zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
07 Êlule 2016 Çarşeme 11:04

KURDISTANA BIN-KOLONÎ

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Têgeha "kolonîya navdewletî" (uluslararası sömürge) ew têgeh nîne ku bi têrî îzehkirina rewşa Kurdistanê bike. Ez di şubheyê de me ku ev têgeh qîm bike. Şubheya di vir de, ne ku derheqê "navdewletî" de, derheqê têgeha "kolonî"yê de derdikeve meydanê. Ger em vê îzeh bikin dê baş be. Têgeha kolonîyê teqabulê statuyekê dike. Yanî kolonî statuyek e. Herçiqas di têkilîyên navneteweyî de statuyeka lawaz be jî axir statuyek e. Ev tê zanîn ku statuya kolonîbûnê ji layê sazîyên navneteweyî vê tê naskirin. Îcar Kurdistan, statuyeka wê ya wisa nîne. Yanî Kurdistan kolonî jî nîne. Meriv dikare ji bo Kurdistanê têgeha "bin-kolonî" bikar bîne. Meriv dikare wisa jî bibêje: Ne ku tenê ji layê dewletekê ve, ji layê çend dewletan ve muştereken kontrolkirina welatekî karîgerî dike ku avanîyeka wisa, têkilîyeka wisa derkeve meydanê.

Hindistan kolonîya Brîtanyaya Mezin bû. Rodezyaya Bakur (Zambîya), Rodezyaya Başûr (Zîmbabwe) û Beçuanaland (Botsvana) kolonîyên Brîtanyaya Mezin bûn. Taganyika (Tanzanya) û Kenya kolonîyên Brîtanyaya Mezin bûn. Cezayîr kolonîya Fransayê bû, Kongo (Zaîre) ya Belçîkayê, Angola û Mozambîk kolonîyên Portekîzê bûn. Taybetîya van hemî nimûneyan ev e ku kolonî xwedîyê sînorên sîyasî ne. Yanî kolonî welatekî xwedîyê sînorên sîyasî ye. Dewleta kolonyalîst dizane ku di nav sînorên vî welatî de miletekî cihê dijî. Hem rêvebirên dewleta kolonyalîst hem rêvebirên welatê kolonî ji ferqîyetên etnîkî yên gelê ku li welatê kolonî, em bibêjin li Hindistanê, li Kongo yan li Angolayê ûhwd. dijî xeberdar in, wekî mînak, dizanin ku ew înglîz, fransiz, potekîz û hwd. nînin. Her du alî jî bi van ferqîyetan dizanin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di salên 1960î de, li Afrîkayê kolonî bi van sînorên xwe bûn serbixwe. Dabeşkirina Afrîkayê di salên 1880î de ji layê dewletên emperyal ve çêbûbû.

Em bala xwe bidin salên 1920î, dewra Cemîyeta Miletan. Piştî belavbûna dewleta Usmanîyan, bi Brîtanyaya Mezin ve girêdayî mandayên Îraq, Urdun û Filîstînê hatin damezrandin. Bi Fransayê ve girêdayî jî kolonîyên Sûrîye û Lubnanê hatin damezrandin. Manda jî xwedîyê naverokeka wekî kolonîyê ye. Lê di vê demê de, manda yan kolonîya Kurdistanê nehate danîn. Eger di avanîya manda yan kolonîyê de Kurdistanek bihata damezrandin dê Kurdistaneka xwedîyê sînoran hebûya. Lê em dibînin ku Kurdistan û kurd hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Û ev hemî bê daxwaz û îradeya kurdan bûne, daxwaz û îradeya kurdan bi hîç hesab kirine. Têkoşîna li ser Kurdistanê û kurdan ji layê hêzdartirîn dewleta emperyal ya wê demê Brîtanyaya Mezin û bi hêzdarîya xwe dewleta ku li dû wê tê, yanî ji layê Fransayê ve hate birêvebirin. Ev têkoşîn, li ser parçeyê Kurdistanê ku di nav erdê dewleta Usmanî de dimîne bûye. Sedemê bingehîn yê vê têkoşînê dewlemendîyên Kurdistanê ne, bitaybetî petrol e. Dewleta Usmanî û Komara Tirkîyê ku dewama wê ye jî di nav vê têkoşînê de ne. Ev tê zanîn ku Kurdistan di sedeyê 16. de, di navbera du dewletên hêzdar yên Rojhelata Naverast Împaratorîya Usmanîyan û Împaratorîya Îranê de bûye du parçe. Dîsa ev jî tê zanîn ku di çaryeka pêşîn ya sedeyê 19. de alîyên bakur yê Kurdistana ku di nav Îranê de mabû kete bin kontrola Împaratorîya Rûsan. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, di prosesa Peymana Sevrê de Kurdistan cardin hate dabeşkirin. Îcar di prosesa Peymana Lozanê de, kurd û Kurdistan, navê kurdan û Kurdistanê ji bo ku ji nav zimanan û ji dîrokê bête maliştin hatin dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Îran, Îraq, Sûrîye û Tirkîyê bûn cîranên hevûdin. Kurd û Kurdistan hatin daqurtain û helandin. Ev, dabeşkirin, parçekirin û parvekirineka wisa ye ku gelek bi îtîna tevgerîyane da ku li tu parçeyekî tu avanîyeka sîyasî ku ji layê huqûq û sazîyên navnetweyî ve tê nasîn û dikare berevanîya meseleya kurdan bike, dengê kurdan bo dinyayê rabigihîne, çênebe. Ev, operasyoneka wisa ye ku sînoran bi tevayî tune dike. Ev, tê manaya jihevdeketina îskeleta welatek û miletekî, tê manaya belavbûna mejîyê welatek û miletekî. Ji ber vana, xuya ye ku di têkilîyên navneteweyî de kurd xwedîyê dewleteka dost jî nînin. Tu dewletek derbarê Rojhelata Naverast de, derbarê meseleyên derheqê kurdan de beyan nake ku ew piştgirîya kurdan dike, nikare beyan bike. Barîkata ereb, fars û tirkan ji vê re asteng e. Em hereketa Enfalê ku di sala 1988 de, li maweyê qasî şeş mehên di navbera mehên adar û îlonê de, li Kurdistana Başûr, li Helebceyê û deverên din çêbû bînin bîra xwe. Li gorî Middle East Watch ku departmaneka Human Rights Watch e, ev jenosîdek e. Middle East Watch tekîd dike ku divê meriv hîç jê guman neke ku hereketa El-Enfalê ku li hemberî kurdan çêbûye jenosîdek e. Dîsa li gorî Middle East Watch, di dema hereketa El-Enfalê de kêmtir sed hezar kurd hatine îmhakirin. Kurd xwe dispêrin belgeyan û dibêjin ev reqem gelek bilindtir e. Meriv dikare ji raportên "Hereketa Leşkerî ya Enfalê ya li Kurdistana Îraqê" û "Li Îraqê Jenosîd, Hereketa Leşkerî ya Enfalê ya li Hemberî Kurdan" yên Middle East Watch bişopîne ku jenosîd çawa çêbûye. Di kitêba Kanan Makîya ya bi navê "Vahşet ve Sessiszlik" de, herwisa, di kitêba Kennet R. Timmerman "Ölüm Lobisi, Batı Irak'ı Nasıl Silahlandırdı" de jî jenosîda ku li Kurdistanê çêbûye bi awayekî zelal, bi teferuat, bi belgeyan tê qisetkirin. Digel vê, em bibêjin ku bo jenosîda Helebceyê, te divê ji cîhana ereban be, te divê ji dewletên musluman be, te divê ji Ewropayê be, yan te divê Amerîka be, ji layê dewletan ve tu nerazîbûnek çênebûye. Tê zanîn ku ev çekên hanê ji layê dewletên Rojavayê ve bo Sedam Huseynî hatin dayîn, hîn rastê wê, di merhaleyên cihê de, hinde dewletên Ewropayê, di vê navberê de, Yekîtîya Sovyetan bi awayekî bûn şirîkê çêkirina van çekan. Piştî ku DYA di adara sala 2003 de tedaxulê Îraqê bû û dawî li rêvebirîya Sedam Huseynî anî, hingê dîtinên ku herî zêde ji layê çapemenîya navneteweyî ve û di derdorên sîyasî yên navnetweyî de hatin gotin ev bûn ku, "Di destê Îraqê de çekên kîmyewî tûne bûne, hêzên hevpeymanî, yanî DYA û Înglîstan her kesî xapandin…" Gelo çima nabînin ev çekên hanê di salên 1980yan de li hemberî kurdan bi xurtî û bi tundî hatin bikaranîn, ev proses nayê dîtin?

DYA dostê kurdan yan şirîkê kurdan filan nîne. Sedemê bingehîn ku DYA li Îraqê ye petrol e, kanên petrolê ne. Sedemê bingehîn yê têkoşîna DYA bi rêvebirîya Sedam Huseynî re, herwisa ji bo ruxandina vê rejîmê dest bi şer kirinê, ev e. Kurdên Kurdistana Başûr ji bo ku riya xwe vekin şîyan ji vê nakokîyê sûd wergirin. Yên ku dixwazin kurd bi Sedam Huseynî re li hemberî DYA şer bikin, derbarê meseleya kurdan de, derbarê jenosîda kurdan de xwedîyê tu agahîyekê nînin. Kurd ji bo ku riya xwe vekin dikarin ji DYA alîkarî jî bixwazin, dikarin hinde prensîbên xwe yên bingehîn muhafeze bikin û bersivên erênî bidin hinde daxwazên DYA yên maqul jî, hemî ev e. Lê behsa şirîkatîyeka di navbera DYA û kurdan de kirin, hela mebêjin ku behsa şirîkatîyeka stratejîk kirin, pir xelet e. Di navbera dewletek ku ji layê ekonomî, sîyasî û leşkerî ve wekî dewleta herî xurt ya dinyayê tê qebûlkirin û gelek ku hîn di sazîyên navneteweyî de navê wî jî nehatîye nivîsandin de şirîkatî nabe. Şirîkatî di navbera dewletên ku ji layê têkilîyên hêzdarîyê ve wekhev in de saz dibe. Ger ev jî neyê ji bîrvekirin dê baş be: Hêza herî girîng ku piştgirîyeka xurt û zêde dide terora dewletê DYA bi xwe ye.

Wekî dewlet dostên kurdan tune ne lê li Ewropayê, li Amerîkayê, li çar alîyên dinyayê entelektuelên gelek hêja hene ku dixwazin meseleya kurdan fêm bikin, têbigihên. Wisa dixuye ku li van salên dawîn hejmara van entelektuelan zêdetir dibe.

Parçebûna welat û miletî, ji nav çûyîna sînoran têgeha welatî ya di hişê însanan de jî maliştiye. Ez di wê qenaetê de nînim ku kurd hay jê hebin bê hela di vê prosesê de felaketeka çawa bi serê wan de hatiye, çawa kincên lanetî li wan hatine kirin. Jinavbirina sînoran bi xwe re belavbûna hiş û zihnê kurdan jî bi xwe re anîye.

Derheqê meseleya sînoran de carînan îtîrazên wisa dibin, dibêjin "Kurdistan jixwe dewletek nebû…", "Di dîrokê de dewleteka bi navê Kurdistanê hîç nebûye…" Ev têgihiştineka gelek xelet e. Helbet meriv dişê bi têgehên zanist û sîyasetê munaqeşe bike ku gelo di dîrokê de dewleteka kurdan, federasyoneka kurdan hebûye yan na. Em bibêjin ku nîne. Yanî eger em bibêjin di dîrokê de dewleteka kurdan tune bûye, qey divê niha jî tune be? Fikrekî wisa ji layê mentiqî ve xelet e. Çimkî lêgerîna azadîyê daxwazeka gerdûnî ye. Lêgerîna azadîyê, jîyîna azad, têkoşîna bêdawî ya însanîyetê ye. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de li Afrîkayê qasê 4-5 dewlet hebûn. Lê îro ji 50 zêdetir in. Di dîrokê de dewletên mîna Gana, Senegal, Togo, Benîn, Ruanda, Burîndî, Çad, Somalî, Cîbutî, Erître, Gîne Bîsseau hebûn? Lê îro hene. Û ev dewletên hanê endamên Neteweyên Yekbûyî ne. Di dîrokê de dewletên mîna Urdun, Kuweyt, Qetar û Bangladeş hebûn?

Statuko di salên 1920î de hatiye danîn û bûye mayende. Yên ku statukoyê pêkanîn, dewletên hêzdar yên emperyal yên wê serdemê Brîtanyaya Mezin û dewleta emperyal ya duyem Fransa ne. Herwisa Tirkîyeya ku di şûna dewleta Usmanî de hate danîn û cihê wê girt û Îran in. Yekîtîya Sovyetan hêzeka girîng e ku vê statukoyê diparêze. Hêzên ku Kurdistanê kontrol dikin û li ser Kurdistanê desthelat in, ji bo ku statuko eynen dewam bike bihevûdin re di nav têkilî û hevkarîyên xurt de ne. Em hewl didin bibêjin, ji ber van hemî tiştan Kurdistan kolonî jî nîne, neşîyaye bibe. Ev têkilîyên hanê ancax bi têgeha bin-kolonîyê îfade bibin. Eger Kurdistan jî wekî yên ku li jor navê wan hate hejmartin bibûna manda yan kolonî hingê dê wekî kolonîyên din mîna dewleteka serbixwe derketena ser sehneya navneteweyî.

Di huqûqa dewletan de rewşek ku bi navê "îlhaq"ê tê pênasekirin jî heye. Îlhaq çêlî rewşeka wisa dike ku, em bibêjin, di netîceya şerekî de, erdek ku sînorên wê dîyar in, dewleta serketî vî erdî daxilê sînorên xwe dike. Wekî nimûne, di netîceya şerê Ereb-Îsraîlê de ku di 5-8 hezîran 1967 de çêbû, Îsraîlê herêma Girên Golan yên Sûrîyeyê dagîr kir. Îsraîlê di sala 1981 de biryara îlhaqkirina Girên Golan ku dagîr kiribû girt. Îsraîlê di sala 1967 de, di dawîya şerê Ereb-Îsraîlê de ji Urdunê jî Qudsa Rojhelatê girtibû. Qudsa Rojhelatê jî di meha temmuzê ya sala 1980 de bo Qudsa Rojavayê yanî bo Îsraîlê hate îlhaqkirin. Di rewşa îlhaqê de tiştê girîng ev e: Erdek ku sînorên wî dîyarkirî ne, pêşî bi şer tê dagîrkirin. Ev erdê ku hatiye dagîrkirin, hîn paşê, li gorî rewşa navneteweyî, daxilê sînorên dewleta serketî tê kirin. Tekîd dibe ku ew erd êdî yê dewleta serketî ye. Biryara îlhaqê dibe ku ji layê dewletên sêyemîn ve neyête naskirin. Îcar di rewşa kurdan û Kurdistanê de ji ber ku sînor nehatine dîyarkirin, ji ber ku wekî parçeyek erdê ku sînorên wî dîyar in nehatiye îfadekirin, naşibê rewşa îlhaqê jî. Di huqûqa dewletan de yekîneyên mîna dewleta di bin hîmayeyê de, yanî dewleta tabi', herwisa welatê ku dewlet hesab nabe lê xwedîyê statuyeka taybet jî hene. Herçendî gelek nizim be jî dîsa statuyeka van hemîyan heye. Wekî nimûne, Misir heta sala 1954, Tunus heta sala 1956, Fas heta sala 1956 dewletên di bin hîmayeyê de bûn. Di van salan de Misirê ji Înglîstanê, Tunusê ji Fransayê, Fasê ji Spanyayê serxwebûna xwe girt. Ji welatên Xelîcê Behreyn, Emaretên Yekbûyî yên Ereb û Qetar heta sala 1971, Kuweyt heta sala 1961 dewletên di bin hîmayeya Înglîstanê de bûn. Brunei di sala 1984 de ji Înglîstanê, Tonga di sala 1974 de ji Hollandayê, Giravên Maldîvê di sala 1965 de ji rêvebirîya Înglîstanê serxwebûna xwe bi dest ve anîn. Îro ev hemî dewletên serbixwe ne, dewletên hukimran in. Endamên Neteweyên Yekbûyî ne. Andorra hîn îro jî di bin hîmayeya Spanya û Fransayê de ye, San Marîno di bin hîmayeya Îtalyayê de ye, Monako di bin hîmayeya Fransayê de ye. San Marîno endamê Yekîtîya Ewropayê ye, di Yekîtîya Neteweyan de jî xwedîyê statuya çavdêrîyê ye. Liechtenstein dewleteka hukimran e, endamê Yekîtîya Neteweyan e. Andorra teqrîben bi qasî 50 hezar, San Marîno bi qasî 25 hezar, Monako bi qasî 30 hezar, Liechtenstein jî bi qasî 30 hezar nufûsî ye.

Statuya van hemî dewletan heye. Bi carekê, ji bo ku dewlet in xwedîyê statuyê ne. Endamên Neteweyên Yekbûyî û endamên sazîyên din yên navneteweyî ne. Îcar kurd û Kurdistan, xwedîyê tu statuyê nînin, tune têne hesibandin, ji nedîtî ve tên. Sedemê bingehîn yê bêstatubûnê ev e, wekî welatek yan erdek ku sînorên wî dîyar in, nehatiye fikirîn. Ji ber ku kurd û Kurdistan tune hatine hesibandin, bi awayê fiîlî jî bi mueyîdeyên gelek tund ku tunekirinê bo xwe kirine ramanc re rû bi rû ne. Ev, mueyîdeyên navneteweyî ne. Polîtîkayên cur bi cur ku dewletên cihê bi cihê li Kurdistanê tetbîq dikin hîn jî meşrûîyeta xwe ji zordarîyê, ji şîdetê digrin. Polîtîkaya "Eger kurd derbarê xwe de mafan bixwazin, mafên taybetî bixwazin, em ê wan bi çekan bipelêxin…" polîtîkayeka bingehîn e.

Mijareka wekî vana ya huqûqa dewletan jî şeklê îktîsaba welatî ye. Di vir de jî behsa proseseka wisa dibe, erdek ku sînorên wî dîyarkirî ne û bi awayek ji awayan daxilê erdên dewletekê tê kirin. Ji ber ku kurd û Kurdistan ji nedîtî ve tên, tune têne hesibandin, lewre nebûne mijara peywendîyên wisa jî. Têgeha kolonîyê neşê peywendîyên wisa, yanî peywendîyên ji nedîtî ve hatinê û fiîlen tunekirinê îfade bike. Dibe ku têgeha bin-kolonîyê bikare van peywendîyan îzeh bike.

Kurd û Kurdistan di naverasta Rojhelata Navîn de cih digrin. Dîroka kurdan gelek ji nêzîk ve bi dîroka Îraq, Îran, Tirkîye û Sûrîyê re, yanî bi Rojhelata Naverast re têkildar e, di nav hev de ne. Dema ku ev dîrok bête vekolandin divê peywendîyên bi asûrî-suryanîyan re jî ji ber bala meriv dûr neyên girtin. Ev rastîyek e ku asûrî û suryanî jî bêwelat, bênasname hatine hiştin. Di van geşedanan de, bêguman divê derbarê Rojhelata Naverast de polîtîkayên dewletên emperyal yên mîna Brîtanyaya Mezin, Fransa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsyaya Qeyserî, Yekîtîya Sovyetan û hîn li dû wê rêvebirîya Rûsyayê ji ber bala meriv dûr nebin.

Di peywendîyên kolonî-kolonyalîst de tiştê girîng ev e ku dewlemendîyên sirûştî bo welatê metropol bêne veguhêztin. Lê polîtîkaya bingehîn ku li hemberî bin-kolonîyê tê meşandin asîmîlasyon e. Tundîya tetbîqkirina asîmîlasyonê fehma miletbûnê û fehma welatî helandiye, maliştiye. Di kurdan de lawazîya hîsên neteweyî dîyardeyeka wisa ye ku meriv dişê teqîb bike û bibîne û tesbît bike. Îcar fehma welatî yekcar sifir e, di bin sifirê de ye. Dihat hêvîkirin ku têkoşîna gerîlayan di van mijaran de fehmeka tendurist pêş ve bibe lê ev hêvî nehatiye cih.

Te divê di dema Cemîyeta Miletan de be yan te divê di dema Yekîtîya Neteweyn de be, gelek peymanên navneteweyî, gelek eqdnameyên navneteweyî hatine girêdan ku mafên merivan û azadîyan tînin rojevê, va mafan diparêzin û pêş ve dibin. Lê kurd û welatê wan Kurdistan bi hêza zordarîyê tê birêvebirin. Dibêjin "Ev meseleya min a navxweyî ye, ev meseleya asayîşê ye" û li dijî daxwazên kurdan yên maf û azadîyê teroreka tund ya dewletê tînin rojevê, daxwazên wan yên azadîyê bi terora dewletê têne çewsandin. Ji bo dewletên ku beşdarê van peyman û eqdnameyên ku di çarçeweya huqûqa navneteweyî û rêxistinên navneteweyî de hatinê pakanîn û ragihandin bûne jî ev rewş wisa ye, ji bo dewletên beşdarî bo van rêxistinan nekirine, ev peyman û eqdname îmza nekirine jî rewş her wisa ye.

Ev têkoşîna dabeşkirina li ser kurdan û Kurdistanê divê bi têgehên zanistên sosyalî û sîyasetê bêne vekolandin. Divê bi teferuat bête vekolandin ku Kurdistan û kurd çima hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Ev, ne ku bi endîşeya ji polîtîkaya rojane re bibe bingeh, na, ji bo ku bûyereka dîrokî ku xwestine veşartî bimîne, xwestine di tarîtîyê de bihêlin, ji bo ku ev bûyer derkeve ber ronahîyê, divê bête vekolandin. Yek ji nuqtayên girîng yên hereketkirina zanistê meraq e. Gelo dabeşkirin, parçekirin û parvekirina Kurdîstanê bûyereka wisa nîne ku meraqa merivî celb bike? Gelê ku bûye armanca polîtîkayeka wisa, gelekî xwedî zeafîyet e, zeafîyetên wî pir in. Divê ji layê antropolojîkî û komaleyateîyê ve ev zeaf jî bêne vekolandin. Ev tê zanîn ku polîtîkayên emperyalîzmê û kolonyalîzmê bi tarîfa "dabeş bike û îdare bike" têne qisetkirin. Ev têgeh bi têra qisetkirina peywendîyên bin-kolonîyê nake. Têgeha bingehîn ku dikare bin-kolonîyê qiset bike, têgeha "dabeş bike-îdare bike-tune bike" ye.

Di salên 1970yan de, di salên 1980yanê de ji bo Afrîkaya Başûr digotin "nîjadperesttirîn dewleta dinyayê". Polîtîkaya Apartheid xwe dispart zihnîyeteka mîna "hûn naşibin me, hûn mekevin nav sipîyan, li cihên din bijîn…" Ji bo vê, sehayên fireh ku jê re digotin Bantustan û dora wan bi têldirîyan hatibûn pêçan hebûn. Xelqê xwecihî li van deran ji layê xizmetên wekî xanî, rê, av, elektrîk, kanalîzsyon, perwerde û tenduristîyê ve di nav şertên xirab de dijîyan, lê di jîyana wan de otonomîya navxweyî hebû. Lê polîtîkaya ku li ser kurdan tê sepandin bi vî şeklî ye: "Hûn mecbûr in bi me re bijîn, ji bilî ku hûn bi me re bijîn wekî din tu alternatîfeka we nîne, lê divê hûn bişibin me û wisa bijîn, divê hûn tiştên wekî ev zimanê min e, ev kultura min e ûhd. ji bîr ve bikin…" Evê duduyan li gorî qenaeta min nîjadperestîyeka gelek girantir e. Axir li destpêka salên 1990î, sîstema sîyasî ya li Afrîkaya Başûr xwe nerm kir, serokê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê Nelson Mandela di hilbijartinên sala 1994 de wekî serokkomar hat hilbijartin. De Clerkê lîderê rêvebirîya sipîyan ku Nelson Mandelayî 27 sal di zîndanê de hiştibû, bû cigîrê serokkomarî. Ev geşedaneka gelek girîng e ku bi me nîşan dide sîstema sîyasî ya "nîjadperestrîn dewleta dinyayê" Afrîkaya Başûr çawa dikare xwe nerm bike. Lê li dewletên ku kurdan bi awayekî muşterek di bin kontrolê de dihêlin îdeolojîya resmî hîç naguhere. Peyendîyên komelayetî û sîyasî ku her rojê diguherin, kultura sîyasî ku her roj pêş ve diçe û hêvîyên sîyasî ku her roj zêdetir dibin, xeyret dikin ku bi îdeolojîyeka resmî ya ku hîç naguhere di bin çewsandinê de bihêlin. Di vê prosesê de terora dewletê jî zêdetir dikin. Ger ev prosesên hanê bêne vekolandin dê derheqê kurdan û derheqê Afrîkaya Başûr de zanîna me zêdetir bibe.

Divê peywendîyên tirk-kurd-ereb-înglîz-fransizan yên di navbera sala 1919 û 1921 de, di maweyeka qasê sal û nîvekê de, yanî maweya ji dawîya sala 1919an heta bi destpêka sala 1921ê, baş bêne vekolandin. Ev pirsên hanê dikarin ji bo lêkolîneran bibin nuqteya destpêkirinê: Brîtanyaya Mezin digel ku li hemî kolonîyên xwe rêvebirîyên otonom danîne, gelo çima li Kurdistana Başûr rêvebiriyeka otonom dananî, çima neşîya dayne? Digel ku di dema Peymana Lozanê de, te divê piştî sala 1932 be, derbarê danîna rêvebirîyeka kurdan de hinde dîrektîfên Cemîyeta Miletan jî hene.

Çavdêrîyeka wisa jî dikare ji bo lêkolîn û lêgerînan bibe nuqteya destpêkê, bibe dînamîka teşwîqê yan meraqek: Ji dawîya sedeyê 19. û vir de, li Îstanbulê rojname û kovarên kurdî dest bi weşanê kirin. Di sala 1898 de rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê kir. Di sala 1908 de rojnameya Kurd Tewun we Teraqî Cemîyetî Kurd Tewun we Teraqî Qezetesî weşîya. Rojnameyeka din ku di sala 1908 de weşîya jî Şerq we Kurdistan bû. Di sala 1913 de piştî girtina weşana organê ya Hêvî Cemîyetî Rojî Kurd, îcar Hetawî Kurd hate weşandin. Rojî Kurd û Hetawî Kurd weşanên organê yên mehane bûn. Kovareka din ku di sala 1913 de hate weşandin jî Yekbûn bû. Di sala 1918 de kovara Jîn, di sala 1919 de kovara Kurdistanê hate weşandin. Di sala 1919 de bi navê Jîn rojnameyeka kurdî hate weşandin. Yên ku ev rojname û kovar diweşandin, dibe ku li Cağaloğluyê, dibe ku li apartamên ku organên weşanê yên Îttîhad we Teraqqî, Hurrîyet û Îtîlaf yan jî yên Quwayî Mîllîyeyê bi hev re diman. Ev buro dibe ku di eynî apartmanê de, li qatê ser yan li qatê binî, yan jî di eynî qatê de li dayreyên li hemberî hev bûn. Yanî îhtîmaleka mezin e ku ji layê rojnameger û nuserên tirk ve, ji layê mamostayên Darulfunûnê û ji layê sîyasetmedarên tirk ve dihatin dîtin, dihat zanîn. Ev rojnameger û nuser, ev muderisên tirk, herî kêm dibe ku van kovarên tirkî girtine destê xwe, bala xwe dane ser, rûpelên wan di ser hev de qelabtine. Ev jî tê zanîn ku ev rojname û kovarên ku li Îstanbulê hatine weşandin, bo Kurdistanê, bo bajarên ku kurd têde dijîn, em bibêjin bo bajarên mîna Silêmanîye, Kerkûk, Diyarbekir, Sêrt, Wan, Bidlîs û Mûşê hatine şandin, ev rojname û kovar li van deran hatine xwendin, hatine munaqeşekirin. Îcar piştî îlankirina Komarê em çi dibînin? Hebûna neteweyî ya kurdan, wekî ziman hebûna kurdî tê înkarkirin. Bi Teza Dîrokê ya Tirk re, bi Teorîya Zimanê Rojê re ku di salên 1930î de têne pêkanîn ev înkar şeklekî sîstematîk digre. Êdî dibêjin miletek bi navê kurd û zimanek bi navê kurdî tune ne, kurd tirk in, yek ji êlên kurdan e ku ji Asyaya Navîn hatine, kurdî zimanekî serbixwe nîne, dîyalekteka prîmîtîv ya zimanê tirkî ye. Hewl didin ku van dîtinan îsbat bikin. Di nav yên ku vî fikrî derdixin pêş û vê înkarê dikin şeklekî sîstematîk de rojnameger, nuser, sîyasetmedar, profesorên Darulfunûnê û profesorên unîversîteyan ku layengîrên Îttîhad we Teraqqî, Quwayî Mîllîyeyê, Hurrîyet û Îtîlafê jî hene. Ev nuser, rojnameger, sîyasetmedar, profesorên Darulfunûn û unîversîteyan ku dibînin û dizanin ku di çaryeka pêşîn ya sedeyê 20. de kovar û rojnameyên kurdî derdikevin, ev têne xwendin û munaqeşekirin, ev rojname û kovar bo bajarên mîna Bidlîs, Mûş, Diyarbekir, Sêrt, Wan, Hekarya, Silêmanîye, Kerkûk û Mûsilê têne şandin, êdî hewl didin ku îsbat bikin kurd û zimanê kurdan tune ne, her kes tirk e, zimanek bi navê kurdî nîne, ev "zimanê prîmîtîv" zimanê nivîsînê nîne. Di demeka wisa kurt de, şikestineka wisa ya di raman û hîsan de çawa çêdibe? Eger ev proses bi delîlên dewlemend yên pêkhateyî bête vekolandin ku îdeolojîya resmî çawa çêbûye, sîstema desthelatîya tirkan çawa cîbicî bûye, muhtewayeka çawa dane zanistên sosyalî û çapemenîyê, peywendîya van hemîyan çawa bi meseleya kurdan re heye, ger ev mijar bêne vekolandin, dê me bikin xwedîyê zanînên dewlemend. Em bala xwe bidin salên 1940î, 1950yî, 1960î û dewama wan. Piranîya kurdan jî helwêstek ku vê dîtina resmî tesdîq dike nîşan didin. Ev tê dîtin ku raman û hisîyatên beşeka girîng ya kurdan di vê îstîqametê de dimeşe. Ger bête vekolandin ku ev proses jî çawa çêbûye, dê zanîna me zêdetir be. Ev hemî ji nêîk ve bi pirsa "Komarê çi da kurdan" ve jî eleqedar e.

Di prosesa lêkolîna derbarê vê mijarê de çevdêrîyek û di çarçeweya vê çavdêrîyê de jî divê pirseka wisa hebe: Li dinyayê qasî 200 heb dewlet hene, li dora 190 hebên vana endamên Neteweyên Yekbûyî ne, nufûsa gelekê van dewletan ji mîlyonekî kêmtir e. Dewletên ku nufûsa wan ji sed hezarî kêmtir, heta yên ku ji pêncî hezarî kêmtir jî hene. Firehîya hinde welatan bi qasî qezayeka Kurdistanê jî nîne. Lê kurd li Rojhelata Naverast bi qasî ji 35 mîlyonî zêdetir nufûsa xwe, bi erdê xwe yê bi qasî 500 hezar kîlometre qare fireh, xwedîyê tu statuyeka piçûçik jî nînin. Ev nîşan dide ku li Rojhelata Naverast nîzama sîyasî li ser neheqîyeka mezin a li dijî kurdan hatiye danîn. Endameka Yekîtîya Ewropayê heye: Luksemburg. Luksemburg îro ji panzde dewletên ku Yekîtîya Ewropayê pêkanîne yek e. Nufûsa wê qasî 450 hezar e. Erdê wê 4.418 kîlometre qare ye. Di biryarên Yekîtîya Ewropayê yên wekî "Dê destûr neyête dayîn ku li Rojhelata Naverast dewleteka kurd ava bibe. Dê qetîyen destûr neyête dayîn ku li Rojhelata Naverast sînorên dewletên Îran, Îraq, Sûrîye û Tirkîyê bêne guhertin…" digre, di van biryaran de îmzaya Luksemburgê jî heye. Yekîtîya Ewropayê ji bo ku bikaribe van beyanatên negatîf, van qedexeyan îlan bike, carînan dibêje "… Bila kurd jî di welatên ku têde dijîn de, di çarçeweya mafên merivan de divê bikaribin bibin xwedîyê hinde mafan…" Wekî nimûne, Luksemburg bi nufûsa xwe ya ewqas hindik, mafê dîyarkirina îstîqbala kurdên ku ji 35 mîlyonî zêdetir in çawa di xwe de dibîne? Tew ji layê din ve, di dîrokê de miletekî bi navê luksemburg, yan welatekî bi navê Luksemburg nîne. Dibe ku di navbera Fransa û Almanyayê de mîrektîyek be. Lêbelê di dîrokê de cografyayek bi navê Kurdistan heye, gelek ku bi navê kurd tê zanîn heye, têkoşîna wan ku ji bo mafên xwe yên netweyî didin û ji sed salî zêdetir dewam dike jî heye. Wekî nimûne, Luksemburg ji ber ku xwedîyê kîjan nirxan e bûye xwedîyê dewletê, û kurd digel ewçend nufûsa xwe xwedîyê kîjan kêmasîyê ne ku nebûne xedîyê statuyeka piçûçik jî? Ev, nîşan dide, bi awayekî gelek vekirî nîşan dide, bê hela nîzama navneteweyî li dijî kurdan çawa li ser neheqîyekê hatiye danîn, çawa li ser neheqîyeka gelek mezin hatiye danîn.

Ev gelek eşkera ye ku îro ji 15 endamên Yekîtîya Ewropayê nufûsa deh endaman, hîn rastê wê, Almanya, Fransa, Înglîstan û Spanya ne têde, yên din, nufûsa wan ji nufûsa kurdan a li Rojhelata Naverast gelek kêmtir e. Dema ku hejmara endamên Yekîtîya Ewropayê bigihê 25 dewletan, em Polonyayê jî daxilê wan pênc navên li jor bikin, hingê dê hejmara dewletên endam ku nufûsa wan ji kurdan kêmtir e, dê bibin 19 heb. Ji layê din ve, ev jî tê zanîn ku kurdî di nav 40 zimanên ku li dinyayê herî zêde têne axaftin de ye.

Meriv dikare bi têgehên zanist û sîyasetê vekole û bizane ku ev nîzama neheq çawa hatiye danîn, çawa bûye mayende. Çimkî ev pêkhateyên wisa ne ku sabît in, meriv dikare test bike, teqîb bike û bibîne. Lê ev ewçend hêsan nîne ku meriv neheqîyeka wisa qebûl bike. Ji vê çendê divê meriv li ser têgeha neheqîyê jî bifikire. Gelo ev neheqîya giran çawa dikare bête eşkerakirin? Nîzama navneteweyî, ew nîzama navneteweyî ku dibêjin xwe dispêre heq, huqûq û edaletê, gelo vê neheqîyê çawa qebûl dike? Divê ev babet bibe bingeha felsefeya sîyasetê jî, bibe bingeha felsefeya huqûqê jî, bibe bingeha felsefeya komelgahê jî. Manaya huqûq û edaletê çi ye, armanca wan çi ye? Manaya azadîyê çi ye, azadî çawa tê jîyandin, çawa tê parastin, çawa tê pêşvebirin?

Di vê derbarê de unsûreka din ku dê zanîna me zdetir bike jî, wekî nimûne, bi hev re helsengandina polîtîkaya Tirkîyê ya derbarê kurdan de û polîtîkaya Tirkîyê ya derbarê Qibrîsê de ye. Tirkîye ji bo 180 hezar tirkên ku li Qibrîsê ne dewleteka serbixwe dixwaze. Dixwaze Komara Tirk a Qibrîsa Bakur ji layê dewletan ve bête naskirin. Te divê di peywendîyên xwe yên bi sazîyên navneteweyî yên mîna Yekîtîya Neteweyan, Konseya Ewropayê û Yekîtîya Ewropayê re yan te divê di têkilîyên xwe yên du-alî de tim polîtîkayeka wisa dimeşîne. Îcar derheqê Kurdistana Başûr de, tu dev ji serxwebûna kurdan berde, beyan dike ku li dijî federasyona wan be jî. Û te divê di têkilîyên xwe yên li hundir yan yên li derve de, bêyî ku rastê tu îtîrazekê bibe, vê polîtîkaya xwe dimeşîne. Ûcar kurd, li Kurdistana Başûr bi qasî 4 yan 4 mîlyon û nîv hene. Ger meriv van her du helwêstên Tirkîyê ku bi hev re di nav nakokîyê de ne, binirxîne, dê derbarê sîstema desthelatîya tirkan de, derheqê kurdan de zanîna me dewlemendir bibe.

Di vê prosesê de çavdêrîyeka balkêş jî ev e: Serokê Partî Demokratî Kurdistan Mesud Barzanî û serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Celal Talebanî ji destpêka salên 1990î vir de têne Tirkîyê û diçin. Ev lîderên kurdan çawa ku ji firokeyê peya dibûn, hîn ku li meydana firokeyan e, rastê pirsên rojnamegerên tirkan dihatin. Li ser van pirsan, lîderên kurdan bersivên mîna "Em Kurdistaneka serbixwe naxwazin, em berevanîya yekpareyîya erdê Îraqê dikin. Dewleta kurdan ya serbixwe ji bo kurdan jî baş nîne…" didan. Lîderên kurdan bitaybetî di maweya ku li Tirkîyê diman de beyanatên wisa tim didan. Lêbelê di eynî demê de li Asyaya Naverast komarên tirkan hîn nuh gihabûn serxwebûna xwe. Ji bo pîrozkirina serxwebûna van komaran merasîmên cur bi cur dihatin tertîbkirin. Wekî nimûne, dema ku serokdewletê Qirxizîstanê dihat Tirkiyê, yan dema ku serwezîrê tirk yan serokkomarê Tirkîyê diçû Tirkmenîstan yan Uzbekîstanê ev merasîmên hanê tim li ser ekranên televîzyonan dihatin weşandin. Lîderan dîyarîyên serxwebûnê bo hev dikirin dîyarî. Sondên mîna "Serxwebûn û desthelatdarîya Tirkmenîstanê/Uzbekîstanê dê heta bi heta dewam bike…" dihatin xwendin. Ji bo tirkan, ji bo komarên turkî yên li Asyaya Naverast serxebûn nirxeka pozîtîf bû. Lê kurdan, a di van deman de jî, digotin em dewleteka serbixwe ya kurdan naxwazin, jixwe serxwebûn ji bo kurdan baş nîne. Tenê tirkên li Asyaya Naverast? Ji Çeçenîstanê heta bi Filîstînê, ji Tîmora Rojhelatê heta bi Tamîlan, ji Erîtreyê heta Etayê, hemî gelan ji bo ku bigihên van nirxan mucadele nedikirin? Divê meriv vê gotina kurdan çawa bihelsengîne? Gelo li dinyayê gelekî din ku serxwebûnê naxwaze, dibêje "serxebûn jixwe bo me baş nîne…" heye? Ev, meraqeka hêjayî baldarîyê nîne? Ev jî tê zanîn ku lîderê PKK Abdullah Öcalan jî tim gotinên wekî vê dibêje. Gelo lîderên kurdan çima helwêsteka wisa nîşan didin? Vekolandina van gotinan jî dikare bo lêgerîn û lêkolînên derheqê kurdan de bibe destpêka hereketê. Vekolandina gotinên wisa dê derheqê kurdan de zanîna me zêdetir bike. Ev kêşe û kêşeyên wekî vê, ger ji nedîtî ve bên, ji nezanînê ve bên, heta ku ev pirsên hanê bêbersiv li meydanê bimînin, derheqê kurdan de lêkolîn û lêgerînên tendurist dê neyêne kirin.

Dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê rewşeka wisa bi xwe re anîye ku daxwazên maf û azadîya kurdan di çarçeweya terorê de bêne nirxandin. Ji bo çewsandina daxwazên maf û azadîyê, daxwaza jîyîna wekî însanan terora dewletê bi awayekî tund û belavbûyî hatiye zêdekirin. Ev jî tê dîtin ku sazîyên navneteweyî yên mîna Yekîtîya Neteweyan, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê û Teşkîlata Ewlehî û Hevkarîyê ya Ewropayê dibêjin em li dijî terorê ne û bi vî awayî piştgirîyêka bêsînor didin terora dewletê. Wekî nimûne, yên ku dixwazin têkoşîna maf û azadîyê fêm bikin, têbigihên, yên ku rexne li terora dewletê digrin wekî "terorîst", wekî "kesên ku piştgirîya terorê dikin" têne nirxandin. Sakharov entelektuelekî wisa ye, neheqîyên ku li kurdan dibin û janên ku kurd dikêşin ferq kirine û hewl dide ku di çarçeweya sazîyên navneteweyî de behsa vana bike. Lêbelê xelata ku li ser navê Sakharovî hatiye danîn ji bilî veşartin û nixaftina piştgirîya bêsînor ku bo terora dewletê tê dayîn wekî din tu fonksîyoneka xwe nîne.

* * *

Kitêba bi navê "Devletlerarası Sömürge Kürdistan" (Kolonîya Navneteweyî Kurdistan) di sala 1990î de neşr bibû. Çawa ku me li jor bi kurtî behs kir, pêkhate û peywendîyên pêkhateyî bi me didin nîşan ku ji bo qisetkirina Kurdistanê têgeha "kolonîbûna navneteweyî" qîm nake. Me gotibû şubheya di vir de, ne ku derheqê "navdewletî" de, derheqê têgeha "kolonî"yê de derdikeve meydanê. Em hewl didin ku bibêjin Kurdistan kolonî bîle nîne, neşîyaye bibe kolonî jî. Meriv dikare ji bo kurdan û Kurdistanê têgeha "bin-kolonî"yê bikar bîne. Têgeha "kolonî" û têgeha "bin-kolonî" têgehên ji hev cihê ne. Ev têgeh teqabûlê pêkhateyên cihê, teqabûlê peywendîyên pêkhateyî yên ji hev cihê dikin. Ev cihêbûnên çendanîyê nînin, cihêbûnên çawanîyê ne. Êdî em dişên van cihêtîyan bi pêkhateyên dewlemend têbigihên. Prosesên cur bi cur van cihêtîyan nîşan didin. Ev jî girîng e ku divê hisîyat û tefekura însanên kolonîyê û însanên bin-kolonîyê bêne tehqîqkirin. Însanên kolonîyê qismen xwe û neyarên xwe çawa dibînin, çawa dinirxînin? Armancên însanên kolonîyê çi ne, li hemberî bûyeran çi hîs dikin, çi difikirin? Însanên bin-kolonîyê xwe û neyarên xwe çawa dibînin, çawa dinirxînin? Armancên însanên bin-kolonîyê çi ne? Însanên bin-kolonîyê li hemberî bûyeran çi hîs dikin, çi difikirin? Em dikarin vana bi delîlên dewlemend yên pêkhateyî têbigihên û eşkera bikin.

Em dikarin li vir behsa helwêst û reftarîyeka balkêş bikin. Însanên kolonîyê azadî û serxwebûnê difikirin, ji bo vê mucadele dikin. Îcar însanên bin-kolonîyê têgeheka wekî "birayetîyê" îcad dikin, dibêjin "Em bira ne, ev hezar sal in em bi hev re dijîn…" Dibêjin em tu tiştekî naxwazin, tu problemeka me ya wekî sînoran nîne. Dibêjin sînor jixwe rabûne. Xapandina kurdan çiqas hêsan e. Di dawîya sedeyê 19. de hejmara dewletên li dinyayê li dora 25 bû. Lê îro li dora 200î ye. Sînor winda bûne, winda dibin? Her kes bi nasnameya xwe nabe endamê sazîyên navneteweyî?

* * *

Ger em bi kurtî behsa dozên ku derheqê kitêba "Devletlerarası Sömürge Kürdistan" (Kolonîya Navneteweyî Kurdistan) de vebûne bikin dê baş be. Meriv dişê bi kurtî wisa behsa geşedanên derheqê vê babetê de bike:

1.Kitêb cara yekem di sibata 1990î de li Îstanbulê ji layê Alan Yayıncılık ve hatiye weşandin. Di demeka kin de derheqê kitêbê de biryara berhevkirinê hatiye dayîn û belavkirina wê hatiye qedexekirin. Di adara 1990î de, li Dadgeha Ewlehîya Dewletê (DGM) ya Îstanbulê ya bi Numre 2 doz vebûye. (Esas No: 1990/143) Doz derheqê nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û weşanger Ayşe Zarakolu de hatiye vekirin. Doz ji maddeya 142/3 ya Qanûna Cezayê ya Tirkan (TCK) vebûye.

2. Dema ku dozê dewam dikir, di roja 12.04.1991 de, Qanûna Têkoşîna bi Terorê re ya bi numre 3713 kete kar. Maddeya 142 ya Qanûna Cezayê ya Tirkan (TCK) ji kar hate rakirin. Li ser vê yekê, Dadgeha Ewlehîya Dewletê (DGM) ya Îstanbulê ya bi Numre 2, bi biryara 1990/143 Esas ya bi numre 1991/353 ya roja 04.06.1991, ji bo kitêbê biryara beratê da.

3. Li ser vê biryarê kitêb li Anqarayê, ji layê Yurt Kitap-Yayın ve ji nû ve hate neşrkirin. Derheqê kitêba "Devletlerarası Sömürge Kürdistan" (Kolonîya Navneteweyî Kurdistan) ku ji nû ve hate weşandin de îcar ji layê Dadgeha Ewlehîya Dewletê (DGM) ya Anqarayê ve biryara berhevkirinê hate dayîn. Belavkirina kitêbê hate qedexekirin. Di roja 16.01.1992 de, ji layê DGM ya Anqarayê ve bi biryara "Esas No: 1992/4" derheqê kitêbê de doz hate vekirin. Doz derheqê nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û weşanger Ünsal Öztürkî de hate vekirin. Doz li gorî maddeya 8. ya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re ya bi numre 3713 hate vekirin. Kitêba "Devletlerarası Sömürge Kürdistan" (Kolonîya Navneteweyî Kurdistan) êdî di çarçeweya têgeha "tawana terorê" de hat nirxandin.

4. Di eynî dadgehê de derheqê kitêbên din yên Îsmaîl Beşîkçî de ku ji layê Yurt Kitap-Yayınê ve hatine weşandin jî doz hatin vekirin. Ev doz paşê di eynî dosyayê de (Esas No: 1991/128) hatin komkirin, di bin navê dozên komkirî de dewam bûn. Doza kitêba "Devletlerarası Sömürge Kürdistan" (Kolonîya Navneteweyî Kurdistan) jî daxilê eynî dosyayê kirin. Piştî hinde merhaleyan DGMya Anqarayê di roja 30.06.1994 de, bi biryara numre 1994/91 ya Esas 1994/67 ji bo Îsmaîl Beşîkçî deh sal û çar meh cezaya giran a zîndanê û 416 mîlyon û 666 hezar TL cezaya giran a pareyan, ji bo weşnger Ünsal Öztürkî jî 31 sal cezaya zîndanê û 516 mîlyon 666 hezar TL cezaya giran a pareyan hate birîn.

5. Di çarçeweya têkilîyên bi Yekîtîya Ewropayê re, Tirkîyê carînan derheqê mijara dadgehkirinên bi "tawanên ramanê" re qeleqedar de xwe mecbûr hîs kiriye ku hinde guherînên sivik bike. Wekî nimûne, di sala 1995 de, dema ku Tirkîye beşdarî Yekîtîya Gumrikê bû, hingê tanzîmkirineka wisa çêbû. Lê biryara qedexekirin û berhevkirina derheqê kitêba "Devletlerarası Sömürge Kürdistan" (Kolonîya Navneteweyî Kurdistan) û biryara qedexekirin û berhevkirina derheqê kitêbên din de tu car nehate rakirine. Di zerfa vê demê de hem cezayên derheqê nivîskarî de hem cezayên derheqê weşangerî de hatin înfazkirin. Di dozên derheqê "tawanên ramanê" de mezintirîn hêza moralê ev bû ku nivîskarî li dadgehan, di cihê cih de û di wextê wê de berevanîya kitêbên xwe, nivîsarên xwe kiriye. Di vê prosesê de nivîskarî û weşangerî bi hev re berevanîya fikrên xwe û kitêbên xwe kirine.

6. Di çarçeweya qanûnên hemahengîya bi Yekîtîya Ewropayê re de, di roja 15.07.2003 de, bi qanûna bi hejmar 4928, tenzîmkirineka nû çêbû. Bi vê tenzîmkirinê re, yanî bi paketa heftan ya hemahengîyê re, maddeya 8. ya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re ya bi numre 3713 ji kar hate hilanîn.

Beşeka mezin ya kitêb û nivîsaran li gorî vê maddeya 8. hatibûn dadgehkirin û mehkûmkirin. Piştî ku ev madde ji kar rabû, avûkatê me Levent Kanatî di roja 30.07.2003 de bi daxwaznameyekê serî li Dadgeha Ewlehîya Dewletê (DGM) ya Anqarayê ya bi Numre 1 da ku, eger derheqê van kitêban de li gorî maddeya 8. ya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re biryareka berhevkirin yan musadereyê hebe, bila ev biryar bête betalkirin.

7. Dadgehê di roja 10.12.2003 de, bi biryara 2003/1713 ya D. İş, vê daxwazê red kir. Dadgehê, ji bo vê hinceteka wisa pêş ve anî. Dibe ku maddeya 8. ya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re ji îcrakirinê hatibe rakirin. Lê ev kitêb li gorî maddeya 7. ya eynî qanûnê û maddeya 312. ya Qanûna Cezayê ya Tirkan (TCK) sûc teşkîl dikin.

Li ser îtîrazan, îcar biryara Dadgeha Ewlehîya Dewletê (DGM) ya Anqarayê ya bi Numre 2 ya roja 09.01.2004 û bi hejmara " 2004/10 D. İş" wisa ye: "Herçiqas bi hilanîna maddeya 8. ya qanûna bi hejmar 3713 ji kar hatiye hilanîn re propagandaya cîyakarîyê ji tawan hesibandinê derketibe jî û meznûn jî ji ber kitêbên ku navê wan derbas dibe ji tawana propagandaya cîyakarîyê hatiye cezakirin jî, dema ku kitêb bi awayekî giştî bêne nirxandin, li nik propagandaya cîyakarîyê li gorî qanûnên me yên ku niha îcra dibin, em di wê qenaetê de ne ku naveroka van kitêban hîn jî sûc teşkîl dike, lewre me di daxwaza derheqê kitêban de pêwîstî pê dît ku biryara redkirinê bidin." (r. 3)

Herwekî ku dixuye, Dadgeha Ewlehîya Dewletê di biryara xwe de nabêje kitêb li gorî kîjan maddeyan, li gorî kîjan qanûnan sûc teşkîl dikin. Dibêje "kitêb li gorî qanûnên me yên ku niha li kar in sûc teşkîl dikin". Eşkera ye ku ev tarîfeka fireh ya tawanê ye, tarîfeka bêsînor ya tawanê ye. Ev helwêsta hanê hîç bi prensîbên gerdûnê yên huqûqê re nagunce, şîroveyeka li dijî prensîbên gerdûnî yên huqûqê ye.

8. Biryara berhevkirin û qedexeya derheqê kitêban de, di vê navberê de biryara berhevkirin û qedexeya derheqê kitêba "Devletlerarası Sömürge Kürdistan" (Kolonîya Navneteweyî Kurdistan) de jî dewam dike. Li ser navê firehkirina azadîyan, li ser navê rakirina astengîyên li pêşîya azadîya derbirînê, ji sala 1990î vir de hinde tenzîmkirin çêbûne. Ji ber ku Yekîtîya Ewropayê dixwaze ev tenzîmkirin çêbûne. Lê ev hemî tenzîmkirin bi têra rakirina biryarên berhevkirin û qedexekirina kitêba bi navê "Devletlerarası Sömürge Kürdistan" (Kolonîya Navneteweyî Kurdistan) de û derheqê kitêbên din yên Beşîkçî û serbestberdana wan de nekirine.

Na xebere 3991 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.