zazaki.net
29 Adare 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
12 Tebaxe 2016 Îne 21:46

Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem: Asîmîlasyon Fezîlet e

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Derheqê seroka berê ya Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem (Çağdaş Yaşamı Destekleme Derneği) Prof. Dr. Türkan Saylana ku demek berê miribû nivîsarên gelek pesinkar hatin nivîsandin. Xebatên profesor Türkan Saylanê bi têgehên wekî fezîlet, hemdemî û li layê bindestan cih girtinê hatin helsengandin. Profesor Türkan Saylanê di salên 1960î, 1970yî, 1980yî de li herêmên kurdan derheqê nexweşîya cuzamê de lêgerin kirine. Di dema vê lêgerînê de hay jê bûye ku malbat zarokên xwe yên keç naşînin dibistanê. Ji bo vê li çareyan gerîyaye. Di encama lêgerîna çareyan de, di sala 1989 de Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem (ÇYDD) danîye.

Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem bitaybetî ji bo ku keçên kurdan bide xwendin dibistan û pansîyon vedike. Burs dide zarokan. Di navîna salên 2000î de bi kampanyayên mîna "Bavo min bişîne dibistanê", "Haydê keçno, werin dibistanê" piştgrî bo vê projeyê hate kirin. Xwendegehên Meskûnî yên Herêmê (YBO) çi kur çi keç hemî zarokên kurdan perwerde dikin, lê Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem hîn zêde keçên kurdan bo xwe dike armanc. Dewlet jî agahîyeka wisa dide: "Meriv zimanê dayîkê ji dayîkê fêr dibe. Ji vî layî ve, divê em dayîkên paşerojan, keçên îro ji bo tirkîtîyê asîmîle bikin." Li gorî vê agahîyê keçên kurdan di plana yekem de dibin armanc. Zarokên ku di piçûkîyê de ji mal û malbata wan têne veqetandin û li van xwendegeh û pansîyonan têne bicihkirin, di nav ziman û kultura tirkan de têne perwerdekirin, zimanê kurdî li wan tê qedexekirin, ev gelek eşkera ye ku bi vî awayî ji ziman û kultura kurdî têne dûrxistin.

Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem fikr û kirinên kampanyayên "Bavo min bişîne dibistanê", "Haydê keçno, werin dibistanê" herwekî peywendîya xwu bi kurdan tune be, ji derveyî meseleya kurdan, bêyî ku amaje bi pirsa kurdan bike îfade dike. Di vê prosesê de ji bo ku pirsa kurdan neyê bîra kesî gelek bi baldarî tevdigere. Dibêjin, Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem meyla xwe dide ser jar û bindestan. Tekîd dikin ku ev komele ji bo perwerdeya keçên malbatên jar dixebite.

Fikrê tirkan, van hewldanan wekî fezîlet dibîne. Ev gelek eşkera ye ku ev kesên jar kurd in. Lê, wekî nimûne, hîç venakolin ku kurd çima jar in.

Meriv dişê bi vî awayî pirseka girîng ji Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem û seroka wê ya berê bike. Dema ku Profesor Türkan Saylanê li herêmên kurdan ji bo nexweşîya cuzamê lêgerînan dike, hingê dibîne ku malbat zarokên xwe yên keç naşînin xwendegehê. Û ji bo ku di vî warî de çaksazîyekê bike dest bi hewldanan dike. Baş e, Profesor Türkan Saylan li herêmên ku lêgerîna cuzamê dikir, çima ferq nekir ku kurdî hatiye qedexekirin, dewlet di nav hewldanên gelek mezin de ye ku kurdan, bitaybetî jî zarokên kurdan asîmîle bike, çima ev ferq nekirin? Ma ev bûyereka gelek vekirî û eşkera ye ku, qedexkirina kurdî, dike ku ziman û kultura tirkan serwer be?

Divê meriv bala xwe bide ser ku di nav kurdan de çima jarîtî heye, çima ev feqîrtî wisa hemîşe dewam dike. Ev bûyera hanê bi axayetî û şêxayetî û eşîrtî û hwd. ve îzeh nabe. Çimkî dewlet bi xwe berevanîya van dezgeyan dike, xwîn û gîyan dide van dezgeyan. Di vê çarçeweyê de qorucutî jî dezgeyeka wisa ku dewlet bi xwe berevanîya wê dike, xwîn û gîyan didiyê. Herwisa, dezgeyên mîna Xwendegehên Meskûnî yên Herêmê (YBO), Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem (ÇYDD), Weqfa Perwerdeya Hemdem (ÇEV), kampanyayên "Bavo min bişîne dibistanê", "Haydê keçno, werin dibistanê" ji çi re dibin? Fonksîyona wan çi ye? Ev tê vê manayê ku ev dezge beşdarî bo programa asîmîlasyona dewletê dikin, tiştê ku dewlet neşê bike ew di bin navê xebata "sivîl" de dikin. Wekî rêxistinên civaka sivîl piştgirîya polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê dikin ku li hemberî kurdan tê tetbîqkirin… Tiştê tê kirin ev e. Prosesa ku jê re fezîlet, hemdemî û yarmetî bo bindestan tê gotin ev e.

Em wisa bifikirin: Di navbera salên 1985-1988 de li Bulgarîstanê li hemberî tirkên ku li wir hebûn kampanyaya guhertina navan hebû. Rêvebiriya Bulgarîstanê zorê li tirkan dikir ku dev ji navên tirkî berdin û navên bulgarî li xwe bikin. Digotin "Eger hûn navên bulgarî li xwe bikin, hûn ê di Partîya Komunîst ya Bulgarîstanê û burokrasîyê de bi lez bilind bibin. Yan na, yanî eger hûn dev ji navê tirkî bernedin, hûn ê rastê muşkileyên gelek mezin bên…" Em bibêjin ku tirkan dev ji navên xwe bernedan, navên bulgarî red kirin û ji ber vê polîtîkaya çewsandinê ya dewletê bûn jar û feqîr. Neşîyan eleqeyeka baş nîşanê zarokên xwe bidin, neşîyan wan perwerde bikin. Di tora van peywendîyan de, rêvebirîya Bulgarîstanê ev zarok berhev kirin û dest pêkir di xwendegehên ku wan bi xwe ava kirine de perwerde kirin. Dest pê kir burs da zarokan. Helbet ew perwerdeya ku ziman û kultura bulgaran esas digre, perwerdeyeka wisa ye ku ziman û kultura tirkan dide ji bîrvekirin. Gelo ev perwerdeyeka tendurist e? Ev perwerdeya hanê gelo ronîdarîyê ligel xwe tîne? Di vê perwerdeyê de fezîlet heye?

Bêguman li Bulgarîstanê ew mueyîde tetbîq nebûn. Li hemberî rexnekirin û tawanbarkirinên ku Tirkîyê û dewletên dinyayê, dezgeyên navneteweyî, rêxistinên mafên merivan kirin, Bulgarîstan mecbûr bû, paş ve gav avêt. Polîtîka û kirinên asîmîlekirina tirkan sekinîn. Îro li Bulgarîstanê eqalîyeta tirk şirîkê deshilatîyê ye. Îcar li Tirkîyê, polîtîka û kirinên derheqê asîmîlasyona kurdan de bi awayekî pêt têne dewamkirin.

Di paş ve gav avêtina bulgaran de, li nik berevanîya Tirkîyê ya bo nirxên gerdûnî, herwisa di polîtîkaya navneteweyî de, di rêxistinên navneteeyî de rola piştgirîya ku bo dewleta Tirkîyê hate kirin jî gelek mezin e. Lê di berdewamkirina polîtîkaya asîmîlasyonê ya li ser kurdan de, herwisa di jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û cografyaya Kurdistanê de roleka wan a mezin heye. Polîtîkaya wan kiriye ku komelgeyê kurdan birize, kurd bê dost bimînin, neyarên wan zêdetir bin.

Di prosesa înkarkirina kurdan û kurdî de, herwsa, şewitandin û wêrankirina gundan, texrîbkirina çavkanîyên sereke yên debara wan, bi darê zorê ji cih û warên wan rakirina bi dehhezaran malbatên kurd, bi cînayetên "faîlên wan meçhûl" tunekirina bi hezaran kesî ligel xwe jarî û feqîrîyeka zêde anîye. Li cihên ku malbat bi darê zorê ji wir hatine rakirin de av jî heye erd jî heye. Lê malbat ji ber ku nebûn qorucu mecbûr man ku wan deran terk bikin. Neşên vegerin wan deran. Li varoşên bajaran jîyaneka sefîl û muhtac dijîn. Ev e, kampanyayên "Bavo min bişîne dibistanê", "Haydê keçno, werin dibistanê" yên rêxistinên civaka sivîl yên mîna Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem û Weqfa Perwerdeya Hemdem di vê xalê de xwedîtî li van malbatên mexdûr yên kurd, li zarokên van malbatan, bitaybetî li zarokên keç dikin. Di perwerdeyeka wisa de armanca bingehîn asîmîlasyon e. Piştgirî bo kirinên asîmîlasyonîst yên dewletê ye. Di vê prosesê de fezîlet tune ye, hemdemî tune ye, rewşeka mîna piştgirîya bo bindestan jî tune ye. Çi dema ku perwerde di zimanê dayîkê de bibe ancax wê demê perwerde kêrhatî ye. Di wê perwerdeya ku kurdî qedexe dike, kurdan û kurdî tehqîr dike, kultura kurdan tehqîr dike û ziman û kultura kurdan serdest dike de hemdemî tune ye. Di warê gihîştandina zarokan de helbet perwerde dezgeyeka gelek girîng e. Ne mumkin e ku meriv li dijî perwerdeyê be. Lê ew perwerdeya ku asîmîlasyonê bo xwe dike amanc jî divê rexne lê bête girtin.

Di navbera çawanîya prosesa ku li Bulgarîstanê çêbû û polîtîkaya ku li ser kurdan tê meşandin de ferqên gelek girîng hene. Bulgarîstan welatek wisa ye ku di dawîya sedeyê 13. de ji layê Usmanîyan ve fetih bûye. Di dawîya sedeyê 19. de, di netîceya têkoşîna ji bo serxwebûnê de dewleta Bulgarîstanê hatiye damezrandin, beşek ji tirkên ku bi fetihkirinê re li wan deran hatibûn bicihkirin vegerîyan bo Anadoluyê. Piştî Şerê Balqanan yê sala 1912 ev veger zêdetir bû. Ew tirkên ku hîn jî li Bulgarîstanê dimînin, yên ku venegerîyan, ew in. Îcar kurd, ji sedeyên Berîya Îsayî, em bibêjin çar hezar sal ji Berîya Îsayî li welatê xwe, li Kurdistanê dijîn. Hatina tirkan bo Rojhelata Navîn, bo Anadoluyê jî ancax sedeyê yazdehem e. Tirk ancax hezar sal in ku li van deran e.

Li jor me behs kir ku di navbera salên 1985-1988 de li Bulgarîstanê, li hemberî eqalîyeta tirk a li wir operasyonên guhertina navan çêbûne. Li Tirkîyê, ji layê dewletê û rêxistinên civaka sivîl ve ew operasyon bi tundî hatin rexnekirin û tawanbarkirin. Dewlet, hukumet, unîversîte, organên dadgehê, meclisa Tirkîyê TBMM û medya ev operasyon bi tundî rexne kirin, tawanbar kirin. Dezgeyên wekî Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Wezareta Kulturê û Serokatîya Karûbarên Dîyanetê her tim ew rexne kirin. Partîyên sîyasî, sendîqa û dezgeyên sporê di prosesa rexnekirin û tawanbarkirinê de bi awayekî aktîf cih girtin. Ev dezgeyên hanî bi tundî li dijî wê derketin ku li Bulgarîstanê navê tirkan têne guhertin û tirk bo bulgarî têne asîmîlekirin. Rêvebiriya Bulgarîstanê bi emperyalîstîyê, bi kolonyalîstîyê, bi faşîstî, kevneperestîyê dihate tawanbarkirin. Dihat tekîdkirin ku dê tirk esla van operasyonan qebûl nekin. Hinde wezîfedarên ku dev ji navên tirkî berdabûn û navên bulgarî li xwe danîbûn bi "xayîn"îyê hatin tawanbarkirin.

Yên ku li dijî asîmîlasyona li ser eqalîyeta li Bulgarîstanê derdiketin û ji bo ku pêşî lê bigrin her tedbîrî digirtin, ji bo asîmîlasyona kurdan bo tirkîtîyê di nav hewldaneka gelek mezin de ne. Dewlet, hukumet, TBMM di vê babetê de her îmkanî bikar tîne. Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Wezareta Kulturê û Serokatîya Karûbarên Dîyanetê di vê babetê de di nav hewldanan de ne. Herwisa di vê babetê de hewldanên dezgeyên mîna unîversîteyan, organên dadgehê, dezgehên huqûqê û medyayê gelek mezin in. Rêxistinên civaka sivîl ligel dewlet û hukumetê, di eynî îstîqametê de xeyreteka mezin serf dikin. Di wê xirsê de ne, tiştê ku dewlet û hukumet neşîyaye bikin ew dikin.

Di babeta asîmîlasyona kurdan bo tirkîtîyê de bêguman xwendegeh dezgeyên gelek girîng in. Piştî rejîma cûntaya 27ê gulana 1960î  bi tetbîqkirina projeya Xwendegehên Meskûnî yên Herêmî (YBO) asîmîlasyon êdî bû kirineka sîstematîk. Di roja me de, bi Xwendegehên Sereta yên Meskûnî yên Herêmî (YİBO) ev kirin hîn kûrtir bû. Rêxistinên civaka sivîl yên mîna Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem û Weqfa Perwerdeya Hemdem, kampanyayên mîna "Bavo min bişîne dibistanê", "Haydê keçno, werin dibistanê", wekî nimûne, evên hanê, bi awayekî qetî li dijî asîmîlekirina tirkên li Bulgarîstanê, li Trakyaya Rojava, li Qibrîs, li Kerkûk ne. Ji bo ku ew asîmîle nebin her awa tedbîrî digrin. Lê ji bo ku kurd bo tirkîtîyê asîmîle bibin di nav her awa hewldanê de ne. Ev eşkera ye ku fikr û reftarîya wan de du standard hene. Gelo ji layê însanîbûnê ve divê meriv van prosesan çawa binirxîne?

Ev bûyer bi me nîşan dide ku fikrê tirkan çiqas ji pirsgirêka kurdan dûr e.

Nivîskar û roşinbîr ji pirsa kurdan xeberdar in. Lê xwe jê hemet dikin ku hinde proseyên komelayetî ligel pirsa kurd analîz nekin, pirsa kurd, dîyardeya kurd daxilê analîzê nekin. Herwekî ku pirseka wisa tune be, tevdigerin. Nivîsara Prof. Dr. Zehra İprişoğlu ya bi sernavê "Êrîşa ku bi ser Seylan û ÇYDDê ve dibe"[1] û nivîsara Prof. Dr. E. Fuat Keymanî ya bi sernavê "Hemwelatîyên Bifezîlet Namirin"[2] ji vî layî ve balkêş in.

Lêbelê hinde dîyardeyên bingehîn ji bo tirkan û ji bo kurdan manayên ji hev gelek cihê îfade dikin. Wekî nimûne, manaya Peymana Lozanê ji bo tirkan û ji bo kurdan ne yek e. Manaya Xwendegehên Sereta yên Meskûnî yên Herêmî (YİBO), Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem, Weqfa Perwerdeya Hemdem, kampanyayên mîna "Bavo min bişîne dibistanê", "Haydê keçno, werin dibistanê" ji bo tirkan û ji bo kurdan ji hev gelek cihê ne. Enstîtuyên Gundan (Köy Enstitüleri) jî ji bo tirkan û ji bo kurdan xwedîyê manayên ji hev gelek cihê ne.

03.04.2009


[1] Cumhuriyet, 21 Gulan 2009, r. 2

[2] Radikal İki, 24 Gulan 2009, r. 5

Na xebere 2539 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.