zazaki.net
23 Oktobre 2017 Dişeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Tebaxe 2009 Çarşeme 17:41

Li Çewlîgê Panela Ehmedê Xasî Çêbû

Panela bi sernavê Despêka Edebîyata Kirmanckî (Zazakî) û Ehmedê Xasî ku ji alîyê komeleya pêşdeçûna Çewlîgê (Bin-Der) hat organîzekirin li Çewlîgê çêbû û eleqeyeka mezin hat nîşandan.

Panela bi sernavê Despêka Edebîyata Kirmanckî (Zazakî) û Ehmedê Xasî ku ji alîyê komeleya pêşdeçûna Çewlîgê (Bin-Der) hat organîzekirin li Çewlîgê çêbû û eleqeyeka mezin hat nîşandan. Panela ku bi qasî 120 kes beşdar bûn li salona konferansê ya Otel Sarioglu li roja 12.04.2009 saet 14.00 de dest pêkir û saet 16.00 de temam bû. Di panela ku serekê desteya rêvebirîya komeleya Bin-Derê Dogan Karasu axaftina destpêkê kir de zimanzan, lêkolîner û nivîskarê kurd ê navdar Mehemed Malmisanijî axaftina bi sernavê “Ji destpêkê heta îro edebîyata kirmanckî û Ehmedê Xasî”, nivîskar Mihyedîn Mîyalanî axaftina bi sernavê “Berawirdkirina Mewlidên Kirmanckî (Zazakî)” pêşkêş kir, şaîr Mela Mehemedê Kavarî ji mewlida Ehmedê Xasî hin beş bi meqam xwendin û nivîskar Mehmûd Nêşiteyî jî moderatorîya panelê kir.

Serekê desteya rêvebir a komeleya Bin-Derê Mistefa Karasu di axaftina destpêkirina panelê de bi lehçeya kirmanckî, da zanîn ku bi lidarxistina çalakîyên wisa dê bajarê Çewlîgê ji layê kultur û hunerê ve pêş de here, herwisa, ev lehçeya kurdî ku ber bi helandinê ve diçe, dê zinde û geş bibe. Herwisa, da zanîn ku ew wekî komele gelek bextewar in ku çalakîyeka wisa li dar xistine.

Panel ji serî heta dawîyê bi lehçeya kirmanckî (zazakî) çêbû.

Piştî ku moderatorê panelê nivîskar Mehmûd Nêşiteyî panelîst dan naskirin û derbareyê mijara panelê de agahî dan beşdaran, hingê zimanzan, lêkolîner û nivîskarê kurd ê navdar Mehemed Malmîsanijî dest bi axaftinê kir. Malmîsanijî pêşî derbareyê lehçeyên kurdî de agahîyên giştî dan û axaftina xwe wisa dewam kir: “Ev lehçeya me li herêmên cihê bi navên cihê tê binavkirin. Wekî mînak, li herêma Dîyarbekirê û qezayên wê û li herêma Çewlîgê û qezayên wê bi navê 'kirdkî' tê binavkirin. Li herêma Dêrsimê, li Erzingan, Sêwas û Gimgimê bi navê 'kirmanckî' tê binavkirin. Li navçeyên Çêrmûg, Sêwreg û Aldûşê bi navê 'dimilî' tê binavkirin. Li derdora Madenê jî bi navê 'zazakî' tê binavkirin. Lê em wekî grûb navê 'kirmanckî' tercîh dikin. Herçendî di nav herêman de hinek cihêtîyên devkî hebin lê ji alîyê taybetmendîyên zimanî ve eynî ye û yek ji 4 lehçeyên sereke yê zimanê kurdî ye. Lêbelê carînan bi şaşîtî tenê jibo lehçeya kurmancî 'kurdî' tê gotin. Hingê, bi vî awayî, mîna ku ev lehçeya me zimanekî din be tê fêmkirin. Ev xelet e. Peyva 'kurdî' navê hevpar yê hemî lehçeyên kurdî ye.

Zimanzan, lêkolîner û nivîskarê kurd ê navdar Mehemed Malmîsanijî di berdewama axaftina xwe de wisa got: “Ehmedê Xasî ku li gundê Hezana Licê hatîye dinyayê û demekê muftîtîya qezaya Licê jî kirîye, yekemîn nivîskarê vê lehçeya me ye. Berhema wî ya navdar Mewlidê Kirdî cara pêşî di sala 1899'an de li Diyarbekirê li çapxaneya Lîtografyayê li çapê ketîye. Ev berhem di eynî demê de yekemîn berhema kurdî ye ku di çapxaneyeka modern de li çapê ketîye. Piştî vê berhemê muftîyê Sêwregê yê wê demê Osman Efendîyê Babijî jî mewlidek nivîsîye. Lê ev mewlid gelek di pey re, di sala 1933 de li Şamê ji alîyê Celadet Bedirxanî ve hatîye çapkirin. Ji ber polîtîkaya dewleta Tirkîyê ya înkarker, qedexeker û zordar ku demeka dirêj li ser ziman û hebûna kurdan dewam kir, lewre heta salên 1970'yî ne bi lehçeya kurmancî û ne jî bi lehçeya kirmanckî (zazakî) berhemên nivîskî nehatine çapkirin. Lê piştî van salan pêşî li kovaran hêdî bi hêdî her du lehçe hatin nivîsîn û pêşdeçûnek çêbû. Roşinbîrên kurd ku ji ber tadaya dewletê revîyan derveyî welêt, dest bi xebata li ser zimên kirin û bi vî awayî ji alîyê nivîsînê ve her du lehçeyên ku li Bakur têne axaftin pêşde çûn. Wekî mînak, li dora 15 kurdên ku lehçeya kirmanckî diaxifin, di sala 1996an de, li Swêdê cara pêşî em kom bûn û me Grûba Xebate ya Vateyî ku li ser standardîzekirina vê lehçeyê dixebite damezrand. Di çarçeweya vê xebatê de heta îro me 17 kombûn çêkirin. Kombûna me ya herî dawîn li Diyarbekirê, di 8, 9, 10 û 11ê vê mehê çêbû. Di her kombûnê de her carê me hinek pirsgirêkên zimanî yên vê lehçeyê munaqeşe kirin û me qaydeyên gramera wê tesbît kirin. Di vê çarçeweyê de heta niha me 32 hejmarên kovara Vate weşandin. Herwisa, me kitêbeka îmlayê, ango rastnivîsînê û ferhengek ku sê caran hatîye firehkirin û ji nuh de çapkirin weşandin. Dîsa, ji alîyê Weşanxaneya Vateyî ku li Îstanbulê ye, ji destpêka xebata me heta niha 27 kitêbên kirmanckî çap bûne û gelek kitêb jî li ber çapê ne. Heta niha tevîhev li dora 170 kitêb di vê lehçeyê de weşîyane. Tabî, nisbet bi zimanên din, dibe ku ev xebat û hejmara van kitêban di dereceyeka komîk de be lê ger em polîtîkaya înkarker, qedexeker û zoradîyê, herwisa, îmkanên me yên kesane û kêm bidin ber çav, jibo me ev dibe serketinek. Em hêvîdar in ku gelê me û bi taybet ciwanên me di axaftina xwe ya rojane de vê lehçeyê bi kar bînin û xebatên nivîskî bişopînin.

Piştî ku şaîr Mela Mehemedê Kavarî ji Mewlida Kirdî çend beyt bi meqam xwendin, îcar nivîskarê çewligî Mihyedînê Mîyalanî berhema navdar a Ehmedê Xasî ji gelek alîyan ve bi dorfirehî analîz kir û bi mewlidên din ku bi vê lehçeyê weşîyane danberhevîyekê çêkir.

Nivîskar û lêkolînerê çewlîgî Mihyedîn Mîyalanî pêşî derbareyê berhema Ehmedê Xasî ku yekemîn berhema nivîskî ya lehçeya kirmanckî (zazakî) ye, bi dorfirehî agahî dan. Mihyedînê Mîyalanî paşê wisa dewam kir: “Tê dîtin ku Ehmedê Xasî di nav hewldaneka mezin de bûye daku dewlemendîya vê lehçeya kurdî ya ku herî dereng hatîye nivîsîn îsbat bike. Wekî mînak, mewlida kurmancî ku berîya wî hatîye nivîsîn, herwisa, di mewlida tirkî de jî, navê beşan bi erebî ne. Lê di berhema Ehmedê Xasî de navê beşan û wateya bîsmîllayê bi kirmanckî (zazakî) ne. Li gorî wê demê ev cihêtîyeka mezin e. Ji layê din, di Xasî de hem îlm heye hem îrfan heye. Xasî, xwedîyê zanîneka kûr a îlmê şîîrê ye jî. Wî ziman gelek bi hêsanî û bi hostatî bi kar anîye. Di şahesera xwe de sembol ewçend bi kûrahî û hostatî xebitandine ku meriv bê hemdê xwe heyran dimîne. Wekî mînak, Xasî sembola qelemê gelek hostayane bi kar anîye. Di berhema wî ya mezin de pêşî Xwedê bi qelemê re diaxife. Tiştên ku dê bixuliqîne yek bi yek bi qelemê dide nivîsîn. Li vir, Xasî hewl dide xwe daku hêz û qedrê qelemê bi me bide zanîn. Heta niha di vê lehçeya me de gelek mewlid hatine nivîsîn. Hema bibêjin ku hemîyan îlhama xwe ji Xasî girtine û ketine bin bandora wî. Lêbelê tu yek ji wan negihaye Xasî. Bandora wan lokal maye. Lê berhema Xasî, nav û dengê Xasî, digel polîtîkaya ewqas înkarker, qedexekar û asîmîlkasyonîst, dîsa jî, li her derê belav bûye. Ev jî mezinahîya Xasî nîşan dide.

Piştî axaftina nivîskar Mihyedîn Mîyalanî Mela Mehemedê Kavarî dîsa ji mewlida Xasî û ji mewlida Osman Efendîyê Babijî çend beytên din xwendin. Paşê hinde beşdaran pirsên xwe ji zimanzan û lêkolîner Mehemed Malmîsanijî kirin û şîroveyên xwe pêşkêş kirin. Piştî bersivên berfireh ku Malmîsanijî dan panel bi dawî bû.

Roja berê, ango roja 11ê mehê Grûba Xebate ya Vateyî kombûna xwe ya 17. li Dîyarbekirê temam kiribû û di dawîya kombûnê de daxuyanîyek dabû çapemenîyê. Ji ber ku TRT-6 di weşana kirmanckî de hinek herfên ku alfabeya kurdî de nîn in bi kar tîne, TRT-6ê îqaz kiribû û xwestibû ku rayagiştî di vî war de hîşyar be.

ehemedê xasi panel malmisanij2.jpg

Na xebere 1538 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.