zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
22 Nîsane 2020 Çarşeme 06:50

Ji civaka me jineka awarte: Eyşoya Dîn

Roşan Lezgîn

Nivîsandin awayê herî biserûber yê îfadekirinê ye, lê esas nivîsandin qeydkirin e. Çi dibe bila bibe, eger tiştek bi awayê nivîskî qeyd nebe, daxilê tarîxê jî nabe. Tarîx jî, helbet tenê ew nîne ku wextê çêbûna bûyerekî nîşan dide, yan jî, behsa bûyerên mezin yên miletekî dike. Tarîx, ji vana gelek zêdetir e; bi întîzam tesbîtkirin, qeydkirin û neqilkirina tecrubeyên şexsî û civakî ye; hafiza ye. Lê çi heyf ku ji vî alî ve, ji ber ku di nav miletê me de kultura xwendin û nivîsandinê gelek kêm e, hafizaya me ya civakî jî gelek zeîf e. Bo nimûne, ez ê niha ji nav miletê me wek tîp behsa jinekê bikim ku ji vir heta pêncî sal berê gelek navdar bû, lê neslê nuh jê agadar nîne. Eger niha behsa wê nebe, neyê nivîsîn û qeyd nebe, her wekî ku tune bû, dê winda bibe here. Yanî, ez ê behsa “Eyşoya dîn” bikim ku zemanek li herêma Licê gotinên wê yên aforîzmatîk di eyara gotinên pêşîyan de rê nîşanê gel didan ku ew jî bi van gotinên xwe yên felsefîk ji nav miletê me tîpekî orîjînal bû.

Tê bîra min, berîya sala 1975, li herêma Licê navê Eyşoya dîn menşûr bû. Mesela, xelqê dema tiştek bigota, di nav re digot “Eyşoya dîn bîlasebeb nabêje ‘Xelqê ra dixtor im, ji xwu ra kor im’.” Ez ê li jêr lîsteyek ji gotinên xas yên Eyşoya dîn bidim ku ji vir çil-pêncî sal berê li herêma Licê di nav gelê me de menşûr bûn, lê ez dixwazim pêşî behsa jiyana wê bikim.

Li navenda Licê, ji ber îhtîramê jê re digotin “Xaltîya Eyşo” lêbelê ji ber ku bi gotinên xwe, bi xeberdana xwe, bi lixwekirina xwe, bi hal û tevgera xwe ji jinên edetî yên wê demê cihê bû, yanî ji ber ku jineka awarte bû, lewra zêdetir bi navê “Eyşoya dîn” navdar bû. Ev “dînîtî”ya ku jê re bûye sifet, ji bo wê esas di manaya “jîrîtî”yê de ye.

Eyşoya dîn ji Xincisê, qîza Mehemedê Derwêş e. Xincis, li alîyê rojavayê Licêya jorîn ku di erdheja 6 îlon 1975 de xira bû dima. Newalek gund ji navenda bajêr vediqetîne. Ji pira ku li ser vê newalê bû re digotin “Pira Xincisê.” Bi navê Hecî Reşîtê dikandar û Xelîl du birayên wê hebûn. Di qeyda dewleta tirkan de paşnavê wan “Kaynak” e. Eyşo li gundê xwe bi Elîyê Emo re dizewice, lê hîn bûka sê salan bûye ku mêrê wê rehmet dike. Elîyê Emo bi eslê xwe kird e, malbata wan ji herêma Dimilîyan hatiye, li Xincisê bi cih û war bûye. Bi navê Mehmûd zarokekî lawîn ji xaltîya Eyşo û Elîyê Emo hebûye. Ev Mehmûd di sala 1917 de hatiye dinê. Lewre meriv dikare texmîn bike ku Xaltîya Eyşo teqrîben di sala 1900î de hatiye dinê. Çimkî li gorî edetên wê demê qîz sêzde-çarde salî dihatin zewicandin.

Piştî mirina mêrê xwe, ku wisa bûka teze tevî zarokek sêwî bî dimîne, herwisa ji ber şertên jiyana wê demê, trawmayeka giran derbas dike. Ji ber ponijîna kûr hişê wê piçek tevlihev dibe, hingê sifetê “dîn”bûnê lê dikin. Yanî, ji ber ku trawma derbas kiriye, jê re gotine dîn. Di eslê xwe de dînîtî pê re tune bûye.

Xaltîya Eyşo deh sal piştî mirina mêrê xwe yê pêşî, li navenda Licê, li Mehlaya Çarşîyê bi yekî din re dizewice. Ji vê zewaca wê jî kur û keçek çêdibin. Navê kurê wî Ebdurehman, navê keça wê jî Emîne ye. Vî kurê wî demeka dirêj li Hepisxaneya Diyarbekirê qerdîyantî kiriye û heta ku bûye serqardîyan (başgardiyan). Di dawîya emrê xwe de li mala vî kurê xwe maye lewma li Diyarbekir di roja 18.01.1979 de çûye rehmetê. Ev gotina wê ya navdar ku dibêje ‘Xelqê jin anîye, Edoyê mi jan anîye!” li Diyarbekir, di dawîya emrê xwe de gotiye.

Kek Bayram Ayazî derheqê Eyşoya dîn de gelek agahî dan: “Mala wê li alîyê Mehla Kortikê bû. Ew gotina wê ya menşûr ku dibêje ‘Xelkê mêr kir, min mor kir’ li ser xwe dibêje. Ji ber ku piştî mirina mêrê xwe yê duduyan wek jineka ciwan li ser zarokên xwe dimîne, mêr nake. Lê xelqê Licê ev gotin bi manaya mecazî bi kar dianî. Tê bîra min, dawîya salên şêstî bû, dihat mala me. Rehmetîya dêya min qedrê wê digirt, eger zekat bûya yan wek xêr û sedeqe bûya, alîkariya wê dikir. Mala du xwuşkên min li Mehla Kortikê bû, diçû mala wan jî. Dada Asêya bûka xaltiya Eyşo, yanî jina birayê wê Xelîlê Xincisî berê damarîya min bûye. Yanî, dêya her sê xwuşkên min ên mezin bû ku mala duduyan jê li Mehlaya Kortikê bû. Xaltîya Eyşo ew ji malê dihesiband. Carînan ji mala xwe, ji serê wî alîyê Licê derdiket, bi meş heta Xincisê diçû. Mal yan jinên ku wê ew nas dikirin, xwe li wan digirt, diçû cem wan. Min gelek car ew dîtiye. Hafizaya wê xurt bû, me hemîyan bi nav nas dikir. Ji min re digot ‘Layê Ribikê, Bayroyê min.’ Xweş tê bîra min, bavê min jî dêya min jî, em tembîh dikirin ku em qedrê wê bizanin, alîkarîya wê bikin, nehêlin kes tehda lê bike. Carînan hinek zarokan kevir diavêtin, henek pê dikirin, jê re xeber digotin. Niha jî xweş tê bîra min, min û hinek zarokên din me Eyşo diparast. Di çarşîya Licê de diçû dihat. Fistanekî dirêj lê bû, kofî li serî bû. Li ser singê wê potên ziravikên rengîn hebûn, wekî gulik bi hev ve girêdidan. Rehmetîya dêya min terzîtî jî dikir. Baş tê bîra min, carek dêya min jê re fistanek dirût. Bavê min gelekî qedrê wê digirt, tim digot ‘Gotinên Eyşoya dîn wekî gotinên aliman e.’ Dikana birayê wê Hecî Reşîtî li Mehlaya Qerehesenan li hemberî firina Hecî Abdulah Zoraslan bû. Carînan min Xaltîya Eyşo li dikana Hecî Reşît didît. Wan deman li Licê jin dernediketin çarşîyê, alvêr karê mêran bû. Lê Xaltîya Eyşo serbest bû, carînan li ber dikanên din jî li ser piya qasî bêhnek disekinî, dikandaran pê re sohbet dikir. Lê tenê li dikana birayê xwe Hecî Reşîtî rûdinişt. Baş tê bîra min, meqberên şêx û mişayixan jî ziyaret dikir. Li ser rêya wê Ziyareta Şêx Îsmaîl hebû, dîsa li binîya nexweşxaneya Licê mezelê Mela Ebdula hebû. Ev Mela Ebdula ji malbata Xaltîya Eyşo ye. Xaltîya Eyşo tim diçû ser mezelê wan, dua dikir. Û tiştê muhîm, ewên ku Xaltiya Eyşo nas dikirin, hemî dibêjin ‘Dînîtîya çi? Ew ji me hemîyan biaqiltir bû. Xwe li dînîtîyê danî ku bikaribe xwe biparêze!’ Xuya ye, piştî zewaca xwe ya duduyan êdî nexwestiye bizewice.”

Hinek gotinên menşûr yên Eyşoya dîn:

-Dew tune fir bike, li hespê suwar dibe çir dike.

-Fera qeysê me, bûye reysê me.

-Hesabê we were Eyşo ye, neyê veyşo ye!

-Xelq bû beg, em bûy legleg.

-Xelq bû mîr, em bûy kizîr.

-Xelq bû texsî, em bûy mexsî.

-Xelq çû hîvê, em man li bin dara bihîvê.

-Xelqê jin anîye, Edoyê mi jan anîye!

-Xelqê mêr kir, min mor kir.

-Xelqê ra dixtor im, ji xwu ra kor im.

-Xelqê tûnc anî, Emoya me bînc anî.

 

Dibe ku hîn gelek hebin lê niha min karî evên hanê berhev bikim. Çawa ku dixuye, hemî aforîzmatîk in, gelek jê bi awayê mecazî wekî tabîr yanî wek biwêj/îdyom têne bikaranîn. Jixwe jenerasyona Xaltîya Eyşoyê û piştî wê jî ev gotin rojane di nav xeberdana xwe de bikar dianîn. Tê bîra min, mezinên me her tim xeberdana xwe muheqeq bi gotineka Eyşoya dîn dixemiland. Lê çi heyf, piranîya mezinên me koça xwe ya dawîn kirin çûn ebedîyetê. Bi wan re hem Xaltîya Eyşo hem jî gotinên wê ji tedawulê rabûn. Ji nifşê me jî, navê Eyşoya dîn û gotinên wê di bîra kêm kesî de mane.

Ji ber ku agahîyên derheqê Eyşoya dîn de bi camêrî dan min, di serî de ji kek Bayram Ayaz re, li dû wî nevîyê Xaltîya Eyşo ji Tehsîn Varol re, her wisa ji kek Loqman Polat, Dawud Ekinci û Henîfî Akgök re gelek sipas dikim.*
_____________
*Ev nivîs li
"Xwebûn, Rojnameya heftane, Hejmar 18, 20-26 Nîsan 2020, r. 8" de weşîyaye.


Eyşoya dîn (1900-1979)

Xwebûn, Rojnameya heftane, Hejmar 18, 20-26 Nîsan 2020, r. 8

Na xebere 3088 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.