zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Êlule 2013 Sêşeme 09:54

JI ÇAPEMENÎYA KURD KOVARA TÎRÊJÊ Û FOLKLOR

Murad Celalî

Tîrêj (1979-1981)

Têgeha folklorê ji bo wê zanistê tê bikaranîn ku li ser çanda maddî û manewî ya gelêrî, li gor rê û rêbazên xwe yên taybet lêkolîn dike, wana kom dike, dabeş dike, tehlîl dike û dinirxîne. Folklor ji du bêjeyan pêk tê: Folk; gel û lore; zanist yan jî lêkolîn e.[1] Pênaseya folklorê ev be jî di vê nivîsê de folklor, ji bo wan materyalên -ku efsane, destan, çîrokên gelêrî, pêkenok, tiştanok, stran, gotinên pêşiyan, lawik, lorîn- ji bo vê zanistê dibine mijara lêkolînê were bikaranîn û li gel wê têgeha zargotinê ya kurdî jî dê were bikaranîn.

Ji destpêka dîrokê mêj ve mirov bi hevdu re ketine têkiliyê. Awa û navgînên têkilîyê biguhere jî ev kar bûye parek ji jîyana civakî. Di vê nivîsê de em dê ji çapemenîya kurdî qala kovara Tîrêjê bikin û di derheqê weşana wê ya di warê folklora kurdî de agahîyan bidin. Lê berîya ku em qala mijara xwe bikin divê em çarçoweya nivîsa xwe kifş bikin.

Bi rastî çapemenîya kurdî jî wekî gelek xebatên din yên kurdan ji ber sedemên cihêreng bi derengî dest pê kiriye. Lewra gava ku kurdan di 22ê nîsana sala 1898 de li Qahîreyê dest bi weşandina rojnameya pêşîn Kurdistanê kirin rojnameya bi erebî di 1828 de, bi tirkî di 1832 de û bi farisî jî 1848 de dest bi weşana xwe kiribû[2]. Lê herçendî kurd li gor van cînarên ku bi piştgirîya dewletan dest bi xebatên xwe yên çapemenîyê kiribin jî kurdan ev xebat bi bîrewerîyeke kûr û bixwebawer, bi keda destê xwe kirine û di vê meydanê de hespê xwe ajotine. A ji van xebatan pêngaveke piçûk lê girîng ev kovar e. 

Kurtedîroka Tîrêjê û Armanca wê

Kovara Tîrêjê di sala 1979an de li Îzmirê dest bi weşana xwe kiriye. Malmîsanijî û çend hevalên xwe derxistine. Bi tevayî çar hejmarên wê derketine.[3] Her sê hejmarên wê yên pêşîn li Îzmirê derketine. Çapa duduyan ya hejmara wê ya 3an û hejmara wê ya dawîn ya 4an li Swêdê, Stockholmê hatiye çapkirin. Lewra piştî 12ê îlona 1980 derfet çênebûne ku li Tirkîyeyê were çap kirin. Li gor ku Roşan Lezgîn ji Malmîsanij neqil dike, hejmara çaran ji bo çapê amade bûye, heta weşanger xwestiye bide çapê, lê ji ber cuntaya 12ê îlonê derfet çênebûye[4]. Di her sê hejmarên pêşîn de xwedîyê kovarê Enver Yüzen e, midurê berpirsyar Ahmet Bazgil e. Cîhê rêveberîya wê Îzmir e. Lê di hejmara çaran ya dawîn de ev agahî tunen e. Herçendî di derheqê perîyoda weşanê de ji sê mehan carekê[5] hatibe kişfkirin jî wekî ji tarîxa derketina kovarê tê xuyanê ev pêk nehatîye. 

Di hinek pirtûkên ku çavkanîyên li ser weşana kurdî hatine amadekirin de kovara Tîrêjê wekî sê hejmar hatîye nîşandan[6] û di hinekan de jî qet navê wê derbas nabe[7]. Bi rastî sedemên vê gelek in, lê ne mijara vê nivîsê ye.

Divê em vê yekê destnîşan bikin ku kovara Tîrêjê bi hinek taybetîyên xwe ve ji kovarên din yên ku ji berîya wê bi destê kurdan hatine weşandin cihê dibe. Lewra bi qasî ku em dizanin ew yekemîn kovara çandî û pîşeyî ye -ev slogan ya wê bi xwe ye- li Tirkîyeyê, bajarê Îzmirê xwerû bi kurdî; bi her du zaravayên sereke yên li Bakurê Kurdistanê têne xeberdan derketiye. Mirov dikare bibêje ku hema nîvê wê bi zaravayê kurmancî û nîv jî bi zaravayê ki kirdkî (kirmanckî) bûye.[8] Herçendî berîya wê jî di hinek kovar[9] û rojnameyên[10] kurdan de zaravayê kirdkî cih girtibe jî çara pêşîn di Tîrêjê de kurdîya zazakî bi reng û rûyekî geş û xurt derketiye ser kaxizê û gihîştiye ber destê gel. Lewra kovar di her hejmara xwe de 5000 heb hatiye çapkirin û ji vê 4000 nusxe li welêt hatine belavkirin[11].

Kovara Tîrêjê ne tenê di warê weşana folklora kurdî lê di hêla weşana berhemên modern, yên wekî çîrok, lêkolîn, rexne, helbest, werger, ferheng û rêziman bi zaravayê kirdkî de jî xwedî cîyekî gelekî girîng e. Lewra hema mirov dikare weşana nimûneyên wêjeya modern ya kirdkî bi Tîrêjê dest pê kiriye. Wekî ku Roşan Lezgîn dibêje:

“Edebîyatê modern yê kirmanckî, hûmara yewine ya kovara Tîrêje ra dest pêkeno. Na kovarêka mewsimane ya û hûmara yewina aye payîzê 1979î de Îzmîr de weşanîyaya…”[12] 

Hejmar         Dema Weşandinê       Cihê Derketinê       Hejmara Rûpelan

Hejmara 1.

1979

Îzmir

64

Hejmara 2.

25.3.1980

Îzmîr

80

Hejmara 3.

7.8.1980

Îzmir

82

Hejmara 4.

12.1981

Stockholm

112

 

 

Asta Ziman û Pergala Wê

Di warê xwe de kovareke pêşeng be jî di hinek xalan de kêmasîyên Tîrêjê hene. Di serî de gava meriv bala xwe dide zimanê wê, zimanê kovarê ji bo wê demê baş e. Lê di warê rastnivîs, alfabe û mîzanpajê de hinekî qels e. Lewra di alfabeyê de her du tîpên (i, î) ku di kurdî de ji alfabeya tirkî cihêtir e, (ı, i) tên xebatê wekî ya tirkî hatine bikaranîn. Di hinek cîyan de jî tîpa (ê) wekî (é) hatiye bikaranînin. Li gel vê di rastnivîsê de jî hin kêmasî hene. Herweha di hinek nivîsan de herçendî zimanê wê kirdkî be, sernav bi kurmancî hatine nivîsîn. Dibe ku ev yek ji ber wê ye ku wê hingê hê di zaravayê kirdkî de -ev tiştekî asayî ye- standardek tune ye.

 

Tîrêj û Folklora Kurdî    

HEJMARA YEKEM       

Bi qasî ku em ji pêşkêşa Tîrêjê (hejmar: 1, r. 5-8) hîn dibin ji armancên kovarê yek jî berhevkirin û weşandina folklora kurdî ye. Gava em bala xwe didin hejmara pêşîn, têde 19 xebatên ji hevdu cihê (nivîs, çîrok, helbest, werger, ferheng û hwd) hatine weşandin û ji wan çar xebat ji zargotina kurdî ne. Di beşa pêşîn de xebatên nû, ji wêjeya nûjen cî digrin. Di beşa dawîn de jî ji folklora kurdî mînak hene û beşa ku em dê di vê nivîsê de binirxînin ew e. Sernavê wan xebatan ev in û em bê destkarî û rastkirin ji kovarê neqil dikin.

Di hejmara 1. de beşa di bin sernavê zargotinê de hatiye weşandin[13]:

-          ŞİRETÊ KALİ (Çiroko Geli),  r. 43

-          ŞERÊ XALITA (Stranek Jı Wêşeya Gelêri) r. 46

-          LAWIJ r. 47

-          ZAZAKİ DIR VATEY VERİNAN r. 49

 

ŞÎRETA KALİ

Ev çîroka ku ji devê gelê herêma Gergerê hatiye girtin. Zimanê wê kirdkî ye di rûpelên 43-45 de cîh digre. Kesê berhevkar ne dîyar e, lê Roşan Lezgîn dibêje berhevkarê wê Malmîsanij e.[14] Ji folklora kurdî hema hemû motîvan di xwe de dihebîne. Lewra di zargotina kurdî de mînakên vê pir in, heta meriv dikare bibêje hemû wisa nin. Paşayê ku dixwaze derkeve li bajêr bigere, tevî wezîrê xwe li bazarê digere û li wir rastî kalekî tên û ji kalî dipirsin ka çi dike. Kal jî dibêje ez aqil difroşim û wezîr bi bihayê zêran ji kalî sê caran aqil dikire, ango şîret û tecrubeyên heyatê. Ev çîroka gelêrî wisa dewam dike. Têde şîreta hevaltî, bawerî, razgirtin û gelek şîretên giranbiha hene.

ŞERÊ XALITA

Stranek Ji Wêjeya Gelêrî

Ev strana ku di rûpelê 46. de cî digre, di Hawarê, hejmara 54. ya 15 gulan 1943 de hatiye weşandin, îqtibas e. Zimanê wê kurmancî ye. Qala şerê di navbera sofîyê misilmanan û feqîrê êzdîyan dike. Zimanê wê zelal e. Ji bo dîroka eşîrên Kurdistanê çavkanîyeke baş e. Lewra ji bo dîroka kurdan kilam û dengbêj jêderên qenc in.

LAWIJ

Ev lawija ku di rûpelê 47. de cî digre jî di Hawarê, hejmara 54. ya 15 gulan 1943 de hatiye weşandin, îqtibas e. Li ser eşqekî hatiye gotin. Lawijbêj ji bo evîna xwe li hemû çîya û banîyên Kurdistanê digere û qala mezintîya vê hestê dike. Zimanê wê kurmancî ye. Di hinek cîyan de xeletîyên rastnivîsê hene.

DI ZAZAKÎ DE GOTINÊN PÊŞÎYAN

Ev beşa ku ji “Gotinên Pêşîyan” pêk tê di rûpelên 49-51 de hatiye weşandin. Berhevkarê wê Dewij e. Gotin li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin û yên ji van her çar (a, b, c, ç) tîpan di vê hejmarê de cî girtine û 64 gotin in.

HEJMARA DUYEM

Di hejmara 2. ya Tîrêjê de bi tevayî 28 xebatên ji hevdu cihê (nivîs, çîrok, helbest, werger, ferheng û hwd.) hatine weşandin û ji van çar heb ji folklora kurdî ne. Ew jî mîna hejmara pêşîn wekî du beş hatine kifşkirin û di beşa pêşîn de ji xebatên nû hatine weşan û di beşa duduyan de jî ji folklora kurdî mînak hene.

Di hejmara 2. de beşa di bin sernavê zargotinê de hatiye weşandin[15]:

-          Dilok (Zeri), r. 58

-          Dilok (Çıng û çıng), r. 59

-          Xal û Warza (Estanek) / Arêkerdox: Farûq, r. 60

-          Çibenokê Zazaki / Arêkerdox: Dewij, r. 63

 

DÎLOK

Di rûpelên 58 û 59 de du dîlokên ku ji herêma Silîva hatine berhevkirin hene. Lê navê berhevkarê wê dîyar nîne. Wekî tê zanîn dîlok, navê wan stranên dawet/dîlanan e ku li ser bûk û zavayan tên gotin. Bi rastî asta edebîyat û dewlemendîya zimanê kurdî di van stranan de bi awayekî eşkere tê xuyanê.

XAL Û WARZA (Estanek)

Çîrok

Ev çîroka gelêrî di hejmara duduyan rûpelên 60 û 62 de cî girtiye. Bi zaravayê kirdkî ye û ji herêma Gêl/Diyarbekirê hatîye berhevkirin. Berhevkarê wê Farûq e. Mijara wê li ser dostanî û hevxapandinê ye. Li ser têkiliya xal û xwarzîyan hatiye çêkirin.

Rojekê arê malekê diqede û kevanîya malê ji kurê xwe re dibêje rabe vî arvanê me bibe aşê xalê xwe bihêre û ji me re bîne. A bûyer di navbera xal û xwarzî de diqewime. Karekterê derdikeve pêş konetî û durûtî ye.

TIŞTANOKÊN ZAZAKÎ

Di rûpelên 63 û 64 de tiştanok/çibenokên Zazakî hatine weşandin. Berhevkarê wê Dewij e. Tiştanok li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin, lê ji tîpa (a) yê qet tiştanok tunen e. Bi tevayî 46 tiştanok li gel bersiva wan hatine bi cî kirin.

HEJMARA SÊYEM

Di hejmara 3. ya Tîrêjê de bi tevayî 20 xebatên ji hevdu cihê (nivîs, çîrok, helbest, werger, ferheng û hwd.) hatine weşandin û ji wan çar heb ji folklora kurdî ne. Ew jî mîna hejmara pêşîn wekî du beş hatnne kifşkirin û di beşa pêşîn de ji xebatên nû hatine weşan û di beşa duduyan de jî ji folklora kurdî mînak hene.

Di hejmara 3. de beşa ku têde berhemên ji folklora kurdî hatiye weşandin[16]:

-          ÇIBENOKÊ ZAZAKİ / Arêkerdox: DEWIJ, r. 49

-          PİRA HEWT SERA (Estenakı) / Arêkerdox: DEWIJ, r. 52

-          DU DİLOK / Wexta Mehirê, r. 58

-          Xanê Beyazê, r. 59

 

TIŞTANOKÊN ZAZAKÎ

Ev beşa tiştanokan di navbera 49 û 51ê rûpelên hejmara 3. de cî girtine. Ev tiştanok wekî berdewama beşa di hejmara 2. hatine amadekirin. Li wir 46 tiştanok li gor rêza alfabeyê hatibûn dayîn, di vê hejmarê de jî dûmahîka wê ye û hejmara wan bi tevayî dibe 94. Dewijî, ev tiştanok jî bi alîkarîya hinek hevalên xwe ji Bedlis/Mutkî, Çêrmûg, Sêwreg, Pîran û Gêlê berhev kirine.

PÎRA HEFT SERÎ

Çîrok

Ev çîroka “Pîra Heftserî” di navbera rûpelên 52 û 57 de hatîye weşandin. Zimanê vê çîroka dirêj kirdkî ye û Dewijî ew ji Pîrana Diyarbekirê berhev kiriye. Bi vegotin û tewna xwe ve hemû kodên çîrokên kurdî yên mîtolojîk di xwe de dihebîne. Din av gel de gelek versîyonên wê hene. Karekterê Pîrê di vê çîrokê de jî jêdera xirabîyê ye. Ew têkilî û hezkirina di navbera xwişk û birayan di vê çîrokê de jî derdikeve pêş. Lê dîsa bûk/jinbira, li ber baltuza xwe kemînan datînin, lê di encama çîrokê de rastî derdikeve holê, xwişk û bira bi hevdu şa dibin yên tewanbar jî cezayê heq dikin dibînin. 

DU DÎLOK       

Wexta Mehîrê û Xanê Beyazê

Ev her du dîlokên bi sernavê “Wexta Mehîrê û Xanê Beyazê” di rûpelên 58 û 59ê hejmara sisyan de hatine weşandin. Zimanê wan zaravayê kurmancî ye. Lê nehatîye dîyarkirin ka berhevkarê wan kî ye û ji kîjan herêmê hatine berhevkirin.

HEJMARA ÇARAN

Di hejmara 4. ya Tîrêjê de bi tevayî 26 xebatên ji hevdu cihê (nivîs, çîrok, helbest, werger, gotinê pêşîyan, ferheng û hwd) hatine weşandin. Wekî hejmarên din di vê de jî çar berhemên folklarîk hene. Ya rastî nivîsa Nûra Cewarî, nivîseke derheqê folklorê de ye. Ew jî mîna hejmara pêşîn wekî du beş hatiye kifşkirin û di beşa pêşîn de ji xebatên nû hatine weşandin û di beşa duduyan de jî ji folklora kurdî mînak hene. Lê di vê hejmarê de formatê rûpelsazîya kovarê guherîye û hejmara rûpelan zêde bûye.

Di hejmara 4. de beşa di bin sernavê zargotinê de hatiye weşandin[17]:

      -     Pırsêd Berevkırına Folklora Sazbendiyê (Strana Kurdi) Nûra CEWARİ, r. 30

-          Mendo, r. 66

-          Haderbû, r 67

-          Zazaki Dır Vateyi Verinan (2), r. 68

                                                                

PIRSÊD BEREVKIRINA FOLKLORA SAZBENDÎYÊ (STRANA KURDÎ)

Ev nivîsa Nûra Cewarî, di hejmara çaran de di rûpelên 30-31ê de hatîye weşandin. Kurmancî ye û qala girîngîya folklorê, bi taybetî jî balê dikşîne ser komkirna stranên kurdî. Ji ber ku mijara wê folklor bû me li vir behsa wê kir.

MENDO Û DERBÛ

Di rûpelên 66-67 de du dîlokên kurmancî hatine weşandin. Navê berhevkar û herêmê ne dîyar e. Zimanê wan zelal e. Di lîsta naverokê de ku ji bo wê peyva “têxistinî” hatiye bikaranîn navê dîloka duduyan wekî “Haderbû” hatiye nivîsîn, lê di rûpelê 67. de wekî “Derbû” ye.

DI ZAZAKÎ DE GOTINÊN PÊŞÎYAN

Ev beşa ku ji “Gotinên Pêşîyan” pêk tê di rûpelên 68-71 de hatiye weşandin. Wekî beşa pêşîn a di hejmara yekemîn de hatibû weşandin berhevkarê wê Dewij e. Gotin li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin û berdewama beşa din e û van tîpan (d, e, f, g, ı, i, j) di vê hejmarê de cî girtine û 82 gotin in.

 


[1] Arnold van Gennep, Folklor, wer. Pertev N. Boratav, Weşanên Tarih Vakfı, İstanbul, 2011, r. 151; neqil ji Remezan Pertew, Folklora Kurdî (Notên Dersê), Mêrdîn, 2012, r. 2.

[2] Emîr Hassanpour, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985, Avesta, Stenbol, 2005, r. 345.

[3] Malmîsanij & Mahmûd Lewendî, Li Kurdistana Bakur û li Tirkîyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1992), Weşanxaneyê Öz-Ge, Ankara, 1992, s. 274.

[4] Roşan Lezgîn, Destpêkê Edebîyatê Modernî yê Kirmanckî, http://www.zazaki.net/haber/destpk-edebyat-modern-y-kirmanck-817.htm, 21.12.2012

[5] Tîrêj, Hejmar: 4. Raberi, r. 1. Stockholm, 1981.

[6] Emîr Hassanpour, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985, Avesta, Stenbol, 2005, r. 363.

[7] Fetullah Kaya, Kürt Basını, Hîvda, Stenbol, 2010.

[8] Di hejmara 1. de 38 Kurmancî ne û 19 rûpel jî Kirdkî ne. Di hejmara 2. de 48 rûpel Kurmancî ne û 27 rûpel jî Kirdkî ne. Di hejmara 3. de 44 rûpel Kirdkî ne û 33 rûpel jî Kurmancî ne. Di hejmara 4. de 69 rûpel Kurmancî ne û 40 rûpel jî Kirdkî ne. 

[9] Celadet Alî Bedir-Xan, Zarê Dumilî û Mewlûda Usman Efendî, Hawar, Hejmar: 23, cild. 1. r. 603-608, Nûdem, Stockholm, 1998.

[10] Roja Newê, Hejmar: 1, Stenbol, 1963; Fetullah Kaya, Kürt Basını, Hîvda, Stenbol, 2010, r. 175-176. Di vê pirtûkê de navê rojnameyê bi du awayan hatîye nivîsîn; di lîsteya naverokê de wekî “Roja Newe” ye, lê di nav pirtûkê de dibe “Roja Nû”. Bîlal Zîlan, di nivîsa xwe ya bi navê Kovara Tîrêj de qala weşanên berya Tîrêjê cî dane Kirdkî dike û navê Roja Newe û Ozgurluk Yoluyê dide. Lê ya rastî navê rojnameyê Roja Newê ye, 15 meha Gulanê di sala 1963 de hejmara pêşîn hatîye weşandin. Lê rojname hatîye qedexekirin û berhevkirin. Bîlal Zîlan, Kovara Tîrêj, Kovara Asîva, Hejmar: 4, Gulan-Pûşber-Tîrmeh 2012, r. 39. 

[11] Tîrêj, Hejmar: 4. Raberi, r. 1. Stockholm, 1981.                    

[12] Roşan Lezgîn, Destpêkê Edebîyatê Modernî yê Kirmanckî, http://www.zazaki.net/haber/destpk-edebyat-modern-y-kirmanck-817.htm, 21.12.2012.

 [13] Tîrêj, Hejmar: 1, Îzmir, 1979.

[14] Roşan Lezgîn, Destpêkê Edebîyatê Modernî yê Kirmanckî, http://www.zazaki.net/haber/destpk-edebyat-modern-y-kirmanck-817.htm, 21.12.2012

 [15] Tîrêj, Hejmar: 2, Îzmir, 1980.

[16] Tîrêj, Hejmar: 3, Îzmir, 1980.

[17] Tîrêj, Hejmar: 4, Stockholm, 1981.

 

Na xebere 5894 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.