana dixwastin Alewîtîyê ji bo armancên sîyasî bi kar bînin. Ew dîtin şaş bûn, lewra li nav neteweyên cihê bi cihê de Alewîtî heye. Ji ber vê, Alewîtî nikare tenê bibe bawerîya tirkan. Min bi çend nivisaran ew dîtin rexne kirin, lê rojnama Cumhurîyetê cih neda wan nivisarên min. Pişt re min ew pêvajo taqîb kir û di vê derheqê de kovar û rojnameyên kurdan de nivîsarên xwe belav kirin. Berê çend salan min ew nivisarên xwe bi navê “Dersimde Alevilik” wekî pirtûk weşand.  

Wekî hûn jî dizanin pirsgirêka Alewîtîyê hem li Tirkîyê hem jî di nav kurdan de heta îro jî tê gengeşîkirin. Ji ber vê, min hewce dît ku ji alîyê bawerî, etnîkî, çandî û berxwedanê ya alewîtîyê xebatekê birêkûpêk bikim. Di encama vê xebatê de ew pirtûk hat holê.

Ez di vê xebata xwe de li bersîva van pirsan gerîyam ku Alewîtî bawerîyeka çawa ye? Pêwendîya Alewîtîyê bi bawerîyên din, pêwendîya Alewîtîya kurdan bi Alewîtîya gelên din, bi îslamîyet û mesîhîtîyê re çi ye. Pêwendîya Alewîtî û Êzidîtîyê û Kakaîye (Yaresanîyê). Di beşa duwemîn ya pirtûkê da jî ez ji Osmanîyan heta 1938an li ser pêwendîya dewlet û Dêrsimê sekinîm.

Seyîdxan Kurij: Niha çend pirs li ser rewşa rojane hene. Wekî tê zanin hukumeta Tirkîyê berê bi navê "Pêşîlêvekirina Kurdan" û pişt re jî "Pêşîlêvekirina Alewîtîyê" polîtîkayek dimeşîne. Tu vê polîtîkayê çawa dinirxînî?

Munzur Çem: Ji alîyê hukumetê ve qebulkirina pirsgirêka Alewîtîyê tiştekî baş e. Gava rastîya Alewîtîyê hat qebulkirin, bibe-nebe qedexebûn û tabûyên li ser Alewîtîyê ji tên rakirin. Lê wekî pirsgirêka kurdan ji bo çareserkirina pirsgirêka Alewîtîyê, hukumet xwedîyê projeyêka birêkûpêk nîn e. Alewîtî bawerîyeka dervayî îslamê ye. Alewî dixwazin li gorî bîrûbawerîya xwe li gorî kultura xwe bijin, azad bin. Lê hukumet li gorî xwe cilûbergan çêdike û dixwaze alewî wan cilûbergan li xwe bikin. Dewlet alewîyan wekî alewî qebûl nake, dixwaze wan di nav qalibên muslumantî û tirkitîyê de wenda bike. Ji vê îdeolojîyê re “senteza tirk–îslamî“ tê gotin. Di polîtîkaya dewletê de guhertinên bingehîn nîye, tenê metodên asîmîlasyonê hatine guhertin.

Ji bo çarserkirina pirsgirêka kurdan û alewîyan, divê dewlet bi awayekî fermî pirnetewetîyê û pirolîyê qebul bike. Lê rêvebirên hukumetê hîn jî dibêjin, “tek dewlet, tek ala, tek neteww”. Bi vî mejîyî ne pirsgirêka kurdan ne jî pirsgirêka alewîyan tê çareserkirin.

Seyîdxan Kurij: Li ser axaftina cîgirê serokê CHP Onur Öymenî ku di parlementoya Tirkîyê de kiribû jenosîda Dêrsimê dîsa hate rojevê. Serokwêzîrê Tirkîye jî got “Qetlîama Dêrsimê”. Dîroka Cumhurîyetê de cara yekemîn e ku yekî desthilatdar wisa diaxife.

Munzur Çem: Gava mirov objektîf binirxînê tiştekî pir pozîtîf e ku serokwezîrê Tirkîyê dibêje “Qirkirina Dêrsimê”. Lê divê ev di gotinê de namîne, divê li gorî vê qebulkirinê di jîyanê de polîtîkaya dewletê biguhere. Dewleta tirkan li Dêrsimê jenosîdeka plankirî pêk anîye. Ji zarokên li zika dîya xwe heta kal û pîran bi dehhezaran însan hatine kuştin, gund û bajar hatine wêrankirin, însan hatine nefîkirin. Gava serokwezîr wisa dibêje, divê dewlet ji gelê kurd lêborîn bixwaze û polîtîkaya xwe ji bingehê biguhere.

Dîsa, li ser wê axaftina Onur Öymenî û gotina serokwezîr di medyaya Tirkîyê û di nav rêxistinên Alewîyan de terteleya Dêrsimê pir hat gengeşîkirin. Lê mixabin ez ji têde medyaya Tirkîye de li ser kesên welatparez, kesên ku li nasnameya xwe ya kurd xwedî derdikevin, ambargoyek heye. Lewra bi giştî medyaya Tirkîyê jî, medya û rêxistinên Alewîyan jî terteleya Dêrsimê wekî terteleya Alewîyan dinirxinîn. Ew nasameya kurdayetî ya Dêrsimê diveşêrin. Lê esas ji ber ku Dêrsimî kurd in, hatin kuştin.

Di dema Mustafa Kemal de xercî Dêrsimê tu derê Alewî nehatine qirkirin. Lê ne tenê li Dêrsimê, li Amedê, Paliyê, Çewlîgê, Agirîyê, Botanê, Gelîyê Zîlanê bi sedhezaran kurd hatin kuştin. Gund û bajar hatin şewitandin û wêrankirin. Kurd bi girseyî hatin nefîkirin.

Rast e, dêrsimî Alewî ne, di vê qirkirinê de cih û warên Alewîtîyê yên pîroz jî zerar dîtine. Lê ji ber ku dêrsimî kurd bûn, hatin qirkirin. Medyaya Tirkîyê û hin rêxistinên Alewîyan naxwazin ev rastî were meydanê, ji ber vê, li ser kesên welatparêz ambargo datîne.

__________  

Çavkanî: Rûdaw, Rojnameya Hefteyî, Hejmar 42, 27 nîsan 2010, Koln / Almanya, rûpel 7

Na xebere 3355 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.