zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Tebaxe 2009 Çarşeme 16:27

Li Amedê konferansek li ser ziman

Li Amedê bin navê “Di tevgera neteweperweriya Kurdî de polîtîkaya zimanî û pirsa zaravayan” konferansek hat lidarxistin.

Konferansa ku ji aliyê Tevgera Neteweyî ya Kurd-TEVKURDê ve hatibû amadekirin, ev roj (05.04.2009) li salona Otêla Dedemanê ya li Amedê bi moderatoriya Mîrza Akar hat lidarxistin û bi qasî 200 siyasetmedar, rewşenbîr û zimanhezên kurd beşdar bûn.

“Fonksiyona ziman ji bo kurdan deh qat zêdetir e”

Axaftina despêkê ji aliyê yek ji berdevkên TEVKURDê parêzer Sabhadîn Korkmaz ve hat kirin. Korkmaz, di despêkê de bal kişand li ser armanca wan ya bi lidarxistina vê konferansê û diyar kir ku şerma mezin, xemsariya li hember ziman e, lewra fonksiyona ziman li ser pêşkeftina mirovatiyê gelek e. Korkmaz, herweha diyar kir ku fonksiyona ziman ji bo kurdan deh qat zêdetir e.

Korkmaz, bi berdewamî da zanîn ku wan wek TEVKURDê, ev demeke di çarçoveya biryarên meclisa xwe de, ji bo jiyandin, kemilandin û pêşvebirina zimanê kurdî dest bi kampanyayek kirine û ev konferans jî perçeyeke vê kampanyayê ye. Korkmaz, diyar kir ku dê di demên pêş de bi hemû hêz, sazî û aliyên kurd re hevdîtin pêkbînin daku piştgirî bidin wan û beşdarê vê kampanyayê bibin.

“Bi hezaran pirs û pirsgirêkên ziman û zaravayên kurdî hene”

Lêkolîner û zimanzanê kurd Malmîsanij axaftina xwe bi zaravayê zazakî (dimilkî) kir û di despêka axftina xwe de diyar kir ku bi hezaran pirs û pirsgirêkên ziman û zaravayên kurdî hene ku ew nikarin di civîneke weha kurt de hemû bînin ziman û weha got; “Em ê di vê civînê di bi kurthaî li ser çend babet û pirsgirêkên lezgîn yên heyî rawestin. Yek jê, her yek ji me dikare çi bike? Ya duduyan, saziyên kurd dikarin çi bikin? Û ya sisêyan jî, dewlet dikere çi bike? Di vê mijarê de her yek ji wan wezîfe û berpirsyariya xwe heye û li ser pêşkpêşkeftina ziman bandorek xwe heye.

"Heta ku kurd xweser nebin pirsgirêka ziman çareser nabe"

Problema me kurdan ya ziman, hê ji roja ji dayîkbûnê dest pê dike. Zarok dema tê dinê pirsgirêka navlêdanînê dest pê dike; lewra li vî welatî navên bi kurdî qedexe ye. Pişt re dema dest bi dibistanê dike bi problemek din re rû bir û dimîne; lewra li vî welatî perwerdehî bi zimanê kurdî nayê kirin. Pirsgirêk bi vî awahî dest pê dike û heta dawiya jiyanê diçe.

Pirsgirêka zimanê kurdî, heta ku Gelê Kurd qedera xwe bi destê xwe destnîşan neke, çareser nabe. Lê, viya nayê wê wateyê ku em, tekoşîna xwe ya ji bo jiyandin, kemilandin û pêşvebirina zimanê kurdî bidin rawestandin.”

“Ger pêşî lê neyê girtin dê du nesil paşê zimanê kurdî têk biçe”

Zimanzanê kurd Malmîsanij di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser xeteriya li pêşberê zimanê kurdî û diyar kir ku zimanê kurdî çendî bihêz dibe bila be, lê di jiyana rojane ya gel de gelek lawaz bûye, lewra di roja îroyîn de di her warê jiyanê de zimanê tirkî tê bikaranîn û weha got; “Îro usa lê hatiye ku nesla sisêyan zimanê xwe yê zikmakî nizane, an jî gelek kêm dizane. Ger pêşî lê neyê girtin dê du nesil paşê zimanê kurdî gelek qels bikeve û bi têkçûnê re rû bir û bimîne.

“Bi qasî dagirkeran para me kurdan jî di qelsbûn û helandina zimanê me de heye”

Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê, wezîfeyên mezin dikeve ser her yek ji me û divê ji nuha ve em li ser bixebitin. Sosreteke mezin jî ew e ku bi qasî dagirkeran para me kurdan jî di qelsbûn û helandina zimanê me de heye. Ligel hemû zext û zordariya dewleta dagirker, hinek ji me kurdan jî hê yekzimaniya Tirkiyeyê diparêzin û îdeolojiya Kemalîzmê wek hêvî pêşkêşê civakê dikin.”

“Divê yê kurdan jî polîtîkayeke ziman hebe”

Malmîsanij, herweha bal kişand li ser pirsgirêka navbera zaravayan û diyar kir ku di nav kurdan de jî pirsgirêka zaravayan heye û ger pêşî lê neyê girtin, dê di pêşerojê de ev pirsgirêk mezintir û kûrtir bibe. Ji ber ku standardîze û yekrêziya ziman nehatiye kirin û bi awayeke îlmî li ser ziman xebatek nehatiye kirin û heta neyê kirin, ev pirsgirêk dê di rojeva de me. Ji ber vê yekê divê polîtîkayeke ziman hebe.

Divê hemû alî û saziyên kurd bi hemû hêza xwe giringî bidin hemû zaravayên kurdî û hemû zaravayan bi hev re bikemilînin. Ev pirsgirêk, nuha li Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye û dê di pêşerojê de li bakur jî derkeve pêşberê me.”

“Ziman hebûna miletan e”

Yek ji axaftvanê konferansê zimanzanê kurd Reşo Zîlan jî di despêka axaftina xwe ya bi kurmancî de kêfxweşiya xwe ya bi hatina welat ya piştî 40 salan anî ziman û da diyar kir ku ziman hebûna miletan e û weha dom kir; “Em gelên Rojhilata Navîn wek şikil û fizîkî dişibin hev. De usa ku mirov nikare kurdek, farisek, erbek an tirkek wek sinçe ji hev cûda bike. Lê, tiştê ku kurdan û xelqên din ji hev dide kifşkirin, zimanê wan e.

"Divê em zimanê xwe bi ser her tiştî re bigirin"

Di destê me de wek nirxê neteweyî tenê ev ziman maye û ew jî bi xeteriyek mezin re rû bi rû ye. Ger kurd pêşî li vê xeteriyê negirin û zimanê xwe neparêzin, dê ev ziman bihele û di destê me de nirxê ku em ji bo wê bitêkoşînin, nemîne. Rast e, li ser zimanê me gelek zext, zordarî û asteng hebûne, lê em bixwe jî bêguneh nîn in. Ger ev roj zarokên me nizanin bi zimanê kurdî biaxifin; ev, guneh û sûcê her yek ji me ye. Divê em usa lê bikin ku zimanê xwe bi ser her tiştî re bigirin.

“Her zaravayek dewlemendiyek e û her yek ji wan giringiya xwe heye”

Reşo Zîlan, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser pirsgirêkên navbera zaravayên zimanê kurdî û weha got; “Her zaravayek dewlemendiyek e û her yek ji wan giringiya xwe heye. De usa ku Baba Tahîrê Uryan cara yekê bi zaravayê Lûrî çarîn nivisîye. Yên din tiştên sexte û çêkirîne. Beriya Baba Tahîrê Uryan teksteke nivîskî bi dest neketiye.

“Divê mensûbê her zaravayek bibêje, ez kurd im”

Hinek nehezên gelê kurd, ji bo zaravayên zazakî, goranî û hwd. dibêjin 'ne zaravayên zimanê kurdî ne, her yek ji wan bi serê xwe zimanek in'. Bi ya min, kurd bi çi zaravayî dipeyivin bila bipeyvin, yek zimanek heye ku ew jî zimanê Kurdî ye. Hemû zarava jî, her yek bi qasî hev zaravayên zimanê kurdî ne. Ya giring ew e ku her yek mensûbê van zaravayan bibêje, ez kurd im.”

“Divê hemû kurd alfabeya Latînî bikarbînin”

Reşo Zîlan, herweha bal kişand li ser pirsgirêka bikaranîna alafabeyên cûda ya ji bi zimanê kurdî û weha dom kir; “Çend problemên zimanê kurdî hene ku yek jê jî meseleya alfabeyê ye. Bi ya min, bikaranîna alfabeya Latînî di zimanê kurdî de di cîh de ye û têra hemû dengan dike.

Ji bo zimaneke Standard sê şert lazim in; Yek jê, rastnivîsandin e. Ya duduyan, rêziman ango qaîde û grametîka ziman e. Ya sisêyan jî, ji aliyê ferhengî ve forma peyvan bê danîn.

Ev pirsgirêk, di hemû zaravayên zimanê kurdî de hene.

Pirsgirêkek din jî; pêwistiya kurdan bi zimanekî yekbûyî heye.”

Di beşa duduyan ya konferansê de jî hin beşdaran bi pirs û şîroveyên xwe konferasnê dewlemendtir kirin.

konferansa ziwan 470x220.jpg

konferansa kurdki malmisanij4.jpg

Na xebere 3145 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.