zazaki.net
08 Gulane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
14 Temmuze 2011 Panşeme 11:42

Kurmancî û Soranî: Du Zarave Yan Du Zimanên Cuda?

Azad Makûyî (*)

Ziman: Mirov bi asayî raman, bîr û bawerî, hest, vîn û xwestekên xwe bi zimîn beyan dike ku bi du awayên devkî û nivîskî ye. Ew bi hevokan dirame û diaxive. Hevok jî koma ewan peyvan e ku bi awayên rast ên rêzimanî û mantiqî li kêleka hevdu bin heya ku bikaribin wateyeka durust pêk bînin. Ev yek jî yekîneyeka zimanî çêdike.

Mînak :

Rizgar rêzefîlman dinihêre. (Hevok e, ji ber ku him ji hêla rêzimanî va him jî mantiqî va rast e.)

Balafirê Rizgar xwar. (Hevok e lê ne rast e, ji ber ku tenê ji hêla rêzimanî va rast e û ji hîla mantiqî van e rast e. Balafir mirovan naxwe.)

Ziman û nêrînên heyî:

1.Nêrîna rêzimanî: Rêziman zimên ew cureyî ku divê bibe lêvedikole û lêhûrbînê li ser dike. Rast û nerastbûna wê tîne berçav. Ji bo vê yekê jî, berhemên kilasîk, zargotinî (folklore) bingeh digire. Ji ber rewşa taybet a li ser zaraveyên zimanên Kurdî, nêrîna rêzimanî baştir e û pêşîya têkçûna zimên û mudaxileyên nebaş digire.

Mînak: Serokwezîr îmza xwe avêt. Ev pey bi peyv ji tirkî hatiye wergerandin bêyî ku bingeha zimanê armanc (Kurdîya Kurmancî) berçav bigire.

Di Kurdî da mirov kevir, kuçik… diavêje, ne îmzeyan. Îmze kirin yan jî wajû kirin durust e.

Hevoka yekem ne rast e. Ji ber ku wergera peyv bi peyv ji tirkî ye. Rêziman li gorî çavkanîyên klasîk îsbat dike ku Kurdîya wê ya rastîn ev e: Serokwezîr îmze kir / Serokwezîr wajû kir.

1.Nêrîna zimannasî: Zimannasî zimên ew cureyî ku heye dinirxîne û li ser lêkolînan dike.

Rêziman: Lêkolîna pergalîya beşên ku zimanekî çêdikin ra rêziman dibêjin ku bixwe jî dibe çend beşên jêrîn:

  1. Avanasî yan zanista avayên (dengên) zimanekî (phonetique).
  2. Peyvnasî yan zanista peyvan (lexicologie).
  3. Zagonên rêzepeyvan yan koma zagonên li bara rol û peywendîyên peyvan di hevokê da (syntaxe).

Peyvnasî bi xwe jî dibe çend beşên wekî rîxtnasî (morphlogie), bilêvkirin, rênivîs (ortographe), rîşenasî (etymologie), watenasî (sémantique).

Mirov dikare li bara mijarên jorîn yeko yeko pirtûkan binivîse û rîya pêşveçûnên rastîn ên zimanî ji bo zimanên Kurdî vebike, wê demê rastî ji hesatyarîyê dûr dikeve û tê holê. Ew dem mirov dikare bibêje ka zimanek çiqasî dewlemend e yan na.

Ev demek e ku li bara zimanê pîvankî, yekbûna alfabeyê, fermî û nefermîtîyê, dijberîya axêverên hin zaraveyan hember hin ên din… tenûr germ e û hin nîqaş tên kirin. Ev yek bû hokarekê ku ez ji xwe bipirsim gelo Kurdî ziman e? Gelo Kurmancî û Soranî her du jî Kurdî ne? Gelo Kurmancî û Soranî du zimanên cuda ne?...

Ez li ser vê pirsa dawîn rawestiyam ji bo ku bibêjim eger her du zaraveyên zimanekî ne (rewşa ewan a heyî ne ya berî hezaran sal), pes pêwîst e alfabêyeka yekgirtî ji bo ewan wekî zimanekî yek hebe, eger du zimanên cuda ne, pêwîst nake li ser yekbûna alfabeyê nîqaş bibin. Wê demê divê Kurmancî jî wekî zimanê Tirkemenan, Asûrîyan… li Başûrê Kurdistanê bê nasîn û qedexeya li ser wî bê rakirin. Em ê vê yekê bi awayekî zanistî bi hevdu ra bikolin û di dawîyî da wekî dadwerekî encamê bigirin.

Cudayên zimanî yên Kurmancî û Soranî

1-Cinsê peyvan

Di Kurmancî da her peyvek an ye jî nêr e. Ev taybetmendî di gelek zimanên din wekî fransî da jî heye.

Mal (n,m)

Ev malê min e (These are my properties / Ev darayîya min e, pereyên min in…)

Ev mala min e (This is my house/home / Ev xanî / derbanê min e.)

Di Soranî da wekî farisî mê û nêrbûna peyvan tune ye.

2- Cînavên kiryar

Di Kurmancî da ji bo piranîya demên niha û bê cînavên kiryar ez, tu, ew, em, hûn, ew(an)tên û sa piranîya demên borî min, te, wî, wê, me, we, ew(an) bikar tên.

Kurmancî: Ez dibînim. Min dît.

Soranî: Min debînim. Min bînîm.

Di Soranî da ji bo hemû deman min, to, ew, ême, êwe, ewan bikar tên.

3- Dem

Him hejmar û him jî bingeha deman di Kurmancî û Soranî da ji hevdu cuda ye.

Mînak:

Dema bê di Kurmancî da wiha çêdibe: navdêr / cînavê kiryar + ê/yê/dê + bi+rîşa lêker + paşpirtik

Kurmancî (Dema bê): “Ez ê/dê Kurdî binivîsim.” “Tu yê/dê Kurdî binivîsî.” “Ew yê/dê Kurdî binivîse.” “Em ê/dê Kurdî binivîsin.” “Hûn ê/dê Kurdî binivîsin.” “Ew ê/dê Kurdî binivîsin.

Kurmancî (Dema niha): “Ez Kurdî dinivîsim.” “Tu Kurdî dinivîsî.” “Ew Kurdî dinivîse.” “Em Kurdî dinivîsin.” “Hûn Kurdî dinivîsin.” “Ew Kurdî dinivîsin.

Soranî (dema bê): “Min Kurdî denûsim.” “To Kurdî denûsî.” “Ew Kurdî denûsê.” “Ême Kurdî denûsîn.” “Êwe Kurdî denûsin.” “Ewan Kurdî denûsin.”

Soranî (dema niha): “Min Kurdî denûsim.” “To Kurdî denûsî.” “Ew Kurdî denûsê.” “Ême Kurdî denûsîn.” “Êwe Kurdî denûsin.” “Ewan Kurdî denûsin.”

Ev him dema niha him jî dema bê ye, yanê her du dem di Soranî da bi awayekî ne. Cînavkên kiryar, rîşa lêker, pêşpirtik, paşpirtik gişt ji hevdu cuda ne.

4- Zincara hevnişînî

Di her zimanekî da peyv li gor zagoneka taybet li rex hevdu radiwestin û eger wisan nebe hevok durust nebe.

Mînak: “I always ask them to speak Kurdish at home.” (Ez her dem ji ewan dixwazim di mala xwe da bi Kurdî biaxivin.)

Zincîra hevnişînîya herî sade ya Îngilîzî di vê hevokê da ev e: Cînav (navdêr) + hokera dubare + lêker + têrker + hokera awa + cih + hokera demê

Eger mirov bibêje “To speak at home ask I them alaways. Ev ne rast e, ji ber ku jidûhev rêzbûna peyvan divê li gor zagonên zincîra hevnişînîya Îngilîzî be û tenê hevoka yekem durust e.

Ev zincîr di hemû zimanan da wekhev nîne û nîşaneka cudayîya zimanan e.

Fransî: “Je leur ai demandé de parler Kurde chez eux.”

Kurmancî: “Min ji ewan xwest di mala xwe da bi Kurdî biaxivin.”

Soranî: “Min dawam le wan lêkirdin le malewe bi Kurdî qise bikin.”

Zincîra hevnişînîya herî sade ya fransî di vê hevokê da ev e: Navdêr (cînav) + têrker neyekser + lêker + têrkera yekser + hokera cih

Ev zincîr, wekî di hevokên jorîn da jî diyar e, di Kurmancî û Soranî da jî ji hevdu cuda ne.

Minakek din:

Kurmancî: “Ez her dem ji ewan daxwaz dikim li mala xwe da bi Kurdî biaxivin.” Cînavê kiryar + hokera dem + daçek + cînavê têrker + lêker + hokera cih + lêkera kesandî ya duduyan

“Emin pêyan delên hemîşe le malîyan digel mindalekanîyan Kurdî qise bikin.” Cînavê kiryar + daçek û cînavê têrker + lêker + hokera dem + hokera cih + daçek + têrker + lêkera duduyan

5- Kesandina lêker

Awayê konayî (ergative) di Kurmancî da heye lê di Soranî da tune ye.

Kurmancî: “Min zarok dît.” (I saw the child. / J`ai vu l`enfant.) “Min du zarok dîtin.” (I saw two children. / J`ai vu deux enfants.)

Soranî: “Min mindalim bînî.” (I saw the child. / J`ai vu l`enfant.) “Min du mindalim bînî.” (I saw two children. / J`ai vu deux enfants.)

6- Diyar û nediyar

Kurmancî: “Ez pirtûkê dixwînim.” (diyar) (I read the book. / Je lis le livre.)

Kurmancî: “Pirtûk tê xwendin.” (nediyar) (The book is read. / Le livre est lu.)

Soranî: “Min pirtûkekê dexwênimewe.” (diyar) (I read the book. / Je lis le livre.)

Soranî: “Pirtûk dexwêndirêtewe.” (nediyar) (The book is read. / Le livre est lu.)

Encam

Ne Kurmancî ji Soranî ne jî Soranî ji Kurmancî sertir e. Her du jî di cihê xwe da xwedî rêz in. Her du jî du zimanên cuda ne lê bingeh û çavkanîya ewan wekî digel farsî yek e. Sepandina tiştekî bi navê zimanê yekgirtî ne zanistî û ne jî li gor dilê gelê Kurd e. Bi cihê qedexekirina perwerdeya Kurmancî li Başûr divê rîya pêşveçûna wê vebibe.

__________

(*) Azad Makûyî li Zanîngeha Tehranê mamostayê zimanê Fransî ye.

e-name: azad_maku@yahoo.com

Çavkanîya nivîsê: http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=30454

Na xebere 4277 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
ne anladım?
ben
Anladığım kadarıyla kürmancca ve soranice ayrı diller olarak ele alınıyor.Sorani de dişilik erkeklik ekleri yokmuş.Kelime bazında zazacadan daha çok kürmanciye yakınsa da anladığım gramer olarak kırmancca ve kürmancca'nın daha yakın olduklarıdır.
15 Temmuze 2011 Îne 00:06