zazaki.net
23 Nîsane 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
06 Tebaxe 2009 Panşeme 13:00

Kurteanalîzek li ser çîroknivîsîna Roşan Lezgînî

[Analîz] Ronî War
Kurteanalîzek li ser çîroknivîsîna Roşan Lezgînî

- Aaa… Aaa… A. Piş… Pişş… Pişşş…

- Dada!

- Ha dada qurban.

- Bavê mi kengî tê?...

Çîroka Roşan Lezgîn “Baba” mirov li xwendinê dibahnîne; tahm û ekilek wilo dide dinyaya mirov a hundirîn ku nayê gotin. Bi xurtbûn û xweşbûna xwe radihêle xwendevên û di nava xweza û dinyaya edebîyatê de digerîne û mirov bi dinyaya zarok, dê û bavekî dihesîne, bi vê re jî şert û şirûdên ku mirovên me tê de dijîn û dinyaya wan li ber çavê me radixe. Mînak, “Erê berxika min. Em êdî ji ser sergoyan nan berhev nakin. Em ê nanê firnê bixwin…

Çîroka “Baba” yek ji wan çîrokan e ku peyvê nagerîne, pênûsê naqerimîne, xwendevan nabetilîne û daxwaz û meqseda çîrokê bi yek derbê re di mêjî, hest û ruhê xwendevên de dimeyîne.

Wek ku tê zanîn çîrokên mîna çîroka “Baba” mirov zêde nikare kirasekî lê bike ango di hundirê qalibinan bixe. Carînan dişibin helbestê, carînan dişibin wêneyek, carînan dişibin xaçepirsekê, carînan jî mirov dibîne hew navê çîrokê heye bi navê “rûpela vala” û nivîskêr gotiye ya tiştek ku min ê ji bo vê pelê kariba binivîsanda tuneye yan jî hebû ji min nehat ku ez bibêjim û dixwaze kesên ku wê dixwînin di çarçoweya wê pirtûkê de ew bi xwe wê rûpelê dagirin. Ango dixwaze bi xwendevanê xwe re bi hevkarî wê rûpelê binivîsîne. Çîroka Roşan Lezgîn “Baba” ji wan çîrokan e ku hê bêhtir nêzîkî li sînorê helbestê dike û li ser dîyalogê hatiye hunandin. Dîyalog qenc bi kar aniye ango li gorî daxwaz, mijar û xwezaya çîrokê tevgeriyaye û peyvek zêde nexistiye nav nivîsê.

Li_Bin_Dara_Biye.jpg

Ji hêla din ve jî ji bona ku mirov bikaribe bibêje ev wêjeya filan zimanî û welatî ye, bi tenê bi wî zimanî nivîsandin têrê nake. Ew zimanê ku pê hatiye nivîsandin, çi be bila qe, divê xusûsiyetên wî zimanê ku ew gel pê diaxife li pêş çavan bê raxistin û bi motîfên wî gelî, jiyan, problem, hêvî û hwd. ve bê xemilandin; dirûvê wî gelê ku xwediyê wî zimanî ye, mirov bibîne. Wê çaxê mirov dikare bibêje ev wêje ya filan gelî ye. Û encax mirov bi vî awayî dikare alaya wêjeya xwe di nava alayên wêjeya navnetewî de li ba bihêle ku qal jê vebe.

Çîroka Roşan Lezgîn, gava ku mirov lê dinihêre hema bibêje ev xusûsîyet tevdek tê de hene. Qasî ku xwe (herêmkî) ye ew qas jî navnetewî ye, ji ber ku di orjîna wê de însan û dinyaya însên heye û li hemû derê însan yek e.

Ji hêla din ve jî, her du lehengên xwe bi awayekî daye ku mirov dikare bibêje, ketiye binê çermê wan. Ew ketiye dewsa lehengên xwe û her yek li gor dinyaya wan, mezinbûn û piçûkbûna wan, axiftin û nihêrînên wan, daye. Zimanê dayikê, zimanê zarokê, xwestina zarokê û libergerîna dayikê, perîşanî û hesreta her duyan a li hemberî bavê ku çûye û belkî careke din nikaribe vegere nav mala xwe, tavilê mirov dixe nav dinyaya çîrokê û bi vê re jî rewşa welêt a vê serdema dawî nîşanî me dide, ku mirov ji cî û warên xwe koç bûne û ji neçariyê ji bo pariyek nan, xwe li ser sergoyan digrin.

- … …

- Dada!

- Ha dada bi qurban.

- Ti çima hel loj cilên baba bêhn dikî û diglî?

- Min bêriya baba kiriye!

- Min jî pil bêliya babê hwe kiliye. Piiill… Eeew kaşş!

- Lorî… Lorî… Lorî… Lor…

Bavê keça min çûye ciyekî dûr!

Ji keça min re kirîne cotek solên sor,

Anîne ber Çemê Xêbûr,

Segên har avêtine pêşî,

Ferek birine, ferek hiştine!...

Bi giştî mirov ji bona çîroka Roşan Lezgîn “Baba” dikare bibêje ku hem ji hêla wêjeyî hem jî hêla hunerî û hem jî ji hêla çîroka kurdî ve çîrokek serketî ye û ji bo wêjeperweran jî, yek ji wan çîrokan e, divê ku teqez bê xwendin.(*)

__________________

(*)Çîroka bi navê “Baba” di kitêba Roşan Lezgîn a bi navê Li Bin Dara Biyê, Weşanên Elma, Stenbol 2003, r. 28-29 hatiye weşandin (Ev gotar ji kovara Tîroj, Kovara Du Mehî Çandeyî Hunerî, Sal 2, Hejmar 11 / Sermawez-Berfanbar 2004, r. 21 hatiye girtin).

Na xebere 3063 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.