zazaki.net
27 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Tebaxe 2016 Çarşeme 13:35

KOMBÛNA SERMAYEYÊ Û AZADÎ

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

 Geşedana sermayeyê heta salên 1980yî zêdetir li bajarên wekî Îstanbul, Kocaelî, Îzmîr û Adenayê çêdibû. Lê êdî li herêmên mîna Anadoluya Navîn û herêma Deryaya Reş jî geşedan çêdibe. Meriv dişê li Rojhelata Tirkîyê jî geşedanên di warê sinaî-ticarî de bibîne.  

TÜSİAD (Komela Pîşesaz û Karsazên Tirk) bi kurtî rêxistina karsazên ku li Îstanbulê kom bibûn bû. Rêxistineka wisa bû ku li nik nihêrîna resmî disekinî, berevanîya nihêrîna resmî dikir. Pîşesazîya ku li herêmên taşra (provincial) pêş ve çû, rêxistinên wekî MÜSİAD (Komela Pîşesaz û Karsazên Musteqîl), ASİAD (Komela Pîşesaz û Karsazên Deryaya Sipî), ÇORUMSİAD (Komela Pîşesaz û Karsazên Çorumê), OKASİAD (Komela Pîşesaz û Karsazên Naverasta Deryaya Reş), DOSİAD (Komela Pîşesaz û Karsazên Anadoluya Rojhelatê), OSİAD (Komela Pîşesaz û Karsazên Ostîmê), TÜMSİAD (Komela Pîşesaz û Karsazên Tevayî) anî meydanê. Ev geşedanên hanê wekî Pilingên Anadoluyê jî têne zanîn. Ev jî tê dîtin, malê ku li van deran tê hilberandin, tê îxrackirin û ev îxracat sal bi salê zêdetir dibe. Ev proses pîşesaz û karsazên li taşrayê digihêne sermayeya navneteweyî. Beşeka gelek girîng ya îxracatê bo Ewropayê dibe.

Pîşesaz û karsazên li taşrayê exlebê xwe wekî kesên muhafezekar têne zanîn. Pêşveçûna pîşesazîyê, herwisa pêşveçûna îtxalad û îxracatê, dikin ku di vê rewşa muhafezekar de hinde nirxên Yekîtîya Ewropayê yên mîna demokrasî, mafên merivan û azadîyê jî şîn bibin.

Peywendîyên ekonomîkî bi welatên Ewropayê re, bi welatên mîna DYA û Kanadayê re dê pêş ve herin. Li gelek welatên Ewropayê, li dewletên Rojavayê hatina milî ya serê her takî zêde ye. Li van dewletan hatina milî ya serê her takî li dora 50-60 dolar e. Dema ku wisa be, ev welat, miletên van welatan dê bo berhemên ku hûn hildiberînin bibin muşterî. Îcar li welatên Asyayê, li welatên Rojhelata Navîn, li welatên Avrasyayê hatina milî ya serê her takî li dora 5-6 dolarî ye. Ev rewşa hanê dibe asteng ku ew bibin muşterîyê malê ku we hilberandîye. Li nik vê, malê ku hûn îtxal dikin jî ancax hûn ê ji van welatan bistînin.

Çimkî malê ku pêwîstîya we pê heye, makîne, makîneyên ku makîneyan hildiberînin ancax li van welatan bêne hilberandin. Ew mal û makîneyên ku pêwîstîya we pê heye ne mumkin e ku hûn ji welatên Rojhelata Navîn, Asya û Avrasyayê îtxal bikin. Ji beşeka van welatan ancax hinde madeyên xam yên pîşesazîyê yên mîna petrol, gaza siruştî û hinde madeyên xam yên din îtxal bikin.

Di bazirganîya bi cîhana Rojavayê re de qaydeyên xwe yên rûniştî hene. Hûn dizanin deyn û deyndarîya we çi ye. Hûn dizanin di wextê xwe de dê pareyê we bête dayîn. Hûn dişên li ser vî qewlî bo dahatûyê plan û projeyan çêbikin. Lê di bazirganîya bi welatên Rojhelata Navîn, welatên Asya û welatên Avrasyayê re de qaydeyên xwe yên rûniştî ewçend tune ne. Dibe ku pareyê we yê ku we li ser li hev kiriye di wextê xwe de neyê dayîn. Di van şertan de hûn neşên bo dahatûyê plan û projeyan çêbikin, eger we çêkiribin jî, dibe ku hûn neşên cîbicî bikin.

Unsûreka din ku bazirganîya navneteweyî pêş ve dibe û reqabetê çêdike hilberîna malê bi kalîte ye. Unsûreka girîng ku bazirganîya bi welatên Ewropayê re, bi welatên Yekîtîya Ewropayê re pêş ve dibe ev e.

Turîzm alîyekî girîng yê peywendîyên ekonomîkî ye. Turîstên ku têne Tirkîyê, yên ku li Tirkîyê dimînin, ji kîjan welatan, ji kîjan deverên dinyayê tên? Tursît hîn zêdetir ji welatên Ewropayê tên. Ev suriştî ye. Ji ber ku hatina milî ya serê her takî li van welatan zêde ye, lewre însan dişên ji bo geşt û gerê pare terxan bikin. Li welatên Asyayê, li welatên Rojhelata Navîn, li welatên Avrasyayê ev îmkanên însanan, yên malbatan gelek bisînor in. Ji ber van hemî hokarîyan, ev dibe îhtîmeleka hîn mezintir ku derûdorên muhafezekar peywendîyên xwe yên îtxalat û îxracatê, têkilîyên xwe yên ekonomîkî bi Ewropayê re, bi cîhana Rojavayê re çêbikin.

Li derdorên muhafezekar kombûna sermayeyê, geşedana peywendîyên ekonomîkî bi Ewropayê re, dike ku ew bi hinde nirxên Rojavayî re hevnas bibin. Di vê proseyê de fehma mafên merivan, azadî û demokrasîyê di nav derdorên muhafezekar de jî belav dibe. Îro hukumeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) ku dixwaze plan û teşebusên ku pêşî li azadîyan veke pêş ve bibe, di bingeha wê de proseseka wisa heye.

Meriv neşê bibêje ev proses di nav Partîya Edalet û Pêşveçûnê de, di hukumetê de bê kend û kosp dimeşe. Di nav partîyê de, heta di hukumetê de hinde derdorên ku li dijî firehkirina azadîyê ne, bi nirxên îdeolojîya resmî re bêhtir li hev dikin hene. Ev derdor hewl didin ku pêşî li vebûna kurd, vebûna demokratîk bigrin. Yên ku di fehma nêzîkî fikrê resmî û dûrî nirxên kurdan de ne, di nav sermayedarên kurdan de jî hene. Lê digel vana, dîsa jî di nav Partîya Edalet û Pêşveçûnê de, di hukumetê de cereyana bingehîn ku hîn bi awayekî tendurist nêzîkî li azadîyê dike heye. Digel vê, eger bi welatên Ewropayê re îxracat û peywendîyên ekonomîkî zêdetir bibin, ev dê bike ku ji layê geşedanên azadîyan ve hîn bi awayekî tendurist pêşveçûn çêbibe.

Meriv dişê van hemî peywendîyan di projeya hukumetê ya guhertina qanûnê esasî de, di munaqeşeyên ku çarçeweya van guhertinan de çêdibin de bişopîne. Heta roja îro, di sîstema sîyaseta tirkan de tu giranîyeka cidî ya dezgeyên ku ji layê gelî ve hatine hilbijartin nebû. Giranîyeka cidî ya partîyên sîyasî, ya hukumetê û ya meclisa Tirkîyê (TBMM) li ser sîyaseta ku dihate ajotin de tune bû. Tesbîtkirina sîyaseta ku tê ajotin, di bin kontrola dezgeyên ku bi tayînkirinê îdare dibin de bû. Sîyaseta ku di çarçeweya meseleyên bingehîn yên mîna meseleya kurdan, meseleya Qibrîsê, meseleya armenîyan, meseleya elewîyan de dihate ajotin di vê çarçeweyê de tesbît dibû. Dezgeyên mîna Dadgeha Qanûnê Esasî (Anayasa Mahkemesi), Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK), her wisa meclis (TBMM) xwedîyê selahîyeteka wisa ne ku dişên teserufên hukumetê teftîş bikin. Îcar ev hukumeta îroyîn dixwaze nîzameka wisa çêbibe, ne ku yên tayînbûyî esas hîn zêdetir yên ku ji layê gelî ve hatine hilbijartin têde desthilatdar bin, ji bo ku ev pêk were, hukumet difikire ku di qanûnê esasî de hinde gorankarîyan bike. Di nav gornakarîyên ku li ser difikirin de, riya vekirina darizandina berpirsîyarên darbeya 12 îlon 1980, di babeta girtina partîyên sîyasî de hîn zêdetir meclis (TBMM) xwedîyê selahîyetê be, teftîşkirina xizmeta giştî, ji bo memûran dayîna mafê peymana komî (toplu sözleşme) hene. Ji bo ku bigihên vê amancê, dixwazin di destûra Dadgeha Qanûnê Esasî û Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran de hinde guhertinan bikin.

Wisa dixuye ku di vê babetê de serê Partîya Edalet û Pêşveçûnê, serê hukumetê piçekî tevlihev e. Mesela, dixwaze benda hilbijartinê ya % 10 muhafeze bikin, ev yek berevajîyê nîyet û fikrê wan e. Wekî din jî, divê meriv rexne li vê jî bigre ku rê nadin gorankarîya ku dê pêşî li vebûna kurdan veke. Herwisa li hemberî kurdan zêdekirina şîdetê, dîsa rewşeka wisa derdixîne meydanê ku berevajîya fikir û nîyeta wan e. Di roja 12 nîsan 2010 de li Samsunê yekî kulm li Ahmed Türkî xist, li hemberî yên ku vê bûyerê protesto kirin şîdeteka zêde hate bikaranîn, herwisa, li Culemêrgê polîsan bi derbên kuştinê li ber çavê dayîka wê li zarokekî çardesalî dan. Divê em amaje pê bikin ku bavê kurikî serekê wextekî yê şaredarîyekê bû ku di çarçeweya operasyonên KCKê de hatiye girtin. Lêbelê serokkomarî, serwezîrî, cîgirê serwezîrî û wezîrê karên navxweyî tavilî bûyerê protesto kirin, li nexweşxaneyê Ahmed Türkî zîyaret kirin, polîsên ku şîdetê bikar anîne ji kar dûr xistin. Vê helwêstê kir ku bêhuzûrî piçekî nermtir bibe.

Digel hemî tiştan, divê bi awayekî tevayî piştgirî bo guhertina qanûnê esasî bête dayîn. Di roja 9 sermawez 2010 de li Şemzînan bo kitêbfroşîya Umutê bomba hate avêtin, lê dozgerê ku tehqîqata bûyerê dikir û îddîaname amade kir ji layê Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK) ve ji kar hat avêtin û ji pîşeyê hate dûrxistin. Ev kirineka wisa ye ku bi fehma edaletê re nagunce û meşrûîyeta wê nîne. Gorankarîyên ku li ser difikirin, dê pêşî li keyfîyetên wisa bigre.

Bi biryarek ku di roja 9 sermawez 2009 de ji layê Dadgeha Qanûna Esasî ve hate dayîn Partîya Civaka Demokratîk (DTP) hate girtin. Ev partîya çendan e ku ji layê Dadgeha Qanûna Esasî ve tê girtin? Di guherînên ku têne pêşnîyazkirin de dixwazin di girtina partîyên sîyasî de tesdîqkirina mezclisê (TBMM) hebe.

Dadgeha Qanûnê Esasî du meh berê tenzîmkirinek ku dê pêşî li dadgehkrina leşkeran veke betal kir. Di nav guherînên ku têne fikirîn de tenzîmên ku dê rê ji dadgehkirina leşkeran re vekin jî hene. Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) dibêje, ji ber ku di nav pêşnîyazên guhertina qanûnê esasî de tenzîmên derbarê çaresekirina meseleya kurdan de tune ne lewre em ê piştgirîya guhertinan nekin. Ev helwêsteka rast nîne. Li dijî van pêşnîyazên guhertinan bûyîn, Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) dixîne rewşeka wisa ku herwekî piştgirîya vê avanîya antîdemok ya dadgehên bilind dike. Lêbelê yên ku ji van avanîyên îroyîn herî zêde zerarê dibînin kurd in.

16.04.2010

Na xebere 2571 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.