zazaki.net
20 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
08 Temmuze 2014 Sêşeme 09:15

Kurdistanîbûna Kerkûkê di Çavkaniyên Rojavayî de (1760-1860)

Behrûz Şucaî

Kurdistanîbûna Kerkûkê pêdivî bi rewatîya dîrokî nîne; hebûna pirranîya kurdîaxêvan li vî bajarî besî hindê ye ko ev bajar vegerîte ser Kurdistanê.

Amajeyek li qidmeta hebûna kurdan li vî bajarî dişê bi tenê ronahîyê bavêjîte ser vê rewatîyê. Amadekarê vê nivîsarê li hinek çavkanîyên rojavayî, nemaze li jêderên cografîk, dîrokî, ansîklopedîk û vegêrranên gerrokên rojavayî nihêrt û metnên li jêr kurteyek ji vê vekolînê ne. Van jêderan şirovekirin pê nevêt, metn çawa hatiye, wisan hatiye wergerandin. Versîyoneka vê nivîsê berî niha bi inglîzî di rojnameya Kurdish Globe de hatiye çapkirin. Ev vekolîna kurt bi awayekî kronolojîk ji sala 1766 ji jêderên berdest dest pê dike û heta dûmahîka sala 1860 didome, yanî birîtî ye ji sedsala ko historiyografiya modern li rojavayê dest pê kiriye.

Histoire moderne des chinois, des japonais, des indiens, des persans, des Turcs, des Russiens, etc. Vol 8 François-Marie de Marsy, Paris (1766:304-305) Curdistan (Kurdistan) – Ev wîlayet li bakurê Iraqa Erebî, beşeka bariz ya Aşûra kevnar e. Ev welat bi awayekê xwar ji rojhilatê Dîcleyê, di navbera medara 35.38 de û bi dirêjahiya şeş lîgan berfireh e. Bajarên wê Cherazoul (Şehrezûr) yan Kerkiouk (Kerkûk), paytextê vî welatî ye, ko li ser tehtekê mezin çêbûye û xanî jê hatine kolan.

Méthode pour étudier la géographie, Vol VII, N. Lenglet Dufresnoy, Paris (1768:158,159) - III. Kurdistana Turkî, yan hikûmeta Sherezour (Şehrezûrê) Kurd gelekê kevnar in, ko eslê wan nediyar e […] Ew li welatekî li rojhilatê Dîcleyê û bakurê Beẍdadê niştecih in: Ji bilî Ecemistanê, ew herwiha li Ermenistan û Algesira (Cizîr) jî hene. Şêx û mîrên wan hene, ko hîn jî li dijî hev bêtifaq in. Turk vê bêtifaqiyê radigirin, ji ber ko mîrên bihêz [berê] li dijî hikûmetê serî hildane, [lê] paşê mecbûr mane birevine Ecemistanê […] Paşayê vî welatî li bajarê Şehrezûrê, ko dikevîte nav çiyayan li ser rûbarê Diyalayê, yê ko diherike nav Dîcleyê, cîwar e. Lê nişîngeha mutesellim li Kerkûkê ye, ko bajarekê biçûk bi heman navî ye. Kerkûk 15 mîlan li rojavayê Şehrezûrê ye. Li vir keleheka xurt li ser girekî heye.

Géographie Moderne, Vol II, N. la Croix,Paris (1769: 145/1773: 145/1777: 202/1784: 202/1786: 202/1800 : 203/1806:298,299 /1817: 161) - III. Curdistan (Kurdistan), yan welatê kurdan. Navê wî welatî berê Corduenne (Korduen) bû, navê kurd jî ji vir dihêt. Ev gel li rojavayê Ecemistanê, li Diyarbek û Iraqê belav bûne. Gelek prensên wan hene, ko jêre dibêjin beg yan mîr. Hinek ji van beg û mîran girêdayê xelîfê Osmanî ne, hinek peyrewê eceman, hinek jî serbixwe ne. Kerkouk (Kerkûk) paytextê Kurdistana Osmanî ye, û li başûr-rojavayê deverên çiyayî ye. Bajarekê mezin û bergehê paşayî ye, ko sî û pênc sinceq di bin emrê wî de ne. Eceman di navbera salên 1734 û 1743an de ev der dagîr kiribû.

Mémoires de littérature, Académie royale des inscriptions et belles lettres, Vol 59, Paris (1773: 81-82) Sheherzour (Şehrezûr) li gerrekê ye ko çarhewêlên wê çiyayên bilind yên Kurdistanê girtiye. […] Paşayê hukimdar li ser vî bajarî, niha bergehê xwe veguhestiye Kerkouk (Kerkûkê), ko bajarekê biçûk li ser girekî ye, kelehek lê heye ko bergiriyê lê diket.

Géographie moderne: précédée d'un petit traité de la sphère et du globe, Vol 2, Louis Antoine Nicolle de La Croix, Londres (1784: 147) III. Curdistan (Kurdistan) yan welatê kurdan. Navê vê wextekê Corduenne (Korduen) bû, ko navê kurd ji wê dihêt. Ev gel li rojavayê Ecemistan û li Diarbeck (Diyarbekir) û Yrac (Iraqê) berbelav e. Gelek prensên wan hene, ko wekî beg yan emîr dihêne binavkirin. Hinek girêdayî sultanê e’zem, hinek girêdayî eceman û hinkên din serbixwe ne. Kerkouk (Kerkûk), paytextê Kurdistana Turkî, li başur-rojhilatê deverên çiyayî ye. Bajarekê mezin e, ko paşayek lê niştecih e, sî û du sinceq pêve girêdayî ne....

La parfaite intelligence du commerce, vol I, J. B. A. Malisset d'Hertereau, Paris (1785: 158) Parçeyên Turkiyeya Asyatîk: […] Diarbek (Diyarbekir) […] {Kurdistan, yan welatê kurdan {Kerkouk (Kerkûk), hinekê dûrtir ji Betlîsê. Betlîs, li ser rûbarê Bendmahî. Erbîl, bajarekê bazirganiyê ye.

Atlas moderne portatif, J. B. Bourguignon, Paris (1786: 34) Kurdistan yan welatê kurdan, […] paytext Kerkouk (Kerkûk), bajarê mezin Erbîl, Arbêla kevnar. Les usages le la sphère: et des globes céleste et terrestre, C. F. Delamarche, Paris (1799: 399) Kerkouk (Kerkûk) yan Kierkikouk (Kyerkîkûk), paytexta Kurdistana Turkî, li başûr-rojhilatê deverên çiyayî, bajarekê mezin, ko paşa lê rûdinê û 32 sinceqên wê hene.

Voyage dans l'Empire Othoman, l'Egypte et la Perse, vol IV, G. A. Olivier, Paris (1801: 300) Kerkouk (Kerkûk) heta demeka dirêj daxilî paşaliẍa Şehrezûrê bû. Paşê bi xwe du paşa hebûn, lê Şehrezûr, ji Zêyê mezin û hemî deverên rojhilatê Dîcleyê, tenanet Kurdistan jî ketin nava tixûbên paşaliẍa Beẍdadê. Kerkûkê bi tinê muteselimek heye, ko paşayî şandiye wir.

Géographie Mathématique, Physique et Politique de Toutes les Parties du Monde, Vol X, E. Mentelle, C. Malte-Brun, P. Herbin De Halle, Paris (1803: 413) Curdistan (Kurdistan) – Me berê jî serqala dab û nerîtên kurdan kiriye, ko tevî keriyên xwe li Anatolya û Yûnanê digerin. Zêdê wan welatekê çiyayî ye, ko li bakur ji deryaçeya Wanê heta ya Urmiyeyê, li rojava heta çemê Firatê, û li Rojhilatê xwe digihîne tixûbên Ecemistanê. Çerwanên vî welatî bi bereket in. Potasiyumnîtrat, sulfur û bîrên xwemalî yên niftê lê hene. Shehrzour (Şehrezûr) vê gavê paytextê paşayekê kurd e, ko wisa xuya ye, desthelata wî kêmtir e. Kerkouk (Kerkûk)a ko li ser girekî ye, paytexta rastîn ya Kurdistanê ye.

Cours complet de cosmographie, de géographie, de chronologie et d'histoire, E. Mentelle, Paris (1804: 152-153) Welatekê biçûk li rojhilatê Dîcleyê heye, ko beşek ji Mezopotamyayê ye. Ev welata ji tixûbên Ermenistanê dest pê diket û digihîte yên Babulê. Îro navê vî welatî Kurdistan e, ko ji navê Carduci (Kardûkî) yan Carduque (Kardûk) çêbûye. Warên wê yên serekî ev in: Nîneva li ser Dîcleyê (li hemberî Mûsila niho), ko li ser Nînusa kevnar hatiye avakirin. Arbêle (Erbîl) bajarê serekî yê wîlayeteka biçûk bi navê Adiyabênê, û dawiyê Demetriyas, ko Ptolemeus wisa bi nav kiriye. Navê wê yê rastî Corcura (Korkûra) ye, ko navê Kerkouk (kerkûkê) ji wir dihêt. Kaniyên neftê lê hene, ko di dîrokên kevnar de qala wan hatiye kirin.

Reise durch das türkische Reich, Ägypten und Persien …Von 1792, Vol I, G. A. Olivier, Theophil, F. Ehrmann, (1805: 612,613) Kerkouk (Kerkûk) demeka dirêj girêdayî paşaliẍa Scheherzour (Şehrezûrê) bû, lê li pey du paşayan, vê gavê Kerkûk, Şehrezûr û seranserê çemê Dîcle û Zêyê Mezin li Kurdistanê bi tenê mutsellimek heye û girêdayî paşayê Beẍdadê ne.

Encyclopædia Londinensis, Vol XI, John Wilkes, London (1812: 684) Kerkûk, bajarekê Kurdistanê, paytexta hikûmet û nişîngeha paşayî. Bi sûrekê dorpêçkirî û bi kelehekê parastî: 150 mîl li bakurê Beẍdadê, 85 li başûr-rojhilatê Mûsilê.

A Geographical Memoir of the Persian Empire, J. Macdonald Kinneir, London (1813: 298) Kerkouk (Kerkûk), berê stasyoneka roman, Strabo Demetrîas û Ptolemeus Corcura (Korkûra) nav lê kirî, mezintirîn bajarê Kurdistana Jêrîn e. […]

Zeitschrift für die neueste Geschichte die Staaten- und Völkerkunde, Vol I, Fr. Rühs, S. H. Spiker, Berlin (1814: 304-305) Gelek çavkaniyên vê lîkwîdê li […] Kurdistana Jêrîn hene. Çavkaniyên herî giring li derveyî bajarên Kerkûk û Mendeliyê ne. […].

Geographisch-statistische beschreibung aller staaten und nationen der erde, G. C. Fick, Nürnberg (1817: 138) Schehrsour (Şehrezûr), bi kelehekê li Kerkûkê. Xanî wekî şkeftan lê hatine kolan, ko divêt mirov hilkişît nav wan […] Ev [navçe] girêdayî pênc prens yan mîrên kurd e, ko li mîrnişînin ava kirine, di nav wan de begê Betlîsê, mîrekê serbixwe yê kurd e.

Abrégé de la Nouvelle Géographie Universelle, Vol II, W. Guthrie, Paris (1819:308-309) Kurdistan yan (Curdistan) - Ev welatê çiyayî birîtî ye ji Corduene (Korduên) û Adiabene (Adiyabên). Gelek lawir li çerwanên wê yên hertim-kesk diçêrin [...] Ev herêma bi ser sê mîrnişînan de dihête dabeşkirin, ango yên Betlîs, Giulamerk (Culemêrg), Dgesira (Cizîr) [... û] Kara Dgiolan (Qereçolan) mîrnişîna herî mezin ya kurd, ko şamilê seranserê Kurdistana başûr e. [...] Her du paşaliẍên biçûk ên kurdî li Chehrsour (Şehrezûr) û Kerkouk (Kerkûkê), ko niho mutesellim li wan hukim dikin, wisa diyar e ji mîrnişîna Qereçolanê hatine veqetandin.

The general gazetteer: or, Compendious geographical dictionary, R. Brookes, London (1820: 443) Kerkouk (Kerkûk), bajarekê Kurdistanê, paytextê navçe û nişîngeha paşayekî ye. Bi sûreka herîyê hatiye dorpêçkirin, li ser girekî ye, ko her alî nişîv e û li binarên wê gelek tax ava bûne. […]

A new universal gazetteer, J. Morse, R. Morse, New-Haven (1821: 368) Kerkouk (Kerkûk), bajarekê asyayî yê Turkiyê, mestirîn bajarê Kurdistana Jêrîn, nifûs 13000 [...]

Compendio di geografia moderna ad uso della gioventù, G. S. Reitmeir, Napoli (1821: 234) 3. Kurdistan, yan welatê kurdan […] Gelê ko li vî welatî dijî şivanên revend in, re’yetên mîrekî ne ko girêdayî paşayekî ne. Nişîngeha paşayî li bajarê mezinê vî welatî, Kerkûkê ye.

Travels in Georgia, Persia, Armenia, ancient Babylonia, &c. &c ..., Vol II, R. K. Porter, London (1822: 439) Kerkûk wekî bajarê herî bariz yê Kurdistan Jêrîn dihête hejmartin. Kurdistan ji sînorên bakur-rojavayê Xûzistanê heta gêdûkên çiyayên bilind yên Kurdistanê (Kardukiya Kevnar) û hema hema seranserê Aşûrê di xwe de hildigire.

Allgemeines repertorium der literatur, vol III, C. D. Beck, Leipzig (1822: 106) Kerkûk li Kurdistana Jêrîn (Ligor Strabo Demetrîas û li gor Ptolemeus Korkura). Kaniyên neftê lê hene ko li ser giran disojin.

The Oriental magazine, and Calcutta review, Vol I, W. Thacker, Calcutta (1823: 584) Nefta Kerkûkê bi giranî li bazarên başûr-rojavayê Kurdistanê dihête mezaxtin.

Nouveau Dictionnaire Géographique Universel, J. MacCarthy, Paris (1824: 662) Kerkout (Kerkût), bajarekê li Kurdistana Jêrîn (Turkiyeya Asyayî), li ser warekê berzkirî cihgirtî, nifûs 18.000. Latîtud bakur 43.42.1, rojava 33.9.

Universal geography: or A description of all parts of the world, Vol I, C. Malte-Brun, Philadelphia (1827: 340) Koordistan (Kurdistan), yan welatê kurdan, [...] mezintirîn mîrnişîna vî welatî Kara Djiolan (Qereçolan) e, paytexta wê heman nav e [...] her du paşaliẍên biçûk yên Şehrezûr û Kerkûkê mutesellim lê hene, û bi zorê ji mîrnişîna Qereçolanê hatine veqetandin.

The geography system of Herodotus examined and explained, by a comparison, Vol I, J. Rennell, London (1830: 515) Şopa peyva ‘kir’ di nave vî welatî de heye. Anegorî M. Otter risteçiyayên herî bilind yên Kurdistanê (Kardukiya) wekî Kiarê dihêne bi nav kirin. Wîlayeta bi rex ve Hakiyarî (Niebuhr) û Kiouran (Goran) eşîretek e ko li rojhilatê vî welatî dijî. Di navê bajarekê mezin e, ango Kerkook (Kerkûk) û gelek cihên din de jî şopa vî navî wekî pêşgîra ‘Ker’ û ‘Kir’ heye. Rengbe navê gelê Kardukî jî ji heman rehî hatibe.

The Edinburgh encyclopaedia, Vol VII, D Brewster, Edinburgh (1830: 510) Curdistan (Kurdistan) - […] Li Kurdistanê gelek bajar û gund hene. Bajarê herî mezin li Kurdistana Jêrîn Kerkook (Kerkûk) e. […]

A new universal gazetteer, containing a description of the principal nations, J Marshall, New York (1832: 418) Kerkuk (Kerkûk), bajarekê Curdistan (Kurdistanê), paytexta hikûmet û nişîngeha paşayî ye. […]

Traité Classique de Géographie contenant la Géographie Naturelle et la Géographie Politique, Vol II, C. L. Grandperret, Paris (1834: 309) 2.Kurdistan ji van paşaliẍan pêk hatiye: Van – Van, Xoşab, Bayezîd, Djoulamerk (Colemêrg) Kars (Qers) – Kars (Qers), Ani (Anî), Ardanoudgi (Erdexan) Chehrzour (Şehrezûr) – Kerkouk (Kerkûk), Chehrzour (Şehrezûr), Baïan (Bayan)

Penny Cyclopaedia of the Society for the Diffusion of Useful Knowledge, Vol III, L Chancellor, J. Russell, W. Tooke; London (1835: 268) […] Silêmanî, Kerkûk û Erbîl bajarên serekî yên Kurdistana Turkî ne: Silêmanî paytextê paşaliẍekî bi heman navî ye, […]

Dictionnaire géographique universel, Vol II, A. J. Kilian, Paris (1836: 727) Chehrezour (Şehrezûr), paşaliẍek li Turkiyeya asyayî, birîtî ye ji beşeka mezin a Kurdistanê. [...] Turkan ev paşaliẍ, ko tixûbên wê ne diyar in û ji layê mîrên serbixwe yên kurd ve dihête hukim kirin, bi ser 20 sinceqan de dabeş kirin. Rêveberiya darayî ya wê Kerkûk e, mutesellimek li Şehrezûrê, ko bajarê serekî yê paşaliẍê ye, musteqerr e.

Précis de la géographie universelle, Vol VIII, C. Malte-Brun, Paris (1835: 161-165) Kurdistan, yan welatê kurdan, [...] mezintirîn mîrnişîna kurd Qere Çolan yan Şehrezûr, ko paytexta wê jî her heman e. [...] Mîrnişînên kurdî yên Betlîs, Colemêrg, Amêdî, Cizîr, Qereçolan û Silêmanî ne re’yet lê vasalên dewleta osmanî ne. [...] Kerkûk bajarekê xwedan 15000 şêniyan e. Li ser girekî hatiye ava kirin, bi şûre û kelehekê dihête parastin. [...] Kerkûk heman bajarê Corcura (Korkûra) ye, ko berê jî navê wî Demetrîas û Memîus bû.

A universal gazetteer; or, Geographical dictionary of the world, G. T. Landmann, London (1835: 384) Kerkouk (Kerkûk), yan Kirkook (Kirkûk), bajarekê Asyayî, Turkiye, Kurdistan, paytextê herêmekê, li ser girekî hatiye ava kirin, ko çarhewêlê wê nişîvên şîp e. Bi sûreka qurrîn hatiye dorpêç kirin, li binarên wê gelek taxên xwedî bax û bostanên zeytûn, hirmî û tiriyan hene. […]

Traité élémentaire de géographie, M.M. Cortambert & H. Laurent, Paris (1838:186) Kurdistana Turkî […] Paşaliẍ: Chehrezour (Şehrezûr), nifûs: 155,000, bajarê serekî : Kerkûk.

Géographie universelle, physique, politique et historique ..., Vol 3, W. Guthrie, Paris (1839: 269-273) Chehrezour (Şehrezûr). Vê paşaliẍê berê parçeyê serekî yê Kurdistanê pêk dianî, ko li bakur bi Wanê, li başûr bi paşaliẍa Beẍdadê û li rojavayê bi paşaliẍên Mûsil û Diyarbekirê re hevtixûb e. […] Çend bajar û gelek kelehên wê hene. Ev paşaliẍa bi ser 20 sinceqan de dihête dabeş kirin ko tixûbên wan ne kifş in, xwediyê hemiyan mîrên serbixwe û mîrasî yên kurd in. Navenda aborî-rêveberiya wê Kerkûk e. […]

The American journal of science, Volym 37, no 2, New Haven (1839:353) Nefta Kirkook (Kirkûkê) — Nefta Kerkûkê reş e û li başûr rojavayê Courdistan (Kurdistanê) dihête bi kar anîn.

The etymological compendium: Treasury of Knowledge, part II, Samuel Maunder, London (1840: 77) Kerkouk (Kerkûk) yan Kirkook (Kirkûk), bajar û navenda herêmekê li Kurdistanê, longîtud. 44 33 rojhilat., latîtud. 35 29 bakur.

Leçon de Gégraphie, M. E. Cortambert, Paris (1840: 247) Kurdistan ji du paşaliẍan pêk hatiye: Mûsil bi bajarekê mezin bi heman navî, ko li ser kinarê Dîcleyê ye, Erbîl, Arbêla kevnar, li rojhilatê Mûsilê ye. […] Paşaliẍa Kurdistana Jêrîn wekî Chehrezour (Şehrezûr) dihête bi nav kirin, ko navenda wê Kerkouk (Kerkûk) e.

Notion Élémantaires de Statistique, J. J. D’Omalius D’Halloy, Bruxelles (1840: 171) Milkên Imperatorya Osmanî li Asyayê: […] Paşaliẍ: Chehrezour (Şehrezûr) : bajarên wê : Bayan, Erbîl, Kerkouk (Kerkûk) li welatê Kurdistanê […]

Die Erdkunde im Verhältniss zur Natur und zur Geschichte des ..., Vol I, C. Ritter, Berlin (1841: 266) Kerkûk, bajarek li Kurdistanê.

Abrégé de géographie, A. Balbi, Paris (1842: 677) Kurdistana Osmanî bi xwe birîtî ye ji van Eyaletan: Chehrezour (Şehrezûr): Kirkûk, Şehrezûr (berê nişîngeha paşayî bû) , Erbîl û Bayan. Mîrnişînên Amêdî, Silêmaniye yan Sindiyan, Koy, Kouran (Goranê) hemî vasalên Imperatorya Osmanî ne. […]

Instituzione Elementari di Geografia, Ferdinando de Luca, Napoli (1843: 86) Kurdistana Osmanî, eyaleta serekî Chehrezour (Şehrezûr), bajarê serekî yê wê Kerkouk (Kerkûk) e. […]

Mœurs, usages et costumes de tous les peuples du monde, Vol II, A. Wahlen, Bruxelles (1843: 512,513) Kourdistan (Kurdistan), ko niha eyaleteka Turkiyê li Asyayê ye, wekî Kurdistana Osmanî dihête naskirin […] Misoger heyamekî her du paşaliẍên Moussul (Mûsil) û Chehrezour (Şehrezûrê) tabiî wê bûn û niha jî birîtî ye ji van bajaran: Giulamerk yan Djoulamerk (Colemêrg) paytextê mîrnişînekî bi heman navî […] Amadia (Amêdî) paytextê kurdên Badînan e ko li rojavayê mîrnişîna Colemêrgê di navbera Mûsil û Betlîsê de dijîn. Djezireh (Cizîr) li paşaliẍa Diyarbekrê ye. Navenda vî bajarî cîwarê hin şêniyan e, ko dibêjinê Bottani (Botanî) […] Mezintirîn mîrnişîna kurd ya Karadjolan (Qereçolan) yan Chehrezourê (Şehrezûr) ye, ko paytexta wê jî heman e. Ev welata birîtî ye ji hemû başûrê Kurdistan û renge 15000 tivingdar jê derkevin. Kerkouk (Kerkûk) bajarekî 15000 nifûsî ye, li ser çiyayekî ava bûye, li dor wê şûreyek heye û bi kelehekê dihête parastin.

Nouveau manuel complet et méthodique des aspirants au baccalauréat ès-lettres, A. É. Lefranc, Paris (1844: 104) Kurdistana Osmanî bi kurdan hatiye meskûnkirin, ko ne re’yet lêbelê vasalên Astanê ne. Kurd gelekê koçer û swarên çê ne, ko bi destê birreke mîrên dihêne hukimkirin. Bajarên wan yên mezin Chehrezour (Şehrezûr), Kerkouk (Kerkûk) û Erbil (Erbîl) û hwd e.

Application de la géographie à l'histoire, vol I, Édouard Braconnier, Paris (1845: 406) Turkiyeya Asyatîk ji şeş beşan pêk hatiye: 1 Anatolî yan Asyaya biçûk, ko birîtî ye ji şeş paşaliẍan ko menşe’ê navê wan ji navê peytextên wan dihêt: Koutaieh (Kutahya), Konieh (Konya), Adanah, Marash (Mereş), Sîvas, Trebizond (Trabzon). […] 3 Kourdistan (Kurdistan), ko ji paşaliẍa Chehrezour (Şehrezûrê) pêk dihêt; nişîngeha paşayê Şehrezûrê bo Kirkuk (Kerkûkê) hatiye veguhastin. […]

A dictionary of scripture geography, J. R Miles, Manchester (1846: 57) […] Beşek ji Kurdistana Jorîn jî dikeve nav tixûbên paşaliẍên Kirkook (Kerkûk) û Solimania (Silêmaniyê). Kurdistan Jêrîn birîtî ye ji seranserê kinarên rojhilatê Dicleyê, girên biçûk ên bestên rojhilata wê, heta xwe digihîne binarên zincîreçiyayên bilind, ko bi heq mirov dikare wan wekî Alpên rojavayê Asyayê bi nav bike.

Abrégé de Géographie, A. Balbi, Paris (1847: 677) Kurdistana Osmanî birîtî ye ji van eyaletan: Chehrezour (Şehrezûr) [...] şamilî bajarên Kerkûk, Şehrezûr (pêştir nişîngeha paşayî), Erbîl û Bayan. [...] Mîrnişînên kurdî bi tenê vasalên Imperatorya Osmanî ne.

Bericht über die Mittheilungen von Freunden der Naturwissenschaften in Wien, W. Haidinger, Vienna (1848: 450) Ainsworth texmîn dikir, ko qişra karbonê ya Kretaseous li başûrê Kurdistanê li bajarên Kerkuk (Kerkûk) û (Suleimania (Silêmaniyê) jî girêdayî vê qişrê ne.

Jewish Missionary intelligence, Vol XIV, London (1848: 295) Kirkuk (Kerkûk) cihekê têbîniyê ye, digel krîstiyan û musulmanan hejmareke mezin cihû jî lê dijîn. Mirov rastiyê bibêjit erdê kurdan e […]

A dictionary, Geographical, Statistical, and Historical of countries, places and principal natural objects in the world, Daniel Haskel, Vol II, New York (1849:107) Kerkouk (Kerkûk) (ligor Strabo Demetrîas; ligor Ptolemeus Corcura) Bajarekê mezin li Turkiyeya Asyayî li Kurdistana Jêrîn û paytextê sinceqekê.

Handbuch der Erdbeschreibung, Volym 2, A. Balbi, Braunschweig (1850:56) III. Kurdistan Turkî ji van eyaletan pêk dihêt: […] Schehresor (Şehrezûr): Kerkûk, Şehrezûr, ko berê nişîngeha paşayî bû.

The Cyclopædia of Biblical Literature, Volym 1, J. Kitto, New York (1851: 245) Paşayê Mûsilê ji aliyê Astanê ve dihête intisabkirin, lê girêdayî paşayê Beẍdadê ye; herwiha paşayek li Silmênî û Akrê, begek li Erbîlê û Mutsellimek li Kirkook (Kerkûkê) heye. Lê şêniyên aborjîn yên vî welatî û hemû navçeyên çiyayî di navbera Turkiye û Ecemistanê kurd in […] ji lewre navê welatê wan Kurdistan e.

Journal des savants, Académie des inscriptions et belles-lettres, Paris (1852: 621) Li Kerkouk (Kerkûkê) rêwî dê rastî bajarê ko Ptolemeus wî wekî Corcura (Korkûra) bi nav diket bihêt. Ev bajar paytextê Scheherzour (Şehrezûr) yê ko bajarekê Kurdistanê ye.

Histoire de l'Empire ottoman: depuis son origine jusqu'à nos jours, Vol IX, J. Hammer-Purgstall, Paris (1852: 59) Di 5 gulana 1625an de wezîr e’zemê nû çû ko konên xwe li deşta nêzîkî Diyarbekrê vede, di heman demê de beglerbegê Karamanê Çerkez Hesen, ko zivistanan li Hossnkeïf (Hesenkêf)ê derbas kiribû berê xwe da desteyek supahê ecem ko li qiraxa Kerkûkê li Kurdistanê otraq kiribû.

Histoire de Constantinople, comprenant le Bas-Empire et l'Empire ottoman, vol II, B. Poujoulat, Paris (1853: 324) Topal fetheka din li hemberî eceman kesib kir, lê Nadir Şah piştî çend rojan di oktobra 1733 de bi temamî li Kerkûka paytexta Kurdistanê ew şkest da.

The English cyclopædia: a new dictionary of Universal Knowledge, Vol V, C. Knight, New York (1854: 823) Kurdistan welatekê çiyayî ye […] Silêmanî, Kerkûk û Erbîl bajarên wê yên sereke ne.

Tableau historique, politique et pittoresque de la Turquie et de la Russie, Joubert, F Mornand, Paris (1854: 110-111) Eyaleta Kurdistanê birîtî ye ji Diarbekir (Diyarbekir) û Chehrezour (Şehrezûrê). Kurdistan besteka berfreh e ko li bakur bi Taurusan, li rojava û rojhilatê bi Mesopotamya û Ecemistanê ve tê tixûb kirin […] di nav erdên wê de divêt em Şehrezûr, nişîngeha hikûmeta Kerkouk (Kerkûk), Schir (Şîrwan) û Djesireh (Cezîrê) nav bibin.

Kenny's School geography; or, Earth and Heaven, S. Kenny, London (1856: 72) Turkiye li Asyayê bi ser heft parçeyan de dihête dabeş kirin: 1. Asya Biçûk yan Anatolya, bajarên serekî Smyrna (Izmîr), Trebizond (Trabzon), Angora (Ankara) û [...] 5. Kurdistan, bajarê serekî: Kerkouk (Kerkûk) [...]

Leçons de géographie, E. Cortambert, Paris (1856: 249) Kurdistan, li vir bala xwe bidin Mussoul (Mûsilê), kavilên Nînova û Kerkouk (Kerkûkê). Ev der cihê kurdan e, ko gelekê hema bêje serbixwe ye.

La Turquie et ses différents peuples, vol II, H. Mathieu, Paris (1857: 26) Mîrnişîna Kara-Djiolan (Qereçolan) birîtî ye ji seranserê başûrê Kurdistan û bajarên mezin yên Silêmanî û Kerkûkê, ko navê wê berê Corcura (Korkûra) bû. […]

Geografia L. E. K. Gaultier'a, przerobiona i pomnożona przez jego uczniów, A. E. C. Gaultier, Lwów (1859:138) Kerkûk bajarek li Kurdystanie (Kurdistanê).

Pierer's Universal-Lexikon der Vergangenheit und Gegenwart, Vol IX, H. A. Pierer, Altenburg (1860: 437) Kerkûk, lîwayek li eyaleta turkî ya Kurdistan.

Nueva jeografía universal, José Manuel Royo, Madrid (1861: 42) […] 5.Kurdistan, c. pl. Kerkûk; 6.Iraqa-erebî, c. pls. Bagdad, Besre; […]

The royal dictionary-cyclopædia, for universal reference, vol III, T. Wright, London (1862: 384) Kerkouk/Kirkook (Kerkûk/Kirkûk), bajarekê Kurdistanê û paytextê navçeyekê, […] Li ser girekî dornişîv hatiye ava kirin, dorhêla wê bi dîwarên herî û bircan hatiye pêçan. Li bakurê wê çend kanîyin hene ko neft jê dizê.

A dictionary of the Bible, Vol III, W Smith, London (1863:1062) Sir R. K. Porter kaniyên neftê li Kirkookê (Kerkûk) li Kurdistana Jêrîn şirove dike, ko pêştir Strabo amaje pê kiriye.

Deinokrates, oder, Hütte, Haus und Palast, Dorf, Stadt und Residenz der alten Welt, J. H. Krause, Vienna (1863: 99-100) Kerkûk li Kurdistana Jêrîn li ser girekê mezin ava bûye, dora wê bi dîwar û bircan hatiye parastin.

Dictionnaire encyclopédique de la théologie catholique, Vol XXIV, H. J. Wetzer, B Velte, I Goschler, Paris (1865: 255) 6. Kerkûk, bajarê Osqofî li Kurdistanê...

A dictionary, geographical, statistical, and historical, of the various…, vol III, J. R- M'Culloch, London (1866: 84) Kerkûk (Li gor Strabo Demetrîas û li gor Ptolemeus Corcura(Korkûra)), bajarekê mezin yê Turkieya Asiyatîk li Kurdistana Jêrîn, paytextê sinceqê.

The English Cyclopaedia: Geography, Vol III, C. Knight, London (1867: 434, 435) Kurdistan – Bazirganiya li Kerkûkê, ko bazara serekî ya veberhînanê li Kurdistanê ye, pir çalak e.

Bulletin, Société archéologique et historique de Nantes et de Loire-Atlantique, Vol VIII, Nantes (1868: 231) Navê Corcoura (Korkûra) niha Kerkûk e. […] Anegorî Bescherelle Kerkûk bajarekê Turkiyeya Asyatîk li Kurdistana Jêrîn e û paytexta eyaleta Şehrezûrê ye. […]

Dictionnaire universel d'histoire et de géographie, Vol I, M. N. Bouillet, Paris (1869: 995) Kerkûk, Corcura (Korkûra), bajarek li Turkiyeya Ayatîk li Kourdistanê (Kurdistan)…

Na xebere 5698 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.