zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
14 Çele 2017 Şeme 19:55

Lev Tolstoy û Xelata Nobelî

Rindê Çaçan

Di sala 1901ê de yekemîn xelata Nobelî bû para helbestvanê fransî Sully Prudhomme (1839–1907). Digel ko berhemên Prudhomme yên hêja hebûn jî ew li derveyî Fransayê zêde naskirî nebû, niho jî nifşên nû yên Fransayê wî baş nasnakin. Wê hingê wêjevanên hêja wekî Anton Çexov, Maksîm Gorky, Aleksander Blok û Emile Zola li jiyanê bûn, lêbelê yê herî li berçav nivîskarê rûs Lev Tolstoy (1828–1910) bû, hezkiriyên lîteraturê zêde heyranên wî bûn, li hêviyê bûn ko xeleta Nobelî ya yekê bibe para Lev Tolstoy. Biryara Akademiya Swêdê ya xelata Nobelî wekî şokekê bi ser xelkê de hat.

Helbestvan û rexnegirê lîteraturê Carl David af Wirsen wê hingê endam û sekreterê komîteya birêvebir ya xelata Nobelî bû, behs dike ka çima dilê wî nexwestiye ko Tolstoy xelata Nobelî wergire, dibêje:

"Kesek nikare înkar bike ko Tolstoy xudanê berhemên hêja û karîger e lêbelê Tolstoy dahênerekî lîteraturê be jî, ew mirovekî tradîsyonel û piştgirê jiyana prîmîtîv e. Tolstoy ne dilxwazê medeniyeta nû ye."

Di medyaya Ewropî de bi taybetî di ya Swêdî de rexneyên dijwar li helwêsta Wirsen hatin kirin. Nivîskarê Swêdî August Strindberg (1849–1912) di Svenska Dagbladetê de ko yek ji kevintirîn rojnameyên Swêdê ye bi hêrs dibêje:

"Heger Carl David af Wirsenê ko sekreterê komîteya birêvebir ya xelata Nobelî ye û evqasî nêrînteng û nezan e, ev tê wê wateyê ko endamên komîteyê ne tenê mirovên bêinsaf in lêbelê tiştekî ji lîteraturê jî fêm nakin."

Hejmareke mezin ji nivîskar, hunermend û entelektuelên Swêdê di nameyeka vekirî de ko di medyaya Swêdî de belav bû, heyranî û piştgiriya xwe ji Lev Tolstoy re diyar dikin û dibêjin:

"Em dizanin ko te daxwaz û hêviya xelatan nekiriye, lê di rewşa îro de pêwîst e ko em nêrîna xwe bibêjin, bila hemî kesên li derveyî Swêdê bizanin ko em ne digel vê biryarê ne. Ev biryar qet ne bi dilê me ye û tenê endamên komîteya birêvebir ya xelata Nobelî temsîl dike. Em nivîskar, hunermend û hezkiriyên lîteraturê li Swêdê li dijî vê biryarê ne."

Entelektuelên Swêdê di berdewamiya nameya xwe de ji Lev Tolstoy re dibêjin:

"Bi kûrahiya lîteraturê, spehîtahiya hunerî, bi karîgerî, moral û bi hemî prensîpên mirovane xelat layiqî te ye, li gorî bejn û bala te ya edebî çêbûye lêbelê cardî jî nebû nesîbê te. Tu di çavê me de serkêşê lîteratura nûjen î, tu kûrtirîn, karîgertirîn wêjevanê nifşê xwe yî. Tu ji hemî xelatan bilindtir û mezintir î."

Dema Tolstoy nameya nivîskarên Swêdê ya hestbar û kelecan dixwîne nikare bêdeng bimîne, bi kêfxweşî bersivê dide û dibêje:

"Xelat nebû para min lê ez ti caran hewqasî wekî niha bextewar nebûme. Mirovên ko min di jiyana xwe de ew nasnekirine hezkirinê ji min re diyar dikin, ji bo min cihê şehnaziyê ye. We ez bi hezkirinê dorpêç kirim, ma bextewarî ji vê mezintir li kû heye. Wisa bizanin ko ez bi hestên we, bi rêz û hirmeta we dilşad û serbilind im."

Protestoya li Swêdê xwe vegirt welatên dî yên dinyayê, gelek nameyên piştgiriyê ko bi sedan mirovên naskirî binê wan imza kir, ji Lev Tolstoy re hatin rêkirin, hemiyan nerazîbûna xwe li hemberî biryara Akademiya Swêdê ya xelata Nobelî diyar kir û bi yekdengî got: "Çawa dahênerekî lîteraturê wekî Lev Tolstoy ko li ser rûyê vê erdê dijî heye û xelat nabe para wî?"

Rexnegirê lîteraturê yê Danmarkî Georg Brandes dibêje:

"Sully Prudhomme helbestvanekî tenik e, rêza me jê re heye, lêbelê kî dikare bibe rikeberê Lev Tostoy. Heger Tolstoy ji bilî romana 'Şer û Aştî' tişteka dî nenivîsandibe, têrê dike ko ew di cîhana lîteraturê de 'miqedes' be."

Mirov berê xwe bide lîsteya xelatgirên Nobelî, dê bibîne ko piraniya wan ji Amerîkayê û ji rojavayê Ewropayê ne, xelatgirên Nobelî yên ji rojhelatê Ewropayê hem kêm in hem jî piraniya wan barkirine rojavayê Ewropayê, bi tesîra ziman û kultura rojavayiyan nivîsandine.

Di aala 2000î de yekemîn nivîskarê Çînî ko li Fransayê dijî Gao Xingjian bû xelatgirê Nobelî. Ji ber helwêsta Xingjian ya li dijî desthilata Maoyî, Çînê mafê hemwelatiyê jê stand, ew sergum kir û serdana welat jî lê qedexe kir, lewra desthilata Çînê bi nobelwergirtina Gao Xingjian kêfxweş nebû û wekî ko biryareka siyasî li dijî wê be hesiband.

Çînê reaksiyoneka dijwar nîşan da, medyaya wê qet behsa Xingjian û xelata Nobelê nekir. Wezareta derve ya Çînê nameyeka protestoyê ji Swêdê re rêkir û ev mesele bû sedemê sarbûna têkiliyan di navbera her du welatan de.

Di sala 2012 de Akademiya Swêdê biryar da ko Nobelî bide wêjeya Asyayê, hingê nivîskarê Japonî Haruki Murakami bi stîla xwe ya spehî û ramanên xwe yên kûr li ber çav bû, lêbelê dîsa dinya şok bû, xelat bû para nivîskarekî çînî Mo Yan.

Çînê vê carê kêf kir. Mo Yan piştgirê siyaseta wê ye, desthilata Çînê bi pereyeke mezin çîroka wî "Garisên Sor" kir film, Mo Yanê nenaskirî bi rêya filmî navdar bû. Gelekan got Swêdê ji bo dilmayina di navbera xwe û Çînê de bi dawî bîne, xelat daye Mo Yan ko berê leşkerekî artêşa Çînê bû.

Hêza sosyal demokratan li Swêdê xurt e, dibe ko ev jî yek ji sedeman be ko para çepgiran di xelata Nobelî de mezintir be, wisa jî hinek rastgirên wekî Rudyard Kipling, François Mauriac, Thomas Stearns Eliot û Hermann Hesse ko xelata Nobelî wergirtine hene.

Dîroka xelata Nobelê mişt surprîz in. Bertrand Russell yê feylesof û Winston Churchill yê siyasetmedar ko qet berhemên wan yên edebî jî nînin, di warê lîteraturê de dibin xelatgirên Nobelê.

Xelk bi navên wekî Elfriede Jelinek, Harold Pinter, Nadine Gordimer, Herta Muller û Orhan Pamuk jî şok bûn. Berhemên wan yên baş hene lêbelê ne di asta ko bibin xelatgirên Nobelê, bi taybetî eger mirov wan bide ber navên wekî Isaac Babel, Joseph Roth, Stefan Zweig, Louis-Ferdinand Celine, Erskine Caldwell, John Dos Passos, Ezra Pound, Graham Greene, Raymond Carver, Mark Twain, Anton Chekhov, James Joyce û Virginia Woolf ko hemî xudan xebat û berhemên zêde hêja ne lê wisa jî Nobel nebû para wan. Gelek caran şopa siyasetê di hilbijartina xelatgirên Nobelî de diyar e.

Xelata Nobelî ji nivîskaran re xewn û hêviyeka mezin e, lêbelê hejmareka nivîskarên ko xelata Nobelî red kirine jî hene, wekî Jean-Paul Sartre, Boris Pasternak û George Bernard Shaw ko bi ken dibêje:

"Xelata Nobelî an dibe para kesên nehêjayî an jî kesên ko pêwîstiya wan pê nîne, ez ji wan kesan im ko pêwîstiya min bi Nobelî nîne. Ez ji bo çêkirina barût û dînamîtê li Alfred Nobelî diborim lê ji bo afirandina xelata Nobelî lê naborim."

Lev Tolstoy jî li xwe mukir tê. Dema zaniye ko navê wî di lîsteya pêşniyarên xelata Nobelî de ye nameyekê rêdike û dibêje xelatê bidin min jî dê red bikim, hema hê jî kes pê nehesiyaye navê min rakin, bila ne ez ne jî komîteya Nobelî bi redkirina min bikeve ber fediyan.

Tolstoy bi rihekî sivik dibêje:

"Ez bi zorê ji dewlemendiya xwe xilas bûm, vêca ez dê çi ji pereyên xelata Nobelî bikim. Baş bû ko negehişt destê min, dê ji min re bibûya barekî giran."

Digel hemî rexneyan mirov nikare inkar bike ko xelata Nobelê pir xizmeta lîteraturê kiriye û dawiya dawî berhema baş dimîne. Gelek xelatgirên Nobelî hatine jibîrkirin, kesek berhemên wan naxwîne û gelek nivîskarên ko xelat nebûye para wan di dilê hezkiriyên lîteraturê de dijîn, dibe ko Tolstoy jî dizanî ko pêwîstiya wî bi xelatan nîne. Heta ko lîteratur hebe, berhemên Tolstoy jî dê her hebin û ti caran nayên jibîrkirin.

________

Çavkanî: Pênûsa Nû, Kovara Mehane ya Wêjeyî, Çandî, Rewşenbîrî û Serbixwe, Hejmar 56, Çileya Pêşîn 2016, r. 3

Na xebere 4054 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.